Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Exlaq

PÊHIŞYARÎ JI NAVENDÊN ‘ILMÎ RA

2016/07/02

PÊHIŞYARÎ JI NAVENDÊN ‘ILMÎ RA

Dibe ku hinek mirovên kotî pê tebilîxata nebaş û xirab bernamên exlaqî û paqijkirina nefsê bê ehemîyet û er­zan nîşan bidin û çûna ser minberê ji bo şîret û nesîhetê li dij ‘ilm û zanînê bizanibin û pê gotina vê ku ew “minberî” ne, pêşî li kar û xebata ew zanyar û `alimên mezin bigirin yên ku bona guherandin û çêkirina navendên ‘ilmî dixebitin.

Îro li hinek navendên ‘ilmî da belkî çûna ser minber û şîret kirin ‘eyb û kirêt were hasabê, lê mirov gerek bizanibe ku Hezretê Elî (s.e) bixwe ehlê minberê bû û li ser minberê şîret li cima’etê dikir û ewan hişiyar û agah û rênimûn dikir, Ehl-ê Beyt (selama Xwedê li ser wa be) hemî wisa bûn.

Bêguman kesên nedîyar û veşartî, evan tebilîxata nebaş kirine da ku exlaq û me’newîyetê ji nav heweze û navendên ‘ilmî derixînin, heta navendên me yên ‘ilmî fasid û xirab bibin û her wisa -Xwedê nekirî- cidayî û bêtifaqî û nakokî û xwehezî têkeve nav navendên ‘ilmî ra; sûxte û telebe bikevin canê hevûdu û li ber hev da bisekinin û bêhurmetîya hev bi­kin û hev înkar bikin û dijatîya hev bikin, û nav cima’eta Musilmana da bêheysîyet û bêqîmet bibin, da ku dijminên Îslamê bikaribin navendên ‘ilmî bêxin bin desthilata xwe û wan ji hev bela bikin. Dilnexwaz û dijminan dizanin ku milet pişta navendên ‘ilmî girtine û hetanî roja ku milet piştevanîya wan dikin, ji hev bela kirina wan mumkin nîne.

Lê belê çaxê telebên navendên ‘ilmî û yên xwendevan ser qayide û qirarê exlaqî nebin û li canê hevûdu bikevin û duberekîyê çê bikin û rast rêve neçin û karên xirab û nebaş bikin, bêşik cima’et wê ji wan dilsar bibin û êdî dest ji pişte­vanî kirina wan bikêşin, hingê rê ji dijmin ra vedibe û navendên ‘ilmî dikevin destê dijminan da.

Hûn eger dibînin ku dewletan ji mela û ‘aliman ditir­sin û hesabê ji wan dibin bona vê ye ku milet pişta wan digirin, yanê ew li rastîyê da ji milet ditirsin û fikir dikin eger bêhur­metîya melakî bikin hesabê bêhurmetîya milet dikin ku wê çaxê miletê li dij wan serî hildin, lê mela û ‘alim eger bikevin canê hev û navê hev xirab bikin û ser qayide û qirarên Îslamî nesekinin, wê li nav cima’etê da bêrûmet bibin û miletê ji dest wan here. [1]

Milet hez dikin ku hûn rûhanî bin û kemal û edeba we Îslamî bin û hûn hizbullah bin û xwe ji çîcik û pîcikên jîyan û zerq û berqa wê yên dexel dûr bikin û bona pêşda  birina ar­mancên Îslam û xizimeta ji bo gel, xwe ji tu karekî dûr ne­girin.

Bona xwatirê Xwedê û razî bûna Wî bixebitin û xêncî Xwedê fikra xwe nedin ser kesekî, milet evê ji we dixwazin, lê eger xêncî wê ji we bibînin û bizanibin şûna ku hûn fikra xwe bidin ser dîndarî û me’newîyetê, hûn fikira xwe didin ser dinyayê û bona qazanca xwe hûn ji ber dinya û ber­jewendîyên wê dikin şer û -Xwedê nekirî- hûn Qur’an û Îslamê ji xwe ra dikin leystok û bone û ji ber meremên kotî û xirab hûn dîn ji xwe ra dikin dukan û bazar, cima’et û xelk wêçaxê rûyê xwe ji we diguhêzin û hûn li ber wan reş dibin, êdî wê çaxê hûn berpirsyar in (û divê ciwaba Xwedê bidin).

