Qurana Pîroz Li Nêrîna Ehlê Beytê (s.)
Kesê pey riwayet hedîs Ehlê Beytê (a.) bikevêt û jiyana wan bixûnit û girêdana wan bi Qur’anê ve bibînit, wê bizanit ku Qur’an li bal Ehlê Beytê ji hemû tiştê girîngtir hatiye girtin. Ewa berê dost û tabiên xwe û feqihên xwe û hemû misilmana daye Qur’anê û ev tişt di rik û gotin û kiryar û şîretên wa ra bi başî, diyar e û têt dîtin.
Îmam Ce’fer Sadiq (a.) ji bapîrê xwe Pêxemberê Xudê (s.) riwayet dikit ku got: “Ey gelî mirovno! Bizanin hûn di malekî sistbinyat da ne. Û hûn li ser seferê ne. Û bi lez û bez diçin. Û hûn dibînin şev û roja û tav û heyv hemû niya (tiştên nû) kevin, dikin û tiştên dûr, nêzîk dikin. Wad û qirar pêk tînin. Naxwe bo vê sefera dûr û dirêj, rizqê seferê digel xwe rakin.”
Miqdadê Eswedî rabû û got: “Ya Resûlullah! Darulhudne çiye?” Pêxember (s.) fermû: “ Mala rizqhilgirtin û barkirinê ye. Naxwe dema fitne, gîr û girifta wek şeva tarî ser we dagirt, xwe bi Qur’anê bigrin. Çiku bi rastî ew şeva itkerekî meqbûl e bo navçitiyê (şefaetê) hatiye pejirandin. Herkes ewê bidit pêşya xwe, wê ewî bikişînit û rûrast bikit bo alê behiştê. Û kesê ewê paş xwe ve bihêlit, wê ewî bavêjit bo alê agir. Ew rênas e û rê ya ji hemûyan baştir nîşan didit. Û kitêbek e ku ronahî û kifşkirin û dest ve anîna heqîqet û rastî ya têda heye. Û ew bira ye û ne leyiztok e. Zahirek heye û batinek. Zahirê wê hemû hikmet e û batinê wê ilm û zanîn. Zahirê wê sipehî û xweş e û batinê wê kûr û pir mane ye. Ewê sitêrk hene û ser sitêrkên wê ra jî dîsa sitêrk hene, (hîdayeta wê bêdûmahîk e û hemû pêk ve hîdayet e) û ecêbên wê nayên jimartin û xeraibên wê (gotinên wê yên kesî ji cîhek dî nizaniye).
Xilasiyek jê ra tunehin û hemû eşkere nabin. Çirayên hîdayetê û ronahî ya hikmetê têda ne. Û ew delîla têgehiştin û zanînê ye. Bo wî kesê ku ewê bi duristî nas bikit. Naxwe divê bi fikr û çavê besîretê berê xwe bidiyê û bigihê heqîqeta nasîna wê, heya ji helak û rebenî û xwelîserî û gîr û girift û tengavî ya xilas bibit. Çiku fikrkirin jiyana mirovê bîna ye û herweku nûrihê ye ku mirov dikarit pê wê di cîhê tarî û zulmatê da biçit. Naxwe gerek e hûn baş xwe xilas bikîn û ber hêvî û intizarê kêm bikin.” [1]
Û ji Îmam Sadiq (a.) riwayet hatiye kirin ku: “Kesê Qur’anê ji ber bikit- biparizêt û pê emel bikit, hevalê pêxemberên mezin û qenc e.” [2]
Ji Îmam Elî Ibnê Huseyn (a.) riwayet hatiye kirin ku Pêxember (s.) fermû: “Kesê ku Xudê Qur’an dayê (ew hîn bikit Qur’anê). Îjar goman bikit tiştekî baştir gihaye kesek dîtir, bi rastî ewî tişta mezin, piçûk kiriye û piçûk, mezin kiriye.” [3]
Îmam Sadiq (a.) gotiye: “Heq ew e kesê xweyê îman hêj nemirî elimî bit Qur’anê an di rêka elimîna wê da bit.” [4]
Û dîsa Îmam Sadiq (a.) dibêjit: “Qur’an ehdnama Xudê ye digel bendên xwe. Û layiq e kesê misilman berê xwe bidit ehdnama xwe û her roj pênceh ayeta ji bixûnit.” [5]
Û Îmam Sadiq (a.) dîsa dibêjit: “Sê tişt şikayeta xwe dibin bal Xudê:
1- Mizgefta ne ava ku ehlê wê têda nimêj nakin.
2- Alimê di nav cahila da.
