Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
ÎMAN

GIRÊDANA DUBEREKIYA ÎMAN Û \'EMEL

2016/07/05

GIRÊDANA DUBEREKIYA ÎMAN Û \'EMEL

Heta niha me zanî ku ‘amil û wesîla eslî di bextewerî û bextreşî ya ebedî û her û her da îman û kufr e; û bexteweriya her û her bi îmana cîgirtî ve tê; herçend guneh kirin dibê sebebê \'ezabê mehdûd. Û ji alîyê dî ve vêca bextreşî ya her û her jî bi kufra cgirtî ve tê û digel hebûna kufrê qet çi karê qenc nabin sebebê bexteweriya axiretê. Her wiha me işare kir bal vê çendê ve ku îman û kufr qewî bûn û ze\'êfî jêre heye û çêdibê kirina gunehên zehfî yên mezin îmanê jinav bibê. Her wiha kirina karên qenc reh û rîşên kufrê ze\'êf dikê û çêdibê ku rêkê ji îmanê ra vekê.
Ji vê derê muhimmî ya pirsyara derheq peywenda îman û \'emel da ronahî dibê û di vê dersê da emê vê derheqê da baxivîn.
Peywend û girêdana îmanê digel \'emel û kiryarê
Ji gotina pêşda ronahî bû ku îman haletek rûhî ye ku maya wê ji zanîn û pey ketinê hatiye girtin û lazima wê ew e ku mirovê xwey îman biryarek giştî hebê ku bi wê ya lazimê îmana xwe \'emel bikê.
Vê gorekê eger kesek ji heqîqetekî xeberdar e, lêbelê biryar daye ku qet çi wextî bi çi yêk ji lewazim û pêve girêdayî yê wê \'emel nekê, ewî îman bi wê tiştê nîne. Heta eger di şikê da bê ku bi wan \'emel bikê an nekê dîsa ewî îman neaniye. Qur’an dibêjê: «(Komekî) ji çoliyan gotin: me îman aniye. (ey pêxember) Bêje: hewe îman nîne, lê bêjin me Islam aniye. Û hêca îman neketiye dilê hewe» (Hucurat / 14).
Lê îmana rastî jî mertebe û derecên wê hene. Û ne wereng e ku hemî mertebên wê bikê lazimê xwe ku bi hemî lewazimê wê \'emel bê kirin. Çêdibê halatên şehewanî û xezebî mirovê îman ze\'êf bi alîyê guneh û neguhdarîyê ve pal bidê, lê ne bi awayekî ku biryarê bidê daim gunehan û muxalefeta lewazimên îmana xwe bikê. Elbet çiqas îman qewîtir û kamiltir bê eserek pitir heye ji kirina karên rêk ketî û munasib digel îmanê.
Welhasil: îman di eslê xwe da li ber xwe girê vê çendê ye ku lazimîyên wê bi cî bên û qas û miqdarê evê tesîrê jî girêdayî ye bi zehfî û ze\'êfiya wê ve û paşî ra irade û biryara mirov e ku dibê sebebê kirin an nekirina karekî.
Peywenda \'emel digel îmanê
\'Emelê ixtiyarî, an baş û rêkketî ye digel îmanê, an jî nebaş û muxalifê berûkê îmanê ye. Şiklê ewil îmanê qewî û dil ronahî dikê û şiklê duwê dibê sebebê ze\'êfiya îman û tarî bûna dil. Vê gorekê karê qenc ku ji mirovê mu\'min çêdibin herçend ji îmanê serkanî girtine; lê dibin sebebê quwet û cîgiriya îmanê û rêkê ji kirina karên qencî yên dî re jî vedikin. Û mirov dikarê esera \'emelê qenc ser kamil kirina îmanê ji vê ayetê fêhm bikê (Fatir / 10): « إِلَيْهِ يَصْعَدُ الْكَلِمُ الطَّيِّبُ وَالْعَمَلُ الصَّالِحُ يَرْفَعُهُ - gotina (baweriya) baş bi alîyê Xudê ve bilind dibê û kar û \'emelê qenc ewê bilind dikê» (gorekî vê me\'nê: zemîra fa’ilî bo «el-emel es-salih» û ya mef\'ûlî bo «el-kelim et- teyyîb» dizivirê). Her wiha di gelek ayeta da behsa zêde bûna îmanê û ronahî ya hidayetê ji qenckara re hatiye kirin: (binêrin: Alê ‘Imran / 173, Enfal / 2, Tewbe / 124, Kehf / 13, Meryem / 76, Ehzab / 22, Muhemmed / 17, Muddessir / 31).