Eger hinek melayên şaşik li ser û azinte li navendên ‘ilmî bona qazanc û berjewendîya xwe û bona malê dinyayê bikevin canê hev û helahela û hayuhûyê bikin û bêhur­metîya hev bikin û hetka yêkudu bibin û ber xwatirê destve anîna meqamekî dijatîya hev bikin, ew xîyanetê li Îslam û Qur’anê kirine, ew xîyanetê li emanetên Xwedê kirine. Xweda yê Pak û Mezin, dînê paqijê Îslamê wek emanet daye destê me û ev Qur’ana Kerîm jî emanetek mezin ji alîyê Xweda ye; ‘alim û rûhanî emanetdarê Xwedê ne û wezîfa wan e ku evî emanetê mezin biparêzin û lê xîyanetê nekin, ev reşkînî û rikberî û ev nakokî û şerê li ser malên dinyayê xîyaneta li Xwedê û Pêxemberê mezinê Îslamê ye.

Ez nizanim ev hemû gengeşe û nakokî û duberekî û şer bona çi ne? Eger ji bo dinyahezî û dinyadarîyê ye, hûn ku dinya we tuneye! Helbet eger hemî kêf û lezzet û malê dinya jî destê we da hebûya jî, dîsa ne cîyê nakokî û ixtilafê bû; xêncî vê ku hûn mela û rûhanî nebin û ji rûhanîyetê we tinê ‘eba û şaşikekî hilgirtibe. Ew mele û rûhaniyê ku bawerîya wî bi axiretê hebe û te’lîmat û sifatên Îslamê li xwe girtibe û peyrewê Îmam ‘Elî be (selama Xwedê lê be) mum­kin nîne ku dilê xwe bi malê dinyayê ve girêbide, îcar çi dor bigehê vê ku ser malê dinyayê şer bike. Hûn ku xwe peyrewê mîrê bawerdaran hz. ‘Elî (s.e) dizanin kêmekî li bara jîyana wî hezretî bixwînin, paşê binêrin kanê hûn qet peyrewîyê ji wî hezretî dikin yan na? Gelo hûn ji Xwedêhezî û xweparêzîya wî hezretî agah in, an jî bi jîyana wî ya sade û saf dizanin an na? Gelo hûn qet li ser rîya wî diçin yan na? Gelo hûn ji xe­batên wî hezretî li dij zulm û sitemê û bere­vanîya wî ji mezlûman û sitemdîtî û jar û belengazan tiştekî dizanin? Pê ‘emel dikin an ne?

Gelo me’na “Şî’e” bûnê tinê ragirtina zahir û rûveta Îslamê ye? [2] Wê çaxê gelo ferqa we û Musilmanên din ku vê barê da zaf ji şî’an pêşdatir û bifeydetir in çi ye? Seratirîya we ji wan di çi da ye?

