Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Qur'an a Pîroz

ŞÎRET JI SÛXTE Û FEQÎYAN RA

2016/07/02

ŞÎRET JI SÛXTE Û FEQÎYAN RA

Hûn telebe, ku îro li navendên ‘ilmî da dersê dixwînin û dixwazin sibê bibin rêber û civakê rêve bibin, guman nekin erk û wezîfa we tinê hîn bûna çend bêje û çend istilah e, we wezîfe û erkên dî jî hene. Divê hûn li van navendan da wisa xwe çêkin û terbîyet bikin, ku sibê çaxê hûn çûn gund yan bajarekî hûn bikaribin cimae’ta wêderê rênimûn û hidayet û paqij û terbîyet bikin. Bendewarî û hêvî ji we tê kirin ku dema we dersa xwe xilas kir, hûn bixwe êdî terbîye bûbin da bikarin cima’etê rênimûn û isleh bikin û gorî adab û destûrên exlaqîyê Îslamê ewa terbîyet bikin û rê nîşanî wan bidin. Lê belê eger hûn         -Xwedê nekirî- li navendên ‘ilmî da xwe terbîyet û çêtir nekin û dilê xwe ji me’newîyatê tejî nekin, hingê (penah dibim bal Xwedê) hûnê cima’etê ji rê derixînin û wê wisa bikin ku ew ji Îslam û melan bêzar bibin.

Berpirsiyarîya we teleban zehf giran e. Eger hûn li navendên ‘ilmî da ser vê berpirsiyarîya xwe nesekinin (erka xwe pêk neyinin) û nefsa xwe terbîyet nekin û tinê li pey hîn bûna çend kelîman û fêrbûna usûl û fiqhê da bin, li pêşerojê da -Xwedê nekirî- hûnê ji Îslam û Musilmanan ra bibin zîyan û zirar; muhtemel e ku hûn (penah dibim bal Xwedê) cima’etê ji rê derixînin û rêşaş bikin. Eger ji ber karê we yê xirab kesek tinê jî ji rê derkeve û berê xwe ji Îslamê bizivirîne wê çaxê hûn rastî mezintirînê gunehên mezin tên û toba we belkî çetin û bizehmet were qebûl kirin. Wek çawa eger kesek tinê jî were ser rîya rast, gora vê riwayetê: “baştir e ji ewa ku tav lê dikeve” [1]

Gelî telebeno! Berpirsiyarîya we zehf giran e û bi berpirsiyarîya cima’etê ra ferq dike û gelek tişt diqewime ji cima’etê ra cayîz be lê ji we ra belkî cayîz nebe û heram were hesabê. Xelkê ji we ra hinek karên cayîz jî cayîz nizanin, îja çi dor bigehê karên kirêt û neqencê li dij şerî’etê, ku eger -Xwedê nekirî- ewê pêk bînin cima’etê ji Îslam û melan bêzar dikin. Derdê giran ev e ku eger yêk ji we berçavê xelkê karekî xirab bike ku xelkê bendewarê wê ji we nebe (û ji we ra cayîz nezanibe), êdî xelk ji rêka dîn derdikevin; ji rûhanîyet û melan bitemamî bêzar dibin, ne ku ji yêkî bi tinê; xwezîya ji yêkî bi tinê bêzar û aciz bibûyana. Lê eger ji rûhanî û meleyekî karekî kirêt û ne exlaqî bibînin, êdî lê nakolin û hûrnanêrin (sebeb û delîla wê napirsin); çawa ku li nav taciran da mirovên xirab û rêşaş hene, li nav karmenda da mirovên fasid û kirêtkar peyda dibin, dibe ku li nav melan da jî yêk an çend mirovên nebaş û rêşaş hebin. Lewma eger dikandarek karekî xirab bike dibêjin filan dikandar mirovekî nebaş e, an jî ‘etrfiroşek karekî kirêt pêk bêne, dibêjin filan ‘etrfiroş kirêtkar e. Lê belê eger melayek karekî xirab û kirêt pêk bîne, nabêjin filan mele rêşaş e, dibêjin mela hemî xirab in!

Erka ser milê ‘aliman gelek giran e û berpirsiyarîya wan ji ya cima’etê zehftir e, eger hûn li kitêba ‘Usûlê Kafî’[2] û ‘Wesa’il-uş Şî’e’[3] li para ku derheqê berpirsiyarîya ‘aliman da hatîye nivîsîn binêhêrin hûnê pê bihesin ku ji aliman ra berpirsiyarîyek giran hatîye kifiş kirin. Di riwayetekî wiha hatîye ku dema canê ‘alim giha gerîya wî û li halê can dayînê da be, êdî tobeya wî nayê qebûl kirin; çimkî Xwedê toba wa yên cahil û nezan heta axirdema jîyana wan qebûl dike. [4]

