Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
NUBUWWET-PÊXEMBERNASÎ

PÊXEMBERÊ ISLAMÊ

2016/07/03

PÊXEMBERÊ ISLAMÊ

Di dem û dewrên muxtelifê tarîx û li cî û warê cûrbicûrê cihanê da bi dehan hezar pêxemberê ilahî hatin hinartin, û rola xwe ya berkeftî bo hidayet û terbiyeta insana pêk anîn û eserên pîroz di nav civak û cami\'eya beşerî da mîrat danîn. Her yêk ji wan, li ser esasa baweriya durust û nirxên pîroz, komek rênimûn û terbiye kirin û bi awayê nemusteqîm tesîrê li yên dî jî kirin. Û hinek ji wan karîn ku civakek tewhîdî û ‘adilane pêk bînin û ewê bidomînin (rêberî ya wê bigirin dest).

Di navbeyna wan da, hezretê Nûh û hezretê Ibrahîm û hezretê Mûsa û hezretê ‘Îsa (selamên Xudê li wa bin) ji alî Xuda yê Te\'ala kitêbên ku hemî ehkam û qanûnên ferdî û civakî û wezîfe yên exlaqî û qanûnên ku ji wî zemanî re rewa bûn beyan dikir, pêşkêş û berdestê civakê kirin. Lê belê evan kitêban hevrê digel borîna zemanê bi temamî jinav çûn, an jî ketin ber tehrîfên lefzî û me\'newî; û serencam, ayîn û şerî\'etên esmanî rengê mesx bûyî li xwe girtin (û şikla xwe yên rastî ji dest dan). Çewa ku Tewrat ya hezretê Mûsa (s) venema, belkî ji destnvîsên hinek ji peyrewên wî hezretî berhemek hat berhev kirin û bi navê «kitêba pîroz» hat belav kirin.

Heçî kesê bi dilsafî berê xwe bidê «\'ehdeyn» (Tewrat û Incîlê) wê pê bihesê ku çi yêk ji wan kitêban ne ew in yên ku ji Mûsa û ‘Îsa (s) ra hatîn hinartin; lê Tewrat, ji bilî vê yêkê ku Xuda yê Te\'ala bi şiklê mirovekî didê nasîn (haşa) diyar dikê ku bi gelek tişta nizanê (Tewrat/ Sefera peydabûn, babetê 3,‌ jimare 8- 12) û gelek caran ji hinek karê Xwe poşman dibê (babet 6, jimare 6) û digel yêkî ji bendeyên xwe (hezretê Ye\'qûb) digemişê (pehlewanîyê dikê) û nikarê serkevê û di axirîkê da jê hêvî dikê ku desta ji wî bikêşê, da xelk Xuda yê xwe di wî halî de nebînin (babet 3‌2, jimare 24- 3‌2). Û ji bilî nisbetên narewa ku bal pêxemberên ilahî ve didin, çewa ku (haşa) nisbeta zinayê didin bal hezretê Dawûd (s) ve (\'ehda qedîm, kitab 2, Simûîl. babet 11) û nisbeta vexwarina \'ereq û nisbeta zinayê digel mehreman didin bal hezretê Lût (s) ve (Tewrat, sefera peydabûn, babet 19, jimare 3‌0- 3‌8) ji bilî van hemiya bûyera mirina hezretê Mûsa (s) yanî înerê kitêba Tewratê şîrove dikin ku çewa û li kûderê ji dinyayê çû. (Tewrat, sefera Tesniye, babet 3‌4)

Gelo, hema evan nukteyan ne bes in ku em pê bihesîn ew kitêb, ne ji bal hezretê Mûsa (s) ye?!

Lê rewşa Incîl ji Tewratê jî riswatir e, çimko ewwilen tiştek bi navê kitêba ku ji ‘Îsa (s) ra hatî hinartin tune, ji xwe Fileh bi xwe jî vê yêkê iddi\'a nakin ku evê Incîlê hema ew kitêb e ku Xuda bo hezretê ‘Îsa (s) hinartiye; belkî naveroka wê, agahîdanên çendkes ji peyrewên wî hezretî ye. Û ji bilî tecwîza vexwarina \'ereqê, çêkirina wê ji mu’cizeyên ‘Îsa (s) dizanin (Incîla Yûhenna, babet 2).

Bi kurtî, wehyên ku ji bona evan pêxemberên bi qedr nazil bûyî, hatiye tehrîf kirin û nikarê rola xwe di hidayeta xelkê da pêk bênê. Lê, kanê çewa û çima evan tehrîf û destleystina hatine meydanê, çîrokên dûr û dirêj hene ku li vêderê mecala şîrove kirina wan nîne.[1]  

