Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Bîr û Bawerî

Koma Ce’feriye ya Imamiye (1)

2016/01/26

Koma Ce’feriye ya Imamiye (1)

1- Ev birra Ce’feriye ya Imamiye, di zemanê hazir da birr û komek mezin e ji Muslimanan; û êjmara wan dorûberê çarêka Muslimana ye, û ji nezer tarîxî ve rreyê wan dikêşê bal ewiliya Îslamê ve; roja ku ayeta sûretê ‘Beyyîne’ hat xwarê ku kerem kir: «Birastî kesên îman anîn û karê qenc kirîn ew baştirînê mexlûqa ne»[1] hingê Pêxember (s.e.a) di hu­zûra sehaba da destê xwe danî ser milê 'Elî yê korê Ebû Talib (selamên Xwedê lê bin) û got: ‘Ey 'Elî! Tu û şî'a te ne baştirînê mexlûqan’. [2]

Ji dîtina vê hedîsa Pêxember ra (s.e.a) ji nimûne ra binêrin tefsîrên jêrî di tefsîra ayeta jorî da: “Tefsîra Teberî (Cami-ul beyan), Durer-ul Mensûr, ya pir zana Sîyûtî yê Şafi'î, Tefsîra Rûh-ul Me'anî, ya Alûsî yê Bexdadî yê Şafi'î”.

Ji ber vê yêkê ji vê birrê ra -ku ji ber 'emel kirina bi fiqha Imam Ce’ferê Sadiq (s) dibêjin wan Ce’ferî- gotine Şî’e. [3]

2- Ev birr bi zehfî (gelek - zêde) di Îran û 'Iraq û Pakistan û Efxanistan û Hindê da dijîn, û êjimarek gelek ji wan jî di welatên Xelîc û Turkiye û Sûriye û Lubnan û Rûsîye û dewletên ji wê vebûyîn da hene û her wiha bilav bûne û çûne dewletên Ewrûpa wek: Înglîz û Elman û Firansê, û her wiha di Emrîka û qarre/parzemîna Efrîqa û welatên rojhilata Asîyayê da hene. Ew di wa welata da xweyê mizgeft û bingeh û merkezên 'ilmî û ferhengî û komelayetîyê ne.

3- Ji her nejadekî di nav wan da hene û xweyê eşkal û enwa'ê luxet û zimana ne, û di kêleka birayên xwe yên Musilman da ji birr û mezhebên dî bi selametî dijîn û hej hev dikin. Û bi pakî û durustî di hemî derfet û kar û ba­ran da arîkariya wan dikin û ev ders ji Qur’anê û Pêxember (s.e.a) girtine; ayeta Qur’anê ke­rem dikê: «Ev heqîqet e ku hema bawerdar birayên hev in». [4]

Û di ayetek dî da Xwedê kerem dikê: «Û li ser qencî û teqwatîyê arîkariya hev bikin». [5]

Pêxemberê giranqedr jî (s.e.a) kerem kiriye: «Musilman li beraberê yên xêncî ji xwe yêk dest in». [6] Û kerem kir: «Bawerdar wek yêk bedenê ne». [7]

4- Ewa di dirêjiya tarîxa Îslamê da biryarên bilind û ronahî hebûne ji bo berevaniya Îslamê û ummeta Musliman. Her wiha ewa hukumet û dewlet hebûne ku ji ferhenga Îslamî ra xizmet kirine û zana û xwey fikr hebûne ku pê nivîsîna bi seda hezar kitêbên biçok û mezin şirîkatî kirine li dewlemend kirin û zengîn kirina wê mîrasê, ewa Îslamê di cî da hiştî; ewa di behsên: tefsîr û Qur’an û hedîs û 'eqîde û fiqh û usûl û diraye û rical û felsefe û we'z û hukumet û komel û ziman û edebê da kitêb nivîsîne, ne hema di va behsa da kitêb nivîsîne, belkî di: tib û fîzîk û kîmiya û hesab û felekiyat û 'ilmên dî da jî nivîsîne, xêncî ji vê jî ewa biniyat û esasê gelek 'ilman ji ewil ve daniye û zanîn li nav 'alemê belav kirine. (bi­nêrin van kitêban: “Te'sîs-uş Şî'e li- 'ulum-il Îslam”, ya Sedr; “ez- Zerî’et-u îla tesanîf-iş Şî’e” ya Axa Bozorgê Tehranî, ku 29 cild e; “Keşf-uz Zunûn”, ya Efendî; Mu'cem-ul Mu’ellifîn, ya Kehhale; “E’yan-uş Şî’e”, ya Seyyid Muhsinê Emîn el- 'Amilî, û ...).

