Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
ÇÎROKA SEBEÎYÊ WEK ÇAWA ÇÊKERÊ WÊ XIYAL DIKE

Destpêk

2019/03/05

Destpêk

Ev ji hezar sal zêdetir in ku dîrokvanan derbarê Îbnî Sebe de dinivîsin û bi wî û Sebeîyan ve (peyçûyên Îbnî Sebe), hinek karên ecêbmayî û mezinîn dateynin. Nexwe pêwîst e were zanîn ku; Îbnî Sebe kî ye? Sebeîyan kî ne? Îbnî Sebe çi îddîa dikir û çi karên girîng pêk aniye? Puxteya ew tişta dîrokvanan derbarê Îbnî Sebe de gotine ev e: Mêrekî cihû ji gela Seniaya Yemenê, di dewrana Usman de bi dev û li anegora zahir, misilman bû, lêbelê bi dizî kêferat dikir ku di navbeyna Misilmanan de tefrîqe û fitneyê derênîne. Lewma di bajêrên mezin yên Îslamê de yên mîna; Şam, Kûfe, Besre û Misrê de rêwingîtî dikir û di kom û civînên Misilmanan de peyde dibû û teblîxa vê yekê dikir ku ji Pêxemberê Îslamê jî her wekî Îsayê lawê Meryem ricietek (vegera piştî mirinê) heye, û her çawa ku ji her pêxemberekî re wesîyek hebû, ji Muhemmed re jî wesîyek heye û ew jî Elî ye ku ew xatemê ewsîyayan e, çawa ku Muhemmed xatemê pêxemberan e. lêbelê Usman heqê vî wesîyî xesb û dagirgerî kiriye û li wî sitem û zilmê rewa dîtiye. Nexwe pêwsît e qiyam were kirin û heq bigihîje ehlê xwe. Dîrokvanan navê pêhlewanê vê çîrokê, Ebdulehê lawê Sebe û bernavkê wî jî Îbnî Emmetîs Sewda (kurê qerwaşa reş) danîne û wuha îddîa kirin ku ewî Ebdulehê lawê Sebe mubellixînên xwe dişand bajar û welatên Îslamê û ji wan re ferman dikir ku bi behaneya emrê bi qencîyê û nehya ji xeravîyê, rayedarên serdemê qels û zeîf bigerînin. Din encamê de komek pir ji Misilmanan dane pey wî û bûn peyçûyên bernameyên wî. Heta wê astê ku hinek ji sehabîyên giranbiha yên Resûlê Xweda (s.e.w.a) û tabiînên qencîkar jî, yên wekî Ebu Zer, Emmarê lawê Yasir û Evdirehmanê lawê Edîs ku ji rûsipîyên sehabeyên Pêxember (s.e.w.a) (s.e.w.a) bûn û Malikê Eşter ku ji rûsipîyên tabiînan bû û hinekên din ji peşîvan û serokên Misilmanan jî, ji koma van kesan jimartine. Dibêjin ku Sebeîyan li kudeverê bûna, ji bona pêşveçûna bernameya serokê xwe, gel li dijî rayedar û fermandaran radikirin berxwedanê û li dijî dewleta dewrê, hinek danezan û îlamîyeyan dinivisandin û di bajarên dorûberên xwe de belav dikirin. Encama vê teblîxatê bû ev ku hinek ji Misilmanan bi sedemê van handan û navdanan rabûn pêkolînê û bi hêla Medîneyê ve ketin rêya serhildanê. Usman di mala wî de dorpêçîn kirin û heta ku kar giha kuştina wî. Tevekê van karan, bi serokatî û tevgerana Sebeîyan pêk dihatin. Dîsa dibêjin ku piştî Misilmanan bi Elî re beyietê kirin û Ayîşê, digel Telhe û Zibeyr ji bona xwînxwahîya Usman ketin rêya Besreyê, li dervayê bajarê Besreyê di navbeyna Elî û Telhe û Zibeyr de ku serkirde û fermandarên leşkerên Ayîşê bûn di cenga Cemelê de, hinek gotûbêj û muzakere hatin kirin û Sebeîyan dîtin ku