Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

PEYWENDA DINYA Û AXIRETÊ

2016/07/05

PEYWENDA DINYA Û AXIRETÊ

Me zanî ku jiyana mirov hema ne ew e li vê dinyayê da, belkî wê dîsa sax bibê û her û her di \'alema axiretê da sax bimînê. Her wiha me zanî ku jiyana heqîqî û rastî, jiyana axiretê ye; bi awayek wereng heta ku di beraberê wê [jiyana axiretê] da ne layiq e mirov navê jiyanê deynê ser jiyana dinyayê.

Niha dor gehaye wê yêkê ku em behsa girêdana di navbeyna dinya û axiretê da bikîn. Elbet ji gotinên pêşda qederekî ev girêdan ronahî bû. Lê ji ber xwehr fikrî yên ku vê derheqê da heyîn baş e ku em pitir vê derheqê da baxivîn, da ku pê delîlên \'eql û gotinên Qur’anê girêdan û peywenda ku navbeyna dinya û axiretê da heyî ronahîtir bibê.

Dinya zevî ya axiretê ye

Gotina me ya ewil vê derheqê da ew e ku se\'adet û şeqaweta (bextewerî û bextreşî) axiretê li pey me’emilet û kiryarên mirov e di dinyayê da. Ne werng e ku ji dest ve anîna xweşîyên axiretê ra mirov bikarê li wêderê kar û xebatekî bikê, an ewê qewîtir û \'eqilmendtir bikarê xweşî yên zehftir dest xwe ve bênê an ewê hîlebaztir bikarê ji desthata yên dî ji xwe re bibê, çewa ku hinek nezan wereng guman dikin û \'alema axiretê bi temamî ji \'alema dinyayê cuda hesab dikin.

Qur’ana pîroz ji devê hinek kafiran neql dikê ku: «(yê dinyaxaz got:) Ez guman nakim qiyamet rabê û eger (rabê û) ez bi alîyê Xuda yê xwe ve bêm zivirandin, ez baştirê ji xweşîyên dinyayî li wêderê bi dest ve bînim» (Kehf / 36).

Û li sûretê Fussilet, ayeta 50 da jî dibêjê: «Ez guman nakim qiyamt rabê û eger (rabê û) ez bal Xuda yê xwe ve bêm zivirandin, minê li bal Wî baştirîn xweşî û ni\'met hebin».

Evan kesan an guman kiriye ku di axiretê da jî wê pê xebata xwe xweşîyên zehfî bikarin dest ve bînin, an gumana wan ew bûye ku behremendiya wan ji xweşîyên dinyayê nîşana lutf û merhemeta Xuda ya taybet e ji wan ra; nixwe ev lutf û merhemet di axiretê da jî ji wan ra heye!

Di her hal û karî da eger kesek axiretê serbixwe û ne girêdayî bi dinyayê ve bizanê û karê dinyayê di xweşî û \'ezabê axiretê da bê tesîr bizanê, ewî bawerî bi qiyameta ku yêk ji ruknên baweriya dînên \'esmanî ye neaniye. Çimko ev esl bi xêr û ceza û kiryarên dinyayî ve girêdayî ye û li ser vê yêkê ava bûye û ji ber vê ye ku dinya bazar û ticaretxane an zevî û mezre\'e ya axiretê hatiye nav kirin. Ku gereke li vêderê kar û xebat bê kirin û bê çandin û li wêderê jê hilanî û çinî. [1] Mefhûmê delîlên me\'adê û gotinên Qur’anê jî ji vê pêve ne tiştek dî ye.

Xweşîyên dinyayê ne sebebê bexteweriya axiretê ne

Hineka jî wereng fikr kiriye ku xweşî û zarok û malê dinyayê sebebê rihetî û xweşiya axiretê ne jî. Û belkî çal kirina zêr û zîv û mucewherat û tiştên xwarinê digel mirîyan ji vê xeyal û bîr û hizrê hatibê meydanê.

