TAYBETÎ YÊN \'ALEMA AXIRETÊ
Derheq wa tiştên neceribandî û ew tiştên ku ne pê dîtina navdeyî û ne jî pê ‘ilmê huzûrî idrak nebûne û nehatine dîtinê û hest û hissa mirov pê nehesayî, mirov nikarê wê derheqê da nasînek temam hebê.
Bi vê nêrînê çênabê mirov berhêvî bê ku bi awayek berfireh û hûr xeberê heqîqeta axiretê bigirê û bizanê û bigehê xilaseka zanînê derheq wê da. Belkî gerek evqas bes bê ku qasê ji rêka \'eql û cîyê gehayî me vê derheqê da.
Lê bi xem ve em dibêjin, hinek xebitîne ku \'alema axiretê wek \'alema dinyayê bidin nasandin û heta bi wêderê pêşve çûne ku guman kirine bihişta axiretê di çend girovirên \'esmana da an hema di vê dinyayê bi xwe da ye û rojekî ji ber pêşketina zanistê mirov wê xwe bigehênitê û biçê têda û li wêderê jiyanek xweş û rihet biborênê!
Ji alîyê dî ve vêca hineka qewimîna axiretê bi xwe inkar kiriye û bihişta berîn hema exlaqên hêjayî hesab kirine ku mirovên hêjayî û xizmetkarên komelê, dil dane wan û ferqa di navbeyna dinya û axiretê da hema ferqa feyde û bihadaran guman kirine.
Di cî da ye ku ji desta ewil bê pirsîn: eger bihişta axiretê di girovirekek dî da ye û yên hêjbên wê bigehênê û biçinê, nixwe sax bûna mirovan di roja qiyametê da ku ser gotina Qur’anê roja kombûnê ye, çi me\'ne jêre dimînê?! Û çewa wê xêr û cezayê herkesî li wê derê bê dayîn?!
Û di cî da ye ku ji desta duwê bê pirsîn: eger bihişt ji bihadarên exlaqî pêve ne tiştek dî ye [nixwe cehnem jî hema ji tiştên pîs û bê biha pêve ne tiştek dî ye] nixwe ev hemî ayetên Qur’anê ji sabit kirina zivirîna roja qiyametê ra û sax bûna insan piştî mirinê, ji ber çi ye? Ma gelo neheqî bû eva pêxemberên Xudê ev me\'ne rasterast bigotan da neketan ber tuhmet û tevz kirinê?!
Dema em ji van gotinên beredayî derbaz bibin, vêca em dighin got û bêj û xirecira feylesof û mutekelliman derheq me\'ada cismanî û rûhanî da û behsên vê dereqê da kanê gelo ev cihana maddî bi temamî wê jinav biçê an ne; gelo bedena axiretî hema ev bedena dinyayî bi xwe ye an bedeneke wek wê û ... .
Ev xebat û got û bêjên \'eqlî û felsefî di rêka ronahî kirina heqîqetê da her çend qedr û qîmet gereke jêre bê deynan, lêbelê çênabê em berhêvî bin ku me bigehênin xilaseka zanînê vê derheqê da û şêlotîyê bi temamî jinav bibin û welê bikin heçweku me dîtî.
Ma hema derheq dinyayê da em bêjin, gelo hemî heqîqet û durustîyên wê derketine meydanê? Ma zanayên zanista, karîne hemî çiqên meselên zanista xwe kifş û eşkere bikin û bigehin xilaseka zanînê? Ma gelo dikarin derheq dahata cihanê da bêy xeletî bîr û hizra xwe bavêjn meydanê?
Ma gelo zanin eger hêza rakêşanê ji cihanê bê girtin an bizava elektorona bisekinê wê çi biqewimê? An gelo evahe wê biqewimê an ne?
Gelo feylesofa kariye hemî mesele yên \'eqlî yên girêdayî bi hal û meselên vê dinyayê ve hel û çareser bikin? ...
Vêca Nixwe emê çewa bikarîn bi arîkariya vê zanîna xwe ya sînor kirî û kêmasî têda heyî bi wa heqîqetên wê \'alemê bihesin ku wê derheqê da me qet tecrube nîne?! Elbet kêmasiya zanîna beşer ne bi wê me’nê ye ku qet çi tiştî bi çi awayî nikarê bizanê an negerek derheq naskirina baştir ya cihanê da bixebitê. Bê şik mirov dikarê pê \'eqlê Xudê dayî gelek ji heqîqetan nas bikê û pê arîkariya hiss û tecrubê gelek ji remz û razên tebî\'et kifş bikê.
