WE\'DA XUDÊ DERHEQ QIYAMETÊ DA
Qur’ana pîroz ji aliyekî ve bi navê gotin û peyam û kelamê ku ji alîyê Xudê ve hatiye derheq qiyamet û me\'adê da dibêjê muheqeq qiyamet wê werê û şik û şubhe tê da tune û we\'da Xuda heq û hetmî ye û xilaf têda tuneye. Û bi vî awayî delîlê li ser mirov temam dikê. Ji alîyê dî ve jî vêca işare dikê bal delîlên \'eqlî ve ku gereke zivirîna roja qiyametê hebê, da ku meyla xelkê ji wêderê ra zêdetir bikê û ji wan ra bibê delîla li ser delîlê. Nixwe Qur’ana pîroz ji sabit kirina me\'adê ra bi du awaya ne û dibin du qism, emê jî bi wî awayî jê xeber bidîn û ji her qismekî ra hinek ayetan bênîn.
We\'da muheqeq ya Xuda
Qur’ana pîroz rabûna qiyametê û sax bûna hemî mirovan di axiretê da karek yeqînî û bê şik û şubhe zaniye:
إِنَّ السَّاعَةَ لَآتِيَةٌ لَّا رَيْبَ فِيهَا وَلَكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يُؤْمِنُونَ (Xafir/ 59. Û binêrin: Alê ‘Imran / 25, 9; Nisa / 87, En’am / 12, Kehf/21, Hecc/7, Şûra / 7, Casiye / 26 û 32).
Û we\'da rast û durust û bêy xalaftin zaniye: [1]
وَأَقْسَمُوا بِاللّهِ جَهْدَ أَيْمَانِهِمْ لاَ يَبْعَثُ اللّهُ مَن يَمُوتُ بَلَى وَعْدًا عَلَيْهِ حَقًّا وَلـكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لاَ يَعْلَمُونَ
Gelek caran ji pêk hatina wê ra sond xwariye:
قُلْ بَلَى وَرَبِّي لَتُبْعَثُنَّ ثُمَّ لَتُنَبَّؤُنَّ بِمَا عَمِلْتُمْ وَذَلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِير»ٌ – "bêje: belê, sond bi Xuda yê min ku hûnê bên rakirin û xeberê wê ya hewe kirî wê ji hewe ra bê dayîn û ew ji Xudê ra rihet û hêsan e"[2].
Û ji muhimtirîn berpirsyariya pêxemberan ew e ku nisbet bi qiyametê xelkê hişyar bikin: Xafir / 15.
«يُلْقِي الرُّوحَ مِنْ أَمْرِهِ عَلَى مَن يَشَاء مِنْ عِبَادِهِ لِيُنذِرَ يَوْمَ التَّلَاق»
Vê derheqê da binêrin: En’am/130, 154, Re\'d / 2, Şûra / 7, Zuxruf / 61, Zumer / 71.
Û ji inkarkerên wê ra bextreşî ya ebedî û \'ezabê cehnemê daniye: « بَلْ كَذَّبُوا بِالسَّاعَةِ وَأَعْتَدْنَا لِمَن كَذَّبَ بِالسَّاعَةِ سَعِيرًا » Furqan / 11. Û binêrin: Isra / 10, Sebe\' /8, Mu\'minûn / 74.
Nixwe kesê durustiya vê kitêba esmanî yanî Qur’anê qebûl kiribê qet çi behane û hêcet ji inkara me\'adê ra jêra namînin û di pişka pêşîyê da me ronahî kir heqaniyeta Qur’anê ji her mirovê heqîqet xaz û xwey insaf ra çêdibê derkevê meydanê, ji ber vê yêkê kesî li beraberê qebûl nekirina wê da çi \'uzr û hêcet nînin xêncî ewê kêmasî di \'eql û fêhma wî da hebê an ji ber sebebek dî nekarî bi heqiya wê bihesê.
Işare bo delîlên \'eqlî
Gelek ji ayetên Qur’ana pîroz bi awayekî ne ku nîşan didin hebûna qiyametê ji wan tişta ye ku \'eql ewê lazim zanê heçweku işare bê bal burhana hikmet û ‘edaletê ve (ku di dersa 44 da jê hat xeberdan). Yêk ji wan ev e ku bi awayê pirsyar û istifhama inkarî kerem dikê: «أَفَحَسِبْتُمْ أَنَّمَا خَلَقْنَاكُمْ عَبَثًا وَأَنَّكُمْ إِلَيْنَا لَا تُرْجَعُونَ - ma gelo hewe guman kiriye me hûn jixwede çêkirine û hûn qet bi alîyê me ve nayin zivirandin?». Mu\'minûn / 115.
Ev ayet gelek ronahî dibêjê: eger me\'ad û zivirîna bal Xuda yê Te\'ala ve nebê, xuliqandin û afirandina mirov pûç û bêhûde ye, lê Xuda yê şehreza yê hekîm karê pûç û bêhûde jê çênabin, nixwe wê cihanek dî jî çêkiribê ku xelk bal Wî ve bên zivirandin.
