TECERRUDA RÛH
Me zanî ku mesela me\'adê bi mesela rûh ve girêdayî ye. Yanî hingê mirov dikarê bêjê: «mirovê ku piştî mirinê sax dibê hema ewê pêşîyê da ye» ku rûhê wî piştî jinav çûna bedena wî dimînê. Bi gotinek dî: herkes xêncî ji bedena xwe ya maddî cewherek ne maddî ku qabil e ji bedenê cuda bibê jêra heye. Eger ne wiha bê ferza saxiya dubare ji wî mirovî ra nabê ferzek ber \'eql .
Nixwe pêşiya wî qasî da ku em ji me\'ad û sabit kirina wê baxivîn gereke evahe bê sabit kirin. Ji ber vê yêkê emê di vê dersê de hema ji vê meselê baxivîn û ji sabit kirina wê ra emê bi du rêka ve biçîn: rêka \'eqlê û rêka wehyê[1].
Delîlên \'eqlî yên tecerruda rûh
Ji kevinde feylesof û zanayan derheq rûh da ku di istilaha felsefî da jêre «nefs» tê gotin xeberdane û jê axiftine[2] nexasma hukemayên Islamî gelek ji vê meselê xem xwarine û di kitêbên xwe de hinek vebir ji vê meselê ra veqetandine xêncî ji wê jî nivîsok û kitêbên serbixwe jî vê derheqê da nivîsîne û bîr û hizr û gumana ku: “rûh \'erezeke ji e\'razên bedenê; an sûretê maddî yê (muntebiq di madde ya bedenê de) ye” avêtine ber lêkolînê û jê xeberdane û pê delîlên zehfî nedurustî ya wê dane ber çavan.
Gelek ronahî ye ku behsa berfireh derheq meseleyek wiha da ne munasibê vê kitêbê ye. Ji ber vê yêkê emê bi kurtî jê baxivîn û emê bixebitîn ku xeberdanek ronahî û di wî halî da jî cîgirtî vê derheqê da bêjîn. Ev awayê me destpê kirî dagirê çend delîlên \'eqlî ne ku emê pê vê pêşekî yê destpê bikîn :
Em reng, çerm û şiklê bedena xwe bi çavan dibînîn û zivrî û hilotî ya endamên wê pê hissa lamise pê dihesin û ji navdeyê bedena xwe tenê bi rêka nerasterast ve em dikarîn jê xeberdar bibîn. Lê tirs û hezkirin û kerb û irade û fikra xwe bêy wî qasî em muhtacê endamên hissî bin em pê dihesin û herwiha em agah in ji hebûna vê «min - ez»ê ku xweyê va xasiyeta ye, bêy wî qasî ku em endamên xwe yên hissî bikar bênîn.
Nixwe bi awayek giştî, mirov xweyê du awayên têgehan û idrakê ye: yêk ew idraka ku muhtacê endamên hissî ye, awayek dî jî ya ne muhtacê wê.
Nukteyek dî ev e ku: em dibînin idarkên hissî bi gelek awaya xelet dibin, çêdibê xeletî bikevê awayê ewil yê idrakê ku ji idrakê ra muhtacê endamên hissî ye, bervajîyê awayê duwê yê idrakê ku qet xeletî û nedurustî û şik têda çênabê. Mesela: çêdibê kesek bikevê şikê ku gelo hema rastî rengê çermê bedena wî hema wereng e ka çewa dibînê an ne, lêbelê qet çênabê ku kesek bikevê şik û şubhê ka gelo fikrek ya wî heye an ne; gelo qirarek li ser tiştekî daye an ne; gelo kanê şik heye an ne!
Ev hema ew gotin e ku di felsefê da bi vî awayî tê gotin: «‘ilmê huzûrî, rasterast bi waq\'iyetê bixwe ve digirhê, ji ber vê yêkê xeletî têda çênabê. Lêbelê ‘ilmê husûlî çimko bi rêka navcîtî ya sûretê idrakî tê dest, di eslê xwe da çêdibê şik û terdîd têda hebê». (Amûzişê felsefê, c. 1, dersa 13).
