Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

JI MIRINÊ HETA QIYAMETÊ

2016/07/05

JI MIRINÊ HETA QIYAMETÊ

Me zanî ku pê vê zanîna mehdûd û sînor kirî ya xwe, em nikarîn bigehin biniya zanîna derheq qiyametê û \'alema xeybê. Û tenê gereke em pê nasînên giştî yên ku \'eql bi me didê nas kirin û wesfên ku bi rêka wehyê ve ji me ra hatî gotin bes bikîn. Di dersa pêşîyê da me behsa desthatek giştî kir derheq qiyametê da gorekî \'eql. Û di vê dersê da jî emê gorekî Qur’anê behsa hinek ji wesfên wê bikîn.

Helbet çêdibê hinek wêje yên ku di wesfê axiretê da bikar tên birin û wêje yên muteşabih bin ku bi awayek temam rêk nekevin digel ya waqi\'î û ev ne ji ber kêmasî ya di gotinê da ye; belkî ji ber kêmasî ya fêhma me da ye. Bêguman pê berçav girtina avahî yê fikrî yê me kelîme yên Qur’anê bikar birîn baştirîn in.

Û çimko beyanên Qur’anê pêşekî yên axiretê jî ber xwe girtiye ji ber wê emê xeberdanê ji mirinê dest pê bikîn.

Her mirovek wê bimirê

Qur’an li ser vê yêkê dişidênê ku mirov hemî (belkî hemî xwey rûh) wê bimirin û di vê \'alemê da qet çi kes ebedî namînê:

«Heçî kesê li ser \'erdê heyî wê fanî bê». Rehman / 26

«Herkes wê mirinê tam bikê» Alê ‘Imran / 185, Enbiya / 35

«Ey pêxember muheqeq tu dê bimirî û ew jî wê bimirin» Zumer / 30

«Pêş te da me ebedî bûn ji kesî ra qirar nedaye. Ma vêca gelo eger tu mirî wê ew ebedî bimînin?» Enbiya / 34.

Vê gorekê mirin qanûnek giştî ye ji hemî candarên cihanê ra.

Cangîr

Qur’ana pîroz ji aliyekî ve girtina rûh û cana nisbet didê bal Xudê ve: «Xudê canan digirê di wextê mirina wan da» Zumer / 42.

Û ji alîyê dî ve melekê mewtê memûrê can girtinê nîşan didê:

«Bêje melekê mirinê ku li ser hewe hatiye deynan wê hewe bigirê...» Secde /11. Û li ciyek dî da nisbeta can girtinê didê bal hinek melaîketa ve ku ewa ji can girtinê ra rêdikê:

«حَتَّىَ إِذَا جَاء أَحَدَكُمُ الْمَوْتُ تَوَفَّتْهُ رُسُلُنَا وَهُمْ لاَ يُفَرِّطُونَ- heta dema mirina yêk ji hewe bê hinartî yên me ewî digirin» En’am / 611.

Ronahî ye ku eger kesek karê xwe bi rêka kesek dî ve pêk bênê çêdibê ew kar bi alîyê herduka ve jî bê nisbet dan. Û eger yê duwê jî vêca wî karî pê kesek dî bi cî bênê ew kar çêdibê were nisbet dan bal hersêka ve jî. Û çimko Xudê girtina rûh û cana bi rêka melekê mewtê ve pêk tênê û Ewî jî hinek melaîketên memûr hene ku li bin fermana Wî da ne; her sê nisbet durust in.

Rihet û zehmet girtina rûhan

Ji Qur’anê tê fêhmê ku rûh sitandina melaîketa, hemî ne bi awakî ye, belkî canê hinek bi rihetî û bi qedr û qîmet digirin û yê hineka bi dijwarî û rezîl kirin digirin.

