Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Exlaq

Îbadet û Du’aya Şe’banîyye

2016/07/02

Îbadet û Du’aya Şe’banîyye

Gelo li vê meha Şe’banê da we pê îbadetên Şe’banîyye - ku destûra xwendina wê ji destpêkê heta dawîya vê mehê hatîye dayîn - îbadeta Xwedê Te’ala kir yan na? [1] Gelo we ji naveroka bilind û binirx û erzişê îbadetên Şe’banîyye (munacata Şe’banîyye) behre bir an na? Li rêka bi hêz kirina îmana xwe û pitir nas kirina Xwedê Te’ala behre girt an ne?

Li bara vê du’ayê da hatîye gotin ku ev îbadeta hezretê ‘Elî (silava Xwedê lê be) û korên wî hezretî ye û hemû Îmamên me’sûm jî pê vê du’ayê gazî Xwedê Te’ala dikirin. [2]

Duayên mîna vê du’ayê ku li bara wê da hatibe gotin hemû Îmaman ew du’aya dixwendine gelekê kêm in.

Ya rast ev e ku ev îbadet û du’a, destpêka xwe amade kirina ji bo meha pîroza Remezanê û pêşwazîya ji pêkanîna wezîfe û erkên li vê meha pîroz da ye. Dibe ku ji ber vê be ku hegera rojî û hasil û encamê wê yên hêja bêxe bîra mi­rovê agah û zana da.

Îmamên me’sûm (silava Xwedê li ser wan be) gelek me­sele pê zimanê du’ayê gotine. Zimanê dua’yê ji zimanên dî ku ew pê ehkaman digotan gelekê ferq dike. Îmamên me’sûm piranîya meselên wekî: meselên rûhanî, meselên dîni û me­selên ku bi nasandina Xwedê Te’ala ve girêdayî bûn pê zi­manê du’ayê didan zanîn. Lê belê sed heyf û mixabin ku em du’ayan heta dawîyê dixwînin û bala xwe nadin ser van wateyên binirx û erziş û tê nagihêjin ku ew dixwazin çi bêjin.

Li vê du’a û ibadetê da wiha tê gotin:

اِلهي هَبِ لي كَمالَ الاِنقِطاع اِليك؛ أنِر أبصارَ قلوبِنا بِضياءِ نظرِها إليك، حتي تَخرِقَ أبصارُ القلوبِ حُجُبَ النّورِ، فَتَصِلَ إلی مَعدنِ العَظَمه و تصیرَ أرواحُنا معلقةً بِعزِّ قُدسِكَ. [3]

Dibe ku mexsed ji vê riste û hevokê ku dibêje: “Îlahî heb lî kemale-l înqîta’î îleyk” ev be ku, lazim e mirovên agah û rêwîyên rêka rastî û heqîqetê berîya hatina meha pîroza Re­mezanê, xwe ji bo rojîyê amade bikin, ku di heqîqet da ew rojî, hema cida bûn û xwe dûr girtina ji lezzet û çêjên dinyayê ye (û ev xwe dûr girtin, hema birrîn û qût bûna ji hemî tiştî û çûna berew Xwedê ve ye).

Xwe dûrgirtina ji vê dunê bi hêsanî pêk nayê û ev yêkê hewcedarê zehmetekê zehf û tamil kirina dijwarîyên giran û berxwedanekî qayîm e, ta ku mirov bikare xêncî Xwedê Te’ala ji her tiştî bibirre û xwe jê dûr bigire. Hemû taybet­mendîyên bilindê mirovahîyê li nav ‘xwe dûrgirtina’ ji vê dunê da veşartî ne û eger ku kesek van taybetmendîyan dest ve bîne, bi rastî ku bextewer e; lê belê eger ku mirov piçekî bala xwe bide dinyayê, êdî nikare ji hemî tiştan cida bibe û berew Xwedê ve here.

