Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

GIRÎNGÎ YA XILASEKNASIYÊ

2016/07/05

GIRÎNGÎ YA XILASEKNASIYÊ

Di destpêka kitêbê da me derheq muhimmî ya lêkolîna dîn û binyatên wê da (tewhîd, nubuwwet, me\'ad) axift û ronahî kir ku jiyana insankî di girewa çare dîtina durust e ji va mesla ra.

Di pişka yêkê da (dersên 1-20) ji meselên Xudê nasîyê û di pişka duwê da (dersên 21-40) ji rêk û rêk nasî yê (pêxemberî û pêşkariya dînî) hat xeberdan û niha jî emê derheq muhimtirîn meselên qiyametê da li bin serdêra «xilasek nasîyê» da baxivîn.

Cara yêkê emê behsa taybetî ya vî eslê bawerîyê bikîn û bêjîn kanê çi eser heye li ser jiyana ferdî û komî; paşê emê bêjin ku hebûna bîr û hizra durust derheq me\'adê da girêdayî ye bi wê çendê ve ku rûhek nemehsûs û herdaim heyî hebê. Çewa ku heyînnasî bêy baweriya bi Xuda yê Tek, naqis e û kêmasî têda heye bi wî awayî mirovnasî jî bêy baweriya bi rûhê her hebê, ne temam e di pey ra jî vêca emê meselên binyatîyên qiyametê bavêjîn ber lêkolînê û jê baxivîn.

Muhimmî ya baweriya bi qiyametê

Hedefa xebata ji jiyanê ra ew e ku mirov xwest û muhtacî û armancên xwe bi dest ve bênê û bigehê bextewerî û kemala temam. Û çewaniya kar û kiryaran û çewaniya rêk xistina wan girêdayî bi wan hedef û armanca ve ye ku di dinyayê da xebat ji wan ra tê kirin. Nixwe nasîna hedefa paşîn di jiyanê da berpirsyarî ya binyatî heye di kar û kiryara da.

Di heqîqet da sebebê \'eslî di rêçka xebata jiyanê da çewaniya nêrîn û dîtin û nasîna mirov e derheq heqîqet û kemal û bexteweriya xwe da. Kesê ku xwe komekî ji \'unsurên maddî hesab bikê û jiyana xwe vebirîyê di çend rojên jiyana vê dinyayê da bizanê û lezzet û bextewerî û kemalê di jiyanekî xêncî di jiyana vê dinyayê da nebînê, wê bi awayek wereng rabê û rûnê û me’emiletê digel xelkê bikê ku hewcehî û viyanên wî yên vê dinyayê pêk werin.

Lê kesê ku heqîqeta hebûna xwe seratir ji maddiyata dibînê û mirinê xilaseka viyanê hesab nakê û ewê destpêka cî guhaztinê ji vê dinyayê bo dinyaya dî dizanê û rabûn rûniştin û xebatên xwe yên baş wesîleyek hesab dikê bo gehana kemal û bextewerîyê, evêhe wê bername û piroje ya xwe ya jiyanê wereng darêjê ku ji jiyana wî ya her û her ra pir feydetir bê û pitir feydê bigehênîyê. Jiyana dinyayê ewî bêhêvî nakê û paşde nadê ji xebat û pêk anîna mesuliyetê û bi dest ve anîna bextewerî û kemala her û her.

Esera va herdu mirovnasiyan ne tenê di jiyana ferdî da ye, belkî di jiyana komkî û me’emileta duberekî ya mirova di beraberê hev da jî tesîrek zehfî heye. Û baweriya bi jiyana axiretî û xelat û celatê ebedî pir tesîr heye li ser hay jê mana heq huqûqê yên dî her wiha qencî kirin û fedakarî derheq muhtacan da . Û di komel û ictimaékî da ku ev fikr û bîr û bawer sax bê û di halêda bê ji pêk anîn û bi cî anîna qanûnan ra bi awayek durust û dûrê ji zulmê, kêmtir mirov muhtacê şidandinê û dijwarîyê dibê. Bê şik eger ev bawerî di cihanê da belav bibê û cî bigirê, muşkilat û nexweşîyê nav milleta da jî wê pir kêmtir bibin.