5- Ewa bawerî heye bi Xudayê tek û tinê; Ewê bê himber û bê ihtiyac, ku ne welidiye û ne jê hatiye welidandin û qe tiştek wek Wî nîne. Ew, Ewî berî zanin ji cism bûnê û ji hebûna rûy û cih û zeman ji Wî ra, û goherîn û bizav û hereket û pêlil çûn û jor da hatin û tiştên nelayiqê celal û cemal û kemal û pakiya Wî ji Wî ra çênakin.

Û xweyê vê bawerîyê ne ku hema Me'bûd (ewê 'ibadet jêra tê kirin) Ew e û ne xêncî Wî, û hukm hema hukmê Wî ye û şerî'et ji Wî bi tinê ra ye û ne ji kesek dî ra ye. Û bawer dikin ku şirk bi hemî reng û şiklên xwe ve, çi xefî û çi celî, zulmek mezin e û goneheke ku lêborîn û 'efû kirin jêra nîne.

Û evahe hemî bi destve anîne pê 'eqlê xeletî neyê ser ku pê Qur’ana pîroz û hedîsên bi qedr û durust hatiye şdandin.

Û di meydana 'eqîde û baweriya da rê nadin gotinên Israyîlî (ku ji Tewrat û Încîlê binyat girtine) û bi gotinên Mecûsiyan nagirin ku Xwedê li ser şiklê beşer zanin û Xudayê Pak bi mexlûqa ve dişubihênin.

Ew nisbeta zulm û zurgoyî û pûç û bêhûdetîyê bal Xwedê ve nadin, Xwedê bilindtir e ji wan sifetan.

Ew nisbeta gonehên mezin û xirabiya nadin bal pêxemberên pak ve, ku ji hemî nebaşiya dûr in.

6- Baweriya wan ew e ku Xwedê durustkarê şehreza ye, her tişt bi durustî û hikmet çêkiriye, qe tiştek bê feyde çênekiriye, çi bêcan û çi giya û çi heywan û çi insan û çi 'erd û çi 'esman; çiko çêkirina bê feyde dijê 'edalet û hikmetê ye, û ew jî vêca jinavberê uluhîyyetê ye, ew xudatî ya ku lazimê wî ye ku hemî kemal ji Xwedê ra bin û Xwedê ji hemî kêmasiya dûr û berî bê.

7- Û baweriya wan ew e ku ji wî wextî ve ku jiyana beşer li ser 'erdê despê bûyî Xwedê bi 'edalet û hikmeta Xwe Pêxember hinartine nav wan, ew pêxemberên bê goneh û xweyê zanîna berfireh ku Xwedê bi rêka wehyê ve ew zanîn daye wan, da ku xelkê rêrast bikin û ji gihandina kemalê ra arîkariya wan bikin û ewa rênimûn bikin ji wê gohdanê ra ewa mirov pê wê diçê biheştê, û da ku ewa bikin layiqê rehmet û razî bûna Xudê. Û berçavtirînê wa pêxemberan: Adem û Nûh û Ibrahîm û 'Îsa û Mûsa û hinek dî ne ku behsa wan an di Qur’ana pîroz da hatiye, an jî sunneta şerîf ji nav û halê wan xeber daye.

8- Û li ser vê bawerîyê ne ku kesê gohdarê Xwedê bê û destûr û fermanên Wî di hemî halên jiyanê da pêk bênê ew gihaye xilasîyê û serfiraz bûye û musteheqê pesn û xêrê ye, herçend 'evdek Hebeşî bê. Her wiha kesê bê emrî ya Xwedê bikê û destûrên Wî piş gohê xwe ve bavêjê û wa kar û 'emelên ne gorekî hukmên Xwedê bi cî bênê, ewî ziyan dîtiye û xusiriye û li helakê çûye û musteheqê lome û 'ezabê bûye, her çend mezinek Qureyşî bê, wek çewa ev gotin di hedîsa şerîf da hatî.