Li hedîsek dî jî wiha hatîye ku heta gunehek ji ‘alimekî were bexşandin, heftê guneh ji yên din tên bexşandin,[5] çimkî gunehê ku ‘alim dike zirar û zîyanek zaf digehîne Îslam û civaka Îslamî. Yên ‘ewam û cahil eger gunehekî bikin, tinê xwe rûreş dikin, zirarê digehînin xwe bi tinê; lê belê eger ‘alimekî rêşaş bibe û karekî kirêt pêk bêne, dinya û ‘alemkî rêşaş dike, zirarê digehîne Îslam û zanyarên Îslamê. [6]

Vêca vê yêkê ku di hedîsê da hatîye ku ehlê cehnemê ji bêhna genî ya ‘alîmê ku gora ‘ilm û zanîna xwe ‘emel nekirîye dilê wan li hev dikeve, [7] ji ber vê ye ku li dinyayê da navbeyna zirara ku ‘alimek yan nezanek digehîne civakê da gelek ferq heye, çimikî ‘alimek eger bixalife, dibe ku civatekî ji rê derbixîne û koka wa birizîne û eger ‘alimek dilpak be û anagora exlaq û edebên Îslamî ‘emelê bike hingê civakê ber bi rastî û durustîyê dibe.

Havînan dema ez diçûm hinek bajaran, min didît ehlên wan zaf baş û dîndar in, çimkî alimê wan baş û xwe parêz bûn. Eger li bajar yan qesebe yan gundekî da ‘alimekî baş û xwe parêz û bi teqwa hebe ew dibe sebeb ku cima’eta wêderê jî herin ber bi rîya rast, gerçi ew ‘alim jî qet (pê gotin û xeberdan) şîretan jî li wan neke.[8]

Me hinek kes dîtine ku tinê hebûna wan sebebê şîret û ‘ibret girtina mirovan bûye, hema dîtin û nêrîna li wan dibû sebebê hişyar bûne. Niha jî li bajarê Tehranê da, wek çewa ez dizanim, her taxên wê bi hev ra ferq dike, taxa ku têda ‘alimên baş hebin cima’eta wê jî baş û dîndar dibin lê eger taxekî da yêkî xirab û fasid, şaşik danîbe serê xwe û bûye melle û ji xwe ra bazar vekirîye û cima’et xapandîye tu dibînî ku cima’et gişt ji rê derixistîye. Her ev xirabî û fesada ye ku ehlên cehnemê jê dilê wan li hev dikeve.

‘Alimê xirab, ‘alimê bê’emel û ‘alimê xaphayî ev bêhna pîs û genîyê xwe hema li vê dinyayê da li xwe girtîye, ku bêhna wî li wê dinyayê da dilê ehlê cehnemê li hev dixe û aciz dike, ne ku li wêderê ev bêhn li xwe bigire, li wêderê tiştekî lê nayê zêde kirin; ew tişta ku li axiretê heye hema ew tişt e ku li dinyayê da pêkhatîye. Tiştekî xêncî ya ku me wê li dinyayê de pêk anîye nadin me. Dema ‘alimek xirab û fasid be, civatekî dilewitîne û genî dike; lê bêhna wî ya kotî û genî li vê dinyayê his nabe, lê belê li axiretê da his dibe.

Mirovekî ne’alim û normal qet nikare fesadî û qirêjîyek wisa li civaka Îslamî da çê bike. Cima’eta normal îznê nadin xwe ku de’wa îmamet û mehdewîyetê bikin, an de’wa pêxemberî û îlahîyetê bikin; ewê ku alem û dinyayê ber bi fe­sadî û qirêjîyê dibe, hema ew ‘alimê xirab û fasid e. [9]

1- قال امير المؤمنين (عليه السلام): لمّا وجَّهني  رسولُ الله (صلى الله عليه و آله) اِلَى اليَمن قالَ: يا علي لا تقاتل احداً حتى تدعوه الى الاسلام و ايمُ الله لأن يهدي الله عز و جل على يديك رجلاً خير لك مما طَلَعَت عليه الشمس و غربَت و لك ولاؤُه.

1- Hezertê ‘Elî (selema Xwedê li ser be) kerem kir: “Çaxê Pêxemberê Xwedê (s.e.a) ez şandim ‘Yemenê’ kerem kir: ‘Ey Elî! Bi tu kesî ra neke şer, meger pêşîya wê, tu wî tekilîfê ser Îslamê bikî.

Sonda Xwedê ez dixwim, eger Xwedê mirovekî bi destê te rêrast û rênimûn bike, bona te ji destve anîna ewa roj li ser hiltê û diçe ava (malikîyeta ser erdê) baştir e; û tu dibî welîyê (mîrat û … a) wî. (Firû’ê Kafî, c. 5,  “Kîtab-ul Cîhad”, v. “ed-Du’a-u île-l Îslam qeble-l Qîtal”, h. 2.

