RABÛNA QIYAMETÊ GOREKÎ QUR’ANÊ
Mirov dikarê ayetên Qur’anê derheq sabit kirina zivirîna li qiyametê û cewabdana munkiran bikê pênc bir û deste:
1- ayetên ku dibêjin çi delîl li ser nebûna me\'adê nînin. Ev ayet inkarkeran ji çek dikê.
2- ayetên işare dikin bal qewimînên wek me\'adê ve da ku pêşiya bîr û hizra dûr bûna me\'adê bigirin.
3- ayetên şubhên inkarkerên me\'adê xelet dertênê û imkana wê sabit dikê.
4- ayetên ku hatina me\'adê we\'da ilahî hesab dikê û me\'adê di heqîqet da pê gotina du xeberê sadiq sabit dikê.
5- ayetên işare dikin bal burhan û delîla \'eqlî ve li ser lazimî ya me\'adê.
Di heqîqet da sê deste yên ewil berê wan li imkana me\'adê ye û du deste yên paşî jî berê wan li lazimî ya hebûna me\'adê ye.
Inkara me\'adê bêdelîl e
Yêk ji awayên delîl anîna Qur’anê digel xweyên bawerîyên nedurust ew e ku delîlê ji wan dixazê da ronahî bibê \'eqîde û baweriya wan binyata \'eqlî û mentiqî jêre tunehin, çewa ku di çend ayeta da hatiye: « ھاتوا برھانكم - delîla xwe bînin». (Beqere / 111; Enbiya / 24, Neml / 64).
Û di hinek cihên dî da kerem dikê xweyên bawerîyên nedurust, zanîn û baweriyek rêk ketî digel durustîyê tunehin û baweriya wan ne paldayîyê ser delîl û burhanê ye û bi gumana bê delîl û muxalifê durustîyê \'emel dikin [1].
Derheq munkirên me\'adê da jî kerem dikê:
«وَقَالُوا مَا هِيَ إِلَّا حَيَاتُنَا الدُّنْيَا نَمُوتُ وَنَحْيَا وَمَا يُهْلِكُنَا إِلَّا الدَّهْرُ وَمَا لَهُم بِذَلِكَ مِنْ عِلْمٍ إِنْ هُمْ إِلَّا يَظُنُّونَ»
"[Kafiran] Gotin: xêncî jiyana vê dinyayê jiyanek nîne ku em dimirin û dijîn, xêncî ji zeman tiştek dî me jinav nabê (halhale) ewa zanîn vê derheqê da nîne û hema guman dikin». Casiye / 24.
Di ayetên dî da li ser vê çendê şidandiye ku inkara me\'adê ji gumana bê delîl û nedurust pêve ne tiştek dî ye. [2]
Elbet çêdibê gumanên bê delîl dema digel bayê dil rêk ketî bin bibê cihê baweriya hewaperêsan (Qiyamet / 5) û ji ber kiryarên munasibê wan û kirina gunehan kêm kêm ji wan ra bibê baweriyek temam (Rûm/ 10, Muteffifîn/10-14) heta bi wê derecê ku mirov xwe li ser wê bawerîyê bişidênê (Nehl/38).
Qur’ana pîroz gotinên inkarkerên me\'adê gêraye ku xalib evê dibêjin: çewa wê zivirîna dubare hebê, evahe tiştek dûr e! Carna jî işare dikin bal hinek şubhên ze\'êf ve ku serkaniya wan dîsa dûr zanîna wan ya hatina qiyametê ye. [3] Ji ber vê yêkê ji aliyekî ve behsa wa tişta dikê ku wek qiyamet û me\'adê ne, da ku şubhe rabê[4] û ji alîyê dî ve cewaba şubhan didê da ku qet çi şubhe nemînin û imkana hatina me\'adê bi temamî sabit bibê. Lêbelê bi vî qasî jî bes nakê û xêncî ji yeqînî bûna evê we\'da ilahî bi rêka wehyê ve delîla \'eqlî li ser lazim bûna me\'adê işaret dikê û emê di dersên hêjbê da behsê jê bikîn.
Qewimînên wek me\'adê
1- şîn bûna giya: sax bûna mirov piştî mirinê ji wî alî ve ku saxiya piştî mirinê ye; wek şîn bûna giya ye di ‘erdê da, ku piştî hişk bûn û mirinê şîn dibê û derdikevê. Û ji ber vê ye ku fikirîna di vê meselê da ku illeh li ber çavê herkesî diqewimê bes e ji wê yêkê ra ku pê bihesê çêdibê ku mirov piştî mirinê sax bibê. Tişta bûyî sebeb ku gelek muhim neyê zanîn ew e ku ev şîn bûn her û her li ber çavê herkesî diqewimê û çêdibê; eger ne, qet ferq nakê gel sax bûna mirov piştî mirinê ku dibêjinê me’ad.
Daim Qur’ana pîroz ji dirandina evê perdê ra berê xelkê didê çewaniya şîn bûna giya û rabûna dubare ya mirovan, di me\'adê da jî dişibihênê wê[5] . Li ciyekî da Qur’an kerem dikê:
«فَانظُرْ إِلَى آثَارِ رَحْمَتِ اللَّهِ كَيْفَ يُحْيِي الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا إِنَّ ذَلِكَ لَمُحْيِي الْمَوْتَى وَهُوَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ»
"Vêca binêre eserên rehmeta Xuda yê xwe ku çewa \'erdê piştî mirina wê sax dikê, hema birastî Ew saxkerê mirîya ye û Ew her tiştî dikarê bikê» Rûm / 50.
2- xewa Eshabê Kehf: Qur’ana pîroz piştî gêrana qiseta Eshabê Kehf ku gelek tiştên hîn kirinê têda hene kerem dikê:
« وَكَذَلِكَ أَعْثَرْنَا عَلَيْهِمْ لِيَعْلَمُوا أَنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَأَنَّ السَّاعَةَ لَا رَيْبَ فِيهَا»
"Bi vî awayî me (xelk) bi wan hesandin, da bizanin ku we\'da Xuda rast e û muheqeq qiyamet wê bê û şik û şubhe têda nîne» Kehf / 21.
Bê şik agahiya ji vê qewimîna \'ecêb ku komek di dirêjiya çend sed sala de (300 salên şemsî = 309 salên qemerî) di xew da bin û piştî hingê ji xew hişyar bibin, eserekî taybet heye ku berê xelkê bikevê me\'adê û dûr bûna wê ji holê rabê. Çimko xew tiştek wek mirinê ye «en-newm-u ex-ul mewt - xew, birayê mirinê ye» û her hişyar bûnek wek sax bûna piştî mirinê ye, lêbelê di xewa me\'mûlî da kar û barên jiyankî (bîolojîkî) yên bedenî bi awayek tebî\'î dewam dikê û zivirîna rûh, mirov nahêlê \'ecêbmayî; lê bedena ku sêsed salan ji mewaddên xwarinê bê behr bimînê gereke gorekî qanûna ku di tebî\'et da heyî bimirê û jinav biçê û êdî haziriya lê zivirîna rûh tunebê. Nixwe çêdibê qewimînek wiha berê mirov bidê \'alemekî xêncî ji vê \'alema tebî\'î û fêhm bikê ku her û her newereng e ku zivirîna rûh muhtacê şert û esbabên tebî\'î bê. Nixwe sax bûna dubareya mirov herçend rêk nekevê digel jiyan û mirina vê \'alemê, imkan jêra heye û çi neweyî têda nîne û gorekî we\'da Xuda ku daye: wê pêk bê.
3- sax bûna heywanan: Qur’ana pîroz behsa sax bûna ne gorekî \'edetê ya çend heywanan dikê, yêk ji wan: ew çar firindên ku bi destê hezretê Ibrahîm (s) sax bûyîn (Beqere / 260) her wiha sax bûna merkeba yêk ji pêxemberan ku emê di rûperên hêjbê da behsa wê bikîn. Û eger sax bûna heywanekî çêbê û imkan jêre hebê ji mirova re jî mumkin e.
4- sax bûna hinek mirovan di vê dinyayê da: muhimtir ji wa yên me gotîn, sax bûna hinek mirova ye di vê dinyayê da ku Qur’ana pîroz çend nimûne ji wan dibêjê: yêk ji wan qiseta yêk ji pêxemberên benî israîl e. Di seferek ya xwe da ber hineka ra derbaz bû ku hemî mirîbûn û bedena wan ji hev ketibû û felişî bûn. Ji nişkê da di fikra wî ra derbaz bû ku çewa wê dîsa sax bibin! Xudê Te\'ala canê wî girt û piştî û sed salan dîsa sax kir û gotê: "Tu çiqas li vêderê mayî?" Ew heçweku ji xew hişyar bûyî got: "rojekî an hinekî ji rojê!" Jêre hat gotin: "ne, belkî tu sed salan li vêderê mayî! Vêca binêre ku ji aliyekî ve nan û ava te guherîn û xirabî neketîyê û ji alîyê dî ve merkeba te ya suwariyê jinav çûye û ji hev ketiye! Vêca binêre ka çewa emê hestî yên vî heywanî li hev suwar bikîn û dîsa guşt pêve bikîn û ewê sax bikîn" (Beqere / 259). Yêk dî behsa komek ji benî israîl e ku gotin hezretê Mûsa (s): "heta em eşkere Xudê nebînin qet em bawerîyê naynin!" Û Xudê pê birûskekî ew jinav birin û di pey ra bi xwesta hezretê Mûsa (s) dîsa ew sax kirin (Beqere / 55 – 56).
Her wiha sax bûna yêk ji benî israîliyan ku di zemanê hezretê Mûsa (s) da hatibû kuştin. Ew jî pê lêdana hinek ji guştê gulika hatî ser jê kirin, çewa ku di sûretê Beqere da hatî û ji ber wê ye ku sûret bi vî navî hatiye nav kirin. Di paşîka behsê da wiha hatiye: (Beqere 67 – 73).
«كَذَلِكَ يُحْيِي اللّهُ الْمَوْتَى وَيُرِيكُمْ آيَاتِهِ لَعَلَّكُمْ تَعْقِلُونَ»
"Eha, Xudê bi vî awayî mirîya sax dikê û nîşanên Xwe ji hewe ra dixweyhênê; da belkî hûn bidin \'eqlê xwe"
Her wiha sax bûna mirîyan bi destê hezretê ‘Îsa (s) mirov dikarê bikê nîşanek ji imkana me\'ada roja qiyametê ra (Alê ‘Imran / 49, Maide / 110).
[1] - Istilaha felsefî ya « Nefs » xêncî wê ye ye ku di \'ilmê exlaq de jê tê xeberdan ku di beraberê \'eqil da bikar tê birin.
[2] - Qeses / 39, Kehf / 36. Sad / 27.Casiye /32. Inşiqaq /14.
[3] - Hûd / 7. Isra / 51. Saffat/ 16 , 53. Ehqaf / 18. Qaf / 3. Waqi\'e /47 , 48. Muteffifîn/ 12 - 13. Nazi\'at/ 10 - 13
[4] - Tiştên wek hev hukmê herduka di wî qasê wek hevda yêk e. Hukm-ul Emsal Fî Ma Yecûz we Ma La Yecûz Wahid.
[5] - E’raf / 57. Hecc/ 5,6. Rûm/ 19. Fatir / 9. Fussilet /19 Zuxruf / 11, Qaf / 11.