heger ev peymandayîn û hevfêmî pêk were, wê musebbib eslî yê kuştina Usman ku Sebeîyan bûn, derkeve holê û eşkere bibe û wê ew, bikevin tengasîyê. Lewma ku bi şev biryar dan da ku bi her awahî û bi her hîlegerîyê, agirê vê fitneyê geş û xweş bikin. Li ser vê biryarê yekîneyek ji wan bi awakî nepenî ketin navbeyna leşkerên Elî û yekîneyek din jî ketin navbeyna leşkerên Telhe û Zibeyr. Di nava nîvê şevê de û di hengamê ku her du leşker, bi hêvîya peyman û lihevhatinê ketibûn xewê ve, ew yekîneya wan ya ku di navbeyna leşkerên Elî de bûn, bi hêla leşkerên miqabil ve tîrbaranî kirin û ew kesên ku di leşkerên miqabil de bûn jî, bi hêla leşkerên Elî tîrbaranî kirin. Di encama tirs û hesa bedbînî ya ku di her du leşkeran de derket, cengê destpê kir. Û dîbêjin ku cenga Besreyê ku bi cenga Cemelê tê zanîn, her wuha derket, yanna heger ev pêk nehataya, ji xwe ti yek ji fermandarên her du leşkeran biryara cengkirinê nedabûn û nizanibûn ku musebbibê eslîyê cengê kî ye! Ev çîroka afirandî, vê çîroka Sebeîyan li deverê bi dawî dike û piştre qet behsa serpêhatiya wan nake. Erê, ev bû çîroka Sebeîyan, niha berîya em bikevin lêkolîna binyatên vê çîrokê, di cî de ye ku em hinek ji wan kesên, ji Sebeîyan hatine jimartin û di vê çîroka Sebeîyan de bandorek mezin kirine paya wan bidin nasandin. Piştre jî emê cîhê derketina vê çîrokê û destpêka afirandina wê bînin ziman: Serekên Sebeîyan Ebu Zer, Emmarê lawê Yasir, Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfê, Abdirehmanê lawê Udeys, Muhemmedê lawê Ebu Bekir, Sasaeyê lawê Sûhan û Malikê Eşter. Vêca gelo ev kî ne? 1. Ebu Zer: Cundebê lawê Cenadeyê Xefarî ye. Ew, çarem kes e ji çar kesên ku di Îslamê de peş ketine û berîya kesên din bi Pêxemberê Îslamê îman anîne ye. Ew, ji wan kesan bû ku di esra cehaletê de jî, xwedaperest bû û potperestîyê terikandibû. Dema misilman bû, misilmanbûna xwe li Mekkeyê û di Beytullaha Heram de eşkere kir. Li ser vê yekê hinek ji pêşîvanên Qureyşîyan wî girtin û wusa lêdan lê dan ku di xwîna xwe de gevizî û bêhiş ket. Wan gotin qey ew, miriye û dest jê vekêşandin. Piştre dema hate ser hişê xwe, bi fermana Resûlê Xweda (s.e.w.a) dageriya bi bal êla xwe ve û hetanî xezweya Bedrê û Uhudê qedîya jî li wê deverê ma. Piştre hate Medîneyê û bi xizmeta Resûlê Xweda (s.e.w.a) şerefyab bû. Piştî wefata Pêxeberê Xweda hate şandin bi bal Şamê ve, lê dema xelîfetîya Usman de Muawîyê, gilîyê wî kir û Usman jî wî, binxetî Rebezeyê – warekî di navbeyna Mekke û Medîneyê de ye - kiri. Di sala 32h. de hema li wê deverê wefat kir. Gellek hedîsên Resûlê Xweda (s.e.w.a) yên derbarê pesn û methên Ebu Zer de ne, hatine rîwayet kirin. Ji vê hevokê ye ku kerem kiriye: esmanê bilindîn sîya xwe nedaye û erda xakî di xwe de nedîtîye kesekî ku ji Ebu Zer rastgotir be. 3. Ebu Yeqzan Emmarê lawê