Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Qur'an a Pîroz

ŞÎRET JI NAVENDÊN ‘ILMÎ RE

2016/07/02

ŞÎRET JI NAVENDÊN ‘ILMÎ RE

Navendên ‘ilmî hevrê digel hîn bûna meselên ‘ilmî, gerek meselên exlaqî û ‘ilm û zanînên me’newî jî fêr bibin û fêr bi­kin. Ji wa ra rênimûnên exlaq û fêrmendên hêzên rûhanî û her wiha civatên şîret û nesîhet nîyaz û pêdivê ne.

Li navendên ‘ilmî da gerek bernamên exlaqî û islehker, fêrgeh û sinifên terbîyet û paqijkirinê, ‘elimandina zanîn û me’arifên îlahî ku merem û mexseda serekî ya pêxem­berên Xwedê ye, her hebin û bidomênin. Lê mixabin li navendên ‘ilmî da kêmtir hay ji va mijarên pêdivê û zerûrî hene û kêm­tir berçav digirin. ‘Ilmên me’newî û rûhanî roj bi roj berew kêmbûnê ve diçin, û tirs ev e ku navendên ‘ilmî li pêşerojê da nekaribin ‘alimên exlaq û fêrmendên terbîyet û başîyê û mêrên îlahî perwerde bikin; tirs ev e ku li navendên ‘ilmî da hemî fikira xwe bidin ser tiştên dest­pêkî û biçûk, lewma wê çaxê mijar û meselên bingehîn û serekî ku Qur’ana Pîroz û Pêxemberê Xweda (s.e.a) û pêxemberên dî û ewlîya (selama Xwedê li ser wa hemîya be) ser xeber dane, jinav biçe. Ya baş ev e ku ‘alimên rêz­dar û dersdarên hêja û bihagiran ku çavê cima’eta ‘ilmî li wa ye, li navbera ders­dayîn û behsên ‘ilmî ra hewil bidin ji terbîyeta rûhî û paqij kirin û tehzîbê re û pitir hay ji mi­jarên me’newî û exlaqî bimînin. Suxte û feqîyan jî lazim e ku bona terbîyet û paqijkirina nefs û destve anîna exlaqên qenc bixebitin û hay ji erka xwe ya girîng û berpirsîyarîya xwe ya dijwar bimînin û girîng bigirin.