Qur’an kerem dikê ku ew mal û zarok bi xwe bi xwe dibin sebebê nêzîkiya Xuda (Sebe’ / 37) ne jî di cihana axiretê da feydê digehînin kesî (Şu’era /88; Luqman/33, Alê ‘Imran/10,116, Mucadile / 17) û ji xwe ev awayê peywend û wesîle yên dinyayî li wêderê jinav diçin (Beqere / 166, Mu\'minûn / 101) û herkes heyî û hemî tiştên xwe ber didê (En’am / 94) û tek û tenê bi alîyê Xuda yê xwe ve tê heşr kirin û birin (Meryem/80,95) û tenê peywend û girêdanên me\'newî û xudayî dimînin û ji ber vê ye ku bawerdarên ku digel hevjîn û zarok û famîl û eqreban peywend û girêdanên îmanê hebin di bihiştê da digel hev in (Re\'d / 23, Xafir / 8, Tûr / 21).

Welhasil: peywend û girêdana ku di navbeyna dinya û axiretê da heyî ne wek peywendên di nav tiştên dinyayî da ne. Ne wereng e ku her kes di dinyayê da keyfxweştir û qewîtir û sipehîtir û dewlemendtir bê, di axiretê da jî dê wereng bê; eger ne, gerek Fir’ewn û Qarûn behremendtir bûna ...!

Hinek ji nezanan guman kirine ku meala ayeta Isra / 72 «Û kesê di vê dinyayê da kor bê di axiretê da jî kor û li rê windatir e»; ev e ku behremendî û selametiya dinyaî girêdanek rasterast gel selametî û behremendî ya axiretê heye, halhale korî ya di ayetê da ne korîtî ya bedenî û eşkere ye, belkî mexsed korîtî ya dil e. Çewa ku di ayetek dî da kerem dikê: «Çav kor nabin, belkî ew dilên di singa da kor dibin» (Hec / 46).

Taha / 124-126 kerem dikê:

«وَ مَنْ أَعْرَضَ عَن ذِكْرِي فَإِنَّ لَهُ مَعِيشَةً ضَنكًا وَنَحْشُرُهُ يَوْمَ الْقِيَامَةِ أَعْمَى õ قَالَ رَبِّ لِمَ حَشَرْتَنِي أَعْمَى وَقَدْ كُنتُ بَصِيرًا õ قَالَ كَذَلِكَ أَتَتْكَ آيَاتُنَا فَنَسِيتَهَا وَكَذَلِكَ الْيَوْمَ تُنسَى»

“Kesê bîr anîna min (an kitêba min) pişt xwe ve avêt. wê jiyanek bi zehmet hebê. Û roja qiyametê emê ewî kor mehşûr bikin. Dibêjê: çima te ez kor mehşûr kirim; halhale ez bîna bûm? (Xudê) dibêjê: wiha ye, ayetên Xuda yê te bi alîyê te da hatin, vêca te ew jibîr kirin; eha bi wî awayî îro tu jî hatî jibîr kirin”.

Nixwe sebebê korî ya di wê cihanê da jibîr kirina ayetên Xuda ye di vê cihanê da, ne korî ya zahirî û eşkere.

Vê gorekê girêdan û peywenda dinya û axiretê ne ji qismê peywenda di navbeyna esbab û musebbebatên dinyayî ye.

Xweşîyên dinyayî ne sebebê bextreşî ya axiretê ne

Hineka jî guman kiriye navbeyna xweşîyên dinya û axiretê da girêdan û peywendek bervajî heye û ew kes bexteweriya axiretê dest ve tênin ku ji xweşîyên dinyayê bêbehr bin. Û berhemendên ji xweşîyên dinyayê jî ji bexteweriya axiretê bê behr in. Lê evênhe bêxeber in ji vê yêkê ku dinyaxazî beraber nîne digel behremendiya ji xweşîyên dinyayê (binêrin ayetên: Beqere / 200, Alê ‘Imran / 77, Isra / 18, Şûra / 20, Ehqaf / 20) belkî dinyaxaz ew e yê lezzetên dinyayê bikê armanc û hedefa xebat û kiryarên xwe û hemî quweta xwe ji gehana wan ra bikar bibê, herçend negehê xwesta xwe. Û axiretxaz jî ew e ku dilê xwe bi lezzetên dinyayê ve girê nedê û hedefa wî axiret bê; herçend gelek ji xweşîyên dinyayê behremend bê, wek hezretê Suleyman û gelek ji pêxemberên dî yên Xuda (selewat û selamên Xuda li ser wan bin), ku ji gelek xweşîyên dinyayê behremend bûne û ji bona gehana bexteweriya axiretê û razî bûna Xuda jê istifade kirine.