 

[2] - Usûlê Kafî, v. “Kîtab-u Fezlî-l ‘Ulema”, babetên: ‘sîfetu-l ‘ulema, bezlu-l ‘ilm, en-neyhu ‘en-il qewlê biğeyr-il ‘ilm, isti’mal-ul ‘ilm, el-muste’kel-u bi ‘ilmîhî we-l mubahî bih, luzûm-ul huccetî ‘el-el ‘alim, û her wisa vebira “bab-un newadir”.

[3] - Wesa’il-uş Şî’e, c.18, r. 9-17 û 98-129,  “Kîtab-ul Qeza”, babeta: “ebwab-u sîfat-il qazî”, pişk. 4, 11, 12

1- عَن جميل بن دراج قال: سمعت ابا عبدالله (عليه السلام) يقول: اذا بلغت النفس ههنا (و اشار بيده الى حلقه) لم يكن للعالم توبة . ثم قرأ "انما التوبة على الله للذين يعملون السوء بجهالة".

1- Cemîlê korê Durrac dibêje: Min ji Îmam Sadiq (s.e) bihîst ku kerem kir: “Çaxê rûh gihêşt vêderê (pê destê xwe gerî-qirika xwe nîşan da) êdî wê çaxê tewbeya ‘alim û zana nayê qebûl kirin. Ewî hezretî paşê ev ayet xwend ku dibêje: “Tobe, ya wan kasan e ku ji nezanîya xwe karê nebaş dikin” (Nîsa / 17). Usûlê Kafî, c. 1, r. 59, v. “Kîtab-u Fezlî-l ‘Ulema”; “Luzûm-ul huccetî ‘el-el ‘alim …”, h. 3.

2- عن حفص بن قياس، عن ابي عبدالله (ع) قال: يا حفص، يُغفر للجاهل سبعون ذنباً و لن يغفر للعالمِ ذنب واحد.

2- Hefsê korê Qîyas dibêje: Îmam Sadiq (s.e) wiha kerem kir: “Ey Hefs! Pêşîya ku gunehekî tinê ji ‘alim were bexişîn, heftê guneh ji nezan tê bexişîn. Usûlê Kafî, c. 1, r. 59, v. “Kîtab-u Fezlî-l ‘Ulema”; “Luzûm-ul huccetî ‘el-el ‘alim …”, h. 1.

3-  قال رسول الله لی الله علیه و آله) : صِنفان مِن اُمَّتي اذا صَلُحا، صَلـُحت اُمَّتي و إذا فسدا فسَدت اُمَتي. قيل: و مَن هم ؟ قال (ص) : العلماء و الامراء.

3- Resûlê Xwedê (selat û selama Xwedê li ser wî û alê wî be) kerem kir: “Du deste li ummeta min da hene, eger baş û pak bibin, ummet jî baş û pak dibe, û eger xirab bibin, ummet jî wê xirab bibe”; jê pirsîn ew her du deste kî ne? Kerem kir: “Alim û mîr”. (Xisal, v. “Bab-ul Isneyn”, r. 37; Tuhef-ul Uqûl, r. 50.

1-  عن سُليم بن قـَيس الهلالي، قال سمعتُ اميرالمومنين (علیه السلام)   يُحدثُ عن النبي (ص) أنه قال في كلام له: العلماء رجُلان: رَجُل عالم آخذ بعلمه؛ فهذا ناج. وعالم تارك لعلمه؛ فهذا هالك. واِنّ اهل النّار لَيَتَأذَّون من رِيح العالم التارك لعلمه.

1- Selîmê korê Qeysê Hilalî dibêje min ji hezretê Elî (s.e) seh kir ku ewî ji Pêxember bîhîstîye ku digota: ‘Alim du deste ne: ‘Alimê ku bi zanîna xwe ‘emel kirîye û ew rizgar bûyî ye û ‘alimê ku ser zanîna xwe nesekinîye û bi wê ‘emel nekirîye, ew helak bûyî ye, ku dilê ehlê cehnemê ji ber bêhna wî ya genî-kotî lihev dikeve. (Usûlê Kafî, c. 1, r. 55, v. “Kîtab-u Fezlî-l ‘Ilem”, p. “Bab-u Isti’mal-il ‘Ilm”, h. 1.

2-  قال الامام الصادق (ع): كونوا دُعاة للناس بالخير بغير ألسنتكم لِيَرَوا منكم الإجتهاد و الصدق و الورع.

ßÎmam Sadiq (selama Xwedê li ser be) kerem kir: “Gazî xelkê bikin ji qencî û başîyê re, lê ne pê zimanên xwe (devkî), belkî wisa ku xelkê ji we qencî û rastbêjî û teqwayê bibînin (pê kiryara xwe)”. (Usûlê Kafî, c. 3, r. 164, v. “Kîtab-ul Îman we-l Kufr”, p. “Bab-us Sidq we Eda’u-l Emanet”, h. 10.

[9] - Kitêba “Xurer-ul Hîkem” c. 7, r. 269; «إذا فَسَد العالِمُ، فسد العالَم»