Eger ku kesek bixwaze bi awayekî rastîn û wisa ku jê hatîye xwestin rojî bigire, lazim e ku xwe temamen ji vê dunê dûr bigire ta bikaribe edeb û resmên mêvanîya Xwedê Te’ala cî bîne û xwe nêzîkî mêvandarê xwe bike. Li gor gotina Resûlê Xwedê (silava Xwedê li ser wî û binemala wî be), li meha pîroza Remezanê da hemû bende ji bo mêvanîya Xwedê Te’ala hatine vexwendin û mêvanê Perwerdegarê xwe ne. Resûlê Xwedê li dewama wê da wiha kerem dike: “Ey­yuhe-n nas! Înnehû qed eqbele îleykum şehr-ullah … we qed du’îtum fîh-î îla zîyafetî-llah”. [4]

Li van çend rojên ku hêca meha Remezanê nehatîye, hûn bifikirin û bixebitin ku xwe çetir bikin û tam û tekûz bala xwe bidene Xwedê Te’ala û ji reftar û kiryarê xwe yên nebaş tobe bikin û eger ku we gunehek cî anîye berî meha Remezanê tobe bikin; zimanê xwe hînî îbadeta Xwedê Te’ala bikin, nebe ku li meha pîroza Remezanê da hûn xeybeta ke­sekî bikin, boxtanan li kesekî girêdin û yan jî gunehekê pêk bînin û li çaxê mêvanîya Xwedê Te’ala da gunehkar bin.

Hûn li vê meha pîroz da ji bo mêvaniya Xwedê Te’ala hatine vexwendin, “du’îtum fîh-î îla zîyafetî-llah”, xwe ji bo mêvanîya Xwedê Te’ala amade bikin. Qe nebe edeb û resmên rojîyê yên rûvekî û zahirî berçav bigirin (edeb û resmên heqîqî û batinî hewcedarê zehmetek hertimî ye).

Wateya rojîyê tenê xwe dûr girtina ji xwarin û vexwarinê nîne, belkî mirov gerek xwe ji gunehan jî dûr bigire. Ev yêkê li rêza edeb û resmên destpêkîyê rojîyê da cî digire (û edeb û resmên rojîyê ji bo wa yên ku dixwazin bigehin serkanîya mezinatîyê, xêncî vana ye).

Hûn qe nebe edeb û resmên destpêkîyê rojîyê cî bînin; û wisa ku zikê xwe ji xwarin û vexwarinê radigirin, çav û guh û zimanê xwe jî ji gunehan dûr bigirin. Hûn ji niha ve biryar bigirin ku zimanê xwe ji xeybet, boxtan û xeberên derew û pîs dûr bigirin û çavtengî, rik û kîn û taybetmendîyên dinê kotî û şeytanî ji dilê xwe derixînin.

Eger hûn dikarin, xwe tam û tekûz ji vê dunê veqetînin û ber bi alîyê Xwedê Te’ala gavan bavêjin û kiryarên xwe bi durustî û safiya dil cî bînin û xwe ji şeytanên ins û cin veqetînin; rast e ku ji babeta rûvekî ve mirov ji bo bi dest xistina bextewerîyk wiha bêhêvî ye, lê qe nebe bila rojîya we wisa be ku we ji gunehan dûr bike.

Eger xêncî vîya be, egerçi rojîya we ji alîyê şerî’et û eh­kamê ve durust be, ji alîyê Xwedê Te’ala ve nayê qebûl kirin û jorve naçe. Jorve çûn û qebûl bûna kiryaran cida ye û du­rustîya pêkhatina wê ji alîyê ehkamê ve cida ye, ew her du ji hev ferq in. Piştî xilas bûna meha pîroza Remezanê eger ku li e’mal û kiryarên we da guherînek, al û gorekî pêk nehatibe û rê û şêwaza we wekî rê û şêwaza berî meha Remezanê be û tu ferqekî tunebe, wê çaxê rojîya ku ji we hatîye xwestin, we cî neanîye û ya ku we cî anîye rojîya asayî û heywanî bûye.

Li vê meha pîroz da hûn ji bo mêvanxana Xwedê Te’ala hatine vexwendin. Eger ku hûn nêzîkî Xwedê nebûn û nasya­rîya we li bara Xwedê Te’ala zêde nebû, divê zanibin ku hûn bi awayekî rast û durust neçûne mêvanîya Xwedê.