Eve, şeşsed sal paş mîlada Mesîh (s) di wî halî da ku seranserê cihanê di nav tarîtî ya cehl û nezanî û zulmê nûqî bûbû û pêtalên hidayeta ilahî li hemî serzemînan da divemiriyan; Xuda yê Mute\'al axirîn û seratirînê pêxemberên Xwe li tarîtirîn û pestpayetirînê cami\'eyên wî demê da hinart; da ku pêtal û meş\'ela pir bi şewqa wehyê ji her û her ra bona rêrastî ya hemî mirovan bilind bikê; û kitêba ilahî ya cawîdan û dûr ji tehrîf û guherînê berdestê beşer bikê û me\'arifên heqîqî û hikmetên esmanî û ehkam û qanûnên ilahî bi xelkê bidê zanîn û hemî insanan berew bexteweriya dinya û axiretê ve rêberî û rênimûnî bikê (binêrin: Cum\'e/ 2) [2]

Mîrê bawerdaran ‘Elî (selamên Xudê lê bin) di beşek ji axiftina xwe derheq rewş û ehwalê cihanê da li wextê zuhûr û derketina Pêxemberê Islamê (s) wiha kerem dikê:

«Xuda yê Mute\'al, Pêxember (s) li wî demê da hinart ku gelek li ser bi\'seta pêxemberên dî ra borî bû; demek kûr û dirêj bû ku xelk di xew da bûn, fitne û şoreş serî hilanî bûn û nebaşî belav bûbûn û hemî tişt ji hev ketibûn. Gurî ya şeran hilbûbû, ronahî li dinyayê da nemabû, tarîtî û nezanî û guneh dinya girtibû; hîle û xapandin eşkere bûbûn. Li wî wextî da belgên dara jiyana beşer zer bûbûn û kes ne berhêvîyê fêkîyê wê bû; ava wê çik bûbû (di \'erdê da çûbû); pêtal û nîşanên hidayetê sar û vemirî bûn; alayên li rê wunda bûnê eşkere bûbûn. Pestpayetî û bextreşî ya dinyayê êrîş anîbû ser xelkê û rûyê xwe yê kirêt eşkere kiribû û me\'dê xwe girtibû ji ehlê dinyayê; fêkîyê wê fitne bûn û xwarina wê genî û mirar bû û xelkê ku tirs û bizdan ewa lefandibû penahgehek xêncî şûrên xûnmij nedidîtan (Nehcul Belaxe/x.89)[3]  

Ji dewrana zuhûra Pêxemberê Islamê (s) girîngtirîn mijar bo her insanê heqîqetxaz (paş xudanasî) lêkolîn derheq nubuwwet û risaleta wî hezretî û heq bûna dînê pîroza Islamê da ye. Û pê isbata vê mijarê ku hevrê ye digel isbata heq bûna Qur’ana pîroz û girîngî ya wê sernavê yêgane kitêba esmanî ya berdest û parastî ji tehrîf û guherînê; rêkek paqij diyar dibê bûna isbata bawerên dî yên sehîh / durust û beyana nizama dînî û her wusa wezîfe û erkên \'emelî û kiryarî ya hemî mirovan heta dûmahîka cihanê; tê zanîn û kilîta çareser kirina meselên cihanbînî û îdeolojîyê destve tê.

Isbata risaleta Pêxemberê Islamê (s)

Di dersa bîst û heftê da hat gotin ku peyamberî ya pêxemberan, ji sê rêka ve şayanê isbatê ye: yêk ji wan rêka, nasyarî digel exlaq û tevgera wan û behre girtina ji wa tiştên mirov jê bawer e. Ya duwê pêşgoyî ya pêxemberên pêşîn e; û ya sisê rêka mu’cizê ye.

Di bareya Pêxemberê Islamê (s) her sê rêk hebûn: ji aliyekî ve xelkê Mekkehê, çil sal jiyana pir bi şanazî ya wî hezretî ji nêzîk ve dîtibûn ku qet çi nuqteyek tarî têda nedihat dîtin û wusa ewî rastbêj û durustkar dizaniyan ku naznavê «emîn» dabûnê. Nixwe derheq kesatiyek wusa gumana vir û iddi\'aya derew nedihata dayîn.

Ji alîyek dî ve, pêxemberên pêşîn, mizgîniya bi\'seta wî hezretî dabûn. (Sef / 6) [4] û komek ji ehlê kitêbê li hêviya zuhûra wî bûn û bi nîşankên ronahî û rast derheq wî hezretî dizaniyan (E’raf/ 157 , Beqere / 146 , En’am/ 20) û heta ji muşrikên \'Ereb re digotan ku ji nav zarokên Isma\'îl (s) [ku qebîleyek ji \'Ereba bûn] kesek wê bê hinartin ku pêxemberên pêşîn û dînên tewhîdî rast dertîne (Beqere / 89) [5] û hinek ji zanyarên Cihû û Fileh, pê nisbet dana wan pêşgoyîyan bal wî hezretî ve, îman anîn (Maide / 83‌ , Ehqaf / 10) herçend hinek dî ji ber viyanên nefsanî û şeytanî ji pejirîna dînê Islamê xwe dan alî.

