Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
ŞEFA\'ET

RAKIRINA ÇEND ŞUBHEYAN DERHEQ ŞEFAETÊ

2016/07/05

RAKIRINA ÇEND ŞUBHEYAN DERHEQ ŞEFAETÊ

Şubhe 1: şubha ewil ev e ku hinek ayetên Qur’anê hene bi vê me\'nê ku roja qiyametê şefa\'et derheq kesî da nayê qebûl kirin. Yêk ji wan ayeta 48 ya sûretê Beqere ye, kerem dikê: «Bitirsin ji rojekî ku kes qet bikêr kesekî nayê û ji kesî şefa\'et nayê qebûl kirin û bedel ji kesî nayê girtin û ne jî arîkarî gel wan tê kirin»[1].

Cewab 1: cewab ev e ku ev ayetên he, behsa nefya şefa’eta istiqlalî û serbixwe dikin, behsa wê şefa’eta bê çarçov û bê qalib dikin, ku hineka bawerî bi wî awayê şefa’etê hebûne, xêncî ji vê jî ev ayet \'am û giştî ne û ayetên dî ku behsa şefa’eta bi izna Xudê û meqbûl dikin texsîsê li va ayeta didin, wek çewa di dersa borî de işare pê hat kirin.

Şubha 2: lazima şefa’etê ev e ku Xudê bikevê bin tesîra şefa\'etkeran da, yanî şefa’eta wan bibê sebebê mexfiretê ku fi’la ilahî ye.

Cewaba 2: qebûl bûna şefa’etê ne bi me\'na eser lêbûnê ye, çewa ku qebûl bûna tewbê û isticabeta du\'a jî ne bi wî awayî ye. Çimko di va ciha hemiya de karê \'evdan hazir dibê qebûla rehmeta Xuda ra. Û di istilahê da jêre tê gotin: şertê qabiliyetê qabil, ne ku şertê fa’iliyetê fa’il».

Şubha 3: lazima şefa’etê ev e ku şefa\'etker ji Xuda dilovantir bin! Çimko me\'na wê ev e ku eger ne şefa’eta şefa\'etkeran bûya wê ew kes bihata \'ezab dan an \'ezabê wî dewam bikira.

Cewaba 3: dilpêveyî û dilovanî ya şefa\'etkeran tîrojeke ji rehmeta bêbinî ya ilahî. Bi gotinek dî: şefa\'et bi xwe wesîle û rêkeke ku Xuda bi xwe ji bexşîn û \'efû kirina \'evdên xwe ra daniye û di heqîqet da ronahî kirin û derketina rehmeta Wî ya berfireh e ku bi vê rêkê ve dirijênê ser \'evdên Xwe, çewa ku tewbe û du\'a jî du rêk e ji bo pêk hatina ihtiyaciyan û \'efû bûna gunehan.

Şubha 4: eger hukmê ilahî ji \'ezab dana gunehkara re desthata ‘edaletê bê, hingê \'ezab nedana wan xilafê ‘edaletê ye, û eger xilasiya ji \'ezab ku netîca qebûliya şefa’etê ye ‘adilane bê, hingê ew hukmê pêşde bi \'ezabdanê hatî dayîn ne’adilane bûye.

Cewaba 4: her yêk ji hukmên Xudê [çi hukmê bi \'ezab pêşiya şefa’etê, çi jî hukmê xilasiya ji \'ezab piştî şefa’etê] rêk ketiye digel \'edalet û hikmetê û me\'na \'edalet û hikmeta herduka pêkve ne cemi\'a navbeyna «ziddeyn»a de ye; çimko «mewzû’»ê wa ferq dikê. Ronahî kirina vê gotinê ev e ku: hukmê bi \'ezab desthata kirina guneha ye, bêy wê yêkê ku naveroka şefa’etê berçav bê girtin derheq gunehkara da. Û hukmê xilasiya ji \'ezab bi hukmê eşkere bûna naveroka şefa’etê ye. Û guherîna hukm ji ber guherîna qeyda «mewzû’» di ehkam û teqdîratên tekwînî û di ehkamên teşrî\'î da gelek heye. Û \'eynî wek çewa hukmê bi ‘adilane bûna mensûx nisbet bi zemanê xwe munafat tune gel ‘adilane bûna hukmê nasix di zemanê piştî nesxê da; û hekîmane bûna teqdîra bela pêş du\'ayê an dana sedeqê munafat tune gel hekîmane bûna rakirina wê piştî du\'a û sedeqe danê; û hukmê \'efû kirina guneh jî piştî şefa’etê munafat tune gel hukmê \'ezab pêşiya pêk hatina şefa’etê.

Şubha 5: Xuda yê Te\'ala peyrewiya ji şeytan sebeb zaniye ji bona \'ezab dîtinê, çewa ku ayetên 43-42 ji sûretê Hicr kerem dikê: «muheqeq ey iblîs tu nikarî ser bendeyên min bikevî xêncî ji wan yên dikevin pey te û qirargeha wan hemiyan di cehnemê da ye»[2].

Nixwe \'ezabdana gunehkaran di \'alema axiretê da yêk ji sunnetên ilahî ye û me\'lûm e ku guherîn ji sunnetên ilahî ra çênabê, çewa ku ayet jî kerem dikê: «qet tu guherînê di sunneta Xuda re nabînî û êkcar tu tebdîlê di sunneta Xuda de peyda nakî».  (Fatir / 43).

