Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber

Amancên siyasî

2017/12/25

Amancên siyasî

Yek dî ji girîngtirîn sedem û sebebên derketina bîr û raman û bawerîyên cûrbicûr, hema amancên siyasî ne. Em dikarin ji çend fîrqeyan nav bibin ku amancên siyasî di belavbûna wan da têkel bûne, bi awayê jêrî:

Murcîe: Ev cereyan, bervajiyê Xariciyan ku heçî kesê gunehek mezin bikira kafir dizaniyan, ji ber tefsîra bikêmasî ji wate ya îmanê, bi piştevanî ya hakimên Benî Umeyye belav bû û çiko digotan îman tenê girêdayî bi dil e û kiryara mirov ne têkel îmanê ye û dîsa bervajiyê Xariciyan, ew hakimên Benî Umeyye kafir nedizaniyan, herçend kiryarên wan tejî fisq û fucûr bû. Lewra ji aliyê destgaha hakimiyeta Benî Umeyye dihat berevanîkirin û bi vî awayî jî belav bû. Li gorî hinek ji senedan, Benî Ebbas ji bawerîya Murcîe ne aciz bûn û gelek ji zanayên ku girêdayî bi wan bûn jî li ser bawerî ya Murcîe bûn, yên wek Ebû Yûsuf.[1]

Mucebbîre: Yek ji sedemên serekî ya belavbûna bawerî ya cebirgerîyê, hema berevanî ya hakimên Benî Umeyye bû ji vê bawerîyê; çiko li bin sîbera belavbûna bawerîya cebriyye, herçend fesadî û xirabî dikiran jî, bi rêka wê bawerîyê dikariyan xwe bêguneh û bêsûc nîşan bidin û bêjin ku xwesta Xuda ev e. Ji aliyek dî ve jî bi bawerî ya cebrê û bi rêka redkirina viyan/xwestê û bi gotina vê çendê ku kiryar a baş û nebaş a mirovan ne bi viyan û xwesta wan bixwe ye, belku ev ji xwesta Xuda ye, hewil didan ku ji başî û fezîleta yên hemberê xwe kêm bikin, ango Benî Haşimiyan û bi taybet jî Îmam ‘Elî (sx) kêm û biçok nîşan bidin.[2]

Mezhebên fiqhî: Di serdema kêşmekêşên siyasî û leşkerî di navbeyna Benî Umeyye û Benî ‘Ebbas da, Îmam Muhemmed ê Baqir û Îmam Ce’fer ê Sadiq (sx) karibûn bi behre wergertina ji wê zemînê, zanînên xwe di navbeyna xelkê da belav bikin û bi vî awayî gelek ji wan kesan ku amanca wan destve anîna behreyên îlmî û zanistî bû, ref ref xwe gihandin wan îmaman. Lewra îmamên Ehlê Beytê (sx) ji binemala Pêxember û mîratberên îlm û zanista wî hezretî (sx)(sx) bûn, girîngtirîn û serekîtrîn merkez û tewera zanistî hatibûn naskirin. Dema Mensûr, xelîfe yê duyem ê Ebbasî ji gengeşe ya ceng û şer xilas bû û desthilatdarî ya Ebbasiyan zexm û qayîm kir, ji meqama bilind a zanistî û me’newî ya Îmam Ce’fer ê Sadiq (sx) agahdar bû ku ji xwe û desthilatdariya xwe re xeterdar dizaniya, bi kuştina wî hezretî jî qaîl nedibû. Vêca dest avêt siyasetek dî, ew jî ev bû ku ser navê alimên fermî reqîb û hemberek ji alîm û zanayan li dij wî da rake, belku bikare meqama wî ya îlmî û zanistî kêm û biçok bike.[3]

Ji aliyek dî ve jî, xwediyên desthilatdarîyê hewil didan ku raman û cereyanên bîr û bawerî yên ku li dij ramana Ehlê Beytê (sx) bûn belav bikin, bi qasî ku heta jibo tejîkirina valahî ya fikrî ku di civakê da hebû, ji bawerî ya Ehlê Kitêbê, bi taybet ji Cihûyan behre wergirin û nav civaka Îslamî da belav bikin.

[1]

[2]

[3]