Nixwe navbeyna behremendiya ji xweşîyên dinyayî û xweşî yên axiretê ne tenasuba rasterast û ne tenasuba bervajî tunehin. Belkî hem xweşî û hem belayên dinyayê hekîmane di nav xelkê de belav bûne (Zuxruf / 32) û hemî ji bo imtihana wa ye [2] û behremendî an mehrûmiyeta ji xweşîyên dinyayê bi xwe bi xwe ne nîşanê nêzîkî û ne dûrî ya ji Xudê ye û ne jî sebebê bextewerî û bextreşî ya axiretê (Alê ‘Imran / 179, Mu\'minûn / 56, Fecr / 15, 16).

Netîce û desthat

Desthata vê behsê ev e ku inkara peywenda navbeyna dinya û axiretê de di hukmê inkara me\'adê da ye, lê ne peywenda di nav xweşîyên dinyayê û axiretê û nexweşîyên wa de. Ewa ku dibê sebebê xweşî an \'ezabê axiretê, kar û kiryarên ixtiyarîyên mirovan di dinyayê de ye. Û evahe ye destata bi sedan ayetên Qur’anê ku behremendiya bexteweriya axiretê di girewa îmana bi Xudê û roja qiyametê û pêxembera da daniye û her wiha kirina karên xudayî wek nimêj û rojî û cihad û dana di rêka Xudê [infaq] da û qencî ya digel \'evdên Xudê û emrê bi qencîyê û nehya ji kirêtê û muqabila gel kafir û zaliman û rabûna \'edalet û cî kirina wî. Û \'ezabê ebedî jî di nav kufr û şirk û nifaq û inkara qiyametê û derewîn kirina pêxemberan û gunehkarî û zulmê û ... daniye.

[1] - Lazim e mirov hay ji vê yêkê hebê ku di Qur’ana pîroz d‌a mizgîniya pad‌aş û xelatên dinyayî jî hatiye d‌ayîn, lêbelê pad‌aş û cezaya kamil û d‌aimî taybetî yê axiretê ye.

[2] - Enfal / 28, Enbiya / 35, Texabun / 15, E’raf / 168, Kehf / 7, Maid‌e / 48, En’am / 165, Neml / 40, Alê ‘Imran / 186.

Di ayetekî da bi awayê giştî sebebê bexteweriya ebedî «îman û kar û \'emelê salih û qenc» zaniye [1] û sebebê bextreşîyê jî kufr û gunehkarî daye nasandin[2]

[1] - Beqere / 25, 38, 62, 82, 103, 112, 277, Alê ‘Imran / 15, 57, 114, 115, 133, 179, 195, 195, 198, Nisa / 13, 57, 122, 124, 146, 152, 162, 173, Maid‌e / 9, 65, 69, En’am / 48, Tewbe / 72, Yûnus / 4, 9, 63, 64, Re\'d‌ / 29, Ibrahîm / 23, Nehl / 97, Kehf / 2, 29, 30, 107, Taha / 75, Hec / 14, 23, 50, 56, Furqan / 15, \'Enkebût / 7, 9, 58, Rûm / 15, Luqman / 8, Secd‌e / 19, Sebe / 4, 37, Fatir / 7, S / 49, Zumer / 20, 33, 35, Xafir / 40, Fussilet / 8, Şûra / 22, 26, Casiye / 30, Feth / 17, Hed‌îd‌ / 12, 21, Texabun / 9, Telaq / 11, Inşiqaq / 25, Burûc / 11, Tîn / 6, Beyîne / 7, 8.

[2]- Beqere / 24, 39, 81, 104, 161, 162, Alê ‘Imran / 21, 56, 86, 88, 91, 116, 131, 176, 177, 196, 197, Nisa / 14, 56, 121, 145, 151, 161, 168, 169, 173, Maid‌e / 10, 36, 72, 86, En’am / 49, Tewbe / 3, 68, Yûnus / 4, 8, Re\'d‌ / 5, Kehf / 32, Xafir / 6, Şûra / 26, Casiye / 11, Feth / 13, 17, Hed‌îd‌ / 19, Mucadile / 5, Texabun / 10, Mulk / 6, Inşiqaq / 22, 24, Xaşiye / 23, 24, Beyîne / 6.