Divê hûn ji bîr nekin ku ku li meha pîroza Remezanê da ku “şehru-llah - meha Xwedê” ye, derîyên rehmet û kerema Xwedê li ser hemû bendeyan da vekirî ne û -li gor riwayetan- [5] dest û pîyê şeytanan girêdayî ne û eger ku hûn nekaribin li vê mehê da xwe çêtir bikin û nekaribin ku nefsa ‘emmare’ bêxin bin kontorola xwe û nekaribin ku peywenda xwe û dunê qut bikin, piştî kuta bûn û xilas bûna meha Remezanê gelekê çetin û zehmet e ku hûn bikaribin xwe isleh bikin û dinya ji xwe dûr bikin.

Loma ji vê derfetê behre bigirin û berî vîya ku meha Re­mezanê kuta bibe, xwe çêtir bikin û nefsa xwe pirûpaqij bi­kin. Xwe ji bo cî anîna wezîfe û erka xwe li meha pîroza Re­mezanê da amade bikin. Wisa nebe ku berî destpê bûna meha Remezanê, şeytan we bixapîne û bibin lîstoka destê wî û xwezî nexwazî hûn li dirêjîya meha Remezanê da kiryarên kirêt cî bînin û berevajîyê hukm û destûrên Xwedê gavan bavêjin. Carina mirovê gunehkar ji ber dûrketina ji Xwedê Te’ala û zehf bûna gunehan wisa dikeve nav tarîtiyê ku êdî lazim nîne şeytan wî bixapîne, çimkî ew bi xwe ketîye tûnê şeytan û rengê şeytan li xwe girtîye. “Sibxetu-llah – rengê Xweda” [6] li hemberê rengê şeytan e û herkes ku bi dû hewe­san ra here, ji şeytan peyrewîyê dike, vêca hêdî hêdî rengê wî li xwe digire û mîna wî dibe.

Hûn biryar bigirin ku qe nebe li vê mehê da xwe biparêzin û xwe ji wan kar û kiryarên ku Xwedê ji wan hez nake dûr bigirin. Ji niha ve tevî Xwedê Te’ala peymanekê girêdin ku hûn li vê mehê da xwe ji xeybet, boxtan girêdana bi xelkê û xeberdana xirab li bara xelkê dûr bigirin. Ziman, çav, dest, guh û qet û lebatên dî yê bedenên xwe bêxin bin kontorola xwe û hay ji kar û kiryar û gotinên xwe bimînin. Belkî ‘emel kirina bi vê biryarê qenc, bibe sebeb ku Xwedê Te’ala we bêxe bin rehmet û kerema Xwe de; û piştî derbas bûna meha pîroza Remezanê ku dest û pîyê şeytan vedibin hûn çêtir bûbin û êdî hûn bi hîl û pîla şeytan nexapin û hûn dilpak bibin. Ez carekê din dibêjim ku biryar bigirin li van sih rojên meha pîroza Remezanê da hay ji ziman, çav, guh û hemû en­damên cismê xwe bimînin û hertim haya we hebe ev karê ku hûn dikin û ev xebera ku hûn dibêjin û gotina ku hûn dibhîzin hukmê wê ji babeta olî çi ye?

Evana edeb û resmên rûvekî yê meha pîroza Remezanê ne; qe nebe hûn gerek bi wan ra girêdayî bin û hertim berçav bigirin. Eger ku we dît kesek dixwaze li paş kesekî din xeber bide û xeybeta wî bike rê li ber bigirin û jêra bêjin me soz daye ku li van sih rojan da xwe ji kar û barên heram dûr bigirin; û eger ku hûn nikarin rê li ber karê wî yê kirêt bigirin ji wê civînê derkevin; li wê derê rûnenin û guhê xwe nedine xebera wan. Divê Musilmanan ji destê we di rihetî û emanê da bin. Kesê ku Musilmanên dî ji dest û ziman û çavê wî ne li eman û rihetîyê da bin, di rastîyê da ew ne Musilman e; [7] ew bi awayekî servekî û rûvekî Musilman e, serdevkî gotîye “la îlahe îlle-llah” (pê bawerî û ji dil ve negotîye).

