Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber

Beyan a raberiya digel ramanên dijber ji nezer wateyê ve

2017/12/25

Beyan a raberiya digel ramanên dijber ji nezer wateyê ve

Di ferheng a Qur’an û hedîsê da ji raberbûna digel ramanên dijber ra “cîdal a ehsen/nîqaş a xweş” tê gotin,[1] cedel di ferhengê da bi wate ya bihêzbûn, qahîmbûn û hişkkirina girê ye û li nîqaş û gotûbêjê de, delîl anîna li beraberê delîlê ye jibo binêxistina neheqîyê û eşkerekirina heqîyê ye. Di îstîlaha ehlê mentiqê, cedel bi wate ya qiyasek e ku ji pêşekiyên “meşhûre” û “muselleme” pêk hatiye ku bi vî awayî hewil dide muxatebê xwe mecbur bi qebûlkirinê bike.[2]

Di îlmê mentiqê da ji vê cûreyê ji raberbûna digel ramanên dijber de “qiyas a cedelî” tê gotin ku di mertebe ya duyem e piştî qiyas a burhanî. Ferqa wê jî digel qiyas a burhanî di vê da ye ku pêşekiyên qiyasa burhanî, pêwîst e ji qeziye yên bedîhî/eşkere û bivebir pêk hatibe ta ku netîce ya wê jî bivebir be; di felsefe û mijarên eqlî de evî qiyasî bikar tînin. Lêbelê qiyas a cedelî, herçend ji nezer teşe/awayê ve rengê qiyas a burhanî dide, lê pêşekiyên wê ne pêwîst e ku tenê ji qeziyeyên bivebir û eşkere pêk be, belku di pêşekiyên wê da, dibe ku qeziyeyên meşhûre û muselleme jî bi kar bên birin.[3]

Cedel, di riwayetan û gotinên zana yên Musilman da çend cûre hene; cûreyên baş û nebaş û ehsen û ne ehsen; wek çawa di riwayetek ji Îmam Ce’ferê Sadiq (sx) da wiha hatiye:

“Cedel a baş û ehsen ku di Qur’ana Pîroz da hatiye, ev e ku kesek bikare ji baweriya durust berevanî bike û dijminê heqiyê mehkûm û kir bike. Ev cûreyê ji cedelê caîz e. Lêbelê ew cedel a ku kesê nekaribe ji baweriya durust bi awayek baş berevanî bike û tenê jiber ku baweriya wî nekeve bin barê da, hema heqiyekê înkar bike, ev cûreyê ji cedelê, baş nîne û ji nezer şer’î ve jî ne caîz e”.[4]

Ellame yê Meclisî di vê bareyê de wiha dibêje:

“Ji hedîs û riwayetan tê fêhmê, cedel a nebaş û lomelêbûyî ev e ku amanca wê tenê serketin, xwenîşandan, şanazîkirin, te’essub û belavkirina gotinên nedurust û batil be. Lêbelê eger mucadile jibo eşkerekirina heqîyê û dijatiya digel neheqiyê be û amanca wê jinavbirina şubheyên wêranker û rênimûniya rêşaşan be, yek ji mezintirînê binyat û ruknên dînê Îslamê ye. Herçend cudakirin û veqetandina cedel a baş ji ya nebaş pir dijwar e û di gelek ciyan da wekhev lê tên û her wiha nefsa mirovan tejî ye ji wesweseyên veşartî ku tenê bi lutf û kerema Xuda ye ku mirov dikare ji wan rizgar bibe”.[5]

Her wiha di hinek ji çavkaniyên felsefî da derheqê wate ya cedel a ehsen de wiha hatiye:

“Cedel a baş û ehsen, ew e ku di pêşekiyên wê de ji ramanên meşhûre, ku cihê baweriyê ne, bê bikaranîn û cedel a nebaş jî ew e ku pêşekiyên wê ji ramanên cihê baweriyê pêk nehatibe”.[6]