Û ew bawer dikin ku cihê xêr û 'ezab danê roja qiyametê ye, ew roja ku hesab û mîzan (kêşek) û cennet (biheşt) û cehnem di wê da ye, evahe jî piştî derbaz bûna ji cihana qebr û berzexê ye. Û ew «tenasux»ê qebûl nakin, ew tenasuxa ku inkarkerên qiyametê jê xeber di­din, çiko desthata evê gotinê inkar kirina Qur’ana pîroz û sunneta paqij e.

9- Û baweriya wan ew e ku axirînê pêxemberan û xatem û qenctirînê wan Pêxemberê Xwedê Muhemmedê korê 'Ebdullahê korê 'Ebdul Mutellib e (selat û selamên Xwedê li ser wî û alê wî bin). Ewê Xwedê Te'ala ew ji xeletî û şimtînan parastîye û ew ji hemî gonehên biçok û mezin paşda dayîye, hem pêşiya pêxemberîyê da û hem piştî pêxemberîyê, hem di mesela teblîx û ragihandinê da û hem di tiştên dî da. Û Qur’ana bi qedr û qîmet jê ra rêkir da heta hetayê bibê esas ji jiyana mirov ra.

Vêca ewî (selewat û selam li ser wî û alê wî bin), risalet û peyama Xwedê teblîx kir û ragihand û bi durustî û ixlas emanet gihand cihê wê û di vê rêkê da heçî tişta hebû, hûr û gir, fida kir.

Û Şî'a, derheq tarîxa Pêxember (s.e.a) û kesayetî (şexsîyet) û hal û ehwal û taybetîyên wî û mu'cizên wî da bi dehan kitêb û nivîsok nivîsîne (binêrin: “el- Irşad, ya Şêxê Mufîd; E'lam el-Wera bi E'lam el- Huda, ya Tebersî, Bihar-ul Enwar, ya Meclisî; û di vê paşîyê ra jî kitêba «er- Resul el- Mustefa», nivîsîna Muhsinê Xatemî, hatiye nivîsîn).

10- Û li ser vê bawerîyê ne ku Qur’ana pîroz bi rêka Cibra’îlê Emîn ve ji Pêxemberê Îslamê hezretê Muhemmmed ra (s.e.a) hatiye xwarê, û di zemanê Pêxemberê giranqedr da (s.e.a) û li bin çavdêrî ya wî da û bi destûr û rênimûnî ya wî di serpêşiya hezretê 'Elî da hinek ji sehabîyên giranqedr ew kom kirin û ji dil parastin û baş ragirtin û herf û kelîme û sûret û ayetên wê êjimartin û pişt û pişt û nesl û nesl ew gêran û neql kirin. Ew hema evahe ye ku îro hemî birr û komên Muslimana şev û roj ewê dixwinin; ne tiştek jê kêm bûye û ne lê zêde bûye û qet xeletî û goherîn neketiye têda. Zanayên Şî'a vê derheqê da gelek kitêbên kurt û dirêj nivîsîne (binêrin: Tarîxa Qur’anê, ya Zencanî; û et- Temhîd fî ‘ulûm-il Qur’an, ya Muhemmed Hadî yê Me'rîfet ...).

[1]- Beyyîne / 7. Înne-llezîne amenû we ‘emîlu-s salîhatî ûla’îke hum xeyr-ul berîyye.

[2]- Ya ‘Elî! Ente we şî’etuke hum xeyr-ul berîyye.

[3]- Şî'e, yanî: peyrew, kom, birr. Şî'a filankesê, yanî: birra wî, peyrewên wî, ew koma li pey wî.

[4]- Hucurat / 10. Înnem-el mu’mînûn-e îxwe.

[5]- Ma’ide / 2. We te’awenû ‘ele-l birrî we-t teqwa.

[6]- Mesneda Ehmed, c. 1, r. 215.

[7]- Buxarî, v. Kîtab-ul Edeb, r. 27.