‘ILM Û ÎMAN
Carina tê dîtin ku kesek agahîya wî li bara van rastîyan da heye, lê îmana wî bi wan tune. Kesê ku mirîyan dişo qet ji mirî natirse, çimkî dizane mirî hêz û quwet tune ku ezyet û azar bike. Çaxê ku zindî bû û ruh li bedena wî da hebû nedikarî karekî bike, îca çi dor bigehe niha ku mirîye û bê rûh e. Lê ewên ku ji mirî ditirsin ji ber vê ye ku bawerîya wan bi vê yêkê tune, lê tinê ‘ilm û agahî hene. Ew bi Xwedê û roja qîyametê dizanin, lê bawerîya wa tunîne. Ji wê ya ku aqil pêhesîyaye û têgehiştîye, dil bêxeber e. Li gora vac û birhanê dizanin ku Xwedayek heye, me’ad û qîyametekî heye, lê hema ev birhana ‘eqlî mumkin e bibe hicab û perdeyek li ser dil taku nehêle nûra îmanê lê bikeve; heta Xwedê Te’ala ewî ji nav zulmet û tarîtîyê derêxe û bigehîne alema nûr û ronahîyê: “Ellah-u welîy-ul lezîne amenû yuxrîcu-hum mîne-z zulumatî île-n nûr”. [1]
Û her kesê ku Xwedê Te’ala serperestê wî be, Xwedê bi xwe wî ji tarîtîyê derêxistîye, êdî gunehan pêk nayîne, xeybet nake, boxtanan li kes girê nade, kîna birayê dînî nake dilê xwe da û di dilê xwe da ronahî hîs dike û êdî qîmet û bihayek nade dinya û tiştên di wê da.
Çawa ku hezretê ‘Elî (silava Xwedê lê be) li vê barê da wiha kerem kir: “Eger dinya bitemamî û hemî tiştê di wê da bidin min ta ku ez qaşilê cehekî (genim) ji devê mûrîyekê bi zorê û li dij ‘edaletê bistînim, ez qet qebûl nakim”. [2]
Lê hinek ji we hemî tiştan binpê dikin; û xeybeta giregirên Îslamê dikin. Eger yên din derheq dikandarê serê çarşîyê gotinên xirab dibêjin û boxtanan girê didin, evana li ‘alimên Îslamê boxtanên nerewa girêdidin û bêhûrmetîya wan dikin, çimkî îmana wan hîna qayîm nîne û bawerîya wan jî bi cezaya kar û kiryarên xwe tune.
“‘Ismet – pakî” hema îmana qayîm û kamil e, wateya ‘ismet û pakîya pêxemberan û ewlîya ne ev e ku Cibre’îl destê wan girtîye (nehiştîye ku gunehan bikin), helbet eger Cibre’îl destê ‘Şimr’ jî bigirta, ‘Şimr’ qet gunehan nedikir! Lê ‘ismet û pakî ji ber îmanê ye (ji îmanê çavkanî digire). Eger ku îmana mirov bi Xwedê Te’ala hebe û pê çavê dilê xwe Xwedê Te’ala wek rojê bibîne, ne mumkin e ku gunehan pêk bîne. Bi vî rengî ye ku ‘ismet û pakîyekî zexm û qayîm derdikevê meydanê.
Ew tişta ku însan ji gunehan diparêze hema ew tirs û xof e ku ji bawerîya bi çûna bal Xwedê Te’ala pêk tê.
