Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
XUDANASÎ

EDALETA XUDA

2016/07/03

EDALETA XUDA

Di dersên borî da em bi çend ixtilafên di navbeyna du birên kelamî «Eş\'erî û Mu\'tezile» hesiyan, ji wî cumleyî: kelam û irade ya ilahî û tewhîda sifetî û cebr û ixtiyar û qeza û qeder, ku bîr û hizra her du aliyan zehftir di du alîyên ifrat û tefrîtê da bû.

Ixtilafek binyatî ya dî ku nav van du bira da heyî mesela «\'edaleta ilahî ye ku di vê meselê da fikra Şî\'an gorekî fikra Mu\'tezliyan hatiye hesab kirin û her du pêkve di beraberê Eş\'eriyan da hatine nav kirin bi «\'Edliye». Û ji ber ku ev mesele di «‘ilmê kelam» da gelek muhim hatiye zanîn û ji meselên binyatî ye ji eslên bawerîyê û veqetênê mezhebê kelamî yê Şî\'e û Mu\'tezliyan hesab bûye.

Gereke bê zanîn ku Eş\'erî jî \'edaleta Xudê nefy nakin û ne we ye ku haşa Xudê zalim bizanin, ev di halekî da ye ku ayetên Qur’ana pîroz deqedeq û bê çep û çûr \'edaleta Xudê sabit dikin û zulmê jê nefy dikin. Nixwe behs û gotin li ser vê yêkê ye ku gelo \'eqlê mirov - bêy wê çendê ku li beyanên şer\'î (kitab û sunnet) bê nêrîn - dikarê qeyide û qiraran ji kiryaran ra nexasma ji karên ilahî ra deynê û bi wê gorekê bêjê: filan kar lazim e bê kirin û filan kar neyê kirin. Û mesela, bêjê: «Xuda yê Te\'ala lazim e ehlê îmanê bibê bihiştê û kafiran bavêjê cehnemê da», an ev hukmên he li ser esasê wehyê tên dayîn û bêy wê \'eql nikarê hukm û biryarek hebê?

Nixwe nuqta eslî û destpêka ixtilafî ew e ku bi navê mesela «husn û qubha \'eqlî» hatiye nav kirin. Û Eş\'eriyan ew inkar kirine û gotine ku (di tiştên tekwînî da) heçî ya Xudê bikê qenc û sipehî ye û (di karên teşrî\'î da) heçî ya Xudê destûrê pê bidê baş e, ne ku çimko karek qenc û baş e vêca Xudê ewê dikê an ji kirina wê ra destûrê didê.

Lê “\'Edliye” li ser vê bawerîyê ne ku «kiriyar / ef\'al» bêy nêrîna li wî qasî ku tekwîn û teşrî\'a wan tê nisbet dan bal Xudê Te\'ala ve, sifetê «husn û qubh / başî û nebaşî» ji wan ra heye û \'eqlê mirov jî heta bi heddekî dikarê başî û nebaşî (husn û qubh) ya wan fêhm bikê û pê bihesê û Xudê ji kirina karê qebîh pak bizanê û berî bikê, elbet ne bi wê me’nê ku haşa destûrê bidê Xudê û emr û nehy bikê, belkê bi vê me\'nê ku pê wan (başî û nebaşiyan) munasib bûn an nebûnê kifş dikê û çêbûna karê nebaş (qebîh) ji Xudê Te\'ala ra mehal zanê.

Kifş e ku vejenîna berfireh ya vê meselê û cewaba şubhên ku bûyîn sebeb heta husn û qubha \'eqlî ji alîyê Eş\'eriyan ve bê inkar kirin û bikevin di beraberê «\'Edliye»yan da, ne di heddê vê kitêbê da ye. Her wiha çêdibê ku gotina Mu\'tezileyan jî nuqtên ze\'êf hebin ku gereke li cihê wê da lêkolîn li ser bê kirin. Lê tişta heyî ev e ku eslê baweriya bi husn û qubha \'eqlî li bal Şî\'an hatiye qebûl kirin û delîla durustî ya wê di Qur’an û sunnet û gotinên imamên pak da heye.

