Pêwîstiya Naskirinê
“We ce’elnakum şu’ûben we qeba’ilen liyete’arefû” - “Û me hûn kirin millet û qebîle da hûn hevdû nas bikin”
Îslam di halekî da hat ku millet bilave bûn û ji hev hez nedikiran; ne hema ew, belkî li meydanên şerê da hevdû têxistan û ser jê dikiran.
Lê belê bi bereketa zanînên Îslamî yên hevgirtin çêker, gelek lez hev nasîn ket şûna ji hev revînê û arîkarî ket şûna dijminîyê; û hevgirtinê şûna pişt danê girt; vêca desthata wê bû ev ku ew ummeta hevgirtî ya mezin, ewa ku xweyê ferhengek berketî ye peyda bû û derket holê; ew ummeta ku gelên wê ji hemî zorgo û zaliman têr bûyîn û bûyîn ew ummeta bi qedr û qîmet di nav gelên cihanê da û bûn ew koma bi heybet li ber çavên zêdegav û zorgoyan da. Û digel wê ji hev cida bûnê û wê ixtilafa fikrî û zehf bûna ferhengên ne wek hev û cidahîya destpêk û peyketina ku hebû, eger ne ji ber yêkîtî û hevgirtina xelkê bûya ku li bin sîbera Îslamê da destve hat, ew tişt qet çê nedibû; vêca hingê ku tifaq di biniyat û esasan û di ferz û waciban da hebê hevgirtin hêz û quwet e û ji hev bilav bûn ze'êfî û lawazî ye.
Û bi vî awayî mesele pêşda çû heta hevnasînîyê cihê xwe da ji hev revînê û li hev hatinê cihê xwe goherand bi nefretê; û kom û cima'etan hevdû kafir kirin û golkên taze ji şîr vebûyî li nav çavên hevdû dan, hingê mezinahî jinav çû û qedr û qîmet pelixî û heybet û ubûhet hilweşiya û zêdegavên neheq ew ummeta pêşrew û pêşkar kêm kir heta ku rûvî û gorî li çêrîngeha wê da ketin geşt û seyranê; û bê qîmetên wa dorûberan û ewên ji rehma Xwedê dûr û yên xelk ji wa nerhet di 'erd û welatê wê da geriyan, vêca heyî û serweta wê talan bû û bi qedr û qîmetên wê ji qîmet ketin û şerefa wê ket ber dilovanî ya xirabkaran; û hilweşan di pey hilweşanan ra hatin û şikestin li pey şikesta ra; û ew goherîn û serûbino bûnên kevin di Endulus û Buxara û Semerqend û Taşkend û Bexdayê û li vê paşîyê ra jî di Filstîn û Efxanstanê da ...
Heta ku ketiye wî halî ku di'a û gazî dikê lê cewaba wî nayê dayîn û hawar dikê lê kes li hawara wî nayê; çewa wê ev bibê, halhale derd û êş tiştek dî ye û derman jî tiştek dî; û qet Xwedê kar û baran xêncî bi sebebên wê pêşda nabê û serast nakê, û durust bûna kar û barê axirîka vê ummetê feqet pê wê ye ku ewilîka wê pê serast û durust bûyî.
Û îro ku ummeta Îslamî û bawerîyên wan ketine ber dijwartirîn hêrişan û pê çêkirina teşuwêşê di jiyana wan ya dînî û xebata 'ilmî da pîstirîn hucûm anîne ser wan, û hema bêje eve evê hucûmê kêm maye fêkîyê xwe bidê û desthata xwe nîşan bidê; ma vêca gelo di vî halî da neheqî ye ku sef û rêzên xwe ser hev da bişdênê û irtbat û peywendên xwe qahîm bikê, halhale herçend ku mezhebên wê ji hev ferq in, lê belê digel wê yêkê di serkanîyê da şirîkê hev in ku Qur’an û sunnet e, û di baweriyan da şirîkê hev in: Baweriya bi yekbûna Xwedê û pêxemberîyê û qiyametê, û her wiha yêk in di qebûl kirina nimêj û rojî û hec û zekat û cihad û helal û heramên şerî'etê da; û di hez kirina Pêxember û Ehlê Beyta wî da (selewat û selamên Xuda li ser wa bin); û di xwe berî kirina ji dijminê wa da jî şirîk in. ixtilaf û newek yêk bûna kêm an zêde di nav wan da heyî, ew kirine wek tilîyên yêk destê ku hemî li yêk cihê digehên hev; herçend tilî yên dest piçekî ji hev ferq in ji alîyê dirêjî û pehnî û şikil ve. An em dikarin bêjin ew kirine wek yêk be¬denê, ku ji aliyekî ve endam û qetên bedena wan ji hev ferq in û ji alîyê dî ve arîkarê hev in ji nezer pêk anîna berpirsiyarî ya bedenê di nav beşer da, herçend ku şiklên wê ferq dikin.