Yasir: Ew Emmarê lawê Yasirê lawê Amirê lawê Malikê lawê Kinaneyê lawê Qeysê lawê Hussaynê lawê Wezîm e ji êla Benî Seilebê. Dîya wî; Sumeyyê ye. Ew ji helîfen Benî Mexzuman bû. Ew û dê û bavê xwe, ji pêşketîyên kesên ku misilman bûbûn in. Ew, heftemê heft kesan e ku Îslama xwe eşkere kirine. Dê û bavê wî ji ber misilmanbûna xwe ji destên Qureyşîyan sikence dîtin û dibin sitemên wan de şehît ketin. Derbarê metha wî de hedîsên sehîh ji Resûlê Xweda (s.e.w.a) hatine rîwayet kirin. Ji wan e ku kerem kir: Emmar ji pî heta serê xwe bi îmanê tijî bûye. Emmar di cenga Cemel û Siffînê de bi Elî re bû ku roja pêşema meha Sefera sala 37h. piştî esir û di temenê 93a de giha fezla şehadetê. 3. Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfê: Ew Ebu Qasim Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfeyê lawê Utbeyê lawê Rebîeyê lawê Abduşemsê lawê Abdulmenafê Ebşemî ye, dîya wî Sehleta keça Suheylê lawê Emrê Amirî ye. Di dewrana Resûlê Xweda (s.e.w.a) de li axa Hebeşêhatiye dinyayê. Dema bavê wî Ebu Huzeyfe li Yemamê şehît ket, Usman wî li cem xwe xweyî kir û perweriş dayê. Piştî ku mezin bû û Usman jî giha xîlafetê, ji Usman destur xwest ku here Misrê û Usman jî destura wî da. Dema giha Misrê, berîya her kesî û ji her kesî pirtir, gel li dijî Usman handan dikir. Dema Ebdulehê lawê Ebu Serh di sala 35h. de çûn Medîneyê û Eqebê lawê Amir di dewsa xwe de hişt, Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfe jî li dijî wî qiyam kir û wî ji Misrê qewirand û gelê Misrê bi Muhemmed re beyetê kirin û nehiştin ku Ebdulehê lawê Ebu Serh vegere Misrê. Piştre Muhemmed, Ebdulehê lawê Udeys digel şeysed mêrên cengî, ji bona cenga bi Usman re hininard bi bal Medîneyê ve, lê dema Elî hate ser xîlafetê, hema Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfeyê li ser Misrê fermandar hişt. Heta ku Muawîyê dema hate Siffînê li ser rêya xwe çû ser Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfeyê. Muhemmed ji Misrê derkete derva û li ser rê, nehişt ku Muawîyê bikeve Festasê de. Di dawîyê de kar giha sulhê û li anegora peymanê wê Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfeyê digel sî cengaweran ku Ebdurehmanê lawê Udeys jî ji wan bû, ji Misrê derkevin û Muawîyê ti zererekê nede wan. Lêbelê piştî dema ku ji Misrê derketin, Muawîyê wan xiste dafikê û li wan mekrê kir û wan avête zindana Dimeşqê. Piştî muddetekî Reşîdeyn – xulamê Muawîyê – Muhemmed kuşt. Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfê ji wan kesan bû ku bi Pêxemberê Xweda (s.e.w.a) re hevaltîyê kiribû. 4. Ebdurehmanê Lawê Udeysê Belwî: Ew ji kesên ku di bin dare de bi Pêxember (s.e.w.a) re beyet kirine ye. Di fetha Misrê de cengewan bû û li wê deverê zevîyekê abad kiriye û bûye xweyê wê. Fermanderê leşkerê ku li dijî Usman ji Misrê bi bal Medîneyê ve hereket kiribû ew bû. Muawîyê piştî bi Muhemmedê lawê Ebu Huzeyfeyê re peyman girê da, hîlekarîyekê kir û wî û Ebdurehmanê lawê Udeys li Filîstînê avête zindanê. Wî di sala 36h. de piştî ku ji zindana Muawîyê firar kir, dîsa hate girtin û wî qetil kirin. Dema kuştina xwe ji qatilê xwe re got: hey xwelî li serê te be! Di kuştina min de ji Xweda bitirse, bizanibe ez ji eshabê beyeta Şecerê me. Qatil got: li Xelîlê dar pir in. Ebdurehman dixwest ku bêje ew, ji wan kesan e ku di bin darê de bi Resûlê Xweda (s.e.w.a) re beyet kirine û derbarê wan de ev ayet nazil bûye: لَقَدْ رَضِيَ اللَّهُ عَنِ الْمُؤْمِنِينَ إِذْ يُبَايِعُونَكَ تَحْتَ الشَّجَرَةِ Birastî Xweda ji mominan razî bû, dema ku di bin darê de bi te re beyetê kirin. Lê qatilê wî dixwest pê re henekan bike û digot ku: li bajarê Xelîlê ku bajarekî nêzîkî Qudsa Şerîf bû, gellek dar hene. 5. Muhemmedê lawê Ebu Bekir: Dîya wî Esmaya keça Umeysê Xesiemî ye. Piştî şehadeta Caferê lawê Ebu Talib, Ebu Bekir pê re zewicî û di Heccetul Wedaê de di rêya Mekkeyê de dîya wî wî anî dinyayê. Piştî wefata Ebu Bekir, Muhemmed di pêşa Elî de mezin bû û di cenga Cemelê de li kêleka wî dicengî ku fermandarê leşkerên peyade bû. Di Siffînê de jî pê re bû û piştî cengê ji teref Elî ve, bû parêzgerê Misrê û di pazdehemê meha Remezana sala 37h. giha Misrê. Muawîyê di sala 38h. de leşkerekî bi fermandarîya Emrê lawê As, ji bona bidestve anînan Misrê, hinirand. Dema ku Emr Misrê xiste binê teserufa xwe de, Muhemmedê lawê Ebu Bekir girt û Muawîyê lawê Xudeyc wî bi sikence û sitemê kuşt. Piştre jî cesedê wî xist nava ûrê kereka mirar û şewitand. 6. Saisaê Lawê Sûhanê Ebdî: Ew saisaê lawê Sûhanê lawê Hucrê lawê Hicrisê Ebdî ye. Di zemanê Resûlê Xweda (s.e.w.a) de misilman bû. Ew zilamekî xweş gotin û fesîh bû. Di cenga Siffînê de di bin fermandarîya Elî de bi Muawîyê re cengîya. Dema Muawîyê Kûfeyê re bidestve anî, wî binxetî Beyreynê kir û wî li wê derê wefat kir. 7. Malik Eşterê Nexeî: Eşter, ew Malikê lawê Harisê lawê Abduyexûsê lawê Selemeyê lawê Cuzeymeyê lawê Malikê Nexeî ye. Gihaye Resûlê Xweda (s.e.w.a) û ew ji ewleyên tabiînan e. Eşter, serokê qebîleya xwe bû, di cenga Yermûke de cengewan bû û di wê cengê de çavê wî birîndar bû ku jê û pêve wî bi leqebê Eşter bernavk kirin. Di cenga Cemel û Siffînê de li kêleka Elî bi dijberên wî re cengê dikir. Cengewanekî herî hêja bû. Di sala 38h. de Elî, serokatîya Misrê teslîmî wî kir. Wî jî li ser vê yekê berê xwe da bi bal Misrê ve. Lê di rêya Misrê de dema giha Qelzemê (behra sor), bi sedemê jahrîyeka ku Muawîyê xistibû nava hingivekî de, mesmûm bû û wefat kir. Ha ev bû çîroka Îbnî Sebe bi kurtasî û ev û bi sedan kesên mîna van ji ebrarên Misilmanan, sehabîyan û tabiînan û emsalên wan jî Sebeîyan in. Xwe gelo cîyê derketina vê çîrokê û sebebê wê çi ye?