Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Qur'an a Pîroz

Koma Ce\'feriyye ya Imamiyye (4)

2016/01/26

Koma Ce\'feriyye ya Imamiyye (4)

31- Û Şî’ên Ce’ferî bi Pêxemberê Xwedê (s.e.a) û Imamên pak yên Ehlê Beyta wî daxwaza şefa\'etê dikin; û ewan ji xwe ra li bal Xwedê dikin mehderkar ku Xwedê li gonehan biborê, û ihtiyaca wan pêk bênê û şefayê bidê nexweşan. Çiko Qur’anê izna vî karî daye û dibêjê ku xelk ewê bikin; li wêderê ku kerem dikê:

“Û dema ewan zulm li xwe kir, hatin bal te, vêca daxwaza lêborînê ji Xwedê kirin û Pêxember jî ji wan ra daxwaza lêborînê (\'efwê) kir, muheqeq wê bibî­nin ku Xwedê tewbe qebûlkerê pir bi rehm e”. [1]

Û kerem kiriye: «Û wê Xwedê ewqas bidê te heta tu razî bibî». [2] Mexsed dana heqê şefa\'etê ye ji Pêxember ra.

Vêca çewa çêdibê ku Xwedê derece û heqê şefa\'eta ji gonehkara re bidê Pêxember (s.e.a) û her wiha meqam û merteba «wesîle» û mehderkarîyê bidîyê, vêca nehêlê xelk şefa\'etê jê bixwazin, an nehêlê Pêxember ji vî meqamî û ji vê mertebê istifade bikê û behrê wergirê?!

Ma ne Qur’an e ku derheq zarokên Ye\'qûb da dibêjê ku şefa\'et (mehderkarî) ji babê xwe xwestin û gotin: «Ey bab! Lêborîna gonehên me bixwaze, çiko birastî em xelet bûne -gonehkar bûne-». [3] Vêca ewî Pêxemberê Xwedê yê bi qedr û bêgoneh, gotina wan li wan neşikand û merdûd nezanî û got wan: «Paşê ezê lêborînê (\'efû kirinê) ji we re bixwazim». [4]

Û kes nikarê evê gotinê bêjê ku: Pêxember (s.e.a) û Imamên pak û paqij mirine, nixwe du\'a xwestina ji wan bê feyde ye; çiko pêxemberên Xwedê sax in û nexasma Pêxemberê me (selat û selamên Xwedê li ser wa bin), ewê Xwedê derheq wî da gotî: «Û bi vî awayî me hûn kirin ummeta navincî (weset) da ku hûn li ser xelkê şahid bin û Pêxember jî şahd bê li ser we». [5]

Û kerem kiriye: «Bêje: Dê bikevin kar, wê Xwedê û Pêxember û bawerdar kar û \'emelên we bibînin». [6]

Û ev ayet û me\'na wê berdewam e heta roja qiyametê, wek çewa roj û heyv û şev û roj berdewam dimînin.

Û her wiha çiko Pêxember û Imamên ji Ehlê Beyta wî şehîd in û şehîd sax in, wek çewa çend caran ev gotin di Qur’anê da hatiye.

32- Û Şî’ên Ce’ferî rojên ji dayik bûna Pêxember (s.e.a) û Imamên Ehlê Beytê dikin cejn û rojên wefata wan dikin şîn, û di wa rojan da behsa qencî û seratî û karên wan yên berketî dikin, û ewa tişta dibêjn ku bi awayek durust gihaye destê wan, di vê meselê da li ser rêka Qur’anê diçin ku behsa seratî û qenciya Pêxember (s.e.a) û pêxemberan dikê û ewa didê ber çehva û nîşan didê da ku mirov bikevin pey wan û dersê ji wan wergirin û pê wan rêrast bibin.

Lê belê ew di va merasiman da xwe ji karên heram didin paş, karên wek tevhev bûna jin û mêran; û xwarin û vexwarina heram; û zêde gotin û ji hed derbaz kirina medh û pesn danê; û ew tiştên dî yên rêk nakevin digel rihê şerî\'eta Îslamî ya pak. Her wiha ewa kara nakin ewên ayet an riwayetek durust an qa\'ide û esasek rast li ser wê nebê delîl.