Nixwe li vêderê ewil hinekî emê derheq mefhûmê «\'edl»ê da baxivîn û paşê emê işare bikin bal delîla \'eqlî ya vî sifetî ve ku ji sifetên fi’lî yê Xuda ye; di axirîkê da jî emê cewaba muhimtirîn şubhên vê derheqê da heyîn bidîn.

Mefhûmê «\'edl»ê

Me\'na luxetî ya “\'edl”ê beraberî û beraber kirin e. Û di nav xelkê da bi me\'na hay jê mana heqê xelkê di beraberê zulmê da bikar hatiye; û ji ber vê yêkê «\'edl» bi vî away te\'rîf kirine: “\'edalet ew e ku mirov heqê her heqdarekî bidîyê - إعطاء كل ذی حق حقه ». Û vê gorekê gereke ewil mirov tiştekî di nezer da bigirê ku heqek hebê da ku bi cî anîna wê jêra bê gotin «\'edl» û hay jê neman û zêdegaviya di wê da bi «zulm»ê bê nav kirin.

Lêbelê carna mefhûmê «\'edl»ê berfireh dibê û bi me\'na «danîna her tiştekî di cîyê wê da, an kirina her karekî bi awayek baş û layiqê wê» bikar tê, û bi vî awayî tê te\'rîf kirin:

«وضع كل شیء فی موضعه‌»

 û gorekî vê te\'rîfê «\'edl» beraberê «hikmet»ê, û karê ‘adilane beraberê karê hekîmane ye.

Lê vêca derheq vê çendê da ku çewa «heqê xudan heq» û «cihê layiqê her tişekî» kifş û me\'lûm dibê, ev tişteke ku gelek xeberdan li ser heye û qismek berketî ji felsefe ya exlaq û felsefe ya huqûq, vê derheqê da ye û kifş e ku li vêderê ew mecal nîne ku jê bê xeberdan.

Tişta ku lazim e li vêderê bê gotin ev e ku: her \'aqlek fêhm dikê ku eger kesek bêy sebeb pariyek nan ji devê zarokek yetîm û sêwî derênê an xûna mirovek bê guneh û bêsûç birêjê zulm kiriye û karek qebîh û pîs jê çêbûye, vêca bervajîyê wê, eger parîyê nanê hatî girtin ji wî yê girtî bigirê û li wî zarokê yetîm û sêwî bizivirînê û qatilê canî bigehênê cezayê wî, karek ‘adilane û layiq û bi cî pêk aniye. Û ev hukm û biryar ne girêdayî ye bi emr û nehya ilahî ve, û heta eger kesekî bawerî bi Xudê jî tunebê dê vî hukmî û vê biryarê bidê.

Lê evahe ku raz û remza vê biryarê çi ye û çi hêz û quwwe ye ku evê husn û qubhê fêhm dikê û pê dihesê û ... evênhe ew mesele ne ku gereke di çiqên muxtelifên felsefê da lêkolîn li ser bê kirin.

Welhasil: ji \'edlê ra mirov dikarê du mefhûmên xas û \'umûmî di nezer da bigirê: yêk- hay jê mana huqûqê xelkê; û ya dî kirina karê hekîmane ku hay jê mana huqûqê (mafê) yên dî jî piçek e ji wê. Nixwe lazimeya \'edlê, beraber kirina her kesî û her tiştî digel hev nîne, meselen mu\'ellimê \'adil ne ew e ku hemî qutabiyan çi xebatker û çi tembel û sist hemiyan wek hev teşwîq an tenbîh bikê, belkî mu\'ellimê ‘adil ew e ku her yêkî anagora heq û liyaqeta wî pesnê wî bidê û an loman lê bikê. Û qazî yê ‘adil ew e ku malê ku şer li ser heyî, bidê xweyê wî malî.