Û ne dûr e evahe ku ummeta Îslamî carina pê navê yêk dest û carina bi navê yêk beden jê hatiye xeber dan, hikmeta wê ev bê ku işare bikê bal vê heqîqetê ve.
Heqîqet ev e ku ji kevin da ‘alim û zanayên dînî yên firqe û mezheban hebûne ku li rex hev jiyane, bêy wê yêkê ku cirrekêş di nav wan da hebê û rabin hev û ji hev birevin, ne hema ew, belkî gelek caran arîkarî ya hev kirine, hineka kitêbên hineka şerh û haşî jê ra nivîsîne, çi kitêbên 'eqîdê û çi yên fiqhî û şerî'etê; hineka li bal hineka xwendiye û hineka seydatî ji hineka ra kiriye, û bîr û bawerîyê hev qayîm kirine, û hineka icaza riwayeta hedîsê daye hineka, û hineka icaze daye hineka ku ji kitêbên mezheb û bira wî riwayeta bigêrê; û hineka dûv hineka ra nimêj kiriye û bûne me’mûm û yên dî paqij dane nîşan dan û hineka ji durustiya mezhebê hinek dî axiftine; bi vî awayî ev deste û kom di kêleka hev da jiyane û hej hev kirine û bi hev ra derbaz ki-rine; bi awayek wereng jiyane heçweko/gûya qet ixtilaf û muxalefet di navbeyna wan da neyî; herçend di vê navbeynê da hinek xelet girtin û qebûl nekirin jî hebûne, lê belê zêdetirê evan rixne û qebûl nekirinan, bi edeb û paqij û temîz û bi awayek 'ilmî û li ser esasê zanînê bûye. Û çiqa tu bêjî delîlên berçav û tarîxî li ser vê arîkariya kûr û berfreh hene, û ji kevin da zanayên Musilman bi vê hevgirtinê ve dersa mîras û ferhenga Îslamî dane, û baştirîn misal û mînak di azadiya dînî da êxistine ber çavan; û di ber vê arîkarîyê ra jî hay ji dubendîyê mane û qedr û qîmet ji wan ra danîne. Hema birastî ne tiştek zehmet e ku zanayên ummetê li hev kom bibin û bi rihetî û bi niyetek pak û safî li ser meseleyekî niqaş û got û bêjê bikin; ji wan meselên birr û koma ixtilaf têda heyî da her birrek nas bibê digel delîlên birra dî û kifş bibê kî çi delîl heye.
Her wiha gelek baş û ber 'eql e ku her birr û komek ji wan bawerîyên xwe bavêjin meydanê û nêrînên xwe yên fikrî û fiqhî di haletek te¬mam yê azadîyê da, eşkere jê baxivin; da ku pûçî ya wa tohme û şubhe û boxtanên li dijê wan da heyî ronahî bibê, û herkes nas bibê digel tiştên tifaq li ser heyî û yên ixtilaf têda heyî, û da herkes bizanê ku ew meselên Muslimana li hev kom dikê gelek pitir in ji wa yên wan ji hev vekêf û bi wê yêkê wê sariya di nav Muslimanan da jinav biçê.
Û ev nivîsok gav avêtineke li ser vê dewsê û ji wê çendê ra ye ku heqîqet ronahî bibê û her¬kes ewê wek çewa heyî nas bikê û li ser şiklê wê yê durust bûyînê. Û Xwedê xweyê li hev hatinê ye.