Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
NUBUWWET-PÊXEMBERNASÎ

XATEMIYYET

2016/07/05

XATEMIYYET

Pê li ber çav girtina daimî bûna Islamê, ihtimala hatina pêxembe-rekî ku şerî\'eta Islamê nesx bikê ji holê radibê, lê cihê vê gumanê dimînê ku pêxemberek dî bû ku ragehîner û murewwicê Islamê bê, çewa ku gelek ji pêxemberên pêşda ev mesûliyet hebûne, çi pêxemberên ku hevçaxê pêxemberê xwe yê şerî\'etê, wek hezretê Lût (s) ku di zemanê hezretê Ibrahîm da bûye û li pey şerî\'eta wî çûye. Çi jî pêxemberên ku piştî pêxemberên xweyê şerî\'etê rabûyî û ji wî peyrewî kirîn, wek pitirê pêxemberên benî israîl. Ji ber vê yêkê gereke behsa xatemiyeta pêxemberê Islamê serbixwe û musteqil jê bê xeber dan, da ku cîhê vê gumanê jî nemînê.

Delîla Qur’anê li ser xatemiyetê

Yêk ji lazimî yên dînê Islamê ev e ku pêxemberî pê pêxemberê Islamê (s) xetm bûye û gehaye xilasekê û piştî wî hezretî qet çi pêxember nehatine û nayin. Heta nemusilman jî zanin evahe yêk ji bawerî yên Islamî ye ku gereke her musilmanek ewê bawer bikê û ji ber vê ye ku wek lazimî yên dî yên dînî ne muhtacê delîlê ye, lê di her hal û karî da ev mesele ji Qur’anê û riwayetên mutewatir istifade dibê. Wek: Ehzab / 40 ku bê çep û çûr ewî hezretî xilaseka pêxemberan didê nîşan dan.

Hinek ji dijminên Islamê, derheq wê ayetê da du işkal anîne:

Yêk: ev ku kelîma «xatem» bi me\'na gustîrk jî hatiye û belkî di vê ayetê da bi vê me\'nê bê.

Du: ferzen xatem bi wê me\'na meşhûr bê, mefhûmê ayetê dibê ev ku: silsile ya «nebîyîn»a pê wî hezretî xetm û xilas bûye, ne ku «resûl» jî xetm bûne.

Cewaba işkala ewwil: xatem bi me\'na wesîla xetm kirin û xilas kirin e; û gustîrk jî ji ber vê xatem jêra hatiye gotin çimko pê wî name û nivîsok û tiştên wereng muhr dikiran ku xilaseka wê bû.

Cewaba işkala duwê: her pêxemberê ku «nebî» bê «resûl» e jî û pê xilas bûna zincîra enbiya, zincîr û silsila resûla jî digehê xilasekê. Çewa ku pêşda jî hat gotin (dersa 29) herçend mefhûmê nebî ji mefhûmê resûl giştîtir nebê jî, lê li vêderê ji resûl giştîtir e.

Delîlên riwayetî yên xatemiyetê

Di sedan riwayetan da behsa xatemiyeta pêxemberiya pêxemberê Islamê hatiye kirin, yêk ji wan hedîsa menziletê ye[1] ku Şî\'e û Sunniya bi tewatur ev hedîs ji pêxember (s) gêrane û bi awayek wereng ku di mefhûmê wê da qet şik û şubhe namînê û ew ev e:

Dema Pêxember (s) ji şerê Tebûkê ra ji Medînayê derket Mîrê bawerdaran ‘Elî (s) ji bona rêk û pêk kirina kar û barê musilmana li Medînayê di cîyê xwe da hişt, vêca ew hezret ji ber ku nekariye di vê cihadê da şirîkatîyê bikê xemdar bû û rondik ji çavê wî hatin. Hingê bû ku pêxember gotê:[2] Ma tu ne razî yî bi vê çendê ku tu ji bona min wekî Harûn bî ji Mûsa re, pê vê ferqê ku paş min ra pêxember nînin (lê Harûn pêxember bû).

Di riwayetek dî da ji pêxember (s) neql bûye: ... Gelî xelkîno, birastî çi pêxember paş min û çi ummet paş hewe tunehin.[3]   (Wesail-uş Şî\'e/ c. 1; s. 15. Xisal/ c.1; s. 3‌22 û c. 2; s. 487).

Hedîsek dî: Gelî xelkîno, birastî çi pêxember piştî min nînin her wiha çi sunnet jî piştî sunneta min tunehin.[4]  (Wesail/ c. 18, s. 555. Men la Yehzuruh-ul Feqîh / c. 4, s. 163).

Her wiha di gelek ji xutbên Nehc-ul Belaxê da[5] û di riwayet û ziyaret û du\'ayên imamên pak da (selamên Xwedê li ser wa bin) ev gotin hatiye ku pêxember xatemê pêxembera ye.

