Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

ŞIKLÊ QIYAMETÊ DI QUR’ANÊ DA

2016/07/05

ŞIKLÊ QIYAMETÊ DI QUR’ANÊ DA

Ji Qur’anê tê fêhmê ku rabûna qiyametê ne hema tenê pê sax bûna dubare ya mirov pêk tê; belkê hemî tişt tevhev dibê û sîstima \'alemê serûbin dibê û \'alemek dî pê hinek taybetî yên dî peyda dibê, \'alemek wereng ku em nikarin tê bigehin ka çewan e û em hûr û kûr nikarîn ji taybetîyên wê bizanîn. Vêca hingê ye ku mirov hemî, ji ewil heta axir sax dibin û digehin desthata kar û \'emelê xwe û ji her û her ra di nav xweşiyan da an di \'ezabê da dimînin.

Çiko ayetên vê derheqê da pir zêde ne û anîna hemiyan gotinê dirêj dikê; emê hema ji naveroka hineka tenê baxivin.

Halê \'erd û behr û çiyan 

Lerzînek mezin di \'erdê da peyda dibê[1]  û heçî ya di nav da ye, wê derkevê meydanê (Zilzal / 2, Inşiqaq / 4) û qet û piçên wê dê ji hev belav bibin û piç piç bibê (Haqqe / 14, Fecr / 21); wê behr bikelişin û şeq bibin (Tekwîr / 6, Infitar / 3) û çiya biherikin[2]  û biperçiqin û ser hev da biçin (Haqqe / 4, Waqi\'e / 5) wê wek girkê xîzê lê bên (Muzzemmil / 14) û paşê wê wek hirî ya hatî jenîn lê bên (Me\'aric / 9, Qari\'e / 5) vêca wê li hewa re belav bibin (Taha / 105 – 107, Murselat / 10) û ji wan çiyayên bilind xêncî ji serab û leylanekî tiştek namînê (Kehf / 8, Nebe\' / 20).

Halê \'esman û stêran

Heyv (Qiyamet / 8) û roj (Tekwîr / 1) û stêrên mezin ku hinek ji wan çend mîlyon cara ji rojê mezintir û ronahîtir in, tarî dibin û ronahiya wan ji wa tê girtin (Tekwîr / 2), û sîstim û bizav û hereketa wan têk diçê û roj û heyv digehin hev (Infitar / 2, Qiyamet / 9) û ew \'esmanê ku wek banekî li ser vê cihanê da girtiye wê sist bibê û ji hev bikevê (Tûr / 1, Haqqe / 16) û bikelişê û qet qet bibê (Rehman / 37, Haqqe / 16, Muzzemmil / 18, Murselat / 9, Nebe\' / 19, Infitar / 1, Inşiqaq / 1) û wê li hev bê pêçan (Enbiya / 104, Tekwîr / 11) û wê wek hêsinê heliyayî lê bê (Me\'aric / 8) û wê hewayê cihanê tejî dûy [dûman] û \'ewr bibê (Furqan/25, Duxan/10).

Sûra mirinê

Di vî halî da wê sûra mirinê bê pifdan û hemî tiştên sax wê bimirin (Zumer / 68, Haqqe / 13, Yasîn / 49) di cihana tebî\'et da eserek ji jiyanê namînê û tirs û dehşet û bizdhan dikevê di rûh û cana da (Neml / 87 - 89) xêncî ji wa yên ku ji remz û razên cihanê agahî hebûn û dilê wa tejî ji nasîn û hezkirina Xuda.

Sûra saxîyê û destpê bûna qiyametê

Di pey ra wê cihanek dî ku ji her û her manê ra qabil bê wê peyda bibê (Ibrahîm / 48, Zumer / 67, Meryem / 38, Qaf / 22) û rûyê cihanê wê pê ronahiya Xuda ronahî bibê (Zumer / 69) û wê sûra jiyanê bê pifdan (Zumer / 68, Kehf / 99, Qaf / 20, 42, Nebe\' / 18, Nazi\'at 13-14, Muddessir / 8, Saffat / 19) û mirov hemî (belkî heywan jî - En’am / 38, Tekwîr / 5) wê di cî da sax bibin (Kehf / 47, Nehl / 77, Qemer / 50, Nebe / 18) bi dehşet û bizdhan (Qaf / 20) wek kulî û pelpelîtankên di hewa re belav dibin (Qari\'e / 4, Qemer / 7) bi lez û bez (Qaf/44, Me\'aric / 43) wê bi alîyê Xuda ve bikevin rê (Yasîn /51, Muteffifîn / 30, Qiyamet / 12, 30 û ...) û hemî pêkve wê li ciyek mezin kom bibin (Kehf / 99, Texabun / 9, Nisa / 87, En’am / 12, Alê ‘Imran / 9, Hûd / 103) û pirtir wereng hizir dikin ku sekina wan di \'alema qebr û berzexê da qasî se\'etekî an rojekî û an çend rojan bûye. (Rûm / 55, Nazu\'at / 46, Yûnus / 45, Isra / 52, Taha / 103 - 104, Mu\'minûn / 113, Ehqaf / 35).

Eşkere bûna hukûmeta ilahî û birîna sebeb û neseban

Di wê \'alemê da heqîqet eşkere dibin û hukûmet û seltenet û padişahiya Xuda bi temamî bi cî tê, heybet û tirsek wereng ser xelkê da digirê ku kes nikarê gotin û xeberdanekî bêjê û herkes di fikra xwe da ye û heta zarok ji dê û babên xwe û eqreba û famîl ji hev direvin û ji binî ve nisbeta neseb û sebeb û girêdanan tê birîn û dostî û hevaletiya li ser binyata menfî\'et û pîvek û kêşekên dinyayî û şeytanî çêbûyîn dibin dijminî (Zuxruf / 67) û ji ber texsîratîyên ku di dinyayê da kirîn, hesret û poşmanî dilê wan dinixûmênê (En’am / 31, Meryem / 39, Yûnus / 54).

Mehkema \'edla ilahî

Vêca mehkeme ya \'edla ilahî wê pêk bê û kar û \'emelê hemî hazir bibê (Alê ‘Imran / 30, Tekwîr / 14, Isra / 49) û nivîsoka \'emelan wê bê belav kirin (Isra / 13 - 14, 71, Haqqe / 19, 25, Inşiqaq / 7, 10) û nisbet dana kar û \'emelan bal xweyê wan ve ewqas eşkere ye ku êdî nelazim e ku jê bipirsn te çi kiriye? (Rehman / 39). Di vê mehkemê da melaîket û pêxember û mirovên ku li bal Xuda biqedr in ji şahidîyê ra hazir dibin[3]  û xêncî ji wan vêca dest û pî û çermê bedenê jî li ser mirov şehdeyîyê ddin[4] û hûr hûr hesaba xelkê tê dîtin û pê mîzana xudayî tê kêşan[5] û li ser esasê \'edalet û dadgerîyê derheq wan da hukm tê dayîn[6] û herkes netîce û desthata kar û xebata xwe dibînê[7] û ji qenckaran ra deh beraberê wê tê dayîn (En’am / 160) û kes barê kesî ranakê;[8] lê ew kesê ku xelk ji rê deraniye xêncî gunehê xwe, qas gunehê wa yên li rê wunda kirîn jî li wî tê kirin bêy wî qasî ku ji gunehê wa yên guneh kirîn kêm bibê.[9] Û bedel û şûnek ji kesî nayê qebûl kirin (Beqere / 48, 123, Alê ‘Imran / 91, Luqman / 33, Maide / 36, Hedîd / 15); şefa’eta kesî qebûl nabê (Beqere / 48, 123, Muddessir / 48) xêncî şefa’eta wa yên ji alîyê Xuda ve izna wan hatiye dayîn û pê pîvekên ku Xudê pê razî ye şefa\'et bikin.[10] 

Bi alîyê sekingeha ebedî ve

Di pey ra hukmê Xudê tê eşkere kirin (E’raf / 44) û qenckar û xirabkar ji hev diqetin û cida dibin[11] û bawerdar rû sipî û dilşa û bi ken bi alîyê bihiştê ve[12] û kafir û munafiq rû reş û xemdar û bi kol û xem ve û bi ser şûrî û zelîlî bi alîyê cehnemê ve tên birin. [13]  Hemî pêkve di cehmenê ra derbaz dibin (Meryem / 71, 72) di halekî da ku rûyê bawerdaran ronahî didê û rêka wan ronahî dikê (Hedîd / 12) û kafir û munafiq di tarîtîyê da diborînin.

Munafiqên ku di dinyayê da têkeliya bawerdaran kirîn gazî wan dikin ku berê xwe bidin me; da em ji ronahiya hewe behrê bigirîn, vêca cewaba wan didin ku: "ji ronahî girtinê ra paşve bizivirin (herin dinyayê)!" Dîsa dibêjin: "ma di dinyayê da em ne digel hewe bûn?" Vêca vê cewabê guhlê dibin ku: "çire; hûn di eşkereyê de digel me bûn, lê hewe xwe bêçare kir û dilê hewe şik û şubhe têda hebû û hûn dilreq bûn û îro êdî karê hewe xilas e û ji hewe û kafiran şûn û bedel nayê qebûl kirin". Û paşî re kafir û munafiq dikevin cehnemê da (Hedîd / 13-15, Nisa / 140).

Dema bawerdar nêzîkê bihiştê dibin derîyên wê vedibin û melaîketên rehmetê ber wan ve tên û pê selam û qedr û qîmetê mizgîniya bexteweriya daimî didin wan (Zumer / 73, Re\'d / 22-24).

Ji alîyê dî ve vêca dema kafir û munafiq digehin cehnemê derîyên wê vedibin û melaîketên \'ezabê li wan dixurin û lomê li wan dikin û we\'da \'ezabê daimî didin wan (Zumer / 71 - 72, Tehrîm 6, Enbiya /103).

Bihişt[14] 

Bihiştê de bax û bustanên berfireh, bi firehiya \'esmana û \'erd ku bi enwa\' û eqsamê daran hatî nixûmandin hene, her wiha hemî awayên fêkîyê berdest û qesrên xweş û çem û rûbarên ava zelal û şîr û hingivî û şeraba pak û ji her tiştekî li ser meyl û viyana bihiştiyan û ser viyan û xwesta wan re ji wan ra heye.

Bihiştî pê libasê hevrîşem û eqsamên xeml û zînetan û li beraberê hev da li ser textên zînetkirî û cihkên nerm pal didin û mijûlê hemd û sipasiya Xuda ne û gotinên bêhûde û pûç nabêjin û nabhîzin; ne serma ewa diêşênê û ne germa; ne zehmet û westan û melal hene û ne tirs û xem; her wiha dilê wan ji kerb û kînê vale ye.

Xizmetkarên sipehî rex wan ve li bizav û herektê da ne û pê firaxên bihiştî şeraba cennetê li ber wan digirin ku vexwarina wê lezzetek pir zêde têda heye û çi nexweşî û afet jê çênabê û ji enwa\' û eqsamê fêkî û guştê firindan û teyran dixwin û di kêleka hevjînên ciwan û dilovan û pak û paqij da ne û xweşîyê ji hev dibînin û seratir ji her tiştî jî vêca ji xweşiya rûhî ya razî bûna Xudê behremend in; ewqas di nav şahî û keyfê da ne ku mirov nikarê wesfê wê bidê û ev xweşî û şahî û bextewriya pir xweş û lezzet daimî ye û ji her û her ra wê di nav da bimînin û xilasek jêra tunehin. (Duxan / 56, Fussilet / 8, Inşiqaq / 25, Tîn / 6).

Cehnem

Cehnem cihê wan kafir û munafiqa ye ku qet çi ronahiyek ji îmanê di dilê wan da neyî (Nisa / 140 û gelek ayetên dî), firehiya wê (dojehê) ewqas e ku hemî xirabkar têda cih dibin û hêca dibêjê: "hel min mezîd!" (Qaf / 30). Pêkve agir e û agir; \'ezab e û \'ezab!

Pêta agir ji hemî aliya ve difûrê û dengê wê yê zehfî û fûrfûra wê ser tirs û bizdanê ve zêde dikê,[15] ser û çavan reş û kirêt û genî û me\'d girtî ne,[16] heta di rûyê melaîketên cehnemiyan da jî qet çi dilovanî û merhemet û nermî xuya nakê (Tehrîm / 91).

Cehnemî pê qeyd û lele û zincîrên hêsinî hatine girêdan,[17] û agir hemî bedena wan li ber xwe girtiye (Ibrahîm / 50, Furqan / 13, Enbiya / 98, Cin / 15, Tehrîm / 6) û ew bi xwe şewata agir in,[18] di cehnemê da xêncî ah û nalîn û qîr û hewara cehnemiya û xurîn û deng û qîra cehnemvanan nayê bihîstin (Furqan/13, 14, Inşiqaq / 11). Ava kel dirêjin ser ser û rûyê xirabkaran ku navdeyê wa jî dihelênê (Hecc / 19, 20, Duxan/48) û dema ji ber têhnîşkê daxaza avê dikin avek kel û germ û genî û bêhno didin wan ku hema lez û bez vedixwin û ser xwe da dikin;[19] ziqqum, xwarina wa ye ku di nav agirê cehnemê da çêdibê û xwarina wê li ser şewata wan ve zêde dikê; [20]  cilkê wan ji maddeyekî reş e ku bi bedenê ve dizeliqê û ser \'ezabê wan ve zêde dikê (Ibrahîm / 17, Taha / 74, Fatir / 36), hevcivatî yên wan şeytan û cinnên gunehkar in ku hema daxaza wan dûriya ji wan e (Zuxruf / 38, 39, Şu’era /94, 95, Sad / 85) û hemî le\'netê li hev dikin (E’raf / 38, 39, \'Enkebût / 25, Murselat / 35, 36).

Dema bixazin \'uzrê xwe vexazin, xurîna "bicehimin" - "dûr bikevin" - "kir û bêdeng bibin" dibihîzin û bêdeng dibin (Mu\'minûn / 108, Rûm / 57, Xafir / 52, Murselat / 35, 36); vêca xwe davêjin ber bextê cehnemvana ku ji Xudê bixazin piçekî ji \'ezabê wan kêm bikê, evê cewabê guhlê dibin ku: "ma Xudê pêxemberên Xwe rênekirin nav hewe û delîl û huccet ser hewe temam nekir?" (Xafir / 49, 50).

Vêca carek dî daxaza mirinê dikin û evê cewabê seh dikin ku: "hûnê ji her û her ra di cehnemê da bimînin" (Zuxruf / 77), herçend mirin ji hemî aliyan ve ser wan da dibarê, lê namirin (Ibrahîm/17, Taha/74, Fatir/36). Çiqa çermê bedena wan bişewitê çermek nû çêdibê û \'ezabê wan dewam dikê (Nisa / 56).

Daxaza hinek av û xwarinê ji bihiştiyan dikin, evê cewabê guhlê dibin ku: "Xuda xweşî yên bihiştê ji hewe ra heram kirine" (E’raf / 50).

