Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

ŞEKLÊ PEYWENDA NAVBEYNA DINYA Û AXIRETÊ

2016/07/05

ŞEKLÊ PEYWENDA NAVBEYNA DINYA Û AXIRETÊ

Me zanî ku navbeyna bawerî û karê qenc ji aliyekî ve, û nêzîkiya Xudê û xweşîyên axiretê ji alîyê dî ve, girêdan û peywend heye. Her wiha kufr û guneh ji aliyekî ve û dûriya ji Xuda û xweşîyên axiretê ji alîyê dî ve nisbetek rasterast heye. Her wiha di navbeyna îman û karê qenc gel \'ezabê axiretê û navbeyna kufr û guneh gel xweşîyên ebedî nisbetek bervajî û me\'kûs heye. Derheq eslê va tenasuban de ji nezer Qur’anê ve çi şik û şubhe tunehin û inkara wan şûna inkara Qur’anê da tê hesabê.

Lê vê derheqê da ronahî kirina hinek mesela lazim e; wek: gelo ev rabite û peywendên ku hat gotin heqîqî û tekwînî ne, an ji ber qirardanê ye? Û çi girêdan navbeyna îman û karê qenc û kufr û guneh da heye? Û gelo navbeyna karê qenc û xirab bi xwe da jî tesîr û eser kirin heye?

Emê li vê dersê da ji vê yêkê baxivîn ku ev girêdan û peywendên hatîn gotin ne qirardadî û danerî ne.

Peywenda heqîqî an danerî

Çewa ku me gelek caran işare pê kirî, peywenda kiryarên dinyayî û xweşî û \'ezabên uxrewî, ne ji qismê peywendên maddî û me\'mûlî ye; û mirov nikarê gorekî qanûnên fîzîkî an şîmiyayî û ... ewê şîrove û tefsîr bikê. Û heta fikra vê çendê ku enerjiya mesref bûyî di kiryarên mirov da li ser esasê bîr û hizra tebdîla maddê û enerjîyê bi hevdu tê berçav kirin û bi awayê xweşî an \'ezabê axiretî eşkere dibê û derdikevê meydanê, bîr û hizrek nedurust e. Çimko:

Yêk: enerjiya mesref bûyî di gotin û kiryarên mirovekî da belkî ne ew qas bê ku tebdîl bibê bi sêvekî, vê gorekê ew li kû û xweşîyên bê êjmarên bihiştê li kû!

Du: tebdîla maddê û enerjîyê bi hevdu ser esasê hinek sebebên taybet pêk tê û çi girêdanek digel başî û xirabî ya kiryaran û niyeta karker (fa\'il) nîne û li ser esasê çi qanûnek tebî\'î mirov nikarê ferqê bêxê navbeyna kiryarên xalisane û riyakarane da, heta vêca enerjî ya yêkî tebdîl bibê bi ni’met û enerjiya ya dî tebdîlê bi \'ezab û nexweşîyê bibê.

Sê: enerjiyek ku carekî di rêka \'ibadet da mesref bûyî, çêdibê carek dî di rêka ne guhdarîyê da bikar bê birin.

Lê nefya peywendek wiha, ne bi me\'na inkara hemî peywendên heqîqî ye. Çimko daire ya peywendên heqîqî şamilê peywendên nenas û neyên tecrube kirin jî dibê û \'ulûmên tecrubî; çewa ku nikarin peywenda \'illiyeta navbeyna tiştên dinyayî û uxrewî da sabit bikin, nikarin hemî peywendên \'illî û me\'lûlî jî pûç bikin û jinav bibin. Û ferza vê yêkê ku kiryarên baş û xirab eserek waqi\'î di rûhê mirov da hebê û ew eserên rûhî bibin sebebê peyda bûna xweşî an \'ezabên uxrewî. Wek eser danîna hinek nufûsan di tiştên ji \'edetê der yên dinyayî da, ferzek wiha nabê neber \'eqil, belkî ser esasê hinek eslên taybetên felsefî ew bê sabit kirin. Û beyana wê ne munasibê halê vê kitêbê ye.