Her wiha lazimiya hikmet û \'edla ilahî ne ew e ku mexlûqan hemiyan wek hev çêkê û mesela şax û sim û per û çenga û ... bidê mirova jî. Belkê ewa hikmeta Xuda dikê lazimê xwe ev e ku cihanê bi awayek welê çêkê ku pirtirîn xêr û başî kemal jêra hebê û mewcûdên muxtelif ku piç û qetên wê ne wereng bixuliqênê ku munasibê hedefa nihayî bin. Her wiha hikmet û \'edaleta Xudê dikê lazimê xwe ku gorekî karîna her insanekî barê teklîfê lê bikê[1] û di pey ra qas karîn û xebata wî ya ixtiyarî derheq wî da biryarê bidê[2] û paşî ra jî gorekî karên wî kirh û cezayê bidîyê. [3]

Delîla \'edaleta Xudê

Çewa ku hat gotin \'edaleta Xudê gorekî gotinekî hinek ji hikmeta ilahî ye û bi gotinek dî hema ew bi xwe ye, nixwe delîla sabit kirina wê hema ew e ku hikmeta Xudê pê sabit bûyî. Di dersa yazdê da işare pê hat kirin û li vêderê emê hinekî zehftir jê baxivîn.

Me zanî ku Xudê Te\'ala xweyê bilindtirîn merteba qudret û ixtiyarê ye, û dikarê her karê mumkin-ul wucûd bikê an nekê û çi qudret û hêz nikarin eserê lê bikin û ewî mecbûr bikin ji kirina karekî ra. Lêbelê heçî ya dikarê nakê belkî heçî ya irade bikê û bixazê dikê.

Û her wiha me zanî ku irade ya Wî ne bê hesab û kitab e, belkî ewa ku sifetên Wî yên kemalê dikin lazimê xwe qet ewê nakê. Û çimko Xuda yê Mute\'al hema kemal bi xwe ye; irade ya Wî jî bi alîyê kemal û xêra mexlûqata da ye, û eger lazimiya hebûna mexlûqekî çêbûna xirabî û kêmasî ya di cihanê da bê, alîyê xirabî ya wê mexseda «bi-t tebe\'» e, yanî çimko lazima ji hev venebûnê xêra pitir e, xêra xalib dikevê ber irade ya ilahî.

Nixwe sifetên kemalî yên ilahî dikê lazimê xwe ku cihanê bi awayek wisa çêkê ku li ser hev gelektirîn başî û kemal jêra hebê, û ji vêderê sifetê hikmetê ji Xuda yê Te\'ala ra sabit dibê.

Li ser vê binyatê, çêkirina insan di wa şerta da ku imkan ji hebûna wî ra hebê û hebûna wî serkaniya pirtirîn başiya bê ketiye ber irade ya ilahî, û yêk ji zêdahî yên binyatî yên insan ixtiyar û irade ya wî ya azad e, û şik tune ku hêza ixtiyar û bijartinê yêk ji kemalatan tê hesabê û ew tişta ew têda hebê kamiltir e ji wê ya ew têda neyî.

Lêbelê lazimî ya muxtar bûna insan ev e ku hem bikarê karên baş û berketî bikê û bi alîyê kemala bê nihayet ve biçê û hem bikarê pîs û nebaş bikê û bikevê nav ziyan û bextreşî ya her û her da. Elbet ew tişta eslî ya irade ya Xudê li ser hema kamil bûna wî ye, lêbelê çimko lazimî ya kamil bûna ixtiyarî ya insan imkana nizim bûn û ketinê ye jî ku ji ber hewayên nefsanî û hedefên şeytanî çêdibin, ev suqût û ketina ixtiyarî jî «bi-t tebe\'» ketiye ber irade ya Xudê.

