Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
Rêbaz a Îmam ên Ehlê Beytê Li beraberê ramanên dijber

Ramanên dijber û pêşîne ya raberiya digel wan di Îslamiyetê da

2017/12/25

Ramanên dijber û pêşîne ya raberiya digel wan di Îslamiyetê da

Ji destpêk a hatin a Îslamê, ramanên dijber, li beraberê raman a îlahî û yektaperestî ya Îslamê da rawestabû; bi taybet ehlê kitêb û ji nav van jî pitir Cihû têkilî hebû digel Musilmanan, ku xwe ji nezer bawerî û çandê ve sertir û çêtir dihesibandin, li beraberê gazî ya Îslamê ber xwe didan û xwe bi bawerî û ramanên xwe yên xelet girtibûn û jibo parastina wê hewil didan ku li beraberê doz a Îslamê da bisekinin. Her wiha piştî wefat a Resûlê Xuda, di navbeyna Musilmanan da jî bîr û hizr û ramanên şaş û xerifî derket holê, bi taybet piştî geşbûna hukûmet a Îslamî, raman û endîşeyên netewên dî jî tevlî ramanên Musilmanan bû û bi vî awayî firqe û birên mezhebî yên cûrbicûr peyda bûn.

Lewra, Xuda yê Te’ala di Qur’an a Pîroz da raberbûna mentiqî digel fikr û ramanên şaş beyan kiriye, ku Pêxemberê Xuda û îmamên Ehlê Beytê jî, vê derheqê da rê û rêbaza xwe diyar kirine.