Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

CEWABA QUR’ANÊ BO ŞUBHEYÊN INKARKERÊN AXIRETÊ

2016/07/05

CEWABA QUR’ANÊ BO ŞUBHEYÊN INKARKERÊN AXIRETÊ

Ji delîl anînên Qur’ana pîroz di beraberê inkarkerên me\'adê da û ji awayê xeberdanê, wereng tê fêhmê ku hinek şik û şubhe di mejîyê wan da hebûne ku me gorekî cewaba hatî dayîn bi vî awayî rêk xistiye:

1- şubha i\'ada me\'dûm

Pêşî da me got Qur’ana pîroz cewaba wa kesa didê ku digotan: «çewa çêdibê mirov piştî ji hev ketin û belav bûnê dîsa bedena wî sax bibê?» cewabek bi vî mefhûmî didê ku: kesayetî û huwîyeta hewe bi rûhê hewe ye; ne bi beden û endaman ku di \'erdê da belav dibin. [1]  

Ji vê got û bêjê mirov dikarê fêhm bikê ku serkaniya inkara kafiran hema ew şubha felsefî ye ku bi navê «mehal bûna i\'ada me\'dûm» jê tê xeberdan. Yanî wan wereng fikr dikiran ku mirov hema ev bedena maddî ye ku pê mirinê difelişê û ji hev dikevê û jinav diçê. Û eger dîsa ji nû ve sax bibê wê bibê mirovek dî, çimko zivirandina tişta ku jinav çûyî mehal e û imkana zatî jêre tunehin.

Cewaba vê pirsyarê ku ji Qur’anê tê dest ev e: kesayetiya şexsî ya herkesî bi rûhê wî ve girêdayî ye. Bi gotinek dî: me\'ad, ne zivirandina ya jinav çûyî ye (i\'ada me\'dûm), belkî zivirîna wî rûhî ye ku heye.

2- şubha nebûna qabiliyeta bedenê ji sax bûna dûbare re

Şubha pêşda derheq imkana zatî ya me\'adê da bû û ew şubhe ji qismê imkana qewimîna wê da ye. Yanî egerçi gorekî \'eql zivirîna rûh li bedenê ne mehal e û eger were melheze kirin qet tu dijatî têda nayê dîtin, lêbelê pêk hatina wê girêdayî ye bi qabiliyet û kêrhatina bedenê ji vê yêkê re. Û em dibînin ku çêbûna jiyanê girêdayî ye bi esbab û şerayita ve ku kêm kêm çêdibin. Mesela, nutfeyek di rehimekî da cî bibê û şertên munasib ji ruşda wê ra hebê heta ku kêm kêm bibê zarokek temam û bikevê ser şiklê mirov û were dinyayê. Lê bedena jihevketî êdî nikarê jiyana dubare peyda bikê.

Cewaba vê pirsyarê ev e ku: ev sîstima ku di vê \'alemê da tê dîtin, ne sîstimeke ku hema ew tenê hebit û bes, her wiha ye esbab û sebebên ku di vê cihanê da pê tecrubê hatîn nas kirin, nixwe çêdibê hinek esbab û tiştên dî jî hebin. Şahidê wê jî ev e ku hema di vê cihanê bi xwe da jî qewimînên ji \'edetê der qewimîne wek: sax bûna hinek heywan û insanan.

Ev cewab ji qewimînên ji \'edetê der ku di Qur’anê da behs jê hatiye kirin tê dest.

3- şubha derheq qudreta fa’il da

Şubheyek dî li vê derê heye, ew jî ev e ku ji pêk hatina tiştekî ra xêncî ji imkana zatî û qabiliyeta qabil, qudret û quweta fa’il jî şert e. Û kî gotiye ku Xudê dikarê mirîya sax bikê?!

Ev şubhe ji alîyê wa kesa ve ye ku qudret û quwet û hêza bê binî ya Xudê nas nekirine û pê nizanin.

Cewab ev e ku quwet û hêza Xudê bêhedd û bêsînor e û heçî tişta mumkin-ul wuqu\' ji bin karîn û qudreta Xudê ne der e. Çewa ku ev alema he bi v mezinahî ya xwe ve çêkirî.