Bihiştî ji wan dipirsin: "çi bû sebebê bextreşî ya hewe û hûn kişandin nav cehnemê?" dibêjin: "em ne ehlê mêj û \'ibadet bûn û me arîkariya reben û jaran nedikira û em digel pîseka bûn û me qiyamet inkar dikira û bi derew zaniya" (Muddessir / 47-39). Vêca ew bi xwe radibin hev û dikin xirecir (Sad / 64-59).

Ewên li rê wunda bûyîn dibêjin yên li rê wunda kirîn: "ev hûn bûn ku hewe em xelitandin û li rê wunda kirin", ew cewab didin: "hewe bi keyf û dilê xwe peyrewî ji me kir û hûn ketin pey me" (E’raf / 38-39, Saffat / 27 - 33, Qaf / 27 - 28).

Bindest dibêjin serdestan: "ev hûn bûn hewe em bextreş kirîn"; ew dibêjin: "qey me hûn bi zorî ji rêka rast deranîn?" (Ibrahîm / 21, Sebe\' / 31 - 33).

Vêca paşî re dibêjin şeytan: "ev tu bû, bûyî sebeb heta em ji rê derkevin". Vêca şeytan di cewaba wan da dibêjê: "Xudê soza rast da hewe û hewe qebûl nekir û min soza derew da hewe û hewe qebûl kir, vêca nixwe şûna ku hûn loman li min bikin, li xwe bikin û îro kes ji me nikarê arîyê dî bikê û li hana wî biçê" (Ibrahîm / 22) û bi vî awayî çi çare ji wan ra namînê xêncî ku xwe li ser \'ezabê xwe yê daimî mit bikin. [21]   

[1] - Binêrin sûretên: Zilzal / 1, Hecc / 1, Waqi\'e / 4, Muzzemmil / 14.

[2] - Kehf / 47, Nehl / 88, Tûr / 10, Tekwîr / 2.

[3] - Zumer / 69, Beqere / 143, Alê ‘Imran / 140, Nisa / 41, 69, Hûd‌ / 18, Hecc / 78, Qaf / 21, Nehl / 84, 89.

[4] - Nûr / 24, Fussilet / 20, 21.

[5] - E’raf / 8, 9, Enbiya / 47, Mu’minûn / 102, 103, Qari\'e / 6 - 8.

[6] - Yûnus / 54, 93, Casiye / 17, Nehl / 78, Zumer / 69, 75.

[7] - Necm / 40, 41, Beqere / 281, 286, Alê ‘Imran / 25, 161, En’am / 70, Hûd‌ / 111, Ibrahîm / 51, Taha / 15, Xafir / 17, Casiye / 22, Tûr / 21, Mud‌essir / 38, Zumer / 24.

[8] - Necm / 39, En’am / 146, Fatir / 18, Zumer / 7.

[9] - Nehl / 25, \'Enkebût / 13. Her wiha ji vêd‌erê gumana vê yêkê tê pêş ku ew kesên dibin sebebê hid‌ayeta yên d‌î, xelat û pad‌aşên wan wê d‌u beraber bê; çewa ku vê derheqê d‌a riwayet zehf in.

[10] - Enbiya / 28, Beqere / 255, Yûnus / 3, Meryem / 87, Taha / 109, Sebe’ / 23, Zuxruf / 86, Necm / 26.

[11] - Enfal / 37, Rûm 14 - 16, 43, 44, Şûra / 7, Hûd‌ / 105 - 108.

[12] - Zumer / 73, Alê ‘Imran / 107, Meryem / 85, Qiyamet / 24 - 42, Muteffifîn / 24, Xaşiye / 8, \'Ebes / 38, 39.

[13] - Zumer / 60 - 71, 73, Alê ‘Imran / 106, En’am / 124, Yûnus / 27, Meryem / 86, Taha / 101, 126, Ibrahîm / 43, Qemer / 8, Me\'aric / 44, Xaşiye / 2, Isra / 72, 97; \'Ebes / 40, 41.

