Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Exlaq

Rehmeta Îlahî

2016/07/02

Rehmeta Îlahî

Xweda yê dilovan ji ber ku hej bendeyên xwe dike, ‘aqil daye wa, bona pêşketin û paqijkirina nefsê, hêz û quwet daye wa, û pêxember û îmam jê ra şandine ta ku rênimûn bibin û xwe isleh bikin û xwe ji xezeba Xwedê û ezaba dojehê xilas bikin; û eger evan pêşbirrî û pêşgîrîyan nebû sebeba hişyarbûn û paqijîya însanê, hingê Xwedê Te’ala bi awa û rêkên dinê bala însan dikeşîne û ewî hişyar dike: pê gîrûgiriftên cûrbicûr, feqîrî û nexweşî û jarî û musîbetan ewî hişyar dike. Mîna duxtorekî zana û hekîmekî şareza û dilovan, dixebite ku vî beşerê nexweş ji nexweşîyên rûhî xilas bike û ewî îlac û derman bike. Eger nezera Xwedê li ser bendekî be, evan musîbetan tên serê wî, ta ku fikr û bala wî here ser Xwedê û nefsa wî paqij bibe. Rêk her ev e û xêncî wê tu rêk tunîne; lê belê lazim e însan pê pîyên xwe û li ser hemda xwe vê rêkê bipîve û têda bimeşe, heta bigihîje miraz û encamê; û eger netîceyekî jî destve nehat û însanê xalifî rêrast û îlac nebû û nebû şayanê ni’metên îlahî, hingê Xwedê Te’ala li çaxê mirina wî da ezabê dide wî da belkî bizivire ser rastîyê û hişyar bibe; eger dîsa jî nezivirî û hişyar nebû, li gorê û li berzexê da û li cihên bihereşe û xeternakên dî da, ezab û derd ser wî da têne, ta ku pak bibe û neçe cehnemê û jê xilas bibe. Ev bitemamî rehmet in ji alîyê Xwedê Te’ala ve, ta ku pêşî li cehnemî bûna beşerê bigire.

Vêca eger mirov piştî van hemû dilovanî û rehmetên Xwedê Te’ala dîsa derman nebû çi? Wê çaxê êdî dor digehê îlaca herî dawîn yanê dax kirin, gelek caran mumkin e ku însan neyê paqij û isleh kirin û evan dermanan qet te’sîrê lê nekin, û jê ra pêwîst be ku Xwedayê Dilovan bendeyê Xwe pê agir biguherîne û isleh bike; mîna zêrê ku li agir da dihelînin û xalis dikin.

Derheq tefsîra vê ayeta pêroz da: “Labisîne fîha ehqaben” [1] li hedîsek da hatîye ku ev “huqb – dema dirêj” bona ehlê hidayet û rastîyê û ewên ku îman û bawerîya wan heye. Bona min û te ye, helbet eger em mu’min bin. Tenê Xwedê dizanê kanê her “huqb”ekî çend hezar sal e.

Nebe ku Xwedê nekirî kar bigîjê wê derê ku ev îlac êdî kêr neyên û bête’sîr bibin, vêca bona mirov bibe şayan û layiqê ni’metên biheştê, ji mirov ra dermana dawîn lazim bibe û Xwedê nekirî pêwîst bibe ku însan demekî li dojehê da bi­şewite ta ku ji exlaqên kirêt û rûhê alûde û sifetên pîsê şey­tanî were paqij kirin û bibe şayanê behermendîya ji “bi­heştên ku li bin wa ra çem û rûbaran diherikin”. [2]

Ji xwe ev yêkê dibe nesîbê wan bende yên Xwedê ku hêca gunehê wan negihîştîyê wê hedê ku êdî rehmeta Xwedê bite­mamî li ser wan da qut bûbe û hê layiq û şayanê vê bin ku herin cennetê. Xwedê neke însan ji ber zehfîya gunehan, ji dergahê Xwedê Te’ala ve were qewirandin û avêtin û ji reh­meta îlahî bêpar bimîne, çimkî êdî xêncî ketina di agirê dojeh û cehnemê çareyekî dî jê ra tunîne.

Bitirsin ji vê ku êdî ji rehmet û kerema îlahî bêpar bimînin û bikevin ber xezeb û xişm û ‘ezaba Xwedê Te’ala. Nebe ku kar û kiryar, peyv û gotarên we wisa bin ku hûn ji rehmeta Xwedê bêpar bimînin û xêncî mayîna li nav agirê dojehê tu rê li ber we nemîne. Hûn niha nikarin qas demekî kurt, kevirekî germ li destê xwe da hilgirin, vêca ji agirê cehnemê bitirsin û xwe jê biparêzin.

Van agiran ji hewze û navendên dînî û ji nav cima’eta rûhanî û mela bavêjin. Evan nakokî û duberekîyê ji nav dilê xwe derixînin. Ji xelqê Xwedê ra baş bin û bi dilovanî digel wa biborînin û ji wan ra mihrîvan bin û digel wan xweş mi’amele bikin; lê ji yên gunehkar ra ji ber serxweçûn û pîsatîya wan, baş nebin û xirabî û karê wa yên kirêt bînin ber çavê wan û ewa jê nehy bikin; lê xwe ji gengeşe û şer û hayûhûyê biparêzin. Qencî û başîyê li bende yên qenc û salihê Xwedê bikin û ji wan ra dilovan bin, ji ‘aliman ra bona ‘ilm û zanîna wan û ji yên rêrast ra bona başî û karê wa yê qenc û ji yên nezan û cahil ra bon ku ew bende yên Xwedê ne baş bin û hurmeta wan bikin û qencîyê digel wan bikin û ji wan ra dilovan bin û digel biratî û rastîyê digel wa biborînin.

Hûn nefsa xwe paqij bikin û bibin dilpak! Hûn dixwazin civatekê rêrast û rênimûn bikin, kesê ku nekaribe xwe isleh û rêrast bike û xwe rêve bibe, çawa dikare û dixwaze ku yên dî rênimûn bike û wan bi rêve bibe? Çend roj zêdetir nemane ku meha Şe’banê kuta û xilas bibe. Li van çend rojan da bixe­bitin ku tobe bikin û nefsa xwe isleh bikin û bi selametîya nefsa xwe têkevine nav meha pîroza Remezanê.

[1] - “Wê li wêderê da gavekî dirêj bimînin” (Nebe’ / 23); ‘huqb’ an jî ‘huqub’ bi wateya ‘zemanek dirêj’ e.

و روي العياشي بإسناده عن حُمران، قال سَئلتُ ابا جعفر (ع) عن هذه الآية  "لابثين فيها أحقابا"  فقال هذه فی الذين یَخرُجُونَ مِن النار.

‘Eyyaşî pê senedê xwe ji devê ‘Humran’ riwayet dike û dibêje: “Min li bara vê ayetê (- têda gavek dirêj dimînin) da ji Îmam Baqir (s.e) pirs kir; kerem kir: “Ev, derheq wan kesa ye ku ji agir derdikevin” (Mecme’-ul Beyan, c. 10, r. 424; li bin ayeta 23 ji sûretê Nebe’ da).

[2] - Sûretê Mucadile / 22; «جناتٌ تَجری مِن تحتِها الأنهار»