Elbet gereke ji zêdekirina zanînê ra em dewamê bidîn xebatên ‘ilmî û felsefî, lê gereke em hedd û sînorê \'eqlî bizanîn û ji heddê wê derbaz nekîn. « وَمَا أُوتِيتُم مِّن الْعِلْمِ إِلاَّ قَلِيلاً », Isra / 85.
Waqi\' bînî ya \'alimane, nefs sivikiya hekîmane, û hay jê mana mesûlane ya dînî, me hay didê ji wî qasî ra ku em xwe biparêzin ji gotinên qet\'î derheq heqîqetên qiyametê û \'alema xeybê da û em bê delîl mesela tewîl û me\'ne nekîn, xêncî di wî heddî da ku \'eql û Qur’anê izna wê ji me ra dayî. Di her hal û karî da ev qas ji mirovê bawerdar re bes e ku bawerî hebê bi wê ya ji alîyê Xuda ve hatî xarê; herçend nekaribê hemî çiqên wê ji hev veqetênê. Nexasma ew tiştên ku \'eql û tecrube nikarê bigehêtê.
Niha em bibînin kanê heta bi çi derecê em dikarin bi rêka \'eql ve ji wesf û taybetî yên \'alema axiretê û ferqa wê digel \'alema dinyayê baxivîn.
Taybetî yên \'alema axiretê di nêrîna \'eqil da
Pê fikirîna di delîlên hatîn gotin da derheq lazimiya zivirîna qiyametê, mirov dikarê hinek taybetiyan ji axiretê ra bêjê ku girîngtirînê wan ev in:
1- ewwilîn taybetî ku nexasma ji delîla ewil tê dest, ev e ku gereke ebedî û her û her bê. Çimko di wê delîlê da hatibî şidandin li ser vê çendê ku heyata ebedî mumkin e û mirov meyla fitrî heye ji heyata ebedî ra, vêca pêk hatina wê ji hikmeta Xuda ye.
2- taybetiya dî ku ji herdu delîla tê dest û di bin delîla ewil da jî işare pê hat kirin ev e ku: gereke \'alema axiretê wereng bê ku xweşîyên wê xwerî bin û şêlotî û zehmetî digel nebê, da eger kesek geha kemala insanîyê û qet şêlotiya gunehan bi xwe re nebirin ji vê bextewerîyê behremend bibê, bervajîyê dinyayê ku bexteweriyek wiha dest mirov nakevê. Belkî bextewerîyên dinyayê nisbî û tevlî zehmetî û nexweşiyan e.
3- alema axiretê kêmê kêm gereke du qism û pişk bê ji rehmet û \'ezabê. Da qenc û xirab ji hev veqetin û her yêk bigehê desthata xwe ya dinyayê. Û ev herdu ew in ku jêre bihişt û cehnem hatiye gotin.
4- nexasma ji burhana ‘edaletê tê dest: \'alema axiretê gereke ewqas berfireh bê ku xêr û cezayê mirov hemiyan bi hemî karê wan yê qenc û xirab ve ji wan re bê dayîn. Mesela eger kesekî bi neheqî bi mîlyona mirov kuştibin ev imkan li wêderê hebê ku cezayê wî li beraberê hemiya da jêre bê dayîn, an eger yêkî wesîle ya jiyana bi mîlyona mirov hazir kiriye li beraberê hemîyê da xêra xwe wergirê.
5- axiret mala ceza û xêrê ye; ne mala teklîf û \'emel. Evahe zehftir ji burhana ‘edaletê tê dest.
Ronahî kirin: ev dinya wereng e ku mirov têda meyl û viyan hene ku tezahum çêdibê û dikevin ber hev û her û her li ser durêkîyê ye ku yêkî ji herduka bibijêrê û ji vêderê ye ku mesela teklîf û \'emel tê meydanê û ev teklîf heta axirê \'emrê mirov dewam dikê, vêca hikmet û \'edaleta Xudê dikê lazimê xwe ku ewên wezîfe û teklîf û berpirsyariya xwe pêk anî xweşîyê bidîyê ku layiqê wî bê û her wiha ewên teklîfa xwe pêk neanîn jî bigehin cezayê xwe. Vêca eger ev hal ji \'alema axiretê ra jî hebê hingê gorekî hikmet û \'edaleta Xudê alemek dî hebê ku xêr û cezadan têda bê dayîn...
Û ji vê derê yêk ji muhimtirîn ferqa \'alema axiretê û dinyayê kifş dibê ew jî ev e ku: yanî dinya \'alema bijartin û imtihanê ye û axiret \'alema dana xêr û cezayê wan başî û xirabîyên mirova ye ku di \'alema dinyayê da kirine. Imam ‘Elî (s): إن الیوم عمل و لا حساب و غدا حساب و لا عمل – Nehc-ul Belaxe, Axiftina / 42.