Ev burhan, qiyasek istisnaî ye û pêşekî ya wê ya ewil ku qeziye ya şertiye delalet dikê ser vê yêkê ku: hingê xuliqandin û afirandina insan di vê cihanê da hedef û armanca hekîmane jêra heye ku di pey jiyana vê dinyayê da bi alîyê Xudê ve biçê û cihana axiretê da bigehê desthata kiryarên xwe. Ev mulazimeya di navbeyna va herduka da heyî di behsa burhana hikmetê da (dersa 44) derbaz bû û li vêderê nelazimê dubare kirinê ye.
Lê vêca pêşekî ya duwê (Xuda karê pûç û bêhûde nakê) hema mesela hikmeta ilahî û bêhûde nebûna karên Wî ye ku di pişka Xudê nasîyê da hat sabit kirin. Derheq delîla hikmetê da jî axiftin hat kirin. Vê gorekê ev ayet hema dibê gotinek wek delîla hatî gotin.
Li vêderê em ser ve zêde bikîn ku: pê vê nêrînê ku xuliqandina insan hedefa paşî bê ji xuliqandina cihanê ra, hingê eger jiyana mirov di vê cihanê da bêhûde û bê armancek hekîmane bê xuliqandina cihanê jî dibê bêhûde û pûç dibê. Evê meselê mirov dikarê ji ayetan fêhm bikê ku hebûna axiretê ji ber afirandina hekîmane ya cihanê hesab dikê. Mesela di wesfê \'eqilmendan da (ul-ul elbab) wiha dibêjê:
«وَ يَتَفَكَّرُونَ فِي خَلْقِ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضِ رَبَّنَا مَا خَلَقْتَ هَذا بَاطِلاً سُبْحَانَكَ فَقِنَا عَذَابَ النَّارِ»
"Û derheq afirandina \'esmana û \'erdê da difikirin (û dibêjin:) ey Xuda, Te ev jixwede çênekiriye, tu pak û dûr î (ji kirina karê pûç û bêhûde) vêca me ji \'ezabê agir paşda bide" Alê ‘Imran / 191.
Ji vê ayetê istifade dibê ku fikr kirina derheq çêkirina \'esmana û \'erdê da mirov bi hikmet û şehrezatiya Xuda dihesênê. Yanî Xuda yê şehreza ji çêkirina vê cihanê hedefek hekîmane hebûye û ew pûç û bêçine çênekiriye; û eger cihanek dî tunebê ku hedefa paşîn ya xuliqandinê bê, wê xuliqandina Xudê bêhûde û bêçine bê.
Desteyek dî ji ayetan ku işare dikin bal delîla \'eqlî ya hebûna qiyametê digel delîl û burhana «‘edalet»ê rêk dikevin (di dersa 44 da jê hat xeberdan). Binêrin ayetên jêrî: Sad / 28, Xafir / 58, Qelem / 35, Yûnus / 4.
Bi vê me\'nê ku \'edaleta Xuda dikê lazimê xwe ku qenckar û xirabkaran bigehênê desthat û netîce ya kar û \'emelê wan, û dûmahîka wan ji hev biqetênê; çimko di vê dinyayê da ev qetandin çênabê. Nixwe muheqeq wê cihanek dî hebê ku \'edaleta Xwe di wê da nîşan bidê û pêk bênê.
Casiye / 21 - 22 ji vê pêkê ye:
«أًمْ حَسِبَ الَّذِينَ اجْتَرَحُوا السَّيِّئَاتِ أّن نَّجْعَلَهُمْ كَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ سَوَاء مَّحْيَاهُم وَمَمَاتُهُمْ سَاء مَا يَحْكُمُونَ * وَخَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ وَلِتُجْزَى كُلُّ نَفْسٍ بِمَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ»
"Ma ewên karên pîs kirîn we guman kirine ku emê wan û yên îman anîyîn û karê qenc kirîn beraber ragirîn, bi awayekî ku jiyan û mirina wan wek hev bê (û çewa ku di xweşî û bela û şahî xemên vê dinyayê da şirîk in, piştî mirinê jî gel hev ferq nakin û wek hev in)? Çi pîs hukm didin. Û Xudê, \'esman û \'erd heq (xwey hedef û amanc) çêkirine û da heçî kesê çi kirî bigehêtê û zulm li wan neyê kirin".
Mirov dikarê: «خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ» işare bizanê bo delîl û burhana hikmetê. Çewa ku çêdibê delîla ‘edaletê jî li ser esasê delîla hikmetê bê danîn. Çimko wek me pêşda di behsa \'edaleta ilahî da gotî, «\'edl» yêk ji dagirên hikmetê ye.
[1]- Nehl / 38. û binêrin: Alê ‘Imran - 9, 191, Nisa 122, Yûnus / 4, 55, Kehf / 21, Enbiya / 103, Furqan 16, Luqman 9, 33, Fatir 5, Zumer 20, Necm 47, Casiye 32, Ehqaf / 17.
[2] - Texabun / 7. û binêrin: Yûnus / 53, Sebe’ / 3.