GIRÎNGÎ YA TERBIYE Û PAQIJKIRINA NEFSÊ
Ewên ku ji kîsa xwe dînekî derixistine û gelekî ji mirovan rêşaş kirine û xalifandine, piranî û zehfîya wan ehlê ‘ilm û zanîn bûne, ku hinek ji wan li navendên ‘ilmî da ders xwendine û gelek dijwarîyan dîtine. [1] Pêşkar û serokê yêk ji van firqên batil hema li nav van navendên me yên ‘ilmî da ders xwendîye, lê ji ber ku ders xwendina wî hevrê nebûye digel terbîye û paqij kirina nefsê, di rêka Xwedê da gav neavêt û şeytan û qirêjîyê ji xwe dûr nekiribû, riswayîyek wisa derixist holê. Însan eger xirabîyan ji xwe dûr neke her çiqasî jî dersê bixwîne, ne tinê faydekî tune belkî gelek zirar û zîyan jî heye. ‘Ilm, çaxê derbasî nav xirabîyan bû şax û çiq û bergên xirabîyê jê per vedide û dara xirabî û pîsîyê heşîn dibe.
Herçiqas zanîn û ‘ilm di dilê reş û nepaqij da kom bibe û berhevê ser hev bibe, ewqas hîcab û perde (di navbeyna însan û Xwedê da) zêde û qalind dibe. ‘Ilm û zanîn di dilê ku paqij nebe, perdeya reşatî û zulmetê ye. ‘El-îlmu huw-el hîcab-ul ekber’.
Lewra şerr û zirara ‘alimê fasid ji Îslamê ra ji her şerrî xirabtir û zêdetir û tehlûketir e. ‘Ilm nûr e, lê belê li dilê reş û fasid da dawa reşatî û zulmetê berfirehtir û geş dike. Ew ‘ilm û zanîna ku mitov pitir nêzîkê Xweda dike, eger bal yê dinyahez da be, ewî pitir ji Xwedê Te’ala dûr dike. Zanîn û ‘ilma tewhîdê jî eger ne ji bo Xwedê be, yêk ji perdeyên reşatî û zulmetê ye; çimkî ev mijûl bûna bi xêncî Xwedê ye. Kesek eger Qur’anê digel çardeh qira’etên wê ji xêncî Xwedê re jiber bike û bixwîne jî, xêncî hîcab û perde û dûrîya ji Xwedê tu tişt nabe nesîbê wî. Eger hûn dersê bixwînin û zehmet bikêşin, dibe ku hûn bibin zanyar, lê belê lazim e hûn bizanin ku di navbeyna “zanyar” û “dilpak” da gelek ferq û gelek navber û dûrahî heye.
Rehmetîyê “Şêx”, mamostayê me [2] (Xwedê jê razî be) digota: “Evê ku dibêjin: ‘melle bûn çi hêsan û mirov bûn çi dijwar e’ nerast e, ya rast ev e ku bêjî; ‘melle bûn çi dijwar û mirov bûn nemumkin e!’.”
Qazanc kiriana başîyan û qayide û qirarên însanî, erkek mezin e li ser milê we hemîya da. Hûn ku niha mijûlê wergirtina zanînên şer’î ne û hûn xwe fêrê fiqhê ku baştirînê zanîna ye dikin, guman nekin ku êdî hûn rehet bûne û we wezîfe û erka xwe cî anîye. Eger îxlas û nîyet (a ji bo Xwedê) tunebe, ew zanîn tu feyda wê namîne.
Eger xwendina we – penah dibim bal Xwedê – ji bo xwatirê Xwedê nibe û ji bo hewa û hewesê û qazanc kirina miqam û derecê be an jî ji bo destxistina şexsiyet û miqam be, ew ‘ilm nîne, bargiranî û zewal e.