Heta niha kifş bû ku mesela qiyametê û vejenîn û lêkolîna wê derheqê da çiqas muhim û berketî û hêjayî ye û heta baweriya tewhîdê bi tenêkî (bêy baweriya bi qiyametê) nikarê esera temam û bêkêmasî deynê ser jiyana baş û xweşdivê da. Li vêderê ye ku remz û raza muhim girtina edyanên \'esmanî û nexasma dînê hêjayî yê Islamê kifş dibê ku ev esasê bawerîyê ev qas muhim zanîne û pêxemberên Xudê ewqas xebitîne ku baweriya bi qiyametê di dilê xelkê da cî bikin û her daim qahîmtir bikin.

Baweriya bi jiyana axiretê hingê dikarê eserê danê ser reftar û rabûn rûniştin û me’emileta mirovan; çi ferd û çi kom, ku mirov bi awayekî bizanê girêdan heye di navbeyna xebat û kiryarên vê dinyayê û bextewerî û bixtireşiya di wê dinyayê da. Kêmê kêm gereke evqas bê qebûl kirin ku xweşî û \'ezabê axiretê ji ber kiryarên baş û nebaşê vê dinyayê ve ne.

Lê eger wereng bê fikr kirin ku mirov dikarê bexteweri ya axiretê li wê derê bi dest xwe ve bînê [çewa ku mirov xweşî yên dinyayê di vê dinyayê da dest xwe têxê] hingê baweriya bi roja qiyametê wê eserê nedeynê ser kar û kiryarê mirova li vê dinyayê da; çimko gorekî vê bîr û hizrê wê bê gotin ku: ji dest ve anîna bextewerî û xweşî yên vê dinyayê di dinyayê da gereke xebat bê kirin û ji gehana bexteweriya axiretê ra jî gereke paş mirinê û di axiretê da bixebitin!

Vê gorekê xêncî sabit kirina roja qiyametê gereke girêdana di navbeyna va herdu cihana da jî sabit bibê; herwiha girêdana navbeyna kiryarên ixtiyarî yên mirov û bextewerî an bextreşî ya her û her da sabit bibê.

Muhimmî ya qiyametê di Qur’ana pîroz de

Zêdetirê ji sê-yêka ayetên Qur’anê derheq jiyana ebedî da ye. Komek ji ayetan behsa lazim bûna baweriya bi axiretê dikê (wek: Beqere/4, Luqman/4, Neml/3 û…). Birek dî ji ayeta behsa peyhatên inkara qiyametê dikin (Isra/10, Furqan/11,Muminûn/ 74 û ...). Bira sisê ji xweşî yên daimî (Rehman/46-78, Waqi\'e/15-38, Dehr/11-31 û ...) û bira çarê ji \'ezabê her û her (Haqqe / 20 - 27, Mulk / 6 - 11 , Waqi\'e / 42 - 56 û ...) daxivin. Di hinek ayeta da ji girêdana di navbeyna kiryarên qenc û xirab û desthatên wan yên axiretê behs hatiye kirin. Herwiha bi gelek awaya ji qiyametê hatiye axiftin ku gereke hebê û cewaba şubhe yên inkarkeran hatiye dayîn werwiha serkaniya xwehrî û xirabkariyan inkara qiyametê û roja hesabê hatiye zanîn (Sad/26 , Secde / 140 ).

Dema mirov hinekî li ayetên Qur’anê da hûr dibê mirov pê dihesê ku qismek zehfî ji got û bêja pêxemberên Xuda digel xelkê behsa qiyametê bûye, heta bi vê jî mirov dikarê bêjê ku xebata wan ji selimandin û sabit kirina vî eslî ra pitir bûye ji sabit kirina eslê tewhîd û yêkatiya Xuda ra. Çimko pirê xelkê ji qebûl nekirina vî eslî ra xwe badidan û dijwartir bûn.

Mirov dikarê dijwariya wan di beraberê vî eslî da li du sebeba da jê baxivê: Yêk hema ew sebebê ku di qebûl nekirina hemî tiştên xef û veşartî da heye. Yê du wê sebebê taybetê inkara me\'adê yanî meyla bal bêqeyd û bendî û bêmesuliyetîyê ve. Çimko wek çewa hat gotin baweriya bi qiyametê û roja hesabê ji qebûl kirina mesuliyetê û hudûd kirina kiryaran û xwe paşda dana ji zulm û xirabî û gunehan ra sebebek eslî û esasî ye û pê inkara wê, rêk ji bayê dil û şehwet û xwest û viyanê ra vedibê.