Derheq bawerdara da Qur’an wiha ji rûh sitandina wan daxivê:

 « حَتَّىَ إِذَا جَاء أَحَدَكُمُ الْمَوْتُ تَوَفَّتْهُ رُسُلُنَا وَهُمْ لاَ يُفَرِّطُونَ - Ewên melaîket canê wan bi xweşî distînin û selam (û qîmet)ê didin wan». Nehl / 32. Û binêrin: En’am / 93.

Derheq kafiran da jî kerem dikê:

 «Dema melaîket rûhê kafira distînin li rû û pişta wan didin...» Enfal / 50 û binêrin: Muhemmed / 27.

Û belkî mirov bikarê bêjê navbeyna bawerdar û kafira da jî gorekî dereca bawerî û kufra wan rihetî û dijwarî ferq dikê.

Qebûl nebûna îman û tewbê li demê mirinê

Dema mirina kafir û gunehkara digehê û ji jiyana dinyayê bê hêvî dibin ji borî ya xwe poşman dibin û îman û tewbê ji xwe nîşan didin; lê qet ji wan nayê qebûl kirin. Qur’an kerem dikê: «... Roja ku hinek ji nîşanên Xuda yê te eşkere bibin, îmana kesekî ku pêşda bawerî neaniye an di halê îmanê da karek qenc nekiriye jêra feyde nakê». En’am / 50. Û binêre: Sebe\' / 51 - 53, Xafir / 85, Secde / 29. Û:

"Û tewbe nîne ji wî kesî ra yê karên xirab dikê, heta mirina yêk ji wan bigehê dibêjê: niha min tewbe ye!» Nisa/18.

Ji zimanê Fir’ewn neql dikê dema ket ber nûqî bûnê got:

«وَجَاوَزْنَا بِبَنِي إِسْرَائِيلَ الْبَحْرَ فَأَتْبَعَهُمْ فِرْعَوْنُ وَجُنُودُهُ بَغْيًا وَعَدْوًا حَتَّى إِذَا أَدْرَكَهُ الْغَرَقُ قَالَ آمَنتُ أَنَّهُ لا إِلِـهَ إِلاَّ الَّذِي آمَنَتْ بِهِ بَنُو إِسْرَائِيلَ وَأَنَا مِنَ الْمُسْلِمِينَ»

"Min bawerî anî ku çi ilaا xêncî ji Wî yê benî israîl îman pê anî nînin û ez ji ehlê Islamê me». Di cewabê da tê gotin:

«آلآنَ وَقَدْ عَصَيْتَ قَبْلُ وَكُنتَ مِنَ الْمُفْسِدِينَ»

"Niha, vê gavê?! Halhale te pêşda neguhdarî kiriye û tu xirabkar bû". Yûnus / 90 - 91.

Xweziya zivirîna li dinyayê

Qur’ana pîroz ji kafir û xirabkaran digêrê û neql dikê dema mirina wan digehê an \'ezabek jinavber ser wan da tê xwezîyê dixazin ku xwezî li dinyayê bizviriyan û bibûna ji ehlê îman û qenckaran. An ji Xudê dixazin ku wa li dinyayê bizivirênê da xwe çêkin û ya ji dest dayîn dest ve bênin, lêbelê ew xwesta wan nayê cî û pêk nayê[1].

Li hinek ayeta da vê jî dibêjê ku eger bihatan zivirandin jî wê dîsa wek derbazbû ya xwe bikiran. En’am / 27 - 28.

Û di roja qiyametê da herwiha wê daxazên dî jî hebin ku qet çi yêk ji wan nayê qebûl kirin: Mu\'minûn / 99 - 100.

«حَتَّى إِذَا جَاء أَحَدَهُمُ الْمَوْتُ قَالَ رَبِّ ارْجِعُونِ * لَعَلِّي أَعْمَلُ صَالِحًا فِيمَا تَرَكْتُ كَلَّا إِنَّهَا كَلِمَةٌ هُوَ قَائِلُهَا»

"Heta hingê ku mirina yêk ji wan bigehê dibêjê: ey Xuda! min bizivirîne, belkî ez karê qenc di wê ya min terk dayî da bikim. Nexêr, ew gotineke ku ew dibêjê".

