Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber

Sedemên derketina ramanên dijber di navbeyna Musilmanan da

2017/12/25

Sedemên derketina ramanên dijber di navbeyna Musilmanan da

Hebûna nakokî yên di bawerî û bîr û hizrê da yek ji wan pirsgirêkan e ku li hemî olan da dikeve ber çavan. Piştî wefata Pêxemberê Îslamê (sx) jî evê yekê di nav civaka Îslamî da jî peyda bû, di serdema sehabiyan da ji îxtilafên fikrî û bawerî pitir nakokî yên siyasî hebûn, lêbelê di dawî ya sedsala yekem a koçî ya heyvî da ku sehabiyên Pêxemberê Xuda (sx) hêdî hêdî ji dinya çûn û xelkê serzemînên hatibûn vegirtin Musilman bûbûn û bîr û bawerîya wan a berê di navbeyna Musilmanan da belav bû û hebûna îmamên Ehlê Beytê di qadên fikrî û siyasî da kêmreng bûbû, nakokî yên ramanî di navbeyna Musilmanan da destpê kir û bû sebebê peydabûna fîrqeyên cûrbicûr ên kelamî û dînî ku her yek li gorî xwe hema fîrqeya rizgarbûyî dizaniyan. Girîngtirîn sedemên peydabûna wan bîr û ramanan em dikarin bi vî awayê jêrî şîrove bikin: