PEYVÊN BIJARTÎ
□ Hemî xislet û xûyê hêjayên mirov, di rêka birrîna ji hemî tiştan û çûna ber bi Xwedê da veşartî ne.
□ Dinya bi tewawî û hemî tiştê di wê da -digel hemî reng û bergê wê yên dexelîn- li ber ew meqama ku ji bende yên qencê Xwedê re (di axiretê da) heye, qas pirîskekî jî erziş û qîmetê wê tunîne.
□ Dinya digel hemî reng û bergê xwe ve ji vê çendê tewşotir e ku were hez kirin.
□ Ev jiyana bihurbara di zahir şîrîn, çi erzişek wê li himber ‘ezabê bêzewalê (Xwedê) heye.
□ Dil dana bi xêncî Xwedê, mirov dinav perdeyên zulmanî û tarî da dipêçê (dixe nav tarîtîyê).
□ Çi yêk ji kar û barên dinyayî, eger bibe sebeb ku mirov dilê xwe bide bal dinyayê û ji Xwedê xafil bimîne, wê însan bavêje nav tarîtîyê re.
□ Hûn hizbullah bin; xwe ji reng û bergên jîyan û xemla wê yên dexel biparêzin û dûr bikin.
□ Ew mela û rûhanîyê ku xwe peyrewê ‘Elî (selama Xwedê li ser be) dihesibêne, mumkin nîne ku dilê xwe bi dinyayê ve girê bide.
□ Kok û xîma hemî ixtilaf û nakokîyên ku bêy armancekî taybet û pîroz bin, dinyahezî û dinyaxwazî ye.
□ Pêxemberên Xwedê hatin da ku mirovperwerîyê bikin, însan çê bikin û beşer ji şerr û xirabî û kirêtî û neqencîyê dûr bikin û wa biparêzin, û her wiha xweşî û qencî û başîyan nîşa wan bikin
□ Hûn eger ji bo Xwedê gavan bavêjin, Xwedê jî dilan diguhrîne û berê dilan dizivirîne ber bi we.
□ Xêncî Xwedê berê xwe nedin tu kesî.
□ Dilê însan mîna awêne/neynîkê zelal û saf e, lê ji ber xwe girêdana bi dinya û ji ber zehfîya gunehan reş û şêlî dibe.
□ Digel rûhê lewitî, exlaqên kirêt û xirab, gunehên ji dil û bedenî, mirov çawa dikare here huzûra Xwedê û ber dergeha Wî ya pîroz û têkeve nav mêvangeha Xwedayê ku perwerdegarê hemîya û “serkanîya mezinatîyê” ye?.
□ Ji Xwedê bitirsin, xwe ji encama kiryarên xwe biparêzin û ji vê xewa xeflet û nezanîyê hişyar bin!
□ Dûrnêhêr bin û li dûhata karan binêhirin û pêşeroja xwe ya bihereşe bînin ber çavê xwe, ji çews û tengîya qebrê, alema berzex û hemî dijwarîyên ku pêve tên xeflet nekin û xafil nemînin.
□ Agirê cehnemê pê karê kirêt û kiryarên xirabê mirov vêdikeve.
□ Beşer eger pê karê xwe yên xirab agirê cehnemê vênexe, cehnem her temirî dimîne; batinê vê dinyayê hema cehnemê yê, dildana bi dinyayê hema dildana bi cehnemê ye.
□ Ew tişta ku li axiretê diqewume li dûnyayê da hazir dibe.
□ Berî ku mecal ji dest here çarekî bibînin.
□ Hûn xort ber bi kal bûnê û em kal jî ber bi mirinê dimeşin.
□ Her nefesa ku hûn dikişînin û her gava ku hûn davêjin û her dema ku ji temenê we dibihure êdî guherîn çetin û dijwar dibe û zulmet û tarîtî zêde dibe.
□ Hetanî ku we hêz û vîyana xortanîyê hebe, hûn dikarin hewa û hewesên nefsanî, lezzet û çêjên dinyayî û xwestekên heywanî ji xwe dûr bikin.
□ Dilê xort û ciwan pirûpak û paqij e û vîyana fesadîyê têda lawaz e; lê herçiqas li ser temen zêde dibe, koka gunehê jî di nav dil da zexmtir û qayîmtir dibe, heta ku hilkişandin û birrîna wê dijwar dibe.
□ Tobeya ser devkî û pê gotinê tinê, qebûl nabe; puşmanî û vîyana ser terk kirinê pêdivê ye.
□ Bi xelqên Xwedê ra xweş mi’emiletê bikin, ji wan re dilovan bin û digel wan bi qencî biborin.
□ Digel bendeyên baş û salihê Xwedê qencîyê bikin.
□ Kesê ku Musilmanên dî ji dest û ziman û çavê wî ne li eman û rihetîyê da bin, di rastîyê da ew ne Musilman e.
□ Bêhurmetîya li bendeyê Xweda, bêhurmetîya li Xweda ye.
□ Kesê ku li pey hewa û hewesa nefsê biçe û peyrewî ji şeytanê bike, hêdî hêdî rengê şeytan li xwe digire.
□ Ehlê axiretê dinav aştî û sefayê da bi hev ra ne û dilê wan ji muhebbeta Xwedê û bendeyên Xwedê tejî ye.
□ Hezkirina ji bendeyên Xweda, hema sîbera hezkirina ji Xweda ye.
□ Qur’ana Kerîm, emanetê Xweda yê Mezin e; yên ‘alim û rûhanî jî emanetdarên îlahî ne.
□ Berpirsiyarîya ‘aliman zaf giran e û ji ya mirovên din zehftir e.
□ Ev hedîs e ku çaxê rûh gehişt gerîyê, êdî ji ‘alim re tobe tunîne û jê nayê qebûl kirin.
□ ‘Alimek eger bixalife, dibe ku civatekî ji rê derbixîne û koka wa birizîne.
□ Eger ‘alimek dilpak be û anagora exlaq û edebên Îslamî ‘emelê bike hingê civakê ber bi rastî û durustîyê dibe.
□ ‘Ilm û zanîn, di dilê ku paqij nebe, perdeya reşatî û zulmetê ye.
□ ‘Ilm nûr e, lê belê li dilê reş û fasid da dawa reşatî û zulmetê berfirehtir û geş dike.
□ Ew ‘ilm û zanîna ku mitov pitir/bêhtir nêzîkê Xweda dike, eger bal yê dinyahez da be, ewî pitir ji Xwedê Te’ala dûr dike.
□ Zanîn û ‘ilma tewhîdê jî eger ne ji bo Xwedê be, yêk ji perdeyên reşatî û zulmetê ye.
□ Eger însan qirêjî û kirêtîyê ji dilê xwe dernexe, herçiqas dersê bixwîne jî ne tinê feyda wê tunîne, belkî zirar û zîyan jî pêve tên.
□ ‘Alimekî fasid dûnyayekê fasid dike.
□ (Ji sûxte û teleban re): Eger -Xwedê nekirî- hûn dersê nexwînin, heram e ku hûn li medresê da bimînin.
□ Her gavekî ku hûn bona hîn bûnê davêjin, bona perçiqandina nefsa xwe û xurt kirina hêza rûhî û qazanc kirina exlaqê baş û bidest xistina xêr û başîyan û xweparêzîyê jî gavek bavêjin.
□ Eger ixlas û nêta pak tunebe, ev ‘ilm û zanistan bêfeyde ne.
□ Pêşîya vê ku hûn bikevin nav civakê re bixebitin ku xwe isleh û paqij bikin.
□ Bendewarî û hêvî ji we tê kirin ku dema we dersa xwe xilas kir, hûn bixwe êdî terbîye bûbin da bikarin cima’etê rênimûn û isleh bikin.
□ Eger ji ber karê we yê xirab kesek tinê jî ji rê derkeve û berê xwe ji Îslamê bizivirîne wê çaxê hûn rastî mezintirînê gunehên mezin tên.
□ Xwedê nekê însan pêşîya ku xwe isleh bike, bikeve nav civakê re û cima’et berê xwe bidinê û ew li nav cima’etê da bibe xwedan kesayetî, çimkî hingê wê xwe winda bike.
□ Berî ku hefsarê îxtîyarê ji dest we derkeve hûn xwe çê bikin û xwe isleh bikin.
□ Xwe pê exlaqên qenc bixemilînin; exlaqên kirêt ji xwe dûr bikin; bi ixlas û ji dil ve dersê bixwînin, da ku we nêzîkê Xweda bike.
□ Eger li kiryaran da nêta xalis û pak tunebe, mirov ji dergeha îlahî dûr dixe.
□ Li navendê ‘ilmî da rêkûpêkîyê saz bikin.
□ Destên dagîrker dixwazin hemî rûmeta Îslamê jinav bibin û divê hûn li dij wan bisekinin.
□ Pê hejê kirina nefs û quretî û serxwe çûnê, berxwedan çênabe.
□ Zanyar û ‘alimê pîs, ‘alimê dildayî bi dinyayê, ew ‘alimê ku hertim hizra destve anîna meqam û serokatîyê dike, nikare li ber dijminên Îslamê bisekine.
□ Gavan (meremên xwe) îlahî bikin, hejê kirina dinyayê ji dilê xwe derixînin, hingê hûn dikarin têbikoşin û mucadele bikin.