Xwedê hez nekirî, eger ku hûn bêhurmetîya kesekî bikin, xeybeta wî bikin an boxtanan lê girêbidin, bila hûn zanibin ku hûn li haf û mehzera Xwedê Te’ala da ne û hûn li huzûra Wî da bêhurmetîya bendeyên Wî dikin; û bêhurmetîya derheq bendeyên Xwedê yanê bêhurmetîya li Xwedê. Evana bendeyên Xweda ne, nexasme eger ew ehlê ‘ilm bin ku di rêka zanist û teqwayê da dimeşin.

Carina tê dîtin ku mirov ji ber van kiryaran digihêje derekê ku li ber mirina xwe da hebûna Xwedê Te’ala derew dizane û ayetên Xwedê inkar dike: “Summe kane ‘aqîbet-ul leîzne esa’û-s sû’a en kezzebû bî ayatîl-llahî we kanû bîha yeste­hzî’un”; [8] ev yêkê hêdî hêdî pêk tê. Îro nihêrîneke nedurust, sibê peyveke xeybetê û roja din bêhûrmetî kirina derheq Musilmanekî û … hêdî hêdî ev gunehên hanê li dilê mirov da kom dibin û dilê wî reş dikin û nahêlin ku mirov ber bi rêka rastî û heqîqetê gavan bavêje, heta kar digêje wê derê ku êdî her tişt înkar dike û hemû rastîyan jî derew dihesibîne.

Li gor hinek ayetan û li gor şiroveya hinek riwayetan e’malên mirov radestî Resûlê Xwedê (silava Xwedê li ser wî û malbata wî be) dibin [9] û ji ber çavên wan ra derbas dibe. Çaxê ku hezret berê xwe bide kar û kiryarên we û bibîne ku barê we ji guneh û şaşîyan tejî ye, wê çiqasî xemgîn û dilgîr bibe? Karekî nekin ku Resûlê Xwedê nerehet û xemgîn bibe; tu çaxê razî nebin ku dilê wî yê mubarek û ‘ezîz bişkê û xem­gîn bibe.

Çaxê ku hezret bibîne rûpela e’malên we ji kar û kiryarên wekî xeybet û boxtan girêdan û gotinên pîs derheq Musil­manan tejî ye û we tenê bala xwe daye ser dinya û malminalê, û çaxê ku dibîne dilê we ji rik û hesed û kîn û dijminî û çav­nebarîyê lêmişt e, mumkin e li huzûra Xwedê Te’ala û me­laîketan da şerm bike ku peyrewên wî sipasîya ni’metên Xwedê nakin û wisa bêtirs û bêhed xîyanetê li emanetên Xwedê kirine.

Kesê ku bi awayekî girêdayîyê mirov e, eger koleyê mirov jî be, eger ku şaşîtîyekê bike dibe sebeb ku mirov şerm bike.

Hûn jî girêdayîyê Resûlê Xwedê ne. We berê xwe daye navendên dersên dînî û xwe bi fiqha Îslamê, bi Resûlê Xwedê û bi Qur’ana Pîroz ve girê daye û we navbeyna xwe û wan da peywendek pêk anîye; eger ku hûn kiryarekî xirab cî bînin, Resûlê Xweda ‘aciz dibe, ji wî hezretî re ew karê we giran tê; mumkin e ku hezret nifira we bike. Tu çaxê razî nebin ku Resûlê Xwedê û Îmamên me’sûm nerehet û xemgîn bibin.