Û çimko bijartina agahane muhtacê nasîna durusta rêkên başî û xirabîyê ye, Xudê Te\'ala emrê insan kiriye bi wê ya di xêr û mesleheta wî da û nehya wî kiriye ji wê ya xirab û nebaş da ku bibê wesîla çêbûna hereketa wî ya tekamulî. Û çimko teklîfên ilahî ji wê çendê ra hatine danîn ku mirov bigehê desthata ku ji kirina wan destve tê û çi menfe\'et ji Xudê ra têda tunehin, ji ber wê hikmeta ilahî dikê lazimê xwe ku ev teklîf munasibê karîna mukellefa bê, çimko ew teklîfên imkana guhdan û kirinê tunebin bêhûde ne.

Vê gorekê ewilîn merhela «\'edl»ê (bi me\'na xas) yanî \'edalet di meqamê teklîfê da bi vê delîlê sabit dibê ku eger Xudê Te\'ala teklîfekî zêdetirê ji guhdana \'evdan kifş bikê û deynê, ew nikarê pê \'emel bikê û dibê karek bêhûde û pûç.

Lê vêca \'edaleta di meqamê biryar dana di nav bendeyan de, bi vê yêkê sabit dibê ku: ev kar ji ber wê ye ku mirov bibê musteheq ji kirh û cezayê ra, û eger ne bi \'edalet pêk bê hingê dibê neqza xerezê (hedefa wê jinav diçê).

Û \'edaleta di meqamê dana xêr û cezayê da jî pê hedefa nihayî ya hebûnê sabit dibê, çimko ewê insan çêkirî da bigehê desthata karên xwe yên baş û xirab, eger bervajîyê desthata wan xêrê an ceza bidê wan nagehê hedefa xwe.

Nixwe delîla \'edaleta Xudê bi me\'na durust ev e ku: sifetên Wî yên zatî sebebê mi’emileta hekîmane û \'adilane ye, û çi sifetên ku zulm an bêhûdeyî an pûçî pêve bên di Wî da tunehin.

Cewaba çend şubhan

1- ixtilaf û ne wek yêk bûna di xuliqandina mexlûqan nexasma di  mirov da heyî çewa digel ‘edalet û hikmeta Xudê rêk dikevê? Û çima Xuda yê Hekîm û ‘Adil mexlûq hemî wek hev çênekirine?

Cewab ev e ku ixtilafa di behre girtina di hebûnê da ji mexlûqan ra heyî lazimeya sîstima hebûnê û tabi\'ê qanûnên \'llî û me\'lûlî ye ku di wan da heye. Û ferza yêk cûrî ya hemî mexlûqan ferzek ne pijhayî ye, û pê fikrek kêm jî dixweyhê ew guman beraber e digel terka çêkirin û afirandinê, çimko mesela, eger mirov hemî jinan mêr bûna zarok û zuriyet çênedibûn û wê nesl û nifşa insan binbir bibûya; û eger mexlûq hemî mirov bûna, êdî wê çi bixwaran û ihtiyacî yên xwe çewa rakiran? Û eger heywanat û giya û ... hemî yêk tişt û yêk reng bûna ev hemî feydên zehfî û sipehîtahî wê tunebûyan. Û çêbûna vî qismî û wî qismî yên tişta bi vî şiklî an wî şiklî jî girêdayî ye bi esbab û şerayitan ve ku di herkîn û guherînên maddê da tên pêş. Û pêşiya afirandinê da kes çi heq li ser Xudê nînin ku ew bi vî awayî an wî awayî çêkê an li vêderê an li wê derê û an li filan zemanî da bixuliqênê heta vêca ji \'edl û zulmê ra cihek hebê.

2- eger hikmeta ilahî li ser vê sekiniye ku ev cihan cihê jiyana insan bê, çima ewî dimirênê û xilasekê didê saxî û jiyana wî?