Qur’ana pîroz vê derheqê de kerem dikê: «Ma qey derheq wî (Muhemmed) da zanîna zanyarên benî Israîl ji wan (muşrikên Mekkehê) re ne delîl e?!». [6] 

Nasîna Pêxemberê Islamê (s) ji alî \'alimên benî Israîlê û anagora pêşgoyî û danzanîna pêxemberên pêşîn, wek çewa ku delîlek ronahî ye li ser rastiya risaleta wî hezretî, bona ehlê kitêb bi temamî derheq rastbûna pêxemberên mizgînder û ji yên dî re jî derheq heq bûna Pêxemberê Islamê (selamên Xudê li ser wa hemiya bin) huccet û delîlek razîker dihata hesabê; çimko ew, rastî û durustiya van pêşgoyîyan û hevgirtina nîşan û \'elametên hatibû diyar kirin ser wî hezretî, pê çavê xwe didîtin û pê \'aqilê xwe pê dihesiyan.

Ya \'ecêb ev e ku hema li vê Tewrat û Incîla tehrîf bûyî da, digel hemî hewil û xebatên ku bona jinav birina evcûre mizgîniyan pêk hatiye, çendîn nukte tê dîtin ku huccetê li ser heqxazan temam dikê; çewa ku gelek ji \'alimên Yehûd û Nesara ku heqî û heqîqet xaz bûn, pê behre girtina ji van nukte û mizgînan hidayet bûn û bi dînê pîroza Islamê îman anîn.

Her wiha Pêxemberê Ekrem (s) mu’cizên zehfî hebûn ku li kitêbên tarîx û hedîsê hatiye nivîsîn û neqla hinek ji wan gehaye derece ya tewaturê. Lê \'inayeta ilahî derheq danasandina axirîn pêxember û dînê cawîdanî ya wî, pêdivê bû ku ji bilî mu’cizên ku huccetê li ser yên hazir temam dikira û yên dî lazim bû ku ji rêka guhlê bûnê jê agah bibin, mu’cizên cawîdanî bide wî ku ji her û her re, huccetê li ser cihaniyan temam bikê; û ew jî Qur’ana pîroz e.

Ji lew, emê li dersa dî derheq i\'caz û mu’cize bûna ewê kitêba pîroz da baxivîn.

[1] - Binêrin : Izhar-ul Heq , Rehmetullahê Hind‌î . El-Huda îla Dîn-il Mustefa, \'Ellameyê Belaxî. Rahê Se\'ad‌et , \'Ellameyê Şe\'ranî.

[2] - هُوَ الَّذِي بَعَثَ فِي الْأُمِّيِّينَ رَسُولًا مِّنْهُمْ يَتْلُو عَلَيْهِمْ آيَاتِهِ وَيُزَكِّيهِمْ وَيُعَلِّمُهُمُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَإِن كَانُوا مِن قَبْلُ لَفِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ.

[3] - - أَرْسَلَهُ عَلَى حِينِ فَتْرَة مِنَ الرُّسُلِ ، وَطُولِ هَجْعَة مِنَ الاُْمَمِ وَاعْتِزَام مِنَ الْفِتَنِ ، وَانْتِشَار مِنَ الاُْمُورِ ، وَتَلَظٍّ مِنَ الْحُرُوبِ ، وَالدُّنْيَا كَاسِفَةُ النُّورِ، ظَاهِرَةُ الْغُرُورِ ; عَلَى حِينِ اصْفِرَار مِنْ وَرَقِهَا ، وَإِيَاس مِنْ ثَمَرِهَا ، وَاغْوِرَار مِنْ مَائِهَا ، قَدْ دَرَسَتْ مَنَارُ الْهُدَى ، وَظَهَرَتْ أَعْلاَمُ الرَّدَى ، فَهِيَ مُتَجَهِّمَةٌ لاَِهْلِهَا ، عَابِسَةٌ فِي وَجْهِ طَالِبِهَا . ثَمَرُهَا الْفِتْنَةُ، وَطَعَامُهَا الْجِيفَةُ، وَشِعَارُهَا الْخَوْفُ ، وَدِثَارُهَا السَّيْفُ ...

[4] - - وَإِذْ قَالَ عِيسَى ابْنُ مَرْيَمَ يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ إِنِّي رَسُولُ اللَّهِ إِلَيْكُم مُّصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيَّ مِنَ التَّوْرَاةِ وَمُبَشِّرًا بِرَسُولٍ يَأْتِي مِن بَعْدِي اسْمُهُ أَحْمَدُ فَلَمَّا جَاءهُم بِالْبَيِّنَاتِ قَالُوا هَذَا سِحْرٌ مُّبِينٌ.

[5] -- وَلَمَّا جَاءهُمْ كِتَابٌ مِّنْ عِندِ اللّهِ مُصَدِّقٌ لِّمَا مَعَهُمْ وَكَانُوا مِن قَبْلُ يَسْتَفْتِحُونَ عَلَى الَّذِينَ كَفَرُوا فَلَمَّا جَاءهُم مَّا عَرَفُوا كَفَرُوا بِهِ فَلَعْنَةُ اللَّه عَلَى الْكَافِرِينَ.

[6] - - أَوَلَمْ يَكُن لَّهُمْ آيَةً أَن يَعْلَمَهُ عُلَمَاء بَنِي إِسْرَائِيلَ