33- Û Şî’ên Ce’ferî ji wan kitêba behrê digirin ku hedîsên Pêxember û Ehlê Beyta wî têda hatine nivîsîn. Wek: «Kafî» yê ku mer­hûmê Kuleynî nivîsiye, û «Men la Yehzeruh-ul Feqîhe» ya Şêxê Sedûq, û «Istibsar» û «Tehzîb» yên Şêxê Tûsî, û evênhe hemî jî kitêbên pir bi qîmetên hedîsî ne.

Ev kitêbên henê herçend tejî hedîsên sehîh in, lê belê dîsa jî ne nivîserên wan û ne peyrewên Ehlê Beytê navê «sehîh» nedanîne ser. [7]Û ji ber vê yêkê feqîh û zanayên Şî\'an ne li pey vê çendê ne ku bêjin hemî hedîsên wî sehih û durust in, belkî xwe bi wa digirin ewên durustiya wan li bal wan sabit bibê, û wê ya «sehîh» an «hesen» nezan bin xwe pê nagirin û ewa gorekî qa\'idên \'ilmê hedîsê û \'ilmê diraye û ricalê xwe pê girtina wê ne durust bê terk didin.

34- Her wiha di behsên \'eqîde û fiqh û du\'a û exlaq da ji hinek kitêbên dî behrê dibin ku gotinên Imamên pak di wan da hatine nivîsîn, wek: «Nehc-ul Belaxe» ku Seyidê Rezî ji xutbe û name û hikmetên kurt yên Imam \'Elî (s) berhev kiriye.

Û wek: Nivîsoka «Huqûq» û «Sehîfa Seccadiye» ji Imam Zeyn-ul \'Abidîn bin Huseyn (selamên Xwedê li wan bin). Û ‘Sehîfa Elewiyye’ ya Imam \'Elî (s) û \'Uyûn-u Exbar-ir Riza’ û ‘Tewhîd’ û ‘Xisal’ û \'Ilel-uş Şerayi\' û ‘Me\'anî el- Exbar’, ku Şêxê Sedûq nivîsîne.

35- Û ew behrê ji wan hedîsên sehîh yên Pêxember (s.e.a) ku di serkanîyên birayên wan yên Sunnî da jî hatine bêy te\'essub istifadê jê dikin. Û nivîsînên wan ji kevin da heta niha şahid in li ser vê gotinê; ku hedîs ji sehabên Pêxember (s.e.a) û jinên wî û sehabên meşhûr wek Ebû Hureyre û Enes û ... têda hene. Elbet bi şertê ku sehîh bin û digel Qur’anê û hedîsa sehîh û \'eqlê durust û icma\'ê ne muxalif bin.

36- Bîr û hizra wan ew e çi bela û nexweşî yên ser Muslimana da hatî ji ber du tişta ye:

Yêk- Paş gohê xwe ve avêtina pêşkariya Ehlê Beytê ku layiqê pêşkarîyê ne, û goh nedana rênimûnî û hîn kirinên wan, nexasma di tefsîra Qur’anê da.

Du- Cidahî û ji hev vebûn û ixtilaf û cirrekêşa di navbeyna mezheb û birên Îslamî da.

Û ji ber vê yêkê illeh Şî’e xebitîne ku yêkatî û hevgirtinê bêxin navbeyna rêzên Muslimana da û destê biratîyê û hejê kirinê bi alîyê hemiya ve dirêj dikin û qîmet didin hukm û xebata \'ilmî ya ‘alimên wan mezheb û biran.

Û li ser vê esasê ji kevin da ‘alimên Şî\'an fikr û gotinên zanayên ne Şî’e di kitêbên xwe yên fiqhî û tefsîrî û \'eqîdetî da tînin û têxin ber çavan, wek: kitêba «Xilaf» ya Şêxê Tûsî di behsa fiqhê da.

Û kitêba «Mecme\' el- Beyan» ya Şêxê Te­bersî, di behsa tefsîra Qur’anê da, ewa giregirên zanayên Ezherê pesnê wê dayîn.

Û kitêba «Tecrîd-ul I\'tiqad» ya Nesîruddînê Tûsî di behsa \'eqîdê da, ew kitêba ku \'Ela-uddînê Qûşçî yê Eş\'erî şerh û şîrove kirî.