Ewên ku îro agir berdane qismek ji dinyayê û xwînê diri­jînin û dest avêtine qir kirina xelkê, ji ber vê ye ku dixwezin di talan kirina miletan û dabelandina mal û heyîya wan û xwarina keda destê wan da pêşî ji hev bigirin, û bikevin canê welatên lawaz û paşvemayî û ewa bêxin bin desthilatîya xwe û bin lepên xwe da êsîr bikin; lewra ser navê azadî û avadanî û parastina serxwebûn û axa welêtan, her wisa ser navê dî yên dexel, her roj li quncekî ji dinyayê agirê cengê sor û geş dikin, bi mîlyonan bomban davêjin ser netewên jar û belen­gaz da. Ev şer û ceng di vac û mentiqa ehlê dinyayê ku xweyê mejî û aqilên lewitî ne da, şerekî du­rust û rast e; lê belê ev şer û ceng û ixtilafa we di vac û mentiqa wan da jî bêhûde ye. Dema ji wan were pirs kirin kanê hûn çima şer dikin, wê bêjin em dixwazin filan welatî bigirin û heyîya filan welatî talan bikin, lê eger ji we were pirs kirin kanê hûn bona çi dikin şer? Ev nakokî û ixtilafa we ji ber çi ye? Hûnê çi ci­wab bidin? We çi behr û parek li vê dinyayê heye ku hûn derheq wê da gengeşe û şer dikin? Derhata we ya mehê (ku hineka ser navê ‘şehrîye’ didin we) ji pereyê cixara yên din kêmtir e! Min li rojnamekî yan jî kovarekî da -ku navê wê ne li bîra min da ye- dît ku nivîsî bû kanê “Watîkan” ji qeşekî li “Waşingtonê” ra çiqas pere dişîne, ku pereyk zehf bû, vêca dema min hesab kir min dît ew pere ji pereyê hemî navendên ‘ilmî yê Şî’e zehftir e! Vêca gelo durust e ku hûn digel vê jîyan û vê rewşa ku we heye bi hev ra şer bikin û berê hev bidin û li dij hevudu bise­kinin?

Kok û xîma hemî ixtilaf û nakokîyên ku bêy ar­mancekî taybet û pîroz bin, dinyahezî û dinyaxwazî ye. Eger li navbeyna we da jî nakokî û ixtilafek wisa heye ji ber vê ye ku hûn dinyahezî û hez kirina dinyayê ji dilê xwe der nexistine. Seba vê ku berjewendîyên dinyayê mehdûd û bi sînor e, her kes bona destve anîna wê li dij gavber û reqîbê xwe da dise­kine. Hûn filan miqamê dixwazin û yê dî jî he­man miqamê dixweze, bivê nevê dexesî û çavnebarî der­dikevin holê; lê însanên Xwedêhez ku dinyahezî ji dilê xwe derixistine xêncî Xwedê tu tişt li dilê wan da tunîne û tu çaxê ranabin rûyê hev û hinde xirabî û kotîbûnê çê nakin. Eger îro hemî pêxemberên Xwedê werin û li bajarekî da te­wayî gel hev bijîn, tu çaxê bi hev ra nakin şer û duberekî nav wan da çê nabin, çimkî ar­manc û merema wan yek e û dilên wan hemîyan yek e û dilên hemîyan ber bi alîyê Xwedê ye û dinyahezî têda tunîne.

Eger kar û kiryarên we û rê û rêça we hema vî cûreyî be ku ez dibînim, hûn eger ji dinyayê herin -Xwedê nekirî- hûnê Şî’e yê ‘Elî neyên hasabê û hûn gerek bitirsin ku hûn nikarbin tobe bikin û hûnê ji şefa’eta wî hezretî bêbehr bimînin. Berî ku mecal ji dest we here fikrekî bikin û dest ji van nakokî û ixtilafên bêhûde û riswa bikêşin, evan duberekî û dijatîyan xelet in. Ma qey hûn du milet in, ma mezhebê we çiqên cûr­bicûr hene? Hûn çima hişyar nabin? Çima bi hev ra bira nînin digel sefa û rastîyê? Ka çima?

Ev gengeşe û nakokîyan tehlûke ne, wê zirar û zîyanên dijwar pêve werin, wê navendên ‘ilmî ji nav biçin û dibe se­beb ku hûn li nav cima’etê da bê rûmet û bêheysîyet bibin, ev nakokîyan ne tinê zirarê digehîne we û rûmeta we dilewitîne, belkî rûmet û heysîyeta civakeki, rûmeta milet û netewekî dilewitîne û di netîce da zirarê digehîne Îslamê.

Eger ji ber nakokî û ixtilafa we xirabî û fesadîyê çê bibe, hûnê bikevin bin gunehekî nabexşînî ku li ber dergeha Xweda yê Pak û Pîroz da mezintir e ji gelek gunehên dî yê mezin; çimkî civakê fasid dike û rêka talan kirin û desthilat­darîyê li ber dijmin da vedike.