Şahidên Qur’anî

Beyanên Qur’anî herçend xalib bi awakî ne ku mirov peywenda qirardadî jê fêhm dikê, wek ayetên ku te\'bîra ecr û ceza têda hatî, [1] lê mirov dikarê ji ayetên dî istifade bikê ku peywenda ku navbeyna kiryarên insan û xêr û cezayê axiretî da heyî, zêdetir e ji peywendek qirardadî û danerî.

Nixwe mirov dikarê bêjê: te\'bîrên deste ya ewil ji rihet kirina fêhm kirinê û hay jê mana halê xalibê xelkê ra ye ku digel te\'bîrên bi vî awayî nastir in. Her wiha ji gelek hedîs û riwayetan tê zanîn ku \'emelên ixtiyarî yên mirovan, şiklên melekûtî yên muxtelif jêra hene ku wê di \'alema berzex û qiyametê da derkevin meydanê û eşkere bibin.

Li vêderê emê berê xwe bidin hinek ayetan ku nîşan didin girêdan û peywendek heqîqî navbeyna kiryarên mirov û desthata wan ya axiretê da heye:

« و َمَا تُقَدِّمُوا لأَنفُسِكُم مِّنْ خَيْرٍ تَجِدُوهُ عِندَ اللّهِ - her başiya ku hûn pêş xwe da rêkin, hûnê ewê li bal Xuda bibînin» (Beqere/ 110; û binêrin: Muzzemmil / 20).

«يَوْمَ تَجِدُ كُلُّ نَفْسٍ مَّا عَمِلَتْ مِنْ خَيْرٍ مُّحْضَرًا وَ مَا عَمِلَتْ مِن سُوَءٍ تَوَدُّ لَوْ أَنَّ بَيْنَهَا وَبَيْنَهُ أَمَدًا بَعِيدًا وَيُحَذِّرُكُمُ اللّهُ نَفْسَهُ وَاللّهُ رَؤُوفُ بِالْعِبَادِ »

“Roja ku herkes kar û \'emelê baş û xirabê kirî hazir dibînê...” (Alê ‘Imran / 30).

يَوْمَ يَنظُرُ الْمَرْءُ مَا قَدَّمَتْ يَدَاهُ – roja ku herkes berê xwe didê wê ya destên wî pêş xwe da rêkirî ... » (Nebe’ / 40).

“Kesê qas zerreyekî karê baş bikê wê ewê bibînê û yê qas zerrekî karê xirab bikê wê ewê bibînê” (Zilzal / 7-8).

“Gelo cezayê ku ji hewe re tê dayîn xêncî ji wan kiryara ye ku hewe (di dinyayê de) kirîn” [2] (Neml/ 90 û binêre: Qeses /84)

«إِنَّ الَّذِينَ يَأْكُلُونَ أَمْوَالَ الْيَتَامَى ظُلْمًا إِنَّمَا يَأْكُلُونَ فِي بُطُونِهِمْ نَارًا وَسَيَصْلَوْنَ سَعِيرًا»

“Ewên bi zulm malê yetîman dixwin, xêncî ji agir nakin zikê xwe de» (Nisa / 10).

Eşkere ye ku dema mirov roja qiyametê dibînê kanê di dinyayê de çi kiriye, mexsed ne xêr û ceza ye; belkî sûret û şiklê melekûtî ya kiryar û \'emela ye ku bi şiklê xweşî an \'ezab xwe nîşan didê û şexs pê wan dikevê xweşîyê an \'ezab. Wek çewa ji ayeta paşî tê fêhmê, şiklê xwarina malê yetîm agir e. Û çewa ku dema li qiyametê da heqîqet eşkere dibin wê bibînê ku xwarina filan xwarina heram, agir bûye û wê şewata navdeyî ya wî bibînê û wê jêra bê gotin: gelo ev agir ji wî malê heramê te xarî pêve tiştek dî ye?!

[1] - Te\'bîra «ecr» bi xwe 90 car û kelîme yên ji wê hatîn çêkirin jî ji sed‌ car zêd‌etir di Qur’ana Pîroz da hatiye bikar anîn.

[2] -  - و مَن جَاء بِالسَّيِّئَةِ فَكُبَّتْ وُجُوهُهُمْ فِي النَّارِ هَلْ تُجْزَوْنَ إِلَّا مَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