Yanî yeqînîtirîn zanîn û agahî yên mirov, zanînên huzûrî ne û ew şuhûd in ku dagirê zanînên nefsê û ihsasat û \'ewatif û haletên dî yên rewanî ne. Nixwe hebûna «min»a ku fêhm bikê û pê dihesê û fikr dikê û biryarê didê, qet şik û dudilî têda nîne; çewa şik di hebûna tirs û hez kirin û kerb û fikr û iradê da nîne.
Niha pirsyar ev e ku: gelo ev «min - ez» hema ew bedena maddî ya mehsûs e û ev haletên rewanî jî ji e\'razên bedenê ne, an wucûda wan tişteke xêncî ji wucûda bedenê, herçend «min -ez» girêdan û peywendek nêzîk digel bedenê heye û gelek ji karên xwe bi rêka bedenê ve pêk tênê û hem eserê lê dikê û hem eserê jê dibê?
Pê li ber çav girtina ya hatî gotin cewaba vê pirsyarê bi rihetî tê dest. Çimko: ji aliyekî ve «min» bi ‘ilmê huzûrî tê dest, lê beden bi arîkariya endamên hissî tê nas kirin, nixwe: min, ku hema nefs û rûh e tişteke xêncî ji bedenê.
Ji alîyê duwê ve, «min - ez» mewcûdeke ku bi dirêjiya dehan salan pê wesfê wehdet û kesayetiyek heqîqî dimînê û em pê ‘ilmê huzûrî ku xeletî têda çênabê bi vê wehdet û kesatîyê dihesin. Halhale qet û piçên bedenê gelek caran tên guherîn û qet çi milaka heqîqî ji wehdeta vê yêk bûna piçên wê yên pêşî û paşîyê ra tunehin.
Sê, «min - ez» hebûnek besît e ku ji hev venabê, mesela mirov nikarê ewê bikê du nîv «min»; halhale qet û endamên bedenê gelek in û çêdibê ji hev vebin.
Çar, çi yêk ji haletên rewanî wek ihsas û irade û ... xasiyetê eslî yê tiştên maddî wek dirêjî û ji hev vebûnê di wan da tune û tiştên bi vî awayê ne maddî, mirov nikarê ji barkirîyên maddê (beden) hesab bikê. Nixwe cihê van e\'razên cewherî, ne maddî (mucerred) ye. (binêre: Amûzişê felsefe, c. 2, dersa 44 û 49).
Yêk ji delîlên dilrihetker vê derheqê da ku rûh musteqill e û piştî mirinê dimînê, xewnên rast û durust in ku hineka piştî mirinê tiştên rast û durust ji yê xewn dîtî ra gotine, her wiha keramatên welî yên Xudê û heta hinek ji karên murtaza jî dikarin sabit bikin ku rûh mucerred e. Xeberdan vê derheqê da dirêj e û muhtacê kitêbek serbixwe ye.
Şahidên Qur’anî
Hebûna rûhê insanî di nezera Qur’anê da bê şubhe ye, rûhek ku ji ber hêjan û şerafeta wê nisbeta wê hatiye dayîn bal Xudê ve (Kafî/ c. 1, s. 134) çewa ku Qur’an derheq çewaniya xuliqandina mirov da dibêjê: Secde / 9
« وَنَفَخَ فِيهِ مِن رُّوحِهِ "Û ji rûhê Xwe yê taybetê Wî pif kirê».
Ne ku haşa tiştek ji zatê Xudê vebê û bigehê insan, belkî yanî ew rûhê taybet ku nisbeta wê tê dayîn bal Xudê ve.
Derheq afirandina hezretê Adem selam lê bin da dibêjê:
«و نفخت فیه من روحی – Min ji rûhê Xwe pif kirê». (Hicr / 29, Sad / 72).
Her wiha ji ayetên dî tê fêhmê ku rûh tişteke xêncî ji beden û pêvegirêdanên wê û dikarê bêy beden bimînê û hebê. Ji va ayeta ye Secde / 10 – 11.