Bêguman hinek destên veşartî hene ku dixwazin na­kokî û duberekîyê bêxin nav hewze û navendên dînî û bi awayên cûrbicûr tov û toxmê nifaq û ixtilafê bireşînin, û bîr û hizra sûxte û teleban xirab bikin û ji wan ra cem xwe tek­lîfa şer’î çê bikin û pê van tekîfan fisadî û xirabîyê bêxin navendên ‘ilmî, da ku bi vî awayî ewên ku ji pêşeroja Îslamê ra bifeyde û bikêr in, jinav bibin heta li pêşerojê da kes tunebe ku xiz­meta Îslamê bike.

Hûn gerek hişyar û agah bin û xwe nexapînin û ne­bêjin teklîfa min ya şer’î wiha dibêje û berpirsyarîya min ya şer’î ev e.

Hinek caran şeytan ji mirov ra teklîf û wezîfê kifş dike û hinek caran xwestekên nefsa mirov ser navê wezîfa şer’î hi­nek karan li mirov dide kirin, ev wezîfa şer’î nîne ku kesek bêhurmetîya Musilmanekî bike û xirabîya birayê xwe yê Musilman bîne ser ziman, ev dinyahezî û hezkirina nefsê ye û ev telqîn û gotinên şeytan e ku mirov têxe roja reş; ev dijmi­natî, dijminatîya ehlê agir û cehnemê ye: “Înne zalîke le­heqqun texasum-u ehlî-n nar”. [3]

Li cehnemê da dijatî û dijminatî heye; ehlê cehnemê digel hev şer û dijminatîyê dikin û hevudu dixermişînin. Hûn eger ji ber dinyayê digel hev şer dikin, bizanibin ku hûn cehnemê ji xwe ra amade dikin, û berew cehnemê ve dimeşin. Ji karên axiretê ra şer naxweze û gengeşe çênabe.

Ehlê axiretê dinav aşîtî û sefayê da bi hev ra ne û dilê wan ji muhebbeta Xwedê û bendeyên Xwedê tejî ye, hez­kirina ji Xwedê Te’ala dibe sebebê hezkirina ji ewên ku bi Xwedê îman anîne; hezkirina ji bendeyên Xweda jî hema sîbera hez­kirina ji Xweda ye, qetekî ji muhebbeta Xwedê ye.

Hûn pê destê xwe agir vênexin û agirê cehnemê gurr nekin, çimkî agirê cehnemê pê kiryarên xirab vêdikeve, ev kar û kiryara beşerê hêç e ku agir berdide. Me’sûmekî kerem kir: “Cuznaha we hîye xamîdet-un” [4] yanê “em ji nav cehnemê ra derbas bûn, di halekî da ku dojeh bêagir û temirî bû”. Beşer, eger pê kar û kiryarê xwe yên xirab agirê cehnemê vênexe, cehnem her temirî dimîne; navde û batinê vê dinyayê hema cehnemê yê, dildana bi dinyayê hema dil­dana bi cehnemê ye. Dema însan ji vê dinyayê berew axiretê ve koç dike û perde hiltên, hingê pê “zalîke bîma qeddemet eydîkum”ê [5] dihese û “ew tişta ku kirine û pêk anîne, hazir (û berdest dibînin) [6] hemî kar û barên ku însan li vê din­yayê pêk tîne, li wê dinyayê da dibîne û hemî tên ber çavê wî; “vêca kesê qas pirîskekî (zerreyekî) qencîyê bike, dê ewê (netîca wê) bibîne; û kesê qas pirîskekî, nebaşî û neqencîyê bike, wê ewê (netîca wê) bibîne” [7] hemî ‘emel û kiryar û gotarên mirov li wê dinyayê da xuya dibin û tên ber çav; mirov dibêje qey jîyana me wek fîlman hatîye qeyd kirin; û li wê diniyayê da wê nîşanî mirov bidin û kes êdî ni­kare karên ku kirîye înkar bike. Ji şehdeyîya endamên bedena mirov pêve, hemî kar û kiryarên me dê nîşanî me bidin: “(qetên beden) Dibêjin: Ew Xwedayê ku hemî tiştan dipey­ivîne, em peyivandine”. [8] Vêca li ber Xweda yê ku roja axiretê ziman daye her tiştî, hûn nikarin karê xwe yên kirêt û xirab înkar bikin û veşêrin.

