BIHEV VE GIRÊDAYÎBÛNA MESELA QIYAMETÊ Û MESELA RÛH
Bedena mirovan jî wek hemî heywanên dî ji komekî sillûl pêk hatiye ku her yêk ji wan daima di halê guherîn û jinav çûn û çêbûnê da ye û êjmara wan ji ewwilê çêbûnê ve heta xilaseka jiyana wan guherîn têda çênabê û êjmara sillûlên wê sabit û wek hev e.
Pê berçav girtina evê guherîn û texyîra ku di bedena heywana nexasma insan de çêdibê, ev pirsyar tê pêş ku: pê çi milak û kêşek û pîvekê gereke evê guherîn dikevitê, em yêk tişt û yêk mewcûd hesab bikîn? Halhale çêdibê ku qet û piç û endamên wê di dirêjiya jiyanê da gelek caran guherîn ketibîyê? [1]
Cewaba bê çep û çûra vê pirsyarê ev e ku pîveka ... hev zeman û nehev zeman e. Herçend hinek sillûl kêm kêm dimirin û sillûlên nû cihê wan digirin, lê bi melheza biheve bûna evê cereyan û herikînê, mirov dikarê evê kom û mecmû\'ê ku di halê guherîn û cî guhaztinê da ye yêk tişt hesab bikê.
Lê ev, ne cewabeke ku mirov pê razî bibê, çimko eger xaniyek bê melheze kirin ku ji hinek kelpîç pêk hatiye û kelpîçên wê kêm kêm tên guherîn heta ku piştî wext û demekî kelpîçên pêşîyê de nemînin, mirov nikarê eva kelpîçên nû hema ewî xanîyê pêşda hesab bikê, herçend bi melheza şiklê eşkere çêdibê bê gotin ev hema ew e. Nexasma ewên bi guherîna kelpîçên wê nehesayîn.
Cewaba derbaz buyî yê çêdibê bi vî awayî bê kamil kirin: ev guherîna piçû piçû hingê zererê nagehînin wehdeta evê mecmû\'ê ku li ser esasê sebebek navdeyî û tebî\'î pêk hatibê, çewa ku di xwey jiyana da tê melheze kirin. Lê guherîna kelpîçan bi wesîla kartêkerek ji derveyî pêk tê û ji ber vê yêkê mirov nikarê nisbeta wehdeta heqîqî bidê balê ve; digel vê guherîna piç û qetan.
Ev cewab, li ser qebûl kirina kartêkerê tebî\'î yê wahid ava bûye ku di dirêjiya herkîna guherîna de daima bimînê û tertîb û yêk girtina di nav qet û endaman da xwey bikê. Vêca pirsyar derheq evî ‘amilê kartêker da tê pêş, ku heqîqeta wê çewan e? Û milaka wehdeta wê çi ye?
Gorekî hizra felsefî ya me\'rûf, milaka wehtetê di her tiştek tebî\'î da «emrê besît» e ku xeyrê murekkeb û nemehsûs e, bi navê «tebî\'et» an «sûret»[2]. Evênhe pê guherîna maddê nayin guherîn.
Di xwey jiyanan da ku kiryarên muxtelif wek xwarin xwarin û li xwe zêde kirin û tewlîd û zarok anîn di wan da heye, ev kartêker bi navê «nefs» hatiye nav kirin.
Felasfê yên pêşîn, nefsa nebatî û heywanî «maddî» û nefsa insanî «mucerred» zanîne. Lêbelê gelek ji feylesofên Islamî ku Sedr-ul Mutiellihînê Şîrazî jî di nav wan da ye nefsa heywanî jî xweyê derceyekê ji tecerrudê hesab kirine û têgehiştin (şu\'ûr) û irade ji lewazim û nîşanên wê zanîne. Lêbelê matiriyalîst ku wucûdê di maddê û taybetî yên wê tenê da zanin û rûhê mucerred inkar dikin û maddîyûnên nû (wek pûzîtîwîstan) ku ji binî ve munkirê hemî tiştên nepeyda ne (nemehsûs) û tişta nepeyda qebûl nakin, ewan cewabek durust bo milaka wehdetê di xwey jiyana de nîne.