Ji alîyê dî ve vêca eger xwestên mirov bûn sebeb ku karên bervajîyê berûkê îmanê bên kirin, yanî karên nebaş ji mirov çêbin û îmana wî ne ewqas bihêz bê ku nehêlê ew kar bên kirin hingê kêm kêm îman ze\'êftir dibê û rêk ji kirina gunehên dî ra vebê û eger hema bi vî awayî dewam bikê wê rêk ji gunehên mezintir re vebê û tekrar û dubare bibê û paşî ra çêdibê el\'eyazu billah esl û esasê îmanê bavêjê ber zewal û jinavçûnê û ewê bi kufr û nifaq biguhêzê.
Qur’ana pîroz derheq wa yên dûmahîkê ra gehayîn nifaqê wiha kerem dikê: «Pey wê bê soziya wan digel Xudê û derewgotinên wa re nifaqek di dilê wa de cî kir, heta roja ku raberê Wî bibin» (Tewbe / 77).
Û kerem dikê: «Vêca dûmahîka karê wa yên pîstirîn guneh dikiran bû ev ku ayetên Xudê inkar dikiran û tevzê xwe pê dikiran» (Rûm / 10).
Her wiha di gelek ayeta de behsa zêde kirina kufr û tarîtî û dilreqiya gunehkaran kiriye. (binêrin: Beqere / 10, Alê ‘Imran / 90, Nisa / 137, Maide / 68, Tewbe / 37, Isra / 60, 82; Sef / 5, Nûh / 24).
Netîce û desthat
Pê berçav girtina girêdana duberekî ya îman û \'emelê baş û qenc û esera wan di bexteweriya mirov da, mirov dikarê jiyana bextewerane û bi se\'adet teşbîh bikê bi darekî (Ibrahîm / 24 - 27) ku îmana bi Xuda yê tek û tenê û îmana bi hinartî û peyamên Wî û îmana bi roja xêr û cezadanê, roja qiyametê; reh û rîşe yên wê darê ne, û qurmê wê hema biryara giştî ye bi \'emelê bi lewazimên wî û çiq û bergê wê, ew kar û \'emelê qenc in ku quweta xwe ji reh û rîşên darê digirin û fêkîyê wê jî bexteweriya her û her û daimî ye. Û eger reh û rîşe tunebê qurm û çiq û berg çênabin û fêkiyek jî pêve nayê.
Lê ne wereng e ku hebûna reh û rîşê, daim bikê lazimê xwe ku çiq û belgên munasib hebin û fêkiyek baş bidê. Belkî carna ji ber şert û mercên nebaş û peyda bûna afetan çiq û belgên lazim pêve neyin û ne hema fêkiyek baş nedê belkî carna dibê sebeb ku dar bi xwe jî hişk bibê. Her wiha çêdibê ji ber peywenda ku bi qurm an çiq û heta carna jî bi reh û rîşê darê ve datînin hinek tiştên dî jê çêbin û carna jî tebdîl bibê bi darek dî û evahe hema tebdîla îmanê bi kufrê (irtidad) ye.
Welhasil: baweriya bi tiştên hatî gotin sebebê eslî yê bexteweriya mirov e, lê esera kamila vî ‘amil û sebebî bi kêşana mewaddên lazim yên xezayî ve girêdayî ye ku ji rêka karên qenc ve çêdibê û jinav birina afeta jî bi rêka xwe vedana ji guneha ve ye.
Û terka waciba û kirina heraman reh û rîşa îmanê ze\'êf û lawaz dikê û carna jî dibê sebebê hişk bûna wê, çewa ku peywenda bawerîyên nedurust dibê sebebê guherîna mahiyeta wê .