3- Û Qur’an a mehtel mayî û toz û xubarê girtî ku têda nayêt xwendin.“ [6]
Ji Îmam Baqir (a.) hatiye riwayetkirin ku Pêxember (s.) got: “Ey gelî xwendinayên Qur’anê hay ji xwe hebin ku Xudê hûn kirine hilgirê kitêba xwe. Bizanin ez û hûn her du mesûl û berpirsiyar in. Ez berpirsiyar im ji ragihandina risaletê. Û hûn jî berpirsiyar în ji hilgirtina kitêba Xudê û sunneta min.“ [7]
Îmam Sadiq (a.) gotiye: “Qur’an sax e û namirit. Û herweku şev û rojê di cereyanê da ye. Û wek roj û heyvê di hatin û çûnê da ye. Û li ser yên paşêbûn jî carî dibit, çawa ku li ser yên ewil carî dibiya.“ [8]
Îmam Elî (a.) dibêjit: “Paşê Qur’an a nûranî nazil kir ser wî (Pêxember), ku çirayên wî na ve mirim. Çirayek ku nûr û pêta wê kêm nabit. Behrek e ku binê wê nayêt dîtin. Rêkek e ku li rê wunda nakit. Û pêtek e ku ronahiya wê tarî nabit û veqetandin gerek e (heqq û batil ji yek cuda dikit) ku delîla wê pûç nabit. Û beyangerek e ku esasê wê xirab nabit. Û şivaderek e ku tirs li dermankirina wê danîne. Û serbilindî ye ku arîkarên wê şikestê naxun. Heqîqetek e ku piştîvanên wê ser şur nabin.
Û ew maden û esasê îmanê ye. Û serkanî û behra ilm û zanîn û baxistan û mexzena edaletê ye. Kefrê cîhgirtî û esasî ye di binyata islamiyetê da û gelî û bostanê heqiyê ye. Û behrek e ku avkêş nikarin ava wê xilas bikin. Kanî ye ku yên istifadê ji ava wê dikin, nikarin ewê biçikînin. Û ser avek e ku yên behrê jê werdigirin, nikarin jê kêm bikin. Sekingehek e ku rêwî di rêka wê da wunda nabin. Nîşanek e ku ewê bo alê wê biçit, naxeltit. Bilindahiyek e ku yê berê xwe bidê, nagihê bilindahî ya wê. Xudê ew daniye bo têr avkirina têhnîşka alima. Û bihara dilê feqîha ye û ew kiriye rêka salih û qenca. Ew dermanek e ku paş wê nexweşî nîne. Nûrek e ku digel wê tarîtî nîne. Werisek e qewî û muhkem. Û penahgehek e cîhî bawerî û îmanê. Ser bilindî ye bo wî kesê pê bigevit. Silametî ye bo wî yê biçê têda. Hîdayet û rêrastî ye bo wî yê xwe pê bigirit. Ozrxwaz e bo wî yê balê ve bit nisbetdan. Delîl û borhan e bo wî yê pê wê xeber bidit. Şahid e bi wî yê pê wê berberekaniya dijmina bikit. Serketin e bo wî yê delîla xwe ji wê bînit. Û xweyê wî kesî ye yê ewê hilgirt. Merkeba leza wî kesî ye bêpê emel bikit. Nîşana hîdayetê ye bo wî kesê nîşan divêt. Mertalek e bo wî kesê bidit ber xwe. Û ilm û zanîn e bo wî kesê goh bititê...“ [9]
Bi vî awayî em di rêk û medresa Ehlê Beytê da bi qedr û qîmetê Qur’anê dihesin. Ew Qur’an a ku wehy di bareyê wê da dibêjit: “Bi rastî ev Qur’an rêrastker e bo rêka baş û hêjayîtir.“
Naxwe ev Qur’an a henê ye qanûna ummetê û serkanî ya ilm û zanînê. Û cîhê têgehiştin û çandî û rêka fikrkirin û hizr kirinê û terazûya pêş ketinê û qanûn û qirara ilmî bo ava kirina jiyana insanî...
[1] Kuleynî, el-Usûl min el-Kafî, c.2, fezl ul-Qur’an, r.598, ç.3.
[2] Kafî, c.2, fezl ul-Hamil il-Qur’an, r.603.
[3] Kafî, c.2, r.605.
[4] Kafî, c.2, r.607.
[5] Kafî, c.2, r.609.
[6] Kafî, c.2, r.613.
[7] Kafî, c.2, r.602.
[8] Kafî, fezlu hamil il-Qur’an.
[9] Îmam Elî (a.), Nehc ul-Belaxe, xutba 198, Subhi Salih.