37- Û giregirên zanayên Şî\'an we difikirin ku lazim e got û bêj di navbeyna zanayên mezhebên Îslamî da bê kirin, di behsên fiqh û \'eqîde û tarîxê da û her wiha hevfikrî ya wan di mesela Muslimanên vî zemanî da dixwazin. Û lazim zanin ku xwe vedin ji dijwar kirina boxtana û jehrawî kirina hewayê, da ku \'erdek munasib peyda bibê ji nêzîk bûna ummeta Musilman ra û durahî ya wan ji hevûdu kêm bibê, da ku pêşî li dijminê Îslam û Muslimana bê girtin, ew dijminê ku kûrta dikolê da ku di carekî da êriş û hucûmê bênê ser hemî Muslimana pêkve û kes jê xilas nebê.

Li ser vê esasê Şî’e qet kesî ji ehlê qiblê kafir nakê; mezheb û rêçka wî ya \'eqîdetî çi bê bila ew bê, xêncî ji wa yên hemî Muslimana li ser kufra wan tifaq kirî, û dijminîyê digel wan nakin û iznê nadin ku bên dagîr kirin, û qîmet didin xebatên \'ilmî yên mezheb û birên Îslamî, û eger kesekî gorekî mezhebê xwe \'emel kiribê \'emel û karê wî ji wî ra caiz zanin û we hesab dikin ku teklîfa xwe pêk aniye û “berî-uz zemme” ye, eger ji mezhebê xwe derkevê û were ser mezhebê Ce’ferî, \'emelê wî yê pêşda jêra caiz bûye; nimêj û rojî û hec û zekat û ni­kah û telaq û kirîn firotin û ... vêca hingê dubare kirina wan \'emelan ne lazim e û eger gorekî mezhebê xwe yê pêşda nikah kirbê an telaq dabê dubare kirin jêra nelazim e.

Û ew digel birayên xwe yên Musilman li hemî cihî wisa dijîn heçweku/qey birayê hev bin û mirovên hevdu bin.

Belê ew, rêk nakevin digel mezhebên ku patexwera çêkirine, wek: Behayî û Babî û Qadiyanî û ... û digel wan muxalifet dikin û dikevin şer û gihana (qebûl kirina) wan heram zanin.

Û eger carina, ne hertim, jî «teqiye» yê bikar tênin, bi vê me\'nayê ku mezheb û bawerîyên xwe vedişêrin, evahe gorekî deqê Qur’anê karek şer\'î ye, û di hinek cihên dijwar da ji hemî mezhebên Îslamî behrê jê digirin û di nav wan da heye, ew jî ji ber yêk ji du tişta ye:

Yêk- Ji bona parastina can û xwînê ye ku jinav neçin.

Du- Ji bona parastina yêkbûnê ye di nav Muslimanan da ku ji hev bilav nebin.

38- Û ew wereng fikr dikin ku yêk ji sebebên paşketina îro ya Muslimanan, paşve mayîna wa ye ji nezer fikrî û ferhengî û \'ilmî û teknolojîyê ve. Û çareya wê ew e ku pê çêkirin û danîna merkezên \'ilmî û zanîngeh û medresan jin û zelamên Muslimana bên agah kirin û ji nezer fikr û ferheng û zanînê ve bilind bibin û zanînên nû bikevin destê wan ji bona ku pirsgirêk û muşkilên xwe yê iqtsadî/aborî û ava kirin û sen\'et ji halê rakin, û gereke xwebawerî di canê wan da were çandin ku wan dehf bidê ji meydanên \'emel û kiriyarê ra, û da şewqa wan çêbê ku xwe li ser pîyên xwe bigirin û ji pey ketin û xwe bindest kirina ji biyaniya ra paşda bisekinin.

Û li ser vê esasê ye ku ew li kûderê biseknin û cî bigirin, merkez û bingehên \'ilmî û \'elimandinê datînin û çêdikin û ewan cihên ders danê ava dikin ku mirovên zana di \'ilmên muxtelif da jê derdikevin ...

39- Peywend û girêdana Şî\'an digel zana û ‘aliman bi rêka girtina hukmên şer\'ê ve ye ji wan, ku dibêjinê «teqlîd». Ew ji bona rakirina muşkilên xwe yên şer\'î û fiqhî diçin bal wan û di hemî wan meselan da ku di jiyana wan da ji wan ra pêş tê, gohê xwe didin ‘alimên xwe; çiko li ser fikra wan ew ‘alim wekîlên imamê axir zeman in û bi awayek giştî ji wî ra nûner in.