« أَوَلَمْ يَرَوْا أَنَّ اللَّهَ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَلَمْ يَعْيَ بِخَلْقِهِنَّ بِقَادِرٍ عَلَى أَنْ يُحْيِيَ الْمَوْتَى بَلَى إِنَّهُ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ»

 "Ma pê nehesane, Xuda yê ku \'esman û \'erd xuliqadîn û ji ber xuliqandina wan ji kar neketî, dikarê mir\'ya sax bikê? Belê; Ew her karî dikarê bikê» (Ehqaf/33). Û binêrin: Yasîn / 81, Isra / 99, Saffat / 11, Nazi\'at / 27.

Xêncî vê jî xuliqandina dubare, ne zehmettir e ji xuliqandina cara yêkê û ne muhtacê hêz û quwetek pir e. Belkî çêdibê bê gotin ku rihettir e< çimko ji zivirîna rûh pêve ne tiştek dî ye.

«فَسَيَقُولُونَ مَن يُعِيدُنَا قُلِ الَّذِي فَطَرَكُمْ أَوَّلَ مَرَّةٍ فَسَيُنْغِضُونَ إِلَيْكَ رُؤُوسَهُمْ»

"Wê bêjin: kî wê me bizivirênê? Bêje ewê cara ewil hûn xuliqandîn. Vêca wê serê xwe bi alîyê te ve bihejînin".[2] 

«وَهُوَ الَّذِي يَبْدَأُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ وَهُوَ أَهْوَنُ عَلَيْهِ وَلَهُ الْمَثَلُ الْأَعْلَى فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ»

"Û Ew e yê dest xuliqandinê dikê, di pey ra ewê dizivirênê û ew (zivirandin) jêra rihettir e…" (Rûm / 27).

 

4- şubheyek derheq zanîna fa’il da

Şubhe ev e ku eger Xudê mirovan sax bikê û xêr û cezayê wan bidîyê, gereke ji aliyekî ve eva bedena hemiya ku bûne ax û tevhev bûne ji hev veqetênê da her rûhek li bedena xwe bizivirê û ji alîyê dî ve jî gereke hemî karê baş û xirabên wan hemiyan di dirêjiya mîlyon salan de li bîra wî da mabê da gorekî başî û xirabiya wan başî û ceazyê bidê!

Cewab: Ev şubhe jî ji nezanîn û pê nehesana zanîna Xudê serkanî girtiye û cewab ev e ku ‘ilm û zanîna Xudê bi hedd û sînor e û her tişt li bin zanîna Xuda da ye û ‘ilmê Wî dora her tiştî girtiye û qet Xudê tiştekî jibîr nakê:

Fir’ewn got hezretê Mûsa (s): "eger Xudê me hemiya sax bikê û bikişênê ber mehkemê, halê wa mirovên pêşda mirîn û jinav çûyîn wê çi bê: « فما بال القرون الأولی ». Cewaba xwe wiha ji hezretê Mûsa girt: «‘ilm-uha \'inde Rebbî ..علمھا عند ربی لا یضل ربی و لا ینسی zanîna hemiyan li bal Xuda yê min e, Xuda yê min, ne li rê wunda dibê û ne jî jibîr dikê» Taha / 52-51. binêrin: Qaf / 4 - 2.

Û di ayeta 79 ya sûretê Yasîn da cewaba du şubhên jorî wiha hatiye dayîn: «قُلْ يُحْيِيهَا الَّذِي أَنشَأَهَا أَوَّلَ مَرَّةٍ وَهُوَ بِكُلِّ خَلْقٍ عَلِيمٌ - (Ey pêxember!) Bêje wê Ew kes miriya sax bikê Ewê ewil ew çêkirîn. Û Ew zana ye bi her mexlûqekî».

[1] - Secde / 11-10 = وَقَالُوا أَئِذَا ضَلَلْنَا فِي الْأَرْضِ أَئِنَّا لَفِي خَلْقٍ جَدِيدٍ بَلْ هُم بِلِقَاء رَبِّهِمْ كَافِرُونَ* قُلْ يَتَوَفَّاكُم مَّلَكُ الْمَوْتِ الَّذِي وُكِّلَ بِكُمْ ثُمَّ إِلَى رَبِّكُمْ تُرْجَعُونَ.

[2] - Secde / 11-10 = وَقَالُوا أَئِذَا ضَلَلْنَا فِي الْأَرْضِ أَئِنَّا لَفِي خَلْقٍ جَدِيدٍ بَلْ هُم بِلِقَاء رَبِّهِمْ كَافِرُونَ* قُلْ يَتَوَفَّاكُم مَّلَكُ الْمَوْتِ الَّذِي وُكِّلَ بِكُمْ ثُمَّ إِلَى رَبِّكُمْ تُرْجَعُونَ.