Sirra xetma pêxemberîyê

Me pêşda işare kir (dersa 29) hikmeta gelek bûna pêxemberan û li pey hev hatina wan ev bûye ku ji aliyekî ve di zemanên pêşda imkan nebûye ku yêk kes dînê Xudê li hemî cihî û di nav hemî xelka da teblîx bikê û rabigehênê; û ji alîyê dî ve jî vêca berfirehî û tevheviya peywendan û peyda bûna wesîlên nû û cedîd yên komelî û qanûnên nû an guherandina wan lazim hatiye dîtin; û ji alîyê dî ve vêca tehrîf û guherîn têxsitan dînên Xudê evê dikira lazimê xwe ku ji durust kirina zanînên xudayî ra bi rêka pêxemberên dî ve ev kar were cî û durustahî her bimênê.

 

Vê gorekê di wan şert û mercan da ku ragehandin û teblîxa risaleta Xuda di hemî cihanê da bi rêka pêxemberekî û arîkar û cîgirên wî mumkin bê; û ehkam û qanûnên yêk şerî\'etê bikarê cewaba niyaz û ihtiyacîyên hazir û hêjbên yên komelê bidê; û di wê şerî\'etê de meselên hêjbên û nû peyda dibin berçav hatibin girtin; û her wiha pişteke ji parastin û tehrîf nebûn û ne guhertina wê ra hebê, êdî çi sebeb namînin ku pêxemberek dî bê rêkirin.

Lê zanînên me\'mûlî yên beşer têra wî qasî nakin ku eva şert û merca fêhm bikin, û hema Xuda yê Te\'ala ye ku pê ‘ilm û zanîna xwe ya bê binî wext û demê va şert û mercan zanê û hema Ew e ku dikarê pêxemberîyê xetm bikê û wextê wî eşkere bikê, çewa ku di axirîn kitêba xwe ya \'esmanî da ev kar kir.

Lê xetma pêxemberîyê ne bi vê me\'nê ye ku êdî peywend û girêdana hidayetê di navbeyna Xudê û bendên Wî da qût bibê û were birrîn, belkî kengê Xuda yê Te\'ala baş û di cî da bizanê ji ‘ilmên xeybî dikarê bidê \'ebdên xwe yên layiq, herçend ne bi şiklê wehy û pêxemberîyê bê. Çewa ku gorekî baweriya Şî\'an zanîna bi vî awayî daye imamên pak (selamên Xudê li wa bin). Bi hez kirina Xudê di dersên hêjbên de emê derheq meselên imametê de baxivîn.

Cewaba şubheyekî

Ji gotinên jorî hat dest ku sirra xetma pêxemberîyê ew bûye ku yêk: pêxemberê Islamê dikariya bi arîkariya heval û hogir û cîgirên xwe risalet û peyama xwe bigehênê guhê \'alemê. Du: kitêba wî ya \'esmanî ji guherîn û tehrîfê parastî ye. Sê: şerî\'eta Islamê dikarê cewabgo yê niyaz û ihtiyacên beşer bê, heta xilaseka dinyayê.

Lê çêdibê kesek derheq mesela paşîn de şubheyekî bi vî awayî bavêjê meydanê: çewa ku tevheviya wez\' û halê komel û cami\'e yên pêşîn û peywendên komî bûne sebeb ku hukmên nû bên xarê an hinek hukm bên guherandin û ji ber vê yêkê pêxemberek dî dihata. Piştî pêxemberê Islamê jî guherînên mezin bi cî hatine û peywend û girêdanên komelî aloztir bûne, çewa çêdibê bê gotin ku eva guherîna şerî\'etek nû nekiriye lazimê xwe?

Cewab ev e ku: çewa hat gotin, fêhm kirin û têgehiştina vê çendê ku çi guherîn dibin sebeb heta qanûnên binyatî bên guherandin, ne di heddê beşerê me\'mûlî da ye; çimko em bi hemî alîyê \'illet û sebeb û hikmetên hukman ne agah in, lê em pê delîlên daimî bûna Islamê û xatemiyeta pêxember (s) dest ve tênîn ku guherandina qanûnên binyatî yên Islam lazim nîne.

Elbet em peyda bûna hinek tiştên nû yên komelayetî ku hinek muqerreratên nû jêre lazim in nefy nakîn. Lê di şerî\'eta Islamê da ji bona van muqerreratên çiqî û cuz\'î hinek pîvek û esl û qa\'ide hatine deynan ku mirovên xwey selahiyet dikarin pê li nezer girtina wan û li er esasê wan, qanûnên lazim deynin û bi cî bînin. Û tefsîl û dirêjiya gotinê gereke li fiqha Islamî da di behsa ixtiyarên hukûmeta Islamî jê bê xeberdan û li wê derê mirov pey vê meselê bikevê.

[1] - Bihar/ c. 3‌7 , s. 254 - 289. Sehîha Buxarî / c. 3,s 58. Sehîha Muslim/ c. 3, s. 3‌23‌. Sunena Ibn Mace / c. 1, s. 28 . Musted‌reka Hakim / c. 3 s. 109. Mesned‌a Ehmed‌ê Henbel/ c. 1, s. 331 û c. 2, s. 693 , 743.

[2] - - اما ترضی أن تكون منی بمنزلة هارون من موسی الا انه لا نبی بعدی.

[3] - - ایھا الناس إنه‌ لا نبی بعدی و لا سنة بعد سنتی ...

[4] - - أیھا الناس انه لا نبی بعدی و لا امة بعدکم ...

[5] - Xutbe / 1 , 69 , 87 , 129 , 168 , 193 , 230.