‘Ilm û zanîn her çiqasî ku zêde be eger nêta baş û sixitê sax têda tunebe axirser dibe ser zirara dinya û axiretê ya gelên Musilman. Tinê zanîna van ders û zanistan bes nake, ‘ilma tewhîd û xwedênasî jî eger têda sixitê sax û saf tunebe bargiranî û zewal tê hesabê. Gelek kesên ‘alim hebûne ku zanîna wan ser ‘ilmê tewhîd da zêde bû, lê belê êl û tayifeyek ji rê derixistine; û gelek kes hebûne ku zanîna wan ji ya we zehftir bû, lê ji ber ku rêşaş bûn û dirust nebûn, dema ketin nav civakê gelek kes ji rê derixistin û rêşaş kirin. Hemîyê va zanistên ziwa eger digel teqwa û xwedêhezî û xwe parêziyê nebe, herçiqas li mejîyê da komî ser hev bibin, ewqas qurretî û rezalet li nefsa mirov da kom dibe û ‘alimê rojreş ku rezalet û qurrebûnê ew girtibe, êdî nikare xwe û civaka xwe da rêforma çê bike û xêncî zirar û zîyanê tu qazancekî nagihîne Îslam û Musilmanan û piştî çendîn û çend salan xwendin û xerc kirin û îstifada ji mafê Îslamî, dibe berbendê pêşketina Îslam û Musilmanan, her wiha milet û netewan ji rê derdixîne û netîca van hemî ders û behsan û têkilîya li navenda ‘ilmî, dibe ev ku nahêle Îslam baş were nasandin û rastîya Qur’anê bigehêje destê hemîyan, û hebûna ‘alîmekî wiha dibe sebeb ku civak û cima’et nekaribin Îslam û rûhanîyetê nas bikin.
Ez nabêjim ku dersê nexwînin û hîn nebin, lazim e hûn vîya bizanibin ku eger hûn bixwazin bibin endamekî bifeyde û kêrhatî ji Îslam û Musilmanan re, û rêberîya miletekî bigirin destê xwe û bala mirovan bikêşin bal dînê Îslamê ve û ji esasa dînê Îslamê berevanî bikin, lazim e ku hûn fiqhê baş bi’elimin û xweş hilgirin û bibin bispor; eger -Xwedê nekirî- hûn dersê nexwînin heram e ku hûn li medresê da bimînin û hûn nikarin ji mafê şer’î ya telebên ‘ilmên Îslamî îstifade bikin; elbet ders xwendin lazim e, lê belê hûn çawa ku li meselên fiqhî û usûlî da zehmet dikişînin, di rêka paqij kirina nefsa xwe jî bixebitin. Her gavekî ku hûn bona hîn bûnê diavêjin, bona perçiqandina nefsa xwe û xurt kirina hêza rûhî û qazanc kirina exlaqê baş û bidest xistina xêr û başîyan û xweparêzîyê jî gavek bavêjin.
Fêr bûn û ‘elimîna va zanistan di heqîqet da destpêka paqij kirina nefs û bidest xistina başî û qayide û qirarên exlaqî ye, hûn jî heta axirîya emrê xwe li destpêkê da nemînin ku netîce ji dest we here. Hûn bona armancek mezin û pîroz yanê Xwedê nasî û xwe parêzîyê dersê dixwînin, loma hûn gerek li dû hasil û netîca kar bin û bona bidest anîna merem û mexseda xwe pir bixebitin.
Hûn çaxê tên navenda ‘ilmî, berî her karekî divê li pey isleh kirina xwe bin û heta çaxê ku hûn li wê derê dimînin miqatîya nefsa xwe bikin, heta çaxê ku êdî dersa we xilas bû û hûn ji navendê çûn û li gund yan bajarekî da hûn bûn rêber, da ku cima’et ji exlaq û xûyên we û ji kar û kiriyarên we îstifade bikin û hîn bin û şîret bigirin û biguherin û isleh bibin. Bixebitin berî ku hûn tevlî cima’etê bin xwe çêtir û paqij bikin, çimkî niha ku mecala we heye hûn eger xwe çêtir û isleh nekin û nefsa xwe paqij nekin roja ku cima’et berê xwe bide we êdî mecalê namîne ku hûn xwe biguherînin û çêtir bikin.
Gelek tişt hene ku însan bêçare kirine û pêşî li paqij bûna nefsa însanê girtine û nahêlin însan bigihêje zanîn û xwendinê; ji hineka re hema ev şaşik û ridîn û seqel pêşîbirr û berbend e! Çaxê hinek telebe şaşika serê wan hinekî mezin dibe û pirça rûyê wan kêmekî dirêj dibe, eger xweparêz nebin êdî ji ders xwendinê dimînin; zehf dijwar e ku ew bikarin nefsa xwe ya “emmare” bin pê bikin û dersa xwe bidomînin.
Şêxê Tûsî [3] rehma Xwedê lê be, li temenê xwe yê 52 salî da diçû dersê lê ewî li temenê 20 – 30 yê da piranîya kitabên xwe nivîsîne û kitêba “Tehzîb”ê hema li wî temenî da nivîsiye, [4] û li 52 salîya xwe li kilasa dersa rehmetîyê Seyyid Murteza [5] da hazir dibû ku gehiştîye vî meqamî.