Dilê mirov mîna awêne/neynîkê zelal û saf e, lê ji ber xwe girêdana bi dinya û ji ber zehfîya gunehan, dilê mirov reş û şêlî dibe; lê qe nebe bila mirov rojîya xwe bi awayekî xalis û nêtpak ji bo Xwedê Te’ala bigire (ez nabêjim ku îbadetên din xalis nebin, belkî lazim e ku hemû îbadet xalis bin) û bila vê îbadetê ku xwe dûrgirtina ji bah û şehweta ye, dûrketina ji çêj û lezzetan û birrîn û cida bûna ji xeyrî Xwedê ye, li vê mehê da bi awayekî baş û binecî pêk bîne; da belkî kerem û bexşîna Xwedê wî bigire ber xwe û zengar û qirêjîya neynika dilê wî jê bibe; hêvî ev e ku vê yêkê bibe sebeba dûr bûna ji dinya û dûr ketina ji çêj û lezzetên dinyayî, û çaxê ku mirov têdikeve nav “şeva qedr”ê bikaribe ew ronahîyên ku ji ewlîya û mu’minîn re destve tê, dest xwe ve bîne.

Vêca xelata rojîyekî wiha, Xwedê ye. Çawa ku wiha kerem dike: “Es- sowm-u lî we ene ucza bîhî”, [10] ji bilî Xwedê, tiştekî din nikare xelat û mukafata rojîyekî wisa be. Biheşt û firdewsan li ber rojîya wî bêqîmet in û nikarin jê re xelat û mukafat bin. Lê eger ku mirov tenê ser navê rojîyê devê xwe li ser xwarinê bigire û tiştekî nexwe û ji alîykî devê xwe li ser xeybetê veke û xeybeta xelkê bike û li şevên pîroza meha Remezanê (ku civînên şevane geş û germ dibe û derfet û mecal zehftir dibe) destpê xeybeta xelkê bike û heta sipêde boxtanan li wan girêbide û bêhurmetîya Musilmanan bike, tiştek nabe para wî û rojîya wî qet te’sîrê lê nake. Her wisa rojîdarekî wiha, qayide û qirarên mêvanîya Xwedê Te’ala berçav negirtîye û heqê mêvandarê xwe ku xaliqê wî ye cî neanîye û heq xwedanê xwe zayi’ kirîye û jinav birîye. Xaliqê ku berî afirandina însan hemû pêdivêyên jiyan û re­hetîya wî amade kirin, navgîn û wesîle ji bona tekamul û pêş­veçûna wî dahênan, ji bo rênimûnîya bendeyên xwe pêxem­ber şandin; kitêbên esmanî hinartin, û xaliqê ku qudret û hêz daye însan, da însan xwe pê bigehîne serkanîya mezinatî û ronahîtirîn nûr, ‘aqil û fêhm keramet kirîye, gelek ni’met û kerametên dî daye mirov, û niha ji bendeyên xwe xwestîye ku têkevine nav mêvanxana Wî da û li ber sifreka ni’metên wî da rûnin û qasê ku ji dest û zimanê wa tê, şukr û sipasa Wî bikin.

Gelo eve karekî durust e ku bende û ‘evdan ji sifreka ni’metên Wî behremend bibin, ji wesîle û navgînên ku ji ber rihetîya wan radestê wan kirîye istifade bikin û paşe dijatî û neyarîya xwedan û mêvandarê xwe bikin û li hemberê Wî da serî hildin? Gelo durust e ku ewan navgîn û wesîleyan ku radestê wan kirîye, li dij Wî û li dij xwesta Wî da bikar bînin? Gelo eve nankorî û nasipasî nîne ku mirov li ber siferka mewla û xwedanê xwe da rûne û pê kiryarê xwe yên kirêt û pîs, bê hurmatîya mêvandarê xwe ku xwedanê ni’metên wî ye bike û kiryarên ku li cem Wî da nebaş û kirêt in cî bîne?

Mêvan qe nebe gerek mêvandarê xwe nas bike û ji meqam û dereca wî agah be û qayide û qirarên mêvanîyê zanibe û bixebite ku berevajîyê exlaq û edebê kiryarekê cî neyîne.