Ji devê kafira neql dikê ku:
« وَقَالُوا أَئِذَا ضَلَلْنَا فِي الْأَرْضِ أَئِنَّا لَفِي خَلْقٍ جَدِيدٍ بَلْ هُم بِلِقَاء رَبِّهِمْ كَافِرُونَ - ma dema em di \'erdê da wunda bûn (mirîn) ma gelo ji nû ve emê bên çêkirin?».
Ayeta pêretir wiha cewab didê:
« قُلْ يَتَوَفَّاكُم مَّلَكُ الْمَوْتِ الَّذِي وُكِّلَ بِكُمْ ثُمَّ إِلَى رَبِّكُمْ تُرْجَعُونَ - bêje (hûn wunda nabin belkî) melekê mewtê ku li ser hewe hatiye deynan wê hewe bigirê û di pey ra hûnê bi alîyê Wî ve bên zivirandin».
Nixwe milak û pîveka huwîyet û kesayetî ya mirov hema rûhê wî ye ku melaîketê memûrê can girtinê ewî rûhî distênê û tê parastin, ne ku qetên bedenê ji hev dikevin û di \'erdê da belav dibin.
Qur’ana pîroz li cihek dî da kerem dikê:
«اللَّهُ يَتَوَفَّى الْأَنفُسَ حِينَ مَوْتِهَا وَالَّتِي لَمْ تَمُتْ فِي مَنَامِهَا فَيُمْسِكُ الَّتِي قَضَى عَلَيْهَا الْمَوْتَ وَيُرْسِلُ الْأُخْرَى إِلَى أَجَلٍ مُسَمًّى إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَتَفَكَّرُون»
"Xuda cana (an kesayetiyan) di wextê mirina wan da digirê û her wiha wî yê di xewê da nemirî (ewê ku xew ve çûye û mirina wî negehaye) vêca ewê mirina wî gehayî, dihêlê û yê dî heta demek kifş kirî ber didê". Zumer/42.
Derheq çewaniya mirina zalima da jî wiha dibêjê:
«وَ لَوْ تَرَى إِذِ الظَّالِمُونَ فِي غَمَرَاتِ الْمَوْتِ وَالْمَلآئِكَةُ بَاسِطُوا أَيْدِيهِمْ أَخْرِجُوا أَنفُسَكُمُ... »
"Dema zalim li ber sekerata mirinê û melaîketa destê xwe vekirine (û dibêjin wan) canên xwe derînin - teslîm bikin ..." En’am / 93.
Ji van ayetan û ayetên dî ku ji ber kurtîyê me neanîn, ronahî dibê ku nefsiyet û kesayetî ya her kesî bi wê ye ewa Xudê û melekê mewtê û melaîketên memûrê rûh sitandinê ewê digirin. Û jinav çûna bedenê zererê nagehênê man û wehdeta şexsî ya mirov.
Desthat ev e ku: Yêk: di mirov da tiştek bi navê rûh heye. Du: rûhê mirov qabiliyeta manê û cida bûna wê ji bedenê heye û ne wek e\'raz û suwerên maddî ye ku pê jinav çûna wê ew jî ji nav diçin. Sê: huwîyet û kesayetî ya herkesî bi rûhê wî ve girêdayî ye. Bi gotinek dî: heqîqeta her kesî hema rûhê wî bi xwe ye; û beden nisbet bi rûh berpirsyariya alet û wesîlan heye.
[1]- Çêdibê hinek delîla ji rêka wehyê ve bo sabit kirina me\'adê dûr bizanin. Lêbelê pê piçekî kûr fikirînê wê pê biheshê ku delîla bi rêka wehyê ve ji bona sabit kirina me\'adî delîlek durust e.
[2] - Istilaha felsefî ya « Nefs » xêncî wê ye, ya ku di \'ilmê exlaq de jê tê xeberdan ku di beraberê \'eql da bikar tê birin.