Languages فارسی فارسى درى English اردو Azəri Bahasa Indonesia پښتو français ไทย Türkçe Hausa Kurdî Kiswahili Deutsche РУС Fulfulde Mandingue
Scroll down
AXIRETNASÎ

SABITKIRINA ME\'ADÊ

2016/07/05

SABITKIRINA ME\'ADÊ

Çewa di ewwilê vê kitêbê da hatî gotin baweriya bi me\'ada roja qiyametê yanî sax bûn û zivirîna herkesî di cihana axiretê da yêk ji eslîtirîn baweriya ye di hemî dînên \'esmanî da.

Pêxemberên Xudê jî gelek li ser vî eslî şidandine û li ser sekinîne û ji qahîm kirin û cî kirina vî eslî ra di dilê xelkê da gelek ketine zehmetê. Û di Qur’anê da jî baweriya bi qiyametê û ‘edaletê hevrê ye digel baweriya bi Xuda yê tek û tenê; û di bîst û çend ayetan da kelîma «Ellah» û « Yewm-ul axir - roja axiretê» gel hev hatine (xêncî ji vê jî gotinên derheq axiret û meselên bi wê ve girêdayî di zêdetirê ji 2000 ayeta da hatine).

Di destpêka vê pişkê da jî me got kanê tehqîq û lêkolîna derheq xilasî nasîyê da çiqas muhim û girîng e. Û me ronahî kir kanê fikra durust derheq me\'adê da ava bûye li ser qebûl kirina rûhekî ku milak û pîveka kesayetî û huwîyeta her kesî bê. Û piştî mirina wî her bimînê, heta mirov bikarê bêjê: ewê ji dinyayê çûyî hema ew bi xwe di \'alema axiretê da sax dibê. Paşê jî ji sabit kirina rûhekî bi vî awayî me delîl ji \'eql û wehyê anîn da \'erd û zemîne rast bibin ji vê çendê ra ku derheq behsa eslî ya jiyana ebedî ya mirov bê xeberdan. Vêca eve dor geha vê yêkê ku em ji vî eslê giring û muhim yê bawerîyê baxivîn.

Wek çewa mesela rûh bi du rêkên (\'eql û neqlê ve) sabit dibûya, ev mesele jî bi du rêkan ve sabit dibê. Di vê dersê da emê ji du delîlên \'eqlî behs bikîn ku lazimî ya roja qiyametê sabit dikin. Piştî hingê emê ji birek ayetên Qur’anê baxivîn ku derheq hebûn û lazimiya me\'adê da ne.

Delîl û burhana hikmetê

Me di pişka xudanasîyê da got ku xuliqandina Xudê ne pûç û bê hedef e, belkî heziya ji xêr û kemalê ku zatê ilahî ye, bi-l isale bi zat ve û bi-t tebe\' bi eserên wê ve girhaye ku xweyê hinek mertebe yên xêr û kemalê ne. Ji ber vê yêkê cihan bi awayek wereng xuliqandiye ku zêdetirîn başî û kemala mumkin pêve bê. Û bi vî awayî me sifetê hikmetê sabit kir û desthata wê ev e ku mexlûqan bigehênê xilaseka kemalê ku layiqê wa ye.

Lê vêca çimko cihana maddê mala tezahumata ye û başî û kemala tiştên maddî dikevin li beraberê hev da û pêşîyê li hev digirin teybîra hekîmane ya ilahî li ser wê sekinye ku bi awayekî ewa bêxê rê û tertîb bikê ku pêkve û li ser hev başî û kemalên pitir jê çêbin û bên meydanê; bi gotinek dî: cihan xweyê hevgirtinekî baştir û sipehîtir bê. Û ji ber vê ye ku \'unsur û qas û çewanî ya kar û bar û hereket û bizavan di wê da bi awayek wereng hat danîn ku bû sebebê çêkirina giya û heywanat û afirandin û xuliqandina mirov [ku kamiltirîn mexlûqê cihanê ye] û eger cihana maddê bi awayek wereng çêbûba ku di wê da rêka peyda bûna xwey rûhan ne mumkin bûya evahe wê xilafê hikmetê bûya.

Li vêderê emê ser ya borî ve zêde bikîn ku pê li ber çav girtina vê meselê ku mirov xweyê rûhekî ye ku qabiliyeta mayînê jêra heye û dikarê kemalatên ebedî û herdaimî bi dest xwe ve bênê; ew jî ew kemalên ji nezer biha û qîmet ve gel kemalên maddî nayin qiyas kirin, eger jiyana wî sînor kirî bê di çarçova jiyana vê dinyayê tenê da, hingê digel hikmeta Xudê rêk nakevê. Nexasma dema em dibînin jiyana dinyayê tevlî ye digel zehmetî û nexweşî û dijwarî û tengaviyan. Û xalib ev e ku heta mirov lezzet û xweşiyekî dest ve bênê gelek nexweşî jî di pey da tên û zêdetir ev e ku bêy nexweşî lezzet û xweşî nayin dest, heta bi wê derecê ku ewên hesabker dibêjin: ev hemî zehmet û nexweşî ji bona gehana lezzetên mehdûd û sînor kirî nahêjitê. Û hema ji van hesabkirina ye ku berê hineka dikevê pûçî û bêhûdetîyê. Û heta hineka dikişênê bi alîyê xwekujîyê ve; halhale hez kirina ji jiyanê viyanek fitrî û sirûştî ye.