Mêvanê Xwedê Te’ala lazim e bi derece û meqama xwedêtî û îlahîyeta Rebbê Zulcelal zanibe; ew derec û meqama ku pêxemberên mezin û Îmamên me’sûm (silava Xwedê li ser wan hemîya be) hertim li pey vê bûn ku pitir û bêhtir meqama Xwedê bizanin û bi awayek tam û tekûz digel nasyar bibin û hêvîya wan ev bû ku bigehin vê çavkanîya ronahî û mezinatîyê. “We enir ebsare qulûbena bi zîya’î nezerîha îleyke, hetta texrîqe ebsar-ul qulûbî hucub-en nûrî, fetesîle îla me’den-îl ‘ezemet-i”. Mêvanîya Xwedê heman “çavkanîya mezinatîyê” ye. Xwedê Te’ala ji bo ketina nav vê çavkanîya ronahî û mezinatîyê ji bendeyên xwe de’wet kirîye û gazî wan kirîye, lê eger ku bende layiqê vê yêkê nebe, ni­kare wê meqama bala û bilind destve bîne û bigehête. Xwedê Te’ala, bende gazî kirine bal hemî xêr û qencîyan û bal lezzet û çêjên me’newî û rûhanî ve, lê eger bende bona destve anîna meqamên wisa bilind û bala amade nebe, nikare têkeve nav wan meqam û derecan ra.

Mirov digel gemarî û alûdînîya ruhî, kirêtîya exlaq û digel gunehên rûhî û bedenî çawa dikare li haf û mehzera Xwedê Te’ala da hazir bibe û têkeve nav mêvanxana Xwedê ku çavkanîya rastîna mezinatîyê ye? Gerek mirov layiqê vê yêkê be û xwe jê ra amade bike.

Mirov tu çaxê pê rûreşî û pê dilên qirêj û alûde ku perdeyên reşatî dora wan girtine, nikare van wateyan û van rastîyên rûhanî fêm bike û têbigehe. Gerek evan perde û hîcaban werin çirandin, evan perdeyên reşatî û ronahî ku di­lan pêçane û pêşî li gihana bi Xwedê girtine, werin dirandin; ta ku mirov karibe têkeve nav civata geş û gewr û ronakê Xwedê Te’ala.

[1] - Iqbal-ul E’mal, ‘emelên meha Şe’banê, r. 685; Misbah-ul Mutiheccd we Sîlah-ul Muti’ebbid, r. 374; Bihar-ul Enwar, c. 91, r. 97-99, v. “Kitab-uz Zikrê we-d Du’a”, p. 32, h. 12.

[2] - Iqbal-ul E’mal, ‘emelên meha Şe’banê, r. 685; Misbah-ul Mutiheccd we Sîlah-ul Muti’ebbid, r. 374; Bihar-ul Enwar, c. 91, r. 97-99, v. “Kitab-uz Zikrê we-d Du’a”, p. 32, h. 12.

[3] - “Ey Xweda yê Mezin û Dilovan, alîkarîya min bike da ku ez ji vê cihanê veqetim û tam û tekûz bala xwe bideme ser te, û çavê dilên me pê şewq û pertava dîtina Te ronak bike da ku çavê dilên me perdeyên nûrê bidirin û bigehin çavkanîya bilindî û mezinatîyê û can û rihên me bibin yê dergeha mezinatîya Te ya pak û paqij”.

[4] - Ey cima’et! Meha Xwedê berê xwe daye we … hûn li vê mehê da ji bo mêvanîya Xwedê Te’ala hatine vexwendin û gazî kirin. (Wesa’il-uş Şî’e, c. 7, r. 227, v. “Kîtab-us Sewm”, p. “Ebwab-u Ehkamê Şehr-u Remezan”, p. 18, h. 20.

[5] - Riwayet ev e:

عن جابر، عن ابي جعفر عليه السلام ، قال كان رسول الله صلي الله عليه و آله  يُقبِل بوجهه الي الناس فيقول: معاشِرَ الناس اذا طلع هلال شهر رمضان غُلَّت مَرَدةُ الشياطين و فُتِحَت ابواب السماء و ابواب الجنان و ابواب الرحمة و غُلِقَت ابواب النار و استُجيبَ الدعا.

