Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Exlaq

PÊHIŞYARÎYEK DÎ

2016/07/02

PÊHIŞYARÎYEK DÎ

Pêşeroja we tarî ye, gelek dijmin li hawîrdora we da kom bûne û dora we girtine; gelek nexşe û pîlanên tehlûke ji bo jinav birina we û navendên dersên dînî, li rojevê da ne; kirêgirtîyên hêzên kolonyalîst/dagîrker xewên kûrkûr ji we ra dîtine; xewnên pir kûr ji Îslam û Musilmanan ra dîtine. Ew xwe ji babeta rûvekî hogirê Îslamê nîşan didin lê mêjîyê wan da nexşe û pîlanên tehlûke hene.

Hûn tenê pê paqijkirina nefsê û arastî bûn û pê disîplîneke rast û durust dikarin van pirsgirêk û astengan ji holê rakin û nexşeyên kolonyalîstîyî wan bêkêr û nekar bikin.

Ez niha rojên dawîya emrê xwe derbas dikim û zû yan direng ji nav we diçim, lê pêşerojekê tarî û rojên reş ji bo we ra pêşbînî dikim.

Eger ku hûn xwe çêtir û isleh nekin û li kar û bar û ders û jiyanê da dîsîplînê serdest nekin li pêşerojê da -Xwedê nekirî- hûnê ji nav herin. Heta ku derfet heye û dijmin li ser hemî taybetmendîyên we yê dînî û ‘ilmî da serdest nebûye, fikrekê bikin; hişyar bin, serî hildin; li qunaxa ewil da xwe nefsa xwe paqij û perwerde bikin, xwe araste û serast bikin, li navendên dersên dînî da dîsîplînê pêk bînin; nehêlin ku yên din werin û navendên dersên dînî rêk û pêk bêxin, ruxset nedin dijminan ku pê bone û gotina ‘evana layiq nînin û karekî nikarin bikin’ dest bavêjin û li nav kar û barên navendên dersên dînî da mu­daxile bikin û ser navê dîsîplîn û reforman, navendên dersên dînî fasid bikin û we bêxin bin bandora xwe. Hecet û derfet nedene destê wan; eger hûn araste û dilpak bibin û nefsa xwe paqij bikin û kar û barên xwe bi rêk û pêkî cî bînin. kes ni­kare derheq we da timakarîyê bike û li nav kar û barên navendên dersên dînî û civata rûhaniyetê da mudaxilê bike.

Hûn xwe amade û araste û dilpak bikin û xwe ji bo pêşî girtina li fesadî û berbest kirina xirabîyên li pêşerojê da, amade bikin; hûn navendên dersên dînî ji bo berxwedana li hemberê bûyerên ku li pêşerojê da wê biqewimin amade bi­kin.

Li pêşeroja û li pêşîya we da wê rojên reş werin; wisa ku dîyar e hûnê rojên xirab bibînin. Kirêgirtîyên hêzên kolonyalîst li pey vê ne ku abûr û rûmeta Îslamê ji nav bibin û hûn gerek li hemberê vê yêkê da bisekinin, lê mirov nikare pê qurebûn û gewezetîyê li hemberê hêzên kolonyalîst da bi­sekine.

Zanyarê xirab, zanyarê ku li fikar dunê be, zanyarê ku li fikra parastina derece û meqama xwe da be, nikare li dij dijminên Îslamê da bixebite û zirara wî ji ya yên din zehftir e.

Bila gava ku hûn davêjin li rêka Xwedê Te’ala da be. Hezkirina dunê ji dilê xwe derixînin, eger ku we ev yêkê cî anî, wê çaxê hûn dikarin mucadele bikin û têbikoşin. Ji niha ve vê meselê li dilê xwe da perwerde bikin ku ez gerek eskerekî çekdar û Îslamî bim û li rêka Îslamê da feda bibim. Ez gerek ji Îslamê ra kar bikim heta ku ji nav herim. Ji xwe ra hecetan çênekin ku îro lazim nîne. Hûn gerek bixebitin ta ku ji bo pêşeroja Îslamê bifeyde û bikêr bin û mirovekî rastîn bin. Hêzxurtên dagîrker û kirêgirtîyên wan ji însan ditirsin, ji mirov ditirsin. Dagîrkeran, dixwazin me talan bikin û hemî tiştê me digel xwe bibin, ew nahêlin ku li zanîngehên olî û zanistîyê me da mirovên baş perwerde bibin. Ji mirov ditirsin. Eger li derekî da xweşmirovekî yan mirovekî jêhatî peyda bibe; li ser rêka kolonyalîstan astengan çêdike û ber­jewendîyên wan davêje ber tehlûke û xeterê.

Hûn wezîfedar in ku xwe çêtir bikin û bibin însanekî kamil; û li hemberê pîlanên şûm û bêyomê dijminên Îslamê bisekinin. Eger ku hûn xwe rêk û pêk û amade nekin û li dij derbeyên ku her roj li Îslamê dikevin da li ber xwe nedin û nexebitin, hem bi xwe jinav diçin û hem jî hukm û qayide û qirarên Îslamê jinav dibin; û li vê barê da hûn berpirsyar in.

Hûn zanyar, ehlê ‘ilm û hûn Musilmanan hemî berpirsyar in. Li serî da hûn ‘alim û sûxte û feqî û xwendekarên dersên dînî û piştî we jî yên din berpirsyar in; “Kullu-kum ra’-in we kullu-kum mes’ul-un ‘en re’yetîh-î”. [1]

Hûn xort û cewan, gerek îrade û vîyana xwe qayîm bikin ta ku li hemberê her zulm û zordestîyekê da bisekinin. Ji bilî vîya tu çareyek ji we ra tune. Abûr û rûmeta we, rûmeta Îslam û rûmeta hemî welatên Îslamî maye ser berxwedana we.

Xwedê Te’ala bi xwe Îslam û Musilmanan û welatên Îslamî li hemberê talankeran da biparêze. Destê dagîrker û xîyanetkarên li Îslamê, ji welatên Îslamî û navendên dersên dînî qut bike. Zanyarên Îslam û pêşkarên giranbihayên Îslamê li mijara berevanîya ji qayide û qirarên pîroza Qur’ana Kerîm û pêşxistina armancên pîroza Îslamê serketî bike. Rûhanîyên Îslamê ji erk û pêspartîyê wan yê giran û berpirsyarîya wa ya girîng li vê demê da agahdar û nasyar bike. Navendên dersên dînî û her wisa navendên rûhanîyetê li hemberê dijminên Îslam û kirêgirtîyên hêzên kolonyalêst û dagîrker da biparêze. Derheq paqij kirina nefsê û çêtir kirin û isleh kirina xwe da, alîkarîya nifşa cewan yên rûhanî û xwendekar û hemû Musilmanan bike. Miletê Îslamê ji xewa xeflet û bêxeberîyê, her wisa ji serhişkî û sistbawerîyê rizgar bike ta ku pê behre wergirtina ji te’lîmatên ronak û înqîlabî yê Qur’anê hişyar bin, serî hildin û li bin sîbera yêkîtî û hevdengîyê destê hêzên kolonyalîst û dijminên kevnê Îslamê ji ser welatên Îslamî qut bikin ta ku carekî dî ew azadî, serxwebûn û geşatîya ji dest çûyî, dest xwe ve bînin.

[1] - Kitêba “Ewalî-yul Leyalî, c. 1, r. 129, v. 8, h. 3; “el-Camî’u-s Seqîr, c. 2, r. 45 û 95.