Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
NUBUWWET-PÊXEMBERNASÎ

MIROV Û PÊXEMBER

2016/07/03

MIROV Û PÊXEMBER

Dema Qur’ana pîroz derheq pêxemberan da daxivê û hinek ji jiyana wa ya ronahî û pir bereket şîrove dikê û tarîxa wan ya nûranî dibêjê, gelek muhimmatê dixwê ji me’emileta ummetan digel wan. Ji aliyekî ve behsa wê dikê ku di beraberê pêxemberan da çi kirine û ji ber çi muxalefet kirine digel wan; û ji alîyê dî ve vêca behsa uslûb û awayê terbiyet û hidayeta pêxemberan dikê û dibêjê kanê çewa digel esbabên kufr û şirk û xwehrîyê berberekanî kirine; û her wiha ji sunnetên ilahî derheq rêve birina komelan axiftiye, nexasma ji nezer peywenda du alî ya pêxemberan û xelkê digel hev ku gelek nuktên ronahîker têda hene.

Ev behsên he herçend rasterast ne girêdayî ne bi meselên bawerîyê û «kelam» ve lêbelê ji ber ku meselên pêxemberîyê ronahî dikin û vê derheqê da gelek tiştên tarî ji tarîtîyê dertînin û gelek tiştên muhim û şîret û \'ibret û hîn kirin têda hene, di vê dersê da emê ji muhimtirînê wan baxivîn.

Me’emileta xelkê digel pêxemberan

Dema pêxemberên Xuda dihatan û xelk ji perêstin û ‘ibadetê Xuda ra [1] û guhdana destûrên Wî û xwe dûr girtina ji taxûtan û şeytanan û terka zulm û xirabîyê û nekirina guneh û karên pîs ra gazî dikiran, bi giştî xelkê muxalefeta wan dikira; [2] nexasma serok û giregiran û dewlemend û zengînên komelê ku mijûlê keyfa xwe bûn [3] û pê mal û mezinahî ya xwe an ‘ilm û zanîna xwe mexrûr û serxwe çûyî bûn[4] gelek dijwar diketa şer û berberekaniya wan û hinek ji xelkê dî jî pey xwe dikişandan û ji rêka heq paşda didan. [5] Û kêm kêm komek biçok ku zêdetir ji xelkê mehrûm û bêbehrên komelê bûn îman bi pêxemberan daniyan[6] û kêm caran çêdibûya ku komelek li ser esas û binyata bawerîyên durust û mîzan û pîvekên ‘edaletê û guhdarê Xuda û pêxemberan pêk bê û çêbê, wek çewa di zemanê hezretê Suleyman da çêbûyî (selamên Xudê lê bin). Herçend qismek ji zanînên pêxemberan kêm kêm diketa nav ferhenga xelkê da û hineka ew ji hinek dî digirtan û di nav xelkê da belav dibûya, carna jî serokên kufrê ew li ser navê xwe belav dikiran, çewa ku gelek ji sîstimên huqûqî yên cihanê ji şerî\'etên \'esmanî hatine girtin û bêy işare kirina bal serkaniya wê ve bi navê xwe li \'alemê belav kirine û belav dikin.

Sebebên muxalefeta digel pêxemberan

Muxalefeta digel pêxemberan xêncî ji ber pey ketina hewayê nefsê[7] ji ber hinek tiştên dî ne jî; ku mirov dikarê bêjê yêk ji wan serxweçûn û xwe mezin dîtin (istikbar) bû ku di nav giregir û mezin û zengîna da dihata dîtin. [8] Yêk dî ew bû ku bi \'edet û te\'essubatên xwe yên cahilî ve girêdayî bûn.[9] Her wiha parastina serkanî yên iqtisadî û mezinahî yên di nav komelê da ji wan ra heyîn [10] û ji alîyê dî ve jî vêca nezanîn û neagahî ya xelkê ku sebebek muhim bû ji xapandina wan ra dibûya sebeb ku neyên ser rêka wî dînî ku komek kêm ji bêbehr û mehrûman pêve ew qebûl nekirîn; ewên ji alîyê mezinên qewmê xwe ve hatîn terd kirin. Û gereke zorbêjî ya koma hakim jî di vê meselê da neyê ji bîr kirin. [11]