Cabir, ji devê Îmam Baqir (selama Xwedê lê be) neql dike ku: “Pêxemberê Xwedê (silava Xwedê li ser wî û malbata wî be) berê xwe da xelkê û ji wan ra kerem kir: “Ey cima’et çaxê ku kevana heyva Remezanê der dikeve dest û pîyê şeytanan girê didin û derîyên esman û biheşt û rehmetê li ser xelkê da vedibin û derîyên agir têne girtin û du’a û dîlekên we têne qebûl kirin”. (Wesa’il-uş Şî’e, c. 7, r. 224, v. “Kîtab-us Sewm”, p. “Ebwab-u Ehkamê Şehr-u Remezan”, p. 18, h. 14.

[6] - “Rengê Xwedayî (îlahî). Ji ayeta 138 ya sûretê ‘Beqere’ hatîye girtin:

صبغة الله و من احسن من الله صبغة و نحن له عابدون.

[7] - Riwayet wiha ye:

عن ابي جعفر (عليه السلام) قال، قال رسول الله (صلي الله عليه و آله) : ألا أُنَبّئكم بالمؤمن؟ من ائتمنه المومنون علي انفسهم و اموالهم؛ أَلا أُنبئكم بالمسلم؟ من سلم المسلون من لسانه و يده.

Îmam Baqir (silava Xwedê li ser wî be) ji devê Pêxemberê Xwedê (silava Xwedê li ser wî û malbata wî be) dibêje ku hezret kerem kir: “Gelo ez we derheq mirovê mu’min da agahdar nekim? Mu’min keseke ku mu’minên din wî emînê can û malê xwe dizanin. Gelo we li bara mirovê musilman da agahdar nekim? Musilman keseke ku musilmanên din ji ber ziman û destê wî li tenahî û emanê da bin. (Usûlê Kafî, c. 3, r. 331, v. “Kîtab-ul Îman we-l Kufr”, p. “Bab-ul Mu’min we ‘Elamatihî we Sifatihî”, h. 19.

[8] - “Vêca encama wan kesên ku kiryarên kirêt u nebaş pêk anîn, ev bû ku ayetên Xwedê derew zanîn û tewz û tinaza xwe lê kirin” (Rûm / 10).

[9] - Wek çewa ayeta 105 ya sûretê ‘Tobe’ işare dike bal vê meselê ve; dibêje:

و قُلِ اعمَلوا فَسَيری الله عملَكم و رسولُه و المؤمنون و ستردون الي عالم الغيب و الشهادة و فيُنَبِئُكم بما كنتم تَعمَلون.

“Ey Pêxember ji wan ra bêje: Bikin (û pêk bînin heçîya dilê we dixwaze); Xwedê û Resûlê Xwedê û mu’minûn karê ku hûn dikin dibînin (û pê agah in), hûn li demekî nêz da wê bi alîyê Xwedayê zana bi xef û eşkere ve bên zivirandin, vêca hingê wê (Xweda) we agahdar bike ji wê (kar û kiryar) ya we dikira”. Di riwayetekî da jî wiha hatîye:

قال الصادق (علیه السلام): تُعرَض الأعمال علی رسول الله، صلی الله علیه و آله، أعمال العباد، کل صباح أبرارها و فُجّارها فاحذَروها. و هو قول الله تعالی: «إعمَلوا فَسَیری الله عملکم و رسوله».

‘Ebû Besîr’ ji Îmam Sadiq (silava Xwedê lê be) neql dike ku kerem kir: Kiryarên bendeyên rastkiryar û her wisa kiryarên mirovên nebaş berbanga her rojê pêşkêşê Resûlê Xwedê (silava Xwedê li ser wî û malbata wî be) dibin. Bes xwe ji kar û kiryarên xirab dûr bigirin, ev e wateya peyva Xwedê Te’ala: «إعمَلوا فَسَیری الله عملکم و رسوله»; “Usûlê Kafî”, c. 1, r. 318, v. ‘Kîtab-ul Hucce’, p. ‘Bab-u ‘Erez-îl e’mal ‘ele-n Nebî (s) we-l E’imme (s)’, h. 1 û 2-6; Tefsîra ‘Burhan’, c. 2, r. 157.

[10] - “Firû’ê Kafî”, c. 4, r. 63, v. “Kîtab-us Sîyam”, “Bab-u ma ca’e fî Fezl-îs Sewmê we-s Sa’im”, h. 6.