[14] - Vê d‌erheqê d‌a binêrin sûretê: Alê ‘Imran / 133, Hed‌îd‌ / 21, Haqqe / 23, D‌ehr / 6, 18, 21, Muteffifîn / 28, Beqere / 25, Alê ‘Imran / 15, Muhemmed‌ / 15, Nehl / 31, Furqan / 16, Zumer / 34, Fussilet / 31, Şûra / 22, Zuxruf / 71, 70, Qaf / 35, Kehf / 31, Hecc / 23, Fatir / 33, D‌uxan / 53, D‌ehr / 21, E’raf / 32, E’raf / 43, Yûnus / 10, Fatir / 34, Zumer / 74, Meryem / 62, Nebe / 35, Xaşiye / 11, D‌ehr / 13, E’raf / 35, Hicr / 48, E’raf / 43, Hicr / 47, Waqi’e / 17, D‌ehr / 19, Saffat / 45 - 47, S / 51, Tûr / 23, Zuxruf / 71, Waqi\'e / 19 - 18, D‌ehr / 5, 6, 15, 19, Nebe / 34, Muteffifîn / 25 - 28, S / 51, Tûr / 22, Rehman / 52, 68, Waqi\'e / 20 - 21, Murselat / 42, Nebe’ 32, Beqere / 25, Alê ‘Imran / 15, Nisa / 57, Saffat / 48 - 49, S / 52, Zuxruf / 70, D‌uxan / 54, Tûr / 20, Rehman / 56, 70 - 74, Waqi\'e / 22, 23, 3 - 37, Nebe’ /  33, Alê ‘Imran / 15, Tewbe / 21, 72, Hed‌îd‌ / 20, Maid‌e / 119, Mucad‌ile / 29, Beyyîne / 8, Secd‌e / 17, Beqere / 28 - 82, Alê ‘Imran / 107, 36, 198, Nisa / 13, 57, 122, Maid‌e / 85, 119, E’raf / 42, Tewbe / 22, 72, 89, 100, Yûnus / 26, Hûd‌ / 23, 108, Ibrahîm / 23, Hicr / 48, Kehf / 3, 108, Taha / 76, Enbiya / 102, Mu’minûn / 11, Furqan / 16, 76, \'Enkebût / 58, Luqman / 9, Zumer / 73, Zuxruf / 71, Ehqaf / 14, Q / 34, Feth / 5, Hed‌îd‌ / 12, Mucadi‌le / 32, Texabun / 9, Telaq / 11, Beyyîne / 8.

[15] - Hûd‌ / 106, Enbiya / 100, Furqan / 12, Mulk / 7, 8.

[16] - Alê ‘Imran / 106, Mulk / 27, Mu’minûn / 104, Zumer / 60.

[17] - Re\'d‌ / 5, Ibrahîm / 49, Sebe’ / 33, Xafir / 71, 72, Haqqe / 32, D‌ehr / 4.

[18] - Beqere / 24, Alê ‘Imran / 10, Enbiya / 98, Cin / 15, Tehrîm / 6.

[19] - En’am / 70, Yûnus / 4, Kehf / 29, Waqi’e / 42 - 44, 55, Muhemmed‌ / 15.

[20] - Saffat/62-66, Sad‌ / 57, D‌uxan / 45, 46, Waqi’e / 52, 53, Nebe / 25, Xaşiye / 6, 7.

[21] - Beqere / 39, 81, 162, 217, 257, 275, Alê ‘Imran / 88, 116, Maid‌e / 37, En’am / 128, E’raf / 36, Tewbe / 17, 63, 68, Yûnus / 27, 52, Hûd‌ / 107, Re\'d‌ / 5, Nehl / 29, Kehf / 108, Taha / 101, Secd‌e / 20, Mu’minûn / 103, Ehzab / 65, Zumer / 72, Xafir / 76, Zuxruf / 74, Mucadile / 17, Texabun / 10, Cin / 23, Beyyîne / 6.