Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
ÎMAN

ÇEND NUKTÊN GIRÎNG Û MUHIM

2016/07/05

ÇEND NUKTÊN GIRÎNG Û MUHIM

Hinek ji wa yên digel ferhenga Islamî nas an nasîbûnek baş neyîn û pê pîvekên nedurust biha û qîmetê karê mirova dipîvin û niyet û hedefa karker jî muhim nizanin û wek dibêjin: «husna fa’ilî» (di beraberê husna fi’lî de) tunehin û an kêşeka bihayê kar û \'emelan tenê di esera rihetiya ji ya dinyayî da guman dikin, mirovên wiha di vejenîna gelek ji bawerî û zanînên Islamî da ji rê derdikevin û an fêhm û beyana wa da nekar dibin. Yêk ji wa tişta esera îmanê û girêdana wê bi \'emelê salih ve ye û her wiha di esera wîrankera kufr û şirkê da dikevin xeletê, mesela wiha fikr dikin ku kaşifên mezin ku wesîla rihetîyê ji xelkê ra anîne, an azadî xazên ku di rêka azadî ya milletê xwe da xebat û fidakarî kirine gereke meqam û merteba wan ya axiretî jî gelek bilind û xweş bê, herçend îman bi Xudê û roja qiyametê nebin...

Herçend nuqta ze\'êfî û xeletiya vê fikrê ji dersên borîyê kifş bûn, lê çimko ev fikrên he hinekî di vî zemanî da belav bûne û ji nesla hêjbê ra xeter têda heye gereke li vêderê em pitir li ser baxivîn û ronahî bikîn.

Kemala heqîqî ya mirov

Eger em darek ya sêvê gel darek bêber û bêfêkî qiyas bikîn emê dara sêvê ji ya bêber pitir qîmet bidinê. Û ev hukm dan ne tenê ji ber wê ye ku mirov ji dara xwey fêkî behrek pitir dibê, belkî dara xwey fêkî ji wî cihetî ve ku kamiltir û eserên pitir di wê da hene di zatê xwe da bi qîmettir e. Lê hema ev dara sêvê eger afet lê bikevê û ji rêka kemala xwe derkevê wê qîmet û bihayê xwe ji dest bidê û heta belkî bibê sebebê zerer gehandinê jî.

Mirov jî ku werê qiyas kirin gel candarên dî, ev hukm jêre heye, eger bigehê kemala layiqê xwe û eserên munasibê fitreta xwe jê bixweyhin wê ji yên dî bi qîmettir bê, lê eger xwehrî û afet serda bên, çêdibê ji heywanên dî hemiya jî bê qîmettir û bi zerertir bibê; çewa ku Qur’anê hinek mirov pîstir ji hemî civokan (Enfal / 22) û li rê wundatir ji dewaran (E’raf / 179) zaniye.

Ji alîyê dî ve vêca eger hinek dara sêvê tenê hingê dîtibin nikarin bi heqîqet û kemala wî ya paşîn bihesin û tenê ew kes dikarin kemala wî ya nihayî û paşîn pê bihesin û bizanin ku nas bin digel kemala wî ya nihayî.

Lê kemala heqîqî ya mirov ne ji pêka kemalatên maddî û tebî\'î ye. Çimko çewa pêşda jî me got insaniyeta insan bi rûhê melekûtî ve girêdayî ye û tekamula insan jî di heqîqet da hema kamil bûna rûh e ku pê xebatên xwe yên ixtiyarî tê dest, çi xebata navdeyî û dilî û çi jî xebata ji derveyî û pê navcîtiya endamên bedenê. Vêca kemala bi vî awayî mirov nikarê pê tecrube yên hissî û pê kêşek û pîvekên qas û miqdara nas bikê û miqdarê wê kifş bikê û her wiha rêka gehana wê jî mirov nikarê pê wesîle yên ceribandinê nas bikê. Nixwe ew kesê ku bi xwe negehayî vê kemalê û ew pê ‘ilmê huzûrî û şuhûda qelbî peyda nekiriye gereke ewê bi rêka delîla \'eqlî an bi rêka wehya ilahî û kitêbên \'esmanî ve nas bikê.

 Gorekî wehyê û beyanên Qur’an û gotinên Pêxember (s) û ehlê mala wî ya pak, bê şik kemala nihayî ya mirov mertebeyeke ji wucûda Wî ku pê gotina «qurba ilahî» jê tê xeberdan û eserên wê jî razî bûna Xuda ye ku wê di \'alema axiretê da eşkere bibê. Û rêka wê jî Xuda perêsî û teqwatî ye ku hemî jiyana ferdî û komî li ber xwe digirê.

Lêbelê ji nêrîna \'eqlî ve mirov dikarê delîlên hinkî ve aloz ji vê ra bênê ku muhtacê pêşekî yên felsefî yên zehfî ne. Li vêderê emê xwe reht bikîn da em bikarîn meselê rihettir ronahî bikîn.