Cewab ev e ku: yêk- mirin û saxiya tişta di vê cihanê da pê qanûnên tekwînî û girêdana \'illî û me\'lûlî, û lazimeya sîstima xilqetê ye. Du- eger mexlûqên sax nemirbûyan meydan ji peyda bûna yên pêretir ra çênedibûya û wê ew ji jiyan û saxîyê bêbehr mabûna. Sê- eger em we hesab bikîn ku hemî mirov sax bimînin, di zemanek ne gelek dirêj da wê \'erd ji wa re teng bibê û wê ji ber tengavî û birsîtîyê daxaza mirinê bikin. Çar- hedefa eslî ya xilqeta insan ew e ku bigehê bexteweriya ebedî, û heta ku insan pê mirinê ji vê dinyayê neyê guhaztin nagehê wê hedefa nihayî.

3- ev derd û nexweşî û bela yên tebî\'î (wek lêmişt û zelzelê) û gîrûgiriftên komelayetî (wek: şer û zulm û sitem) ku hene çewa digel \'edla Xudê rêk dikevin?

Cewab ev e ku:

Yêk- qewimînên tebî\'î tişteke ku ji ber fi’l û infi\'alatên maddî çêdibin û çimko başî yên bi wa ve tên pitir in ji xirabî yên wan, nixwe ne muxalifê hikmetê ne, û her wiha peyda bûnên fesad û xirabî yên komelayetî lazimeya muxtar bûna insan e, û di wê halî da jî meslehetên jiyana komelayetî zêdetir in ji xirabî yên wê û eger mefasid zêdetir bûna, qet kes li ser \'erdê nedima.

Du- hebûna eva derd û bela û musîbetan ji aliyekî ve dibin sebeb ku insan xebatê bikê ji deranîna esrarên tebî\'et ra û her wiha dibê sebeb ku ‘ilm û sen\'et peyda bibin. Û ji alîyê dî ve jî rûbirû bûna digel zehmetiyan sebebek girîng e ji pêşketin û bişkiftina isti\'dad û karînên veşartî û tekamula insan ra. Welhasil, ragirtina derd û zehmetiyan di vê dinyayê da eger bi awayek durust bê dibê sebebê xêrek gelek hêjayî di wê dinyayê da, û bi awayek baş wê cihê wê bê dagirtin.

4- \'ezabê ebedî di beraberê gunehên sînor kirî û mehdûdên vê dinyayê da, çewa digel \'edaleta Xudê rêk dikevê?

Cewab ev e ku di navbeyna karên qenc û xirab û xêr û cezayê axiretê da bi awayekî girêdana \'illî û sebebî heye, ku bi rêka wehyê ve kifş bûye û ji xelkê ra hatiye gotin. Û çewa ku di vê dinyayê da hinek cinayet eserên xirab yên dirêj pêve tên, mesela, kor kirina çavê xwe an yê xelkê di bêhnek kurt da pêk tê, netîce û desthata wê heta axirê \'emr dewam dikê û dirêjî jêra heye, her wiha gunehên mezin jî eserên axiretî yên daimî jêra hene, û eger kesek wesîle yên cubrana wê (wek tewbê) di vê dinyayê da dest ve neyinê, heta ebedê wê esera wê ya xirab gel wî bimînê. Û çewa ku kor mayîna mirov heta axirîka \'emrê wî ji ber cinayeta ku di bêhnek kurt da kirî dijatî û munafat digel \'edaleta Xudê tunehin, serda hatina \'ezabê ebedî jî ji ber gunehên mezin, munafat digel \'edla Xudê nîne, çimko desthat û netîca karekî ye ku mirovê gunehkar bi zanîn û agahane ew kar kiriye.

[1] - Beqere / 286: Ji karîna kesekî d‌er, Xudê barê teklîfê li kesî nakê.

لاَ يُكَلِّفُ اللّهُ نَفْسًا إِلاَّ وُسْعَهَا

[2] - Yûnus / 54: Û bi \'ed‌alet d‌erheq wan d‌a biriyar tê d‌an û zulm li wan nabê.

... وَقُضِيَ بَيْنَهُم بِالْقِسْطِ وَهُمْ لاَ يُظْلَمُونَ

[3] - Yasîn / 54: Vêca îro qet çi zulm li kesî nayê kirin, û xêncî ji wê ya hewe kirî ji hewe ra nayê d‌ayîn.