Xwedê neke pêşîya destve anîna qencîyên exlaqî û bihêz kirina quwetên rûhanî, rih û ridînê mirov piçek sipî bibe û şaşik mezintir bibe; ku hingê mirov ji ni’meta zanist û me’newîyet û ji hemî bereketan bê nesîb û bê par dimîne. Heta rih û ridîn sipî nebûye, karekî bikin; heta hûn neketine berçavê xelkê fikrekî ji halê xwe re bikin. Xwedê nekê însan pêşîya ku xwe isleh bike, bikeve nav civakê re û cima’et berê xwe bidinê û ew li nav cima’etê da bibe xwedan kesayetî, hingê wê serxwe biçe, wê xwe bifroşe û xwe winda bike. Berî ku hefsarê îxtîyarê ji dest we derkeve hûn xwe çê bikin û xwe biguherînin, û exlaqê xwe qenc bikin û nebaşîyên exlaqî ji xwe dûr bikin û li ders û behsê da bi exlaq bin da ku hûn nêzîkî Xwedê bibin. Li her karekî da eger nêt pak nebe însan ji dergeha Xwedê dûr dikeve.
Wisa nekin ku Xwedê nekirî piştî 70 salan -penah dibim bal Xwedê- çaxê nameya kiryara (karnama) we vedikin bibînin ku 70 salan hûn ji Xwedê dûr ketine. Gelo hûn hikayeta wê ‘kevirê’ dizanin ku berjêrê cehnemê hat avêtin? Piştî 70 salan dengê wê ji binê cehnemê hat. Anagora gêran û neqlekî Hz. Resûlê Xwedê (s.e.a) kerem kir: “Pîremêrekî 70 salî bû ku mir û li wan 70 salan da ber bi cehnemê diçû! [6]
Miqat bin, wisa nebe ku hûn li navendên ‘ilmî da 50 salan yan kêm û zêde zehmet bikişînin û xwêdan birijînin lê belê para we axirser bibe cehnem! Hûn gerek miqat bin û ji paqij kirin û pak kirina nefsa xwe ra bernaman deynin û ji xwe ra mamostayê exlaq peyda bikin û civata şîret û nesîhet, we’z û xutbe rêkûpêk bêxin, çimkî mirov xwe bi serê xwe nikare xwe paqij bike.
Eger navendên ‘ilmî ji perwerdekerê exlaqê hertim bêpar bimîne û civînên şîret û nesîhet kirinê tunebe, ew navend wê berew fenabûnê ve here. Çawa dibe ku ji ‘ilma fiqh û usûlê ra dersdar û mamoste lazim in û ders û behsên wê hene, her wiha ji her ‘ilm û sen’etekê ra li vê dinyayê da mamoste pêwîst in, û tu kes bi serê xwe nabe bispor û ‘alim û feqîh, lê çawa ji ‘ilmên exlaqî û me’enewî ra ku merem û mexseda pêxemberan bû lazimîya wê bi dersdar tuneye? Min bi caran bihîstîye ku Seyyid Celîlî [7] mamostayê exlaqê Şêxê Ensarî bû di wî halî da ku Şêxê Ensarî [8] bixwe fêrmendê fiqh û usûlê bû.
Pêxemberên Xwedê bona vê hatin ku mirovperwerîyê bikin û însan çê bikin û beşer ji şerr û xirabî û kirêtî û neqencîyê dûr bikin û wa biparêzin, û her wiha xweşî û qencî û başîyan nîşa wan bikin; “Bu’îst-u lî utemmîme mekraîm-el exlaq”. [9]
Ev zanista ku Xwedê Te’ala ewê girîng û muhim girtîye ku bona wê pêxemberên xwe şandine, niha li navendên me yên ‘ilmî da bêwar e û qet berçav nayê girtin û tu kes ewê bi wê awayê ku pêdivê ye girîng nagire; û ji ber kêmasîya zanistên me’newî û rûhanî, wisa li navendên ‘ilmî da hatîye ku êdî karûbarên dinyayî û maddî ketîye nav melan û gelek kesan ji me’newîyet û rûhanîyetê dûr kirîye ku ji xwe nizanin kanê rûhanîyet çî ye, nizanin kanê wezîfe û erka rûhanî û meleyek çî ye an bernama wî çi ye û gerek çi bike.