Awayên rûbirû bûna digel pêxemberan

Muxalifên pêxemberan ji bona pêşî girtina li karê wan bi rêkên muxtelif ve şer û berberekanî dikiran:

A- tehqîr û tevz kirin. Cara ewil komek dixebitiya ku şexsiyeta pêxember kêm kirin û tevz û yarî kirin û mesxere kirinê bişikênê[12]  da ku xelk êdî pakîyê pê nekê.

B- buxtan û gotinên nelayiq. Piştî wê dest avêtan derew û buxtana û digotan ew «sefêk» û «dîn» in[13] û dema mu’cizeyek anî bûyan tuhmeta sihrê û cadûyê li wan didan, [14] wek çewa ku ji peyamên Xuda ra digotan «esatîr - çêrvêrok».[15] 

C- mucadile û rikeberanî. Dema hinartî yên Xuda bi hikmet û delîl û an pê «cidala ehsen» xeber didan digel xelkê û ji wan ra behsa ne durustî ya kufr û şirk û serxweçûnê dikiran û feydên Xudê perêsîyê digotan û mizgîna se\'adet û bexteweriya dinya û axiretê didan bawerdar û qencan, mezinên kufrê nedihêlan xelk guhê xwe bidin wan û dixebitîna ku pê gotinên nementiqî û serve serve xemilandî xelkê bixapînin û nehêlin peyrewîyê ji pêxem-beran (selamên Xudê li ser wa bin) bikin (Nûh / 7, Fussilet / 26, En’am / 112 , 121 ٍ Xafir / 5 , 3‌5 , E’raf /70 , 71 , Kehf / 56). Û gelektir bi awa û rêçka babkên xwe, xwe nav didan[16] û ji mal û serweta xwe xeber didan û ze\'êfî û paş ketinên maddî û feqîrî ya peyrewên pêxem-beran ji xwe re dikiran delîla nedurustîya bawerîyên wan (Yûnus / 88 , Sebe’ / 3‌5 , Qelem / 14 , Meryem / 77 , Muddessir / 12 , Muzzemmil / 11 , Ehqaf / 11). Û hinek hêcet û bihane çêdikiran wek vê ku: çima Xudê pêxemberên xwe ji nav melaîketan nebijartine? An çima melaîketek digel wan rênekiriye? An çima ewan maldar û zengîn nekirine?[17] Carna jî rikeberanî dighandan wî heddî ku digotan heta wehy ji me ra neyê an em Xuda nebînin û rasterast xeberdanê ji Wî guhlê nebin, em bawerî û îmanê naynin! [18] 

D- tirsandin û berhêvî kirin. Awayek dî yê ummetan di beraberê pêxemberan da ku Qur’ana pîroz jê xeber didê ev e ku pêxemberên Xuda û peyrewên wan di tirsandin ji işkence û deranîna ji welatê wan û berbaran û kuştinê[19] û ji alîyê dî ve vêca ji wesîle ya berhêvî kirinê behre werdigirtan, nexasma bi vî awayî ku malek zehfî mesref dikiran da xelkê ji peyrewiya pêxemberan paşda bidin. [20] 

H- dijwarî û kuştin. Paşî ra jî ku sebr û xweragirî û camêrî ya pêxemberan (selamên Xuda li wan bin) [21] û ji dil bûn û xwe ragirî ya peyrewên wan didîtan û dinêriyan ku vir û derewên li ser pêxemberan çêdikin êdî bê feyde ne, dest davêtan bikar anîna dijwarîyê di \'emel û kiryarê da; wek çewa gelek pêxemberên Xuda kuştin[22] û koma mirovan ji hebûna mirovên qenc û layiq û salih bê behr kirîn.