Îmamên me’sûm (silava Xwedê li ser wan be) piştî ku ji sirûşta paqij hatine xuliqandin ji ber çîle û rîyazet û wergirtina ronahî û qencîyan hertim xwe li huzûr û hafa Xwedê Te’ala dibînin – ku bi hemî tişta dizane û hemî kar û baran li bin çavdêrîya Wî da ne- dibînin; û îmana wan bi wateya “La Îlahe Îlle-llah” heye û li ser vê bawerîyê da ne ku ji bilî Xwedê her tişt û her kes jinav diçe û tu tişt nikare li ser sernivîsa mirov da bi te’sîr be: “Kullu şey’în halîk-un, îlla wecheh-u”. [3]
Eger mirov vê yeqînê peyda bike û îman bîne ku hemî alem û dinyayên eşkere (zahir) û veşartî (batin) haf û huzûra Xwedê Te’ala ne, û Xwedê li her derê da hazir e (heye) û nazir e (dibîne), êdî mirov dema huzûra Heq û ni’metên Heq dibîne mumkin nîne ku gunehekê pêk bîne. Mirov li cem zarekî jî gunehan pêk nayîne, şermgehê xwe tazî nake, çawa bû ku li hemberê Xwedê Te’ala xwe tazî dike (gunehan pêk tîne) û qet xwe ji tu cinayetekê dûr nake! Ev, ji ber vê yêkê ye ku îmana wî bi huzûra wî zarokî heye lê li bara mehzer û hafa Xwedê Te’ala eger ku agahîya wî hebe jî îmana wî tune.
Belkî ji ber zehfîya gunehan dilê wî reş û tarî bûye, lewma qet nikare evan mesele û rastîyên bi vî rengî qebûl bike; belku hetta guman û ihtîmala rastî û durustîya wan meselan jî nede. Bi rastî eger ku mirov tinê vê ithîmalê bide ku – lazim nîne ku yeqîna wî hebe – hemû xeberên ku li Qur’ana Kerîm da hatine gotin, soz û we’deyên ku têda hatine dayîn, rast in; mirov e’mal û kiryarên xwe li ber çavên xwe ra derbas dike û wisa bê tirs û xof pêşda naçe.
Eger hûn vê ihtîmalê bidin ku li ser rêka we da heywanekî hov û dirinde heye û mumkin e êrîşê li we bike, yan kesekî çekdar sekinîye ku mumkin e li ser we dest dirêjiyê bike, hûnê li cîyê xwe da bisekinin û li vê barê da lêkolînê bikin ta ku bizanin kanê ev yêkê rast e yan na?
Gelo mumkin e kesek ihtîmala hebûna cehnemê bide, lê dîsa jî kiryarên kirêt cî bîne? Gelo mirov dikare bêje ku kesek zanibe Xwedê Te’ala li her derî da hazir e (heye) û nazir e (dibîne) û ihtîmala cezayekî ji bo gotin û kiryarên xwe ra jî bidê, û zanibe ku hesabek heye û kiryarên wî wê werin nirixandin, û li vê dinyayê da her peyva ku dibêje, her pêngava ku davêje û her kiryarê ku cî tîne hemî qeyd dibin; û melaîketên Xwedê ku hazir û amade ne [4] hay ji wî hene û hemû gotin û kiryarên wî qeyd dikin; û li heman halî da ji cî anîna kiryarên kirêt tirs û xofa wî tunebe?!
Derdê ser derda ev e ku ihtîmala qewimîna van rastîyan jî nayê dayîn. Ji rê û şêwaz û çawanîya sulûk/hereketa hinekan tê fehmê ku ew ihtîmla hebûna cîhanekî ji bilî vê alemê nadin. Çimkî hema ihtîmala bi xwe dibe sebeb ku mirov dest ji hinek karên pîs û kirêt bikêşe.
[1] - “Xwedê Te’ala serperestê mu’mina ye û ewa ji tarîtîyê derdixe û têxe nav ronahîyê ra” (Beqere / 257).
[2] - Di Nehc-ul Belaxe, xutba 215 da:
«و الله لَو أُعطيتُ الأقاليم السَّبعة بما تحت أفلاكها علي أن أَعصِيَ الله في نَملَة أَسلُبُها جلبَ شَعيرة، ما فَعلتُه»
[3] - “Ji bilî Wî her tişt ji nav diçe” (Qises / 88).
[4] - Di Qur’anê Da: «ما یَلفِظُ مِن قَول إلا لَدَیه رَقیبٌ عتیدٌ» - “Tu peyvek nayê ser zimanê mirov, meger ku li wê demê da melekekî li balê ye, ji nivîsîn (û qeyd kirina) wê; (heçîya mirov bêje dinivîse)” (Qâf / 18).