Hinek jî tinê pey vê ne ku çend kelîman hîn bibin û herin cî û warê xwe yan jî cîyekî din, da meqam yan derecekî bêxin destê xwe û serkutanîyê ser yên dinê bikin! Mîna yêkî ku digot: “Hûn bihêlin ez şerhê kitêba “Lom’e” bixwînim, ez dizanim çi li muxtarê gund bikim”.
Bila wisa nebe ku ji ewil ve armanc û mebesta we ji xwendinê ev be ku hûn bibin xweyê meqamekî an jî dereceyekî dest xwe ve bînin yan jî bixwazin bibin serok yan desthilatdarê filan gund û bajarê. Dibe ku hûn bikaribin bigehin wan xwestekê xwe yên nefsanî û wan arzûyên şeytanî, lê belê wê çaxê hûnê ji xwe û civaka Îslamî û cima’etê ra bibin sebebê zîyan û şerr, û xêncî rojreşîyê tu tiştek nabe nesîbê we. Mu’awîye jî bi salan serok bû; lê belê xênci nifir û le’enet û ‘ezaba axiretê tu netîce û behreyekî wernegirt.
Lazim e hûn xwe paqij bikin, da ku dema hûn bûn serokê êl yan eşîretekê, hûn bikaribin wan jî paqij bikin. Bona guherandin û çêkirina civakê gavan bavêjin û armanca we bila xizmet kirina ji bo Îslam û Musilmanan be. Hûn eger ji bo Xwedê gavan bavêjin Xwedê jî dilan diguhrîne û dilan ber bi we tîne. “Înne-l lezîne amenû we ‘emilu-s salîhat-î seyec’ele lehum-ur Rehman-u wudda”[10]
Hûn li rîya Xwedê da zehmetê bikişînin û fidakarîyê bikin, Xwedê jî we bêpar nahêle, eger li vê dinyayê nebû li dinya axiretê xêra we dide. Eger Xwedê xêr û xelata we li vê dinyayê neda tişt nake, ji xwe baştir e, çimkî ev dinya tiştek nîne û çend rojên din kuta dibe û mîna xewnekê li ber çavê mirov ra derbas dibe, lê xêra axiretê kuta nabe û her dimîne.
[1]- Yên mîna: Muhemmedê korê ‘Ebd-ul Wehhab (damizranêrê firqeya Wehhabîyye yê) û Şêx Ehmedê Ehsayî û Seyyid Kazimê Reştî (damizranêrên firqeya Şeyxîyye) û Ehmedê Kesrewî, û Xulamê Ehmed (damizranêrê Qadîyangîrî) û … .
[2] - Hezretê ayetullahê mezin, Hac Şêx ‘Ebdu-l Kerîmê Hayirî yê Yezdî (1276 - 1355 k.h.), ji feqîhên mezin û pêşkarê dînî yê Şî’e li sedsalîya çardehê hicrî. Ewî li bajarê ‘Necefê’ û ‘Samirra’yê da ji mamostayên wek: ‘Mîrzayê mezinê Şîrazî, Mîrza Muhemmed Teqîyê Şîrazî, Âxûndê Xurasanî, Seyyid Kazimê Yezdî, û Seyyid Muhemmedê Isfehanî yê Fişarekî’ ders wergirtîye. Li sala 1340 k.h. pê îsrar û hetera zanyarên Qomê û paş çend istixare kirin, çû bajarê Qomê û li wêderê rûnişt û her ma, heta navenda ‘ilmî (Hewzeya ‘ilmîyye) ya Qomê ava kir û damizirand. Ji berhemên wî ne: “Dûrer-ul Fewayid” dibara usûlê da; û dibara fiqhê da: “Es- selat, En- nikah, Er- riza’ û El- mewarîs”.
[3] - Ebû Ce’fer, Muhemmedê korê Hesenê Tûsî (385-460 k.h.) bi naznavê “Şêx-ul Tayîfe” yêk ji zanyarên bi nav û dengê Şî’e bû. Ewî pêşkarê feqîh û bawerzanên wî wextî bû û derheq zanînên ‘edeb û rical û tefsîr û hedîs’ da gelekî jêhatî bû. Mamostayên wî ‘Şêxê Mufîd’ û ‘Seyyidê Murteza’, ‘ibnê ğezayirî’ û ‘ibnê ‘Ebdûn’ bûn. Ewî du kitêbê binav û dengê hedîsî (yê Şî’e) hene: ‘Istibsar’ û ‘Tehzîb’, ku du kitêb ji kitêbên çarganeya Şî’e ne. Şêxê Tûsî bajarê ‘Necef’ kiribû navenda ‘ilmî ya Şî’e.