Û ji ber ku ‘alimên wan ji bona jiyana xwe û ihtiyacî ya xwe ya malî bi dewlet û hukumetan ve ne girêdayî ne û ewa ji xwe re nakin palgeh, evî koma mezin baweriyek zehf zêde bi wan hene.

Û hewze (merkez) yên \'ilmê dînî ku ‘alim li wêderê digehin û radibin, ji alîyê wan ve tên idare kirin, bi vî awayî ku xelk xums û zekata xwe bi viyan û bi dilê xwe didin wan ‘alimên mezin û evî karî wek nimêj û rojîyê wezîfa xwe ya şer\'î hesab dikin.

Derheq wacib bûna xumsê (pênc yêk) ji feyda malê ku destve tê li bal imamiyan delîlên ronahî hene, ku hinek ji wan delîlan di sehîh û sunenan da jî hatine (binêrin kitêbên bi delîl di behsa «xums»ê da).

40- Bîr û hizra Ce’feriyan ew e ku Muslimana heq hene ku ji hukmetên Îslamê behremend bibin ku bi Qur’an û sunnetê \'emel bikin; hukumetekî ku heq huqûqê Muslimana biparêzê û irtbat û peywendek durust û bi se­lamet digel dewletên dî girêdê, û hay ji hudûd û sînorên wê bimînê û serxwebûna ferhengî û iqtsadî û siyasî ya Muslimana ragirê da ku Musilman \'ezîz û qewî bin wek çewa Xwedê ji wan ra ewê dixwazê, li wêderê ku kerem dikê:

“\'Izzet û serbilndî, ya Xwedê û Pêxemberê Wî û bawerdara ye”. [8]

Û kerem kir: “Ne sist bin û ne xemdar, û hûn in yên bilindtir eger hûn bawerdar bin”. [9]

Û Şî’e wereng difikirin ku dînê Îslamê -çewa ku kamil û temam e- hemî hukmên ki ji jiyanê ra lazim in têda hene, xweyê rê û resmekî ye ji bona idare kirina hukmetê, û li ser ‘alim û zanayên ummeta Musilman lazim e ku li hev kom bibin û got û bêjê bikin û bikevin lêkolînê da ku baş ev rêçk û rê û resm ronahî bibê û da ku ev hukumet evê ummetê ji heyirî û şaşîyê derênê û dûmahîyê bidê evan muşkil û nexweşîyên bê hed û hesab. Wellah-un Nasir-u we-l Mu’în.

Eger hûn arî dînê Xwedê bikin wê Xwedê arî we bikê û gavên we qayîm û cîgirtî bikê.

Evênhe berçavtirîn mesele ne li bal Şî’ên Imamî ku ji wan ra Ce’ferî jî tê gotin.

Ev birra hem îro li kêleka birayên xwe yên Musilman da li hemî welatên Îslamî da dijîn û gelek muhimmatê dixwin ji parastina Muslimana û \'ezîz mayîna wan ra û hazir in ku can û hemî tiştên xwe yên giranbiha di vê rêkê da bidin.

 

We-l Hemd-û Lîllah-î Rebbî-îl ‘Alemîn

[1]- Nisa’ / 64. We lew ennehum îz zelemû enfusehum ca’ûke festexferû-llahe we-stexfere lehum-ur resûlu lewecedû-llahe Tewwaben Rehîma.

[2]- Duha / 5. We le sewfe yu’tîke rebbuke feterza.

[3]- Yûsuf / 97. Ya ebana estexfîr lena zunûbena înna kunna xati’în.

[4]- Yûsuf / 98. Sewfe estexfîru lekum ... .

[5]- Beqere / 143. We kezalîke ce’elnakum ûmmeten weseten lîtekunû şûheda’e ‘ele-n nasî we yekûne-r resûlu ‘eleykum şehîda.

[6]- Tewbe / 105. We qul-i’melû feseyere-llahu ‘emelekum we resûluhû we-l mu’mînûn.

[7]- Negotine sehîha Kafî û sehîha Istibsar û ... .

[8]- Munafiqûn / 8. We lîllahî-l îzzet-u we lî resûlîhî we lî-l mu’minîn.

[9]- Alê ‘Imran / 139. We la tehînû we la tehzenû we entum-ul e’lewne în kontum mu’minîn.