Rastî eger jiyana mirov ji vê pêve ne tiştek dî bûya ku li pey hev xwe bêxê zehmetê û gîrûgiriftên tebî\'î û komelayetî li ser xwe qebûl bikê heta bêhnekî bi keyf û şahî derbaz bikê û lezzet û xweşîyê bibê û vêca ji ber westana zêde xew ve biçê; heta bedena wî hazirê xebata nû bibê û dîsa ji ewil ve dest bavêjê kar û bixebitê; heta luqmeyek nan dest xwe bêxê û bêhnekî ji xwarina wê, xweşîyê bibînê û êdî ne tiştek dî! \'Eql evê teselsula zererî û melal îner baş nizanê û nabêjitê baş e. Mesela jiyanek wiha di baştirîn wez\' û halê wê da wek wî ajokî ye ku otomobîla xwe bigehênê benzînxanê; vêca amana xwe ya benzînê tejî bikê, vêca benzîna heyî bimezîxênê û xwe bigehênê benzînxaneyek dî û dîsa ewî karî bikê û berdewam bê li ser vî karê xwe, heta otomobîla wî kevn bibê û ji hev bikevê, an li tiştekî bikevê û biperçiqê.

Kifş e ku desthata mentiqî ya nêrînek wiha li jiyana mirov xêncî ji gehana pûçîyê, ne tiştek dî ye.

Ji alîyê dî ve jî vêca yêk ji xerîze yên eslî yên mirov hez kirina ji man û jinav neçûnê ye; evahe di zatê mirov da hatiye danîn û wek wê hêzê ye ku ewî bi alîyê ebediyetê ve dibê û her car ji paldana wî ra pitir lê dişidênê. Vêca eger were melheze kirin ku serhata evî palderî, xêncî vê ne tiştek dî ye ku li tehtekî bikevê û ji hev belav bibê, gelo çêkirina evê hêza palder munasibê evê xayet û nihayetê ye? Nixwe hebûna evê meyla fitrî hingê munasibê hikmeta Xuda ye ku jiyanek dî hebê, xêncî ji vê jiyana ku jinav diçê û xilasek jêra heye.

Welhasil: dema ev herdu pêşekî di kêleka hev da tên deynan [yanî: hikmeta ilahî û imkana jiyana ebedî ji mirov re tê danîn] em digehin vê desthatê ku gereke jiyanek dî xêncî ji vê jiyana sînorkirî ya dinyayê ji mirov ra hebê heta ku ne bervajîyê hikmeta ilahî bê.

Û mirov dikarê meyla fitrî û hermayînê bikê pêşekiyek dî û deynê rex hikmeta ilahî û bikê delîlek dî ji vê meselê ra.

Ji qasê hatî gotin ev jî ronahî bû ku jiyana ebedî ya mirov gereke bi awayek wereng bê ku zehmetî ya ku di jiyana dinyayê da heyî li wê da nebê. Eger ne, dewama jiyana vê dinyayê eger heta ebed jî mumkin bûya digel hikmeta ilahî rêk naketa.

Delîla ‘edaletê

Di vê dinyayê da mirov ji bijartina karê baş û xirab ra azad e. Ji aliyekî ve hinek tên dîtin ku \'emrê xwe hemîyê di ‘ibadetê Xudê û xizmeta ji xelkê ra diborînin, ji alîyê dî ve jî ew xirabkar tên dîtin ku ji gehana bayê dil û hewayê nefsa xwe ra kirêttirîn zulma û pîstirîn gunehan dikin. Û di eslê xwe da jî hedefa ji çêkirina insan di vê dinyayê da ku heqê bijartin û irade jî jêra hatine dayîn û ketiye ser du riyanê, du riyana heq û batil û başî û xirabîyê da ku bikevê ber imtihanên cûrbicûr û irade û viyan û bijartin bi rêka xwe ya kemalê ve biçê. Da ku bigehê desthata kar û \'emelê xwe yê ixtiyarî û xêr û cezayê wan dest xwe ve bênê. Û di heqîqet da seraserê jiyana dinyayê ji mirov ra meydana imtihan û mijûl bûna li xwe ye û heta li axirîn bêhnên jiyana xwe da jî evahe jêra diherikê û berdewam e.

Lê em dibînin ku baş û xirab li vê dinyayê da nagehin xêr û cezayê layiqê kiryarên xwe. Heta ku hinek xirabkar ji xweşîyên pitir behremend in. Û ji binî ve jiyana dinyayê nikarê gelek ji xêr û cezayê kiryaran eda bikê. Mesela kesê ku bi hezaran mirovê bê guneh kuştine, ji yêk carê pê ve mirov di dinyayê da nikarê ewî bikujê, vê gorekê cinayetên wî yên dî wê bêceza bimînin. Halhale naveroka \'edaleta ilahî ew e ku heçî kesê çi başî an xirabî kirî netîce û desthata wê bibînê.

Nixwe çewa ku ev dinya cihê ceribandin û pêk anîna wezîfa ye gereke cihanek dî jî hebê ku cihê xêrdan û cezadan û derketina netîce ya karan bê û herkes bigehê wê ya layiqê xwe û \'edaleta Xudê bi temamî pêk bê.

Ji vê xeberdanê ev jî ronahî bû ku cihana axiretê ne cihê bijartin û intixaba rêkê û pêk anîna kar û \'emela ye. Emê di dersên hêjbê da li ser vê meselê pitir xeber bidîn.