Gorekî ronahî kirina jorî milaka wehdetê di nebata de nefsa wan ya nebatî ye. Jiyana nebatî di girewa hebûna sûret û nefsa nebatî da ye, di wa cihên xwey qabiliyet da, dema qabiliyeta mewadda jinav biçê sûret an nefsa nebatî jî jinav diçê. Û eger bê ferz kirin ku ew mewadd ji nû ve qabiliyeta peyda kirina sûretê nebatî peyda bikin û nefsa nebatî ya nû ji wan ra bê dayîn, lêbelê du giyayên kevn û nû digel şebaheta temam jî nikarin wehdeta heqîqî hebin û pê hûr nêrînê mirov nikarê bêjê ev nebat û giyayê nû hema ewa pêşda ye.
Lêbelê derheq heywan û insan de, çimko nefsa wan mucerred e, dikarê piştî ji hev belav bûna bedenê jî her bimînê û dema dîsa bikevê di bedenê da evê wehdet «ewînî»yê ji wî ra biparêzê. Çewa pêş mirinê da jî hema ev wehdeta rûh milak û pîveka şexs e û guherîna mewaddên bedenê nabê sebeb ku ew, çend kes bê hesab kirin.
Lêbelê eger hebûn û wucûda heywan an insan hema bi vê bedena wî ya dixweyhê û taybetî yên wî yên eşkere bizanê û rûh jî yêk ji xewassên bedenê bêjmêrê û hesab bikê, heta eger ewê sûret nepeyda yê maddî bizanê ku pê jinav çûna qetên bedenê jinav biçê, ew nikarê bibê xweyê melhezeyek durust derheq qiyametê da. Çimko li ser vê ferzê ku beden qabiliyeta jiyanek nû peyda bikê hinek xasiyetên nû di wî da peyda dibin û êdî milak û pîveka heqîqî ji wehdetê ra ku bê gotin: «ev ew e» namînê. Çimko ferz ew e ku xasiyetên pêşda bi temamî jinav çûne û hinek xasiyetên taze û nû têda çêbûne.
Welhasil: hingê mirov dikarê jiyana piştî mirinê bi awayek durust bidê fikra xwe ku mirov rûh xêncî ji bedenê û xasiyet û e\'razên wê bizanê. Heta çênabê mirov wereng hesab bikê ku rûh ewqas tevlî bedenê bûye ku pê jinav çûna bedenê ew jî jinav biçê. Nixwe gereke cara ewil hebûna rûh bê qebûl kirin, her wiha rûh tiştek cewherî bê zanîn, ne ji qismê e\'razîn bedenê. Xêncî ji vê jî gereke ji rûh re ew qabiliyet bê zanîn ku musteqill e û dikarê piştî jinav çûna bedenê her bimînê, ne wek sûretên tevlî tişta dibin ku pê jinav çûna wan jinav diçin (ku istilahê da jêre tê gotin: muntebiq di maddê da).
Cî yê rûh di wucûda insan da
Tiştek dî ku gereke li vêderê jê bê xeberdan ev e ku terkîb û hevgirtina rûh û bedenê di mirov de ne wek terkîba avê ye ji oksîjin û îdrojinê ku pê cuda bûna wan ji hev, du \'unwan û serdêrek jinav biçê (ku êdî jêra neyê gotin: av. Belkî bibê tiştek dî). Belkî rûh \'unsur û pêkînerê eslî yê mirov e û heta ku ew heye insaniyeta insan û kesayetî ya kes parastî ye. Hema ji ber vê ye ku guherîna sillûlên bedenê zererê nagehênê wehdet û yêkînî ya mirov. Çimko pîveka yêk bûn û wehdeta heqîqî di mirov da hema yêk bûn û wehdeta rûhê wî ye.
Qur’ana pîroz işare dikê bal vê heqîqetê ve. Di cewaba inkarkerên me\'adê de ku digotan: wê çewa mirov piştî ji hev belav bûnê dîsa ji nû ve qetên bedena wî sax bibin? Kerem dikê:
قُلْ يَتَوَفَّاكُم مَّلَكُ الْمَوْتِ الَّذِي وُكِّلَ بِكُمْ ثُمَّ إِلَى رَبِّكُمْ تُرْجَعُونَ
"Bêje (hûn jinav naçin belkî) melekê mirinê wê hewe bigirê..." Secde/ 11
[1] - Pêş vê pirsyarê de cihê pirsyarek dî jî heye ku: milaka wehdeta komkên sabit û girtî çi ye ? . . . lê ji dirêj nebûnê ra me ev pirsyar li vêderê neanî . binêrin “Amûzişê Felsefe” c. 1 , Ders / 29.
[2] - Eva du kelîma me\'nên dî jî hene. Lê li vêderê mexsed sûretê new\'î ye.