Hinek ji sunnetên ilahî di rêxistina komela da

Herçend hedefa eslî ji rêkirina pêxemberan (selamên Xudê li ser wa bin) ew bû ku xelk ewa tiştên ji bexteweriya dinya û axireta wan ra lazim dest xwe ve bênin û huccet li ser wan temam bibê,( Nisa/ 65 , Taha / 13‌4) lêbelê Xudê ji ber rehmeta Xwe ya zêde, meydanên rûhê li ber wan vedikiran da ku gazî ya pêxemberan qebûl bikin û bibê arîkarî ji wan ra ji bona herekea bi alîyê kemalê ve. Û çimko mezintirîn sebebê kufr û ber zivirandina ji Xudê û pêxember hissa bê ihtiyacî[23] û xefleta ji niyazên heqîqî bû, Xuda yê Hekîm hinek şert û merc daniyan pêş ku bi ihtiyacîyên xwe bihesin û ji merkeba xeflet û ser xwe çûnê peyar bibin, û ji ber vê yêkê zehmetî û gîrûgirift ji wan ra danîna pêş da ku bi bê quwetî û nekarîna xwe bihesin û berê xwe bidin Xudê (En’am/ 42 , E’raf/ 94).

Lêbelê evî sebebî jî eserek giştî û hemiyanî tunebû û gelek ji xelkê nexasma ewên imkanatên maddî heyîn û salên dirêj zulm û sitem kirîn û di nav keyf û xweşiyan da borandîn û bi gotina Qur’anê dilê wan ji ber û koç jî reqtir û hişktir bûyî bi xwe ve nedihatin – (En’am/ 43‌ , Mu’mînûn/ 76). Û berdewam di nav xewa xefletê da diman û dewam didan rêka xwe ya nedurust. Û we\'z û şîretên pêxemberan jî nikariyan ewa hişyar bikin. Û dema vêca Xudê bela û gîrûgirift ji wan dida paş û ji ser wan dida alî, digotan: ev guherîn û hatin û çûna bela û rihetîyê ku di pey hev ra tên lazimiya jiyanê ye û ji yên pêşiya me ra jî hebûye (E’raf/ 183‌ , 95 ). Û dîsa dest zulmê dikiran û ser mal û hêzên xwe ve zêde dikiran û xafil bûn ji vê yêkê ku hema ev zêde bûna imkanata davek ya Xuda ye ji bona bextreşî ya wan ya dinya û axiretê ra. (E’raf/ 182 , 183‌ , Alê ‘Imran/ 178 , Tewbe / 55 , 85 , Mu’mînûn / 54- 56).

Welhasil: dema peyrewên pêxemberan bi êjmar û karîn bigehan heddekî ku bikarin komelek serbixwe pêk bînin û berevanîyê ji xwe bikin û digel dijminên Xudê bikevin şer, destûra cihadê ji wan ra dihata (Alê ‘Imran/146)[24] û \'ezabê Xudê bi destê wan ser kafiran da dihata.[25] Û eger ew karîn ji wan ra tunebûya, bi destûra pêxemberan xwe ji kafiran paşda digirtan û paşê \'ezabê ilahî ji cihên dî ve ser wê komê da dihata ku hêviya xêrê û tewbê ji wan nebû (\'Enkebût / 41 û gelek ayetên dî jî). Û ev e sunneta bê guherîna ilahî di rêxistina komên beşerî da (Fatir/ 43‌ , Xafir/ 85 , Isra/ 77).

[1] - Binêrin: Nehl / 36 û Enbiya / 25 û Fussilet / 14 û Ehqaf / 21.

[2] - Binêrin: Ibrahîm / 9 û Mu’minûn / 44.