Qur’ana pîroz behsa evî sebebî dikê û wiha dibêjê:

«أَيَحْسَبُ الْإِنسَانُ أَلَّن نَجْمَعَ عِظَامَهُ * بَلَى قَادِرِينَ عَلَى أَن نُّسَوِّيَ بَنَانَهُ* بَلْ يُرِيدُ الْإِنسَانُ لِيَفْجُرَ أَمَامَهُ»

"Gelo mirov we guman dikin ku em hestî yên wî (piştî ji hev belav bûnê) kom nakîn? Belê, em kara ne ji durust kirina sertilî yên wî ra. Belkî mirov dixazê pêşiya xwe vekê [bê qeyd û bend bê]" Qiyamet / 3 – 5.

Hema ev rûhê qebûlneker e ku di wa kesa da heye, ewên pê gotar û nivîsînên xwe kelîme ya qiyametê û gotinên dî yên Qur’anê derheq qiyamet û me\'adê da me\'na wan biguhêzin ser qewimînên vê dinyayê û qiyameta milletan .. an mefhûmên bi qiyametê ve girêdayî bi alîyê mefhûmên i\'tbarî û ustûreyî ve bikêşin (Neml / 68, Ehqaf /17 ).

Qur’ana pîroz ev mirovên he «şeytanên ins» û «dijminên pêxemberan» zanîne ku pê xeberdanên xwe yên xemilandî rêberê dilan e û xelkê ji îman û bawerî yên durust û peyketina hukmên Xudê paşda didin:

«وَكَذَلِكَ جَعَلْنَا لِكُلِّ نِبِيٍّ عَدُوًّا شَيَاطِينَ الإِنسِ وَالْجِنِّ يُوحِي بَعْضُهُمْ إِلَى بَعْضٍ زُخْرُفَ الْقَوْلِ غُرُورًا وَلَوْ شَاء رَبُّكَ مَا فَعَلُوهُ فَذَرْهُمْ وَمَا يَفْتَرُونَ* وَلِتَصْغَى إِلَيْهِ أَفْئِدَةُ الَّذِينَ لاَ يُؤْمِنُونَ بِالآخِرَةِ وَلِيَرْضَوْهُ وَلِيَقْتَرِفُوا مَا هُم مُّقْتَرِفُونَ»

"Û bi vî awayî me ji her pêxemberekî ra dijminek ji şeytanên ins û cin danîn, ku ji xapandina xelkê ra xeberdanên xemilandî digehênin hevdu. Û eger Xuda yê te bixwesta (bi zorî bûya jî wê pêşî li wan bigirta û) ewa ew kar nedikiran (lê Xudê xelk azad hêlane ji bijartina rêka baş an xirab re) vêca nixwe ewa berde û wa ve bihêle. Û da dilê wa yên bawerî bi axirtê neyîn bi alîyê xeberdanên wan ve biçê û pê razî bibin û derewa wan ji xwe re bigirin» En’am / 112 – 113.

Netîce ya gotarê

Ji bona ku mirov bikarê di jiyanê da rêkekî ji xwe re bibijêrê ku bigehê bexteweriya heqîqî û kemala wî ya nihayî, gereke fikr bikê ku: gelo jiyana mirov pê mirinê digehê xilasekê, an piştî mirinê jiyanek dî ji wî ra heye? Û gelo guhaztina cihê wî ji vê dinyayê bo wê dinyayê wek çûna ji bajarekî bo bajarek dî ye ku dikarê wesîle û xirt û pirtê jiyanê li wê derê jî bi dest ve bênê, an jiyana vê dinyayê pêşekî û zemîne yên xweş û nexweş yên çûna axiretê ye û gereke li vê cihanê da karek bê kirin û desthata kar li wê derê bê dîtin? Û heta ev mesele neyê çareser kirin û hel nebê, nabê dora nas kirina rêkê û bijartinê û darijandina piroje û bernama jiyanê. Çimko heta mexseda seyr û seferê kifş nebê mirov nikarê rêka gehana wê derê kifş û me\'lûm bikê.

Di axirîkê da gereke em vê jî bêjin ku: hebûna jiyanekî bi vî awayî herçend kêm û ze\'êf bê jî, bes e ji wî qasî ra ku mirovê hişyar û \'eqlimend derheq wê da rakê û pey lêkolîn û vejenînê bêxê. Çimko «qasê muhtemel» bê xilasek e.