Di encamê da, em dikarin wiha bêjin ku eger mucadile û nîqaşê, jibo eşkerekirina heqîyê bi rêka anîna delîl û burhan be û nebe sebebê înkara heqîyê û sivikbûna dînê Xuda û dûrketina xelkê ji pejirîna heqîyê û bi awayek nerm û bitedbîr pêk be, baş û qenc e û ev hema ew e ku di Qur’ana Pîroz da bi biwêja “cîdal a ehsen” jê hatiye axaftin û Xuda kerem kiriye: “we cadîlhum bîlletî hiye ehsen – û digel wan bi awayek ehsen û qenc nîqaşê bike”.[7]

Bervajiyê wê jî, em dikarin ji cûreyek ji cedela nebaş nav bibin, ew jî “mîra’ ango şer û gengeşî” ye; ku hema rabûna li dij gotina yên dî ye û biçok nîşandana gotina yên dî û rizîlkirina wan û nîşandana zîrekatî ya xwe ye, bêy ku amancek Xudayî hebe an jî li pey sewab û başî bigere.[8] Di riwayet û hedîsan da ji vê cûreyê ji cedelê pir hatiye nehykirin û terikandina wê pêwîst hatiye zanîn; wek çawa Pêxemerê Xuda (selamên Xuda li wî û binemala wî bibarin) wiha kerem kiriye:

“*** - Heçî kesê xwe ji gengeşî û kêşmekêşê di gotûbêjê de paşda bide, di halekî da ku li ser heqîyê ye, wê Xuda, di bilindtirîn mertebeya biheştê de xaniyek jêre ava bike û heçî kesê ji kêşmekêş û gengeşîkirina bi dijwarî xwe paşda bide, di halekî da ku ne li ser heqîyê ye, wê Xuda xaniyek di nîveka biheştê da jêre ava bike”.[9]

Ewî hezretî dîsa di ciyek dî da wiha kerem dike:

“*** - Ti ebdek nagihe rastiya îmana kamil, xêncî ku xwe ji kêşmekêş û gengeşîkirina bêhûde/nebaş paşda bide, herçend li ser heqîye be”.[10]

Mîrê Bawerdaran Îmam Elî (selamên Xuda li wî bibarin) jî gengeşîkirina bêhûde û cedela neqenc, sedema durutî û dijminî dizane û jê nehy kiriye; ewî hezretî wiha kerem kiriye:

“*** - Ji cedel û gengeşîkirina bêhûde û şer û dijminî û lecîyê xwe paşda bidin, çiko birastî wê bibe sedema nexweşiya dilê biraderan û dara nakokî û nîfaqê li ser van herduyan da şîn dibe”.[11]

Îmam Hadî (selamên Xuda li wî bibarin) jî lecî û gengeşîkirina bêhûde, wêrankerê dostînîyê û her wiha sebebê veqetîna ji yekûdu daye nasandin û wiha kerem kiriye:

“*** Lecî û gengeşî yên dijwar, dostanî yên kevin diherişîne û peymanên qahîmên hevalîniyê sist dike û kêmtirîn titşê ku li vê cûreyê ji cedelan heye, ev e ku her yek ji du aliyên gengeşîyê dixwaze ser yê dî bikeve û ev arzûya serketina li ser yê dî, paye û xîma veqetîn û cudaketinê ye”.[12]

Zanayên Musilman, cuda ji vê çendê ku di kitêbên mentiqê da, bi taybet di babeta “sena’atê xems/pêncîne” derheq vê mijarê axaftine, gelek kitêbên serbixwe û cuda jî nivîsandine li bin serdêrên cûrbicûr da, wek “edeba nîqaşê”, “edeba gengeşîkirin”, “edeba gazîkirin”, “edeba xwendinê”, “edeba cedelê” û …[13]

[1]

[2]

[3]

[4]

[5]

[6]

[7]

[8]

[9]

[10]

[11]

[12]

[13]