Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
ÎMAN

SERATÎ YÊN BAWERDARAN

2016/07/05

SERATÎ YÊN BAWERDARAN

Me zanî ku irade ya ilahî di esil de bi xêrat û kemalata ve girhaye û şurûr û kêmasî bi-t tebe\' dikevin ber irade ya ilahî da. Irade ya ilahî ji vê çendê ne der e derheq mirov da ku irade ya eslî ya ilahî li ser tekamul û gehana mirov e bo bexteweriya ebedî û daimî, û ezab û bextreşî ya xirabkaran ji ber bijartina wan ya xirab e ku ewan bi xwe bi serê xwe da aniye û bit tebe bûye dagirê irade ya hekîmaneya Xudê Te'ala. Û eger 'ezab û bextreşî ya uxrewî ne pêvehata bijartina xirab ya mirov bi xwe bûya, rehmeta berfireha Xuda wereng bû ku qet çi kes giriftarê 'ezab nabûya.

Lê hema ew rehmeta berfireha Xuda ku bo sebebê xuliqandina mirovê xweyê taybetiya bijartin û ixtiyarê û lazime ya bijartina her yêk ji du rêkên îman û kufrê û gehana xilasekek qenc an xirab e; pê vê ferqê ku gehana dûmahîka baş mute\'elliqê irade ya tebe\'î ye. Û hema ev ferq dikê lazimê xwe hem di tekwînê û hem di teşrî\'ê da alîyê xêr û başîyê seratir bê. Yanî mirov bi awayê tekwînî wereng hatiye çêkirin ku karên baş eserên cîgirtîtir di tekwîna kesatî ya wî da deynin û di teşrî\'ê da jî teklîfek rihet û hêsan li ser bê deynan da ku ji pêveçûna rêka bextewerîyê û xilas bûna ji \'ezabê, ne muhtacê barê giran û teklîfên ji qama mirov der, bin[1] û di merteba xêr û cezayê da jî alîyê xêrê seratir bê girtin û rehmeta Xudê pêşîyê ji xezeba Wî bistênê (سَبَقَت رَحمَتُهُ غَضَبه) û ev pêşî sitandin û seratiriya rehmetê di hinek tişta de xwe nîşan didê ku emê işare bikîn bal çendeka ve:

Zêde bûna xêrê

Yêkemîn seratiya ku Xudê Te\'ala ji pêveçûyên rêka bextewerîyê ra di merteba xêrdanê da zanî, ev e ku hema tenê xêrê di beraberê kar û \'emel da nadê wan; belkî serve zêde dikê û didê. Ev mesele di ayetên Qur’anê da hatiye ronahî kirin:

«مَن جَاء بِالْحَسَنَةِ فَلَهُ خَيْرٌ مِّنْهَا وَهُم مِّن فَزَعٍ يَوْمَئِذٍ آمِنُونَ - kesê qenciyekî bikê baştirê ji wê jêra heye» (Neml / 89).

« و َمَن يَقْتَرِفْ حَسَنَةً نَّزِدْ لَهُ فِيهَا حُسْنًا- kesê karek qenc bikê emê ser başiya wî ve zêde bikîn» (Şûra / 23).

«ji wan kesa re ku qencîyê bikin ya baştir digel zêdahîyê ji wan ra heye»[2]  (Yûnus / 26).

«bêşik Xuda qas zerreyekî jî zulmê nakê, û eger karê qenc bê, ewê çend beraber dikê; û ji alîyê Xwe ve xêrek mezin didê»[3]  (Nisa / 40).

«kesê karek qenc bikê wê deh beraberê wê jêre hebê. Û kesê karek xirab bikê ji wek wê pêve nayê cezadan û zulm li wan nayê kirin»[4]  (En’am / 60).

Bexşîn û \'efû kirina gunehên biçok

Seratiyek dî ya bawerdaran ev e ku eger xwe ji gunehên mezin paşde bidê Xuda yê dilovan gunehên wî yên biçok û sexîre \'efû dikê û esera wan jinav dibê.

«Eger hûn ji gunehên mezin bên paşde dan emê pîsatîyên hewe jinav bibîn û emê hewe di cihek hêjayî da deynin»[5]  (Nisa / 31). Kifş e ku bexşîna gunehên biçok ji van kesan re bi tewbe kirinê ve, ne girêdayî ye; çimko tewbe hemî gunehan jinav dibê, ne gunehên biçok tenê.

Istifade kirina ji karê yên dî

Seratiyek dî ya bawerdaran ev e ku Xuda yê Te\'ala istixfara melaîketan û bende yên qenc derheq wan da qebûl dikê[6] û du\'a ya bawerdarên dî derheq wan da qebûl dikê û heta xêra karê qenc ku bawerdar ji wan re bikin hediye qebûl dikê û dighênê wan.

Ev mesele di gelek ayet û hedîsan da hatiye, lê çimko evê meselê girêdanek rasterast gel şefa’etê heye emê di dersa hêjbê da berfireh jê baxivîn û li vêderê pê vê işarê behs bikîn.

[1] - يُرِيدُ اللّهُ بِكُمُ الْيُسْرَ وَلاَ يُرِيدُ بِكُمُ الْعُسْرَ Beqere / 185 

وَمَا جَعَلَ عَلَيْكُمْ فِي الدِّينِ مِنْ حَرَجٍ Hec / 78.

[2] - - لِّلَّذِينَ أَحْسَنُوا الْحُسْنَى وَ زِيَادَةٌ وَلاَ يَرْهَقُ وُجُوهَهُمْ قَتَرٌ وَلاَ ذِلَّةٌ أُوْلَـئِكَ أَصْحَابُ الْجَنَّةِ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ

[3] - - إِنَّ اللّهَ لاَ يَظْلِمُ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ وَ إِن تَكُ حَسَنَةً يُضَاعِفْهَا وَ يُؤْتِ مِن لَّدُنْهُ أَجْرًا عَظِيمًا

[4] - - مَن جَاء بِالْحَسَنَةِ فَلَهُ عَشْرُ أَمْثَالِهَا وَمَن جَاء بِالسَّيِّئَةِ فَلاَ يُجْزَى إِلاَّ مِثْلَهَا وَ هُمْ لاَ يُظْلَمُونَ

[5] - - إِن تَجْتَنِبُوا كَبَآئِرَ مَا تُنْهَوْنَ عَنْهُ نُكَفِّرْ عَنكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَنُدْخِلْكُم مُّدْخَلاً كَرِيمًا

[6] - Binêrin: Xafir /7, Alê ‘Imran /159, Nisa /64, Mumtehine / 12, Ibrahîm / 41 ...