Hinekî fikir bikin û bidin ‘aqilê xwe û dûrnêhêr bin û li dûhata karan binêhirin û pêşeroja xwe ya bihereşe bînin ber çavê xwe, ji çews û tengîya qebrê, alema berzex û hemî dijwarîyên ku pêve tên xeflet nekin û xafil nemînin. Qe nebe cehnemê bawer bikin. Însan eger van pêşeroja xwe ya bihereşe û xeternak bawer bike rewşa jîyana xwe diguherîne. Hûn eger îman û bawerî bi va tişta bînin, wisa rihet û xemsar najîn; û hingê hay ji qelem û gav û zimanê xwe dimînin û hûnê bona paqijkirina nefsa xwe xebat bikin û têbikoşin.

[1] - Îmam ‘Elî (s.e) kerem kir:

«لَو أنّ حَمَلَةَ العِلم حَمَلوه بِحَقّه، لَأحَبَّهُم الله و ملائكتَهُ و أهلُ طاعتِه مِن خَلقه؛ و لكنّهم حَمَلوه لِطلب الدنيا، فمَقتَهم الله و هانوا على الناس».

Eger hilgêrên zanînê (‘alim) wî cûreyî ku pêdivê û hêja ye, hilgirtibin, bêguman Xwedê û melayîketên Wî û bendeyê Wî yên fermanber, wê hez jê bikin; lê wan bona malê dinyayê ‘ilm û zanîn hebandin, loma Xwedê jî  xezeba xwe li wan kir û ew di çavê xelkê da bêqedr bûn. (Tuhef-ul Uqûl, r. 201, v. “Kelîmatê Emîr-ul Mu’minîn (selama Xwedê li ser be)”.

[2] - Kitêba “Sifat-î Şî’e”, berhevkirîyê ‘Şêxê Sedûq’, û her wiha “Bihar-ul Enwar”, c. 65, r. 83-95 û 149-196, v. “Îman û kufr”, p. “Enne-ş Şî’ete hum ehl-u Dînillah …”, p. “Difat-uş Şî’etê we esnafuhum …”; kitêba “Şîroveya Çil Hedîs”, yê Îmam Xumeynî (s), h. 29.

[3] - “Ev gengeşe (û şer) ya ehlê dojê bivebir û misoger (hetmî) ye. (Sâd / 64).

[4] - Ișare dike bal hedîsa:

و لِهذا لَمّا سُئلَ بَعضُ أئِمَّتِنا عَن عموم الآية المذكورة (الآیة 71 من سورة المریم)، قال جُزناها و هی خامدة.

Û ji ber vê yêkê dema ku ji yêkî ji Îmamên me derheq me’na vê ayetê hat pirsîn, di ciwabê da kerem kir: “Em ji dojehê borîn di halekî da ku tefîya bû”. (‘Ilm-ul Yeqîn, c. 2, r. 917).

[5] - “Ev ji ber wê tiştê ye ku we ji pêşda rêkir” (Alê ‘Imran / 182).

[6] - Sûretê Kehf / 49: «وَ وَجَدوا ما عَمِلوا حاضراً»

[7] - Sûretê Zilzal / 7-8: «فَمَن یَعمَل مِثقالَ ذَرّةٍ خیراً یَرهُ وَ مَن یَعمَل مثقالَ ذَرةٍ شَرّاً یَرَهُ»

[8] - Sûretê Fussilet / 21: «قالوا أنطَقنا اللهُ الذی أنطَقَ کلَّ شَیءٍ»