[4] - Şêxê Tûsî, li dewra saxîya mamostayê xwe (Şêxê Mufîd, wefatkirîyê sala 413 k.h.) destpê nivîsîna kitêba ‘Tehzîbê’ kir ku şîrove û şerha kitêba ‘Muqenni’e’ ya Şêxê Mufîd e; Şêxê Tûsî li wî wextî da 26 salî bû. (Pêşgotina ‘Ağa Bozorgê Tehranî’ di kitêba tefsîrî ya ‘Tibyan’ da).
[5] - Elî yê korê Huseynê korê Mûsa, nav û deng bi ‘Seyyidê Murteza’ û ‘‘Elemu-l Huda’ (355 – 436 k.h.) zanyarekî mezin yê cîhana Îslam û Şî’e. gelekî ji mezinên Şî’e, yên wek: ‘Şêxê Tûsî’ ji wî ders wergirtine û şagirdîya wî kirine. Çend berhemên wî: ‘Emalî’, ‘Ez- zerî’et-u îla usûl-iş Şerî’e’, ‘En- Nasirîyat’, ‘El- Intisar’ û ‘Eş- Şafî’.
[6] - Kitêba “Kelîmatê Meknûne”, yê ‘Fêyzê Kaşanî’, r. 123.
[7] - ‘Seyyid Elîyê’ korê ‘Seyyid Muhemmed’ (w. 1283 k.h.) yêk ji mezintirîn zahid û ‘arifên wextê xwe bû. Izna qazîtî kirinê ji ‘Şêxê Ensarî’ û ‘Seyyid Huseyn’ îmam xetîbê bajarê ‘Şûşter’ê wergirtibû. Seyyid Elî, bi salan li Şûşterê da qazîtî kir, lê paşê çû ‘Necefa eşref’ û li wêdere li ber destê ‘Şêxê Ensarî’ da dersa fiqhê xwend û Şêxê Ensarî jî li dersa wî ya exlaqê da hazir dibû. Ewî destyar û cîgirê Şêxê Ensarî bû û piştî wefata Şêxê Ensarî li dewsa wî rûnişt û destpê ders gotinê kir. Rehmetîyê Seyyid Elî mamosta yê Mela Huseynqulî yê Hemedanî bû, ku ew bixwe jî şagirdên wî hebûn yên mîna Mîrza Cevad Melikî yê Tebrîzî, Seyyid Ehmedê Kerbelayî, Şêx Muhemmedê Beharî, Seyyid Elî yê Qazî yê Tebrîzî û Ellame Tebatebayî; evan hemîya bal Huseynqulî yê Hemedanî şagirdî kirine û destperwerdeyê wî ne.
[8] - Şêx Murteza Ensarî (1214 – 1281 k.h.), bi naznavê “Xatem-ul fuqeha we-l muctehidîn”, nevîyê yêk ji sehabîyên Pêxember (s.e.a) yanê Cabir ibn ‘Ebdullahê Ensarî ye. Şêx Murteza di ‘ilmê usûlê da gelek jîr û şareza bû û te’sîra wî li ser vê ‘ilmê da heye. Mamostayên wî: Şêx Mûsa Kaşif-ul xita’, Mela Ehmedê Neraqî û Seyyid Muhemmedê Mucahid in. Şêxê Ensarî feqîh û muctehidên bilindmeqam perwerde kir, wek: Axûndê Xurasanî, Mîrzayê Şîrazî û Mîrza Muhemmed Hesenê Aştîyanî. Kitêba ‘Fera’id-ul Usûl’ (meşhûr bi Resa’il) û kitêba ‘Mekasib” du berhema wî yên binavûdeng in, ku her du jî li navendên ‘ilmî da tên xwendin.
[9] - Pêxember (s.e) kerem kir: “Ez ji alîyê Xwedê ve hatime da ku xûyên baş kamil bikim”. (Mecme’-ul Beyan, bin şîrove û tefsîra ayeta çarê ji sûretê ‘Qlem’ê.
[10] - “Birastî ewên îman anîn û karên qenc pêk anîn, wê Xwedayê Dilovan, rehmê li wan bike”. (Meryem / 96).