Nixwe çewa çêdibê ku ev sunnet pê şefa’etê bê şikandin?

Cewaba 5: cewaba vê şubhê ev e ku qebûl bûna şefa’etê derheq gunehkarên xwey şert û merc da yêk ji sunnetên bê guherînên ilahî tabi\'ê pîvek û milakên waqi\'î ne û qet çi sunnet digel wî qasî ku şert û mercên wê di cî da bin nayin guherîn. Lê gotinên ku delalet dikin li ser van sunnetan, xalib di meqamê beyan kirina hemî qeyd û şertên wê da nîne. Ji ber vê hinek caran eşkereyê hinek ayetan behsa çend sunnetan bi hev ra dikê; halhale di waqi\' da misdaqa ayetê exess û tabi\'ê milaka teqwa ye. Nixwe her sunnetek pê berçav girtina qeyd û şertên wê yên waqi\'î sabit e û nayê guherîn. Sunneta şefa’etê jî ji wa ye ku nisbet bi gunehkarên taybet ku şert û mercên lazim û mu\'eyyen di wa da hebin û meşmûlê çarçovek kifş bin sabit û qabiliyeta guherînê jêra nîne.

Şubha 6: we\'de û soza şefa’etê dibê sebeb ku xelk zir bibin û dewamê bidin guneh û rêka xwe ya xwehr.

Cewab: cewaba vê şubhê ku derheq qebûla tewbê û \'efû kirina gunehan (tekfîr-us seyyi\'at) da jî \'eynî ye; ev e ku: dagirî û meşmûl bûna şefa\'et û mexfiretê hinek şert hene ku şexsê gunehkar nikarê yeqîn bikê ku wê ew şert bên cî. Yêk ji şertên ber şefa’etê ketin ev e ku mirov îmana xwe heta axirîn bêhnên jiyana xwe ya dinyayê biparêzê û xwey bikê û em zanîn kes nikarê evê yeqînê dest xwe ve bênê.

Ji alîyê dî ve jî vêca kesê gunehek kir eger qet çi berhêvî ji \'efû kirinê tunebin wê bêhêvî bibê û dema bêhêvî bû êdî dest kêşana ji guneh di wî da ze\'êf dibê û wê dewamê bidê rêka xelet û xwehr. Ji ber vê yêkê awayê terbiyeta terbiyetkerên xudayî ev e ku daim xelkê di nav xewf û reca\'ê da (tirs û berhêvîyê) dihêlin; ne ewqas ewa bi rehma Xudê hêvîdar dikin ku êkcar xwe li beraberê Xuda da di êmnahîyê da bibînin û ne jî ewqas ewa bitirsînin ku ji rehmeta Xuda bêhêvî bibin. Û çewa ku em zanin ev êmnahî û bêhêvî bûn ji gunehên kebîre hesab dibin.

Şubha 7: esera şefa’etê di xilasiya ji \'ezab da bi vê me\'nê ye ku karê yên dî (şefa\'etkeran) di bextewerî û xilasiya ji bextreşîyê ji mirov re eser heye. Halhale gorekî ayeta Necm / 39:

وَأَن لَّيْسَ لِلْإِنسَانِ إِلَّا مَا سَعَى

"Tenê xebata mirov bi xwe ye ku ewî digehinê bextewerî û se\'adetê".

Cewaba 7: se\'y û xebata mirov ji gehana mexsedê ra carna rasterast çêdibê û heta binî, pêve diçê, carna jî ne rasterast û pê hazir kirina wesîle û wesaitan. Ewê ber şefa’etê dikevê xebatek ji dest ve anîna pêşekî yên bextewerîyê ra kiriye. Çimko bawerî anîn her wiha dest ve anîna şert û mercên şefa’etê xebatker ji gehana bextewerîyê ra her çend xebatek bi kêmasî ve. Û ji ber wê ye ji xwe heta bi zemanekî di nav tengî û nerihetîyê da ye; zehmetî yên \'alema qebrê û \'eresatê, yanî zehmetîyên destpêka qiyametê. Lê di her hal û karî da ewî bi xwe kok û dara bextewerîyê yanî îman di dilê xwe da çandiye û car û bar jî pê kar û \'emelê salih û qenc ew av daye bi awayekî ku heta axirîka \'emrê wî di dinyayê da hişk nebê. Nixwe bexteweriya wî dîsa paldayî ye ser se\'y û xebaa wî bi xwe, herçend şefa\'etker jî esera wan li ser bexteweriya wî heye; wek çewa di dinyayê da jî hinek dî li hidayet û terbiyeta mirovan da eser hebûne; û esera wan ne bi me\'na nefya se\'y û xebata ferd û mirov bi xwe ye.

[1]وَ اتَّقُوا يَوْماً لاَّ تَجْزِي نَفْسٌ عَن نَّفْسٍ شَيْئاً وَلاَ يُقْبَلُ مِنْهَا شَفَاعَةٌ وَلاَ يُؤْخَذُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلاَ هُمْ يُنصَرُونَ

[2] إِنَّ عِبَادِي لَيْسَ لَكَ عَلَيْهِمْ سُلْطَانٌ إِلاَّ مَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْغَاوِينَ وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمَوْعِدُهُمْ أَجْمَعِينَ