« أَوْ تَقُولَ حِينَ تَرَى الْعَذَابَ لَوْ أَنَّ لِي كَرَّةً فَأَكُونَ مِنَ الْمُحْسِنِينَ ... an dema \'ezab dibînê dibêjê: xwezika min zivirînek hebûya, vêca ez bibûma ji qenckaran». Zumer / 58. Binêrin: Şu’era /102.

«وَلَوْ تَرَىَ إِذْ وُقِفُوا عَلَى النَّارِ فَقَالُوا يَا لَيْتَنَا نُرَدُّ وَلاَ نُكَذِّبَ بِآيَاتِ رَبِّنَا وَنَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ»

"Dema ji agirê cehnemê ra tên raber kirin, dibêjin: xwezî em bihatan zivirandin û êdî me ayetên Xuda yê xwe inkar nekiran û em ji bawerdaran bûna". En’am / 27 – 28. Û binêrin: E’raf / 53.

«وَلَوْ تَرَى إِذِ الْمُجْرِمُونَ نَاكِسُو رُؤُوسِهِمْ عِندَ رَبِّهِمْ رَبَّنَا أَبْصَرْنَا وَسَمِعْنَا فَارْجِعْنَا نَعْمَلْ صَالِحًا إِنَّا مُوقِنُون»

"Hingê ku ewên xirabî kirîn serê xwe li bal Xuda yê xwe çemandine (û dibêjin:) ey Xuda! me dît û bihîst, vêca me bizivirîne da em karê qenc bikîn. Hema birastî em ehlê yeqînê ne". Secde / 12. û binêrin: Fatir / 37.

Ji van ayetan bi başî tê dest ku \'alema axiretê ne cihê bijartin û \'emel kirina bi teklîf û berpirsyariya ye. Û heta yeqîn ku di wextê mirinê da çêdibê eserek ji tekamula mirov ra tune û ewî nakê musteheqê xêrê. Ji ber vê ye ku gunehkar û xirabkar xweziya zivirîna li dinyayê dixazin, da bi bijartin û ixtiyar bawerîyê bênin û karê qenc bikin.

\'Alema berzexê

Ji ayetên Qur’anê tê fêhmê ku mirov piştî mirinê û pêşiya qiyametê dewranekî di \'alema qebir û berzexê da diborênê û li wê derê awayek yê şahî û lezzetê an xem û nexweşîyê dibînê. Û di gelek hedîsa da heye ku mirovê xwey îmanê gunehkar ji ber hinek zehmetî û nerihetiyan ku gorekî gunehê xwe dibînê pak dibê da di \'alema qiyametê da barê wî sivik bibê.

Ji ber ku ayetên derheq \'alema berzexê da muhtacê tefsîr kirinê ne me ji anîna wan xwe da paş û tenê yêkî emê bînin ku kerem dikê:

«.. وَمِن وَرَائِهِم بَرْزَخٌ إِلَى يَوْمِ يُبْعَثُونَ - û piştî mirina wan berzexek heye heta roja ku tên rakirin». Muminûn / 100.

[1] - Qur’ana pîroz zivirîna wa kesa li dinyayê nefy dikê ku \'emrek di kufr û bê emrîyê da borandine û di halê mirinê da daxaza zivirîna li dinyayê dixazin û her wiha zivirîna ji \'alema qiyametê bo dinyayê qebûl nakê. Û evahe ne bi wê me’nê ye ku bi çi awaya zivirîna li dinyayê çênabê. Me pêşîda jî Got ku hinek hebûne piştî mirinê li vê dinyayê da dîsa sax bûne. Û gorekî baweriya Şî\'an piştî hatina Imam Mehdî (s) wê hinek li dinyayê bizivirin.