[3] - Sebe’ / 34  وَمَا أَرْسَلْنَا فِي قَرْيَةٍ مِّن نَّذِيرٍ إِلَّا قَالَ مُتْرَفُوهَا إِنَّا بِمَا أُرْسِلْتُم بِهِ كَافِرُونَ.

[4]- Xafir - Mu’min / 83 û Qeses / 78 û Zumer / 49

[5] - Ehzab / 67 û Sebe / 33-31

[6] - Hûd‌ / 40 û 31-27

[7] - Maid‌e / 70.. كُلَّمَا جَاءهُمْ رَسُولٌ بِمَا لاَ تَهْوَى أَنْفُسُهُمْ فَرِيقًا كَذَّبُوا وَفَرِيقًا يَقْتُلُونَ.

[8] - Xafir - Mu’min / 56 û E\'raf / 76.

[9] - Beqere / 170 û Maid‌e / 104 û E\'raf / 28 û Yûnus / 78 û Enbiya / 53 û Şu\'era / 74 û Luqman / 21 û Zuxruf / 23-22.

[10] - Hûd‌ / 86 - 8 û Qeses / 79 - 76 û Tewbe / 34.

[11] - Ibrahîm / 21 û Fatir / 47 û Hûd‌ / 27 û Şu\'era / 11.

[12] - Hicr / 11 û Yasîn / 30 û Zuxruf / 7 û Muteffifîn / 32 - 29.

[13] - E\'raf / 66 , Beqere / 13 , Mu’minûn / 25

[14] - Zariyat / 29 , 52 - 53 , Enbiya / 3 , Qemer / 2

[15] - Binêrin: En\'am / 25 , Enfal / 3‌1, Nehl / 24, Mu’minûn / 83, Furqan / 5, Neml / 68 Ehqaf / 17 , Qelem / 15 , Muteffifîn / 13

[16] - Beqere/170 , Maid‌e /104, E\'raf/ 28 , Enbiya/ 53 , Yûnus/ 78 , Luqman/ 56

[17] - En\'am / 7- 9 , Isra / 90- 95 , Furqan /84

[18] - Beqere / 118 , En\'am/ 124 , Nisa/ 153

[19] - Binêrin: Ibrahîm/ 13 , Hûd‌/ 91 , Meryem/ 46 , Yasîn/ 18 , Xafir / 26

[20] - Binêre Enfal / 3‌6 = إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا يُنفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ لِيَصُدُّوا عَن سَبِيلِ اللّهِ فَسَيُنفِقُونَهَا ثُمَّ تَكُونُ عَلَيْهِمْ حَسْرَةً ثُمَّ يُغْلَبُونَ وَالَّذِينَ كَفَرُوا إِلَى جَهَنَّمَ يُحْشَرُونَ.

[21] - Ibrahîm / 12وَمَا لَنَا أَلاَّ نَتَوَكَّلَ عَلَى اللّهِ وَقَدْ هَدَانَا سُبُلَنَا وَلَنَصْبِرَنَّ عَلَى مَا آذَيْتُمُونَا ...

[22] - Beqere/ 61 , 87 , 91 , Alê ‘Imran/ 21 , 112 , 181 , Maid‌e/ 70 , Nisa/155

[23] - \'Eleq/ 6 , 7 = كَلَّا إِنَّ الْإِنسَانَ لَيَطْغَى * أَن رَّآهُ اسْتَغْنَى.

[24] - - وَكَأَيِّن مِّن نَّبِيٍّ قَاتَلَ مَعَهُ رِبِّيُّونَ كَثِيرٌ فَمَا وَهَنُوا لِمَا أَصَابَهُمْ فِي سَبِيلِ اللّهِ وَمَا ضَعُفُوا وَمَا اسْتَكَانُوا وَاللّهُ يُحِبُّ الصَّابِرِينَ.

[25] - Alê ‘Imran / 13‌6