Tebyîna \'eqlî

Mirov di fitreta xwe da li pey kemala bê hedd û bê sînor e, ku zanîn û qudret ji wê tên hesab kirin. Û gehana evê kemalê ye ku dibê sebebê lezzeta bê sînor û bexteweriya cîgirtî. Û hingê çêdibê ev kemal ji mirov ra hebê ku digel serçavka ‘ilm û qudret û kemala temam yanî Xuda yê Te\'ala peywend û girêdanê peyda bikê û hema ev irtibat û girêdan e ku bi navê «qurb» hatiye nav kirin. (binêrin kitêba: Xudşinasî berayê xudsazî - ji nivîser).

Nixwe kemala heqîqî ya mirov ku hedefa xilqeta wî ye di bin sîbera girêdan û qurba Xuda yê Te\'ala ve tê dest û mirovê ku kêmtirîn merteba vê kemalê, yanî ze\'êftirîn merteba îmanê jî tunebê, wek wê darê ku hêj negehaye berê xwe û nûberê wê jî nehatiye dest. Eger ev dar ji ber afeta ku serda hatî qabiliyeta fêkî danê ji dest bidê wê ji darên bêber jî kêmtir bê hesab kirin.

Vê gorekê muhimmî ya îmanê di kemal û bexteweriya mirov da ji vî cihetî ve ye ku taybetî ya eslî ya rûhê mirov irtbat û girêdana agahane û ixtiyarî ye bi Xuda yê Te\'ala ve; û bêy wê ji kemala layiq û eserên wê mehrûm û bê behr dimînê û bi gotinek dî: insaniyeta wî nagehê fi’liyetê. Û eger pê bijartina xirab vêca evê qabiliyet û isti\'dada hêjayî jinav bibê, mezintirîn zulm li xwe kiriye û bûye musteheqê cezadana ebedî. Qur’ana pîroz derheq va kesa de dibêjê: «bê şik pîstirîn civok li bal Xudê ew in yên kafir bûyîn vêca bawerîyê naynin»[1]  (Enfal / 55).

Hasilê gotinê: îman û kufr bergehê mirov e ji bona gehana kemal û bextewerîyê an ketin û bextreşîyê. Û tebî\'î ye ku kîjan li paştir bê wê gorekê esera nihayî û paşîn wê hebê.

Esera hedef û niyetê

Eger eslê hatî gotin berçav bê girtin ronahî dibê bihayê heqîqî yê karên ixtiyarî yên mirov bi vê ve girêdayî ye kanê ji gehana kemala heqîqî ra ku qurba ilahî ye çiqas eser hebûye. Û herçend hinek kar bi awayekî [heta eger bi çend wasitan rêka tekamula xelkê vedikê] wesfê başîyê bi xwe digirin, lê esera wan di bexteweriya ebedî ya fa’il de, girêdayî ye bi wê eserê ve ku ketiye rêka tekamula rûhê wî da.

Ji alîyê dî ve girêdana ef\'alê xaricî digel rûhê fa’il ji rêka iradê ve tê dest ku karê wî yê bê wasite ye, û irade ya kar, ji meyl û şewq û viyana bi xayet û netîceyan der tê û hema ev e ku bizavê di nav rûh da çêdikê ku bi alîyê hedef û mexsedê ve dikevê rê, û di şiklê irade ya kar da xwe nîşan didê. Nixwe bihayê karê iradî tabi\'ê niyet û bizavçêkerê fa’il e û husna fi’lî bêy husna fa’ilî di tekamula rûh û bexteweriya ebedî da bê eser. Hema ji ber vê ye ku karên bi niyeta maddî û dinyayî pêk tên di bexteweriya ebedî da bê eser in. Û mezintirîn xizmetên komî jî ji xelkê ra eger bi qest û niyeta xwe nîşan dan û pêşde danê (riya) bê, kêmtirîn feydê nagehênê fa\'il. [2] Belkî wê bibê sebebê zerer û paşketina rûhê wî jî. Û li ser vê binyatê ye ku Qur’ana pîroz esera \'emelê qenc di bexteweriya axiretê da girê daye bi îman û qesta qurbeta Xudê ve[3]. 

Welhasil: karê qenc ne ew tenê ye ku mirov ji xelkê ra xizmetê bikê. Her wiha xizmeta ji xelkê ra wek ‘ibadetê erdî hingê eser di kemal û bexteweriya ebedî da heye ku niyet xudayî bê û hedef ji serçavka xudayî hatibê girtin.

[1] - - إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِندَ اللّهِ الَّذِينَ كَفَرُوا فَهُمْ لاَ يُؤْمِنُونَ

[2] - Binêrin: Sûretê Beqere / 246, Nisa / 38, 142, Enfal / 47, Ma\'ûn / 6.

[3] - Binêrin Sûretê: Nisa / 124, Nehl / 97, Isra / 19, Taha / 112, Enbiya / 94, Xafir / 40, En’am / 52, Kehf / 28, Rûm / 38, Beqere / 207, 265, Nisa / 114, Leyl / 20.