Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Qur'an a Pîroz

PERDEYÊN REŞATÎ Û RONAHÎYÊ

2016/07/02

PERDEYÊN REŞATÎ Û RONAHÎYÊ

Dil girêdana bi xêncî Xwedê, mirov di nav perdeyên zul­manî (reşatî) û nûranî (ronahî) da dipêçê (û dixe nav reşatî û ronahîyê re). Çi yêk ji kar û barên dinyayî, eger bibe sebeb ku mirov dilê xwe bide bal dinyayê û ji Xwedê xafil bimîne, wê însan bavêje nav tarîtîyê re. Hemî alem û dinyayên cism û pêze, perdeyên reşatî ne. Lê eger ku dinya ji mirov re navgîn û wesîleyekî be ji bona dildana bi Heq û bona gehiştina bi axiretê, hingê wê perdeyên reşatî û zulmanî veguherin ser perdeyên ronahî û bibin nûranî. Lê kemala rastîn ev e ku hemî perdeyan werin dirandin û herin alîyekî heta mirov bi­karibe têkeve nav mêvangeha îlahî ku “serkanîya mezinatîyê” ye. Lewra li vê du’ayê da ji Xwedê Te’ala daxwaza bînahî û ronahîya dil dikin, da ku karibin perdeyên ronahîyê bidirînin û bigehin çavkanîya mezinatîyê: “Hetta texriqe ebsar-ul qu­lub-i hucube-n nar, fetesîle îla me’den-îl ‘ezemet-î”.

Lê kesê ku hîna perdeyên zulmanî û reşatî nedirandîye, kesê ku hemî bala xwe daye dinyayê –penah dibim bal Xwedê- û ji rêka Xwedê derketîye, û ji cîhana derve û ji alema rûhanîyetê bêxeber e û hema li dinyayê da noqî bûye û qet jî hewil nedaye ku xwe isleh û paqij bike û tevger û hêzeke rûhanî û me’newî li kesayetîya xwe da dahêne, û perdeyên reş ku dora dilê wî girtine û lefandine, biçirîne û bavêje, li pespayetirîn û binîtirîn meqamê da ye ku hema axirîn hîcab û perdeya zulmet û reşatîyê ye: “Summe reded­nah-u esfele safilîn”. [1] Di wî halî da ku Xwedê Te’ala însan li dereca herî jorîn da afirandîye: “Leqed xeleqne-l însane fî ehsenî teqwîm”. [2]

Kesê ku ji daxwazên nefsa xwe peyrewîyê dike û ji roja ku xwe nas kirîye vêve, xêncî alema reşatîya tebî’etê (dinya) bala xwe nedaye ser tiştekî din û tu çaxê nafikire ku mumkin e xêncî vê dinya tarî û qirêj cîyek din jî hebe, û ketîye nav perdeya zûlmanî û bûye mînaka: “Exlede île-l erz-î we it­tebe’e hewah-u”. [3]

Ew, pê dilê xwe yê tijî guneh ku perdeya zulmanî dora wê girtîyeyê û pê ruhê xwe yê şêlî ku ji ber zehfîya guneh û xirabîyan ji Xwedê Te’ala dûr ketîye û pê wan hewesperestî û dinyahezîyê ku aqil û çavê wî yê heqîqetbîn kor kirine, nikare xwe ji perdeyên reşatî û zulmanî rizgar bike, îca çi dor bigehe vê ku bikaribe perdeyên ronahî bidirîne û berew çûna bal Xwedê ve ji her tiştî veqete. Însan meger li ser bawerîya xwe qayîm be ku derece û meqama ewlîyayên Xwedê înkar neke, cîhanên wekî alemên berzex, pirra sirat, me’ad, qîyamet, he­sab û kitab, biheşt û cehnemê wek efsane nehesibîne. Çimkî însan ji ber guneh û dilgirêdana bi dinyayê hêdî hêdî ewa rastîyan ji bîr û înkar dike; meqam û dereceyên ewlîyayê Xwedê înkar dike, di wî halî da ku meqama ewlîyayên Xwedê ne zêdetir ji wê çend ristan e ku li du’a û munacatan da hatîye.

[1] - “Paşê emê wî vegerînin jêrtirîn û xwartirînê derecan (Sûretê Tîn / 5).

[2] - “Birastî me însan bi awayê herî baş (ya afirandinê) afirand” (Tîn / 4)

[3] - “ … Ber bi erdê ve çû xwarê (yê kotî xwest) û ji nefsa xwe peyrewî kir (E’raf / 167).