Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber

Dûrî ya xelkê ji Ehlê Beytê

2017/12/25

Dûrî ya xelkê ji Ehlê Beytê

Yekemîn û girîngtirîn sedema peydabûna nakokî û ramanên dijber û qewimîna kêşmekêşên fikrî û bawerdarî û derketina fîrqeyên cûrbicûrên kelamî û komên muxtelif ên mezhebî di navbeyna Musilmanan da, dûrketina civakê bû ji çavkanî ya serekî ya zanistên Îslamî û xerîbbûna Musilmanan ji serkanî ya rastîn a çand a dînî û dûrketina ji mekteba îmamên Ehlê Beyt a Pêxemberê Xuda (sx) bû.

Piştî wefata Pêxemberê Xuda (sx), ji ber ku Mîrê Bawerdaran Îmam Elî (sx) xwe ji rêberîya siyasî ya civakê paşda da, xelk ji zanistên Ehlê Beytê (sx) mehrûm bûn û dudesteyî ya siyasî bû sebebê dudesteyî ya fikrî û bawerdarîyê; çiko hakimiyeta siyasî ya civak a Îslamî qet razî nebû ku zivirîngeha fikrî ya civakê di destê binemala Pêxemberê Xuda (sx) da be; lewra her û her Ehlê Beyt a Pêxemberê Xuda (sx) bin zext û zorîyê da bûn; hakimiyet ji belavbûna ramanên Ehlê Beytê ditirsiya û hewil dida ku xelkê ji têkilbûna digel wan paşda bide û bi vî awayî dostên Ehlê Beytê hertim di eziyetê de bûn û di dirêjahî ya dîrokê da peyrewîya ji Ehlê Beytê û hezkirina wan sûcek mezin û tohmetek xeterdar dihata hesabê.[1] Ev mesele ji serdema Mu’awiye bi awayek fermî destpê bû, ewî ferman da fermandeyan ku eger du kes şehdeyî bidin ku kesek ji Îmam Elî (sx) hez dike, navê wî ji deftera beytulmalê derêxin û heq û mafên wî jê bibirin.[2]

Her wiha xwînmijan ên wek Ziyad, kurê Ziyad û Heccacê kurê Yûsuf, destpê qirkirin û perçiqandina peyrewên Ehlê Beytê kirin û bûn sebebê dûrketina xelkê ji îmamên Ehlê Beytê (sx). Li gorî riwayetek ku Îmam Ce’ferê Sadiq (sx) hal û rewşa serdema Îmam Zeynîlabidîn (sx) beyan kiriye, wiha kerem dike: “Piştî şehadeta Îmam Huseyn (sx) xelk ji derdorê binemala Pêxember (sx) belav bûn, xêncî sê kesan: Ebû Xalid ê Kabulî, Yehya kurê Umm et-Tewîl û Cubeyr kurê Mut’im”.[3] Di demê Ebbasiyan da jî, ev mesele her berdewam bû; îmamên Ehlê Beytê (sx) ji ber zulm û zextî ya ku li ser serê wan da hebû, rojên pir dijwar derbas kirin. Xelîfe Mensûrê Ebbasî bi awayên cûrbicûr hewil dida têkiliya xelkê digel Îmam Ce’ferê Sadiq (sx) qut bike, heta demekî ewî hezretî li mekanê hukûmeta wî û li bin çavdêrî ya wî bixwe hatibû sekinandin. Dema Îmam Ce’ferê Sadiq (sx) ji dinya çû jî, ewî ferman da fermendarê Medînayê ku cîgirê Îmam peyda bike û bide kuştin; herçend evê yekê pêk nehat bi tedbîra Îmam Ce’ferê Sadiq (sx).[4] Lewra naskirina cîgirê îmaman jî di hinek ji serdemên dîrokê da, ji dost û peyrewên Ehlê Beytê (sx) ra zor û zehmet bû.

Heta ji serdema Îmam Riza (sx), îmamên Ehlê Beytê (sx) hertim ji aliyê hukûmetê dihatan vexwestin û gazîkirin û her û her li bin çavdêrîyê da bûn; ev mesele ewqas zêde bû ku heta Îmam Hadî (sx) û kurê wî Îmam Hesen ê Eskerî (sx) ji ber sekina wan di bajarê Samerrayê da ku jibo hebûna eskerên Tirk ser navê “Eskeriyye” hatibû naskirin, bi naznavê “Eskeriyyeyn – Du kesên ku li nîveka eskeran da ne” hatibûn binavkirin. Her wiha ji demê Îmam Cewad (sx) pêve yek ji sedemên bihêzbûna sazûmana wekalet/nûnerîtî, hema ev bû ku peyrewên Ehlê Beytê (sx) nikaribûn digel wan dîdar bikin û ji wan ra berdest nebûn.

Li wan navbiran da, di nav civaka Îslamî da gelek şubhe dihatan pêş û dibûn sebebê peydabûna bîr û ramanên şaşên nû. Herçend jibo bersîvdana wan şubheyan pir kesan xebat dikiran, lêbelê ewan xebatan bixwe di encamê da dibûna sebebê derketina cereyanên fikrî yên nû ku ji ber mehrûmbûna ji çavkaniyên serekî ya Îslamî ber xeterê